Mihemed Elî, Efrîn
[email protected]
Pîrejinekê tev kurê
xwe berdestiya paşeyê bajarekê dikirin û bi nan û diravên ku ji paşê
werdigirtin debara jiyana wan dibû. Bi rahatî ew kesên ku berdestiya
malan dikin li wir akincî dibin, lê ji ber ku kurê pîrê gihîştî bû û
paşe jî bavê sê keçikên gihîştî û ciwan bû, ew razî nedibû ku pîr û
kurê xwe ve li mala wî akincî bin. Lewre pîr û kurê xwe ve di
şikefteke nêzî bajêr de radibûn û rûdiniştin. Pîr her roj ji serê
sibeyê heya êvarê diçû karê mala paşê dikir, lê kur her hefte rojekê
diçû û karê jê dihat xwestin di wê rojê de diqedand, rojên din jî ew
ji xwe re diçû aw û nêçîrê.
Ligel karê xwe
meraqa xort pir bi xwedîkirina lawiran hebû, lewma wî ji xwe re pisîk
û segek hewandibûn û kû ve diçû ew bi xwe re dibirin. Rojekê xort ji
nêçîrê vedigere dibîne komek zarok di quncê kolanekê de li dorî çêlikê
marekî civiyane, ew diçe wir dibîne zarok hewl didin vê çêlikê bikujin,
lewre xort biryar dike ku çêlikê ji destê wan zarokan rizgar bike û bi
xwe re bibe mal…
Demek diçe û çêlika
mar roj ji rojê mezintir dibe û her ku mezin dibe jî reng û bedewiya
eyar û çermê wê bala xort dikişîne, xort çi qas mar berê dîtine lê wek
vê tu caran nedîtiye! Di vê navberê de xort wek berê her hefte rojekê
diçe mala paşê û karê xwe dike, lê di van çûndinên dawîn de çavên xort
li keça paşê ya mezin dikeve û dibe bengiyê wê. Ji bextreşiya xort e
ku keça mezin tew bi wî naponije, ew ji kurê wezîr hez dike û her du
yarikên hev in, ema ya rast ji xort hez dike keça paşê ya biçûk e.
Piştî ku çêlika mar
jî têra xwe mezin bûye ew dikare niha biaxive û rastiya xwe ji xort re
vebêje. Rojekê çêlika mar tê cem xort û jê re dibêje “Ez keça keyayê
maran me û memleketa bavê min li filan derê ye, heke tu min bi saxî
bibî wir bavê min dê te çi xwast bide te. Lê guh bide min, bavê min çi
pêşkêşî te kir bêje na, tenê bêje ez qutîka sor dixwazim… ”
Kêlîka xort wisa
dibihîze ku çêlik keça keyayê maran e ew sozê didiyê ku bi saxî bibe û
bigihîne memleketa bavê wê. Çend roj pê re xort çêlikê dixe tûrikê xwe,
pisîk û seg dide pey xwe û berê xwe dide memleketa maran. Ew pir diçin
hindik diçin heya digihînin warê mebest. Li memleketa keyayê maran her
tişt girêdayî maran e, leşker, pasvan, karker û hwd. Çawa xort nêzîkî
memleketê dibe du tifan bervê duxuşin û zimanê xwe î neçel di wî re
dihejînin û bi pifepifan jehra xwe davêjin, hingê keça keyayê maran
xwe ji tûrikê xort davêje û derdikeve pêşberî her du tifanan û jê re
dibêje “Ez keça keyayê we me…” wexta tifan wisa dibihîsin ew dimelisin
û xwe şûn ve vedikişînin. Xort li paş keça keya û di nav deryayeke
maran re bi dilekî miştî tirs û endîşe rêya xwe berve qonaqa keyayê
mezin dibire heya digihîne wir…
Di qonaxê de çawa
çavên keçikê li bavê xwe dikeve ew xwe davêje pêsîra wî û dibêje “Bavo
vî xortî ez xelas kirime û nehîştiye zarok min bikujin, ne ji wî bûya
ez ê niha mirî bûma. Ez dixwazim tu wî xelat bikî û bi saxî vegerînî…”
Wek ku xort û keça
keya maran berê peyman danîbûn keya çi pêşkêşî xort kir xort wî
nepejirand, ew tenê qutîka sor dixwaze, paşe dibêje zêr, zîv û mircan…
xort dibêje na tenê qutîka sor… li dawiyê keya qutîka sor dide xort û
bi saxî ji memleketa xwe derdixe. Bi rê ve, piştî xort ji memleketa
maran bi dûr dikeve ji xwe re dibêje “law min ew qas zêr û zîv red
kirin û ez li ser vê qutîka sor dasepan bûm, hele ka ez seh bikim çê
tê de heye…” Dema xort devê qutîkê vedike ka bibîne çi tê de heye, du
beniyên reş serê xwe hil didin û dibêjin “Fermana te ezbenî, tu çi
dixwazî dê di solixekê de li ber lingên te be”
Xort wisa dibîne hem
şa dibe û hem jî mamtmayî dimîne! Hê jî xort diponije beniyan carik
din jê re gotin “Fermana te ezbenî, tu çi dixwazî dê di solixekê de li
ber lingên te be”, “Na na, xew kin ez niha tiştekî naxwazim” xort devê
qutîkê digire dixe paşila xwe û meşa xwe berdewam dike…
Wê şevê piştî diya
xwe ji mala paşê tê xort diçe cem û jê re dibêje “dayê min dil heye tu
keça paşê ya mezin ji min re bixwazî”
“Çi” dayîka wî
dibêje “ Tu dîn bûyî çi ye, ma hal û taqeta me heye em keça paşê
bixwazin lê tu wisa dikî ku paşe ji me zivêr bibe û nanê ku em bi saya
karê xwe li cem dixwin wenda bikin…”
“Na diya min na, tu
xeman nexe paşe çi xwast ez ê jê re peyda bikin û qelenê keça xwe çi
qasî dixwaze ez ê jê re deynîm…” Çi qas pîr hewl dide kurê xwe ji
arezûya wî bike lê ne pêkan bû lewre pîra reben roja din bêdil diçe ba
paşê ku keça wî ji kurê xwe re bixwaze, lê qasî ku ditirse ew dudil e
û nema dizane çawa mijarê bi paşê re raber bike
“Paşe himmmm”
“Bêje
pîrê tu çi dixwazî? Dirav gerek te ne, xwarin gerek te ye? Tu çi
dixwazî fedî neke bêje”
“Paşe,
kurê min keça te ye mezin ji xwe re dixwaze û dibêje ku te çi xwast ew
amade ye ji te re peyda bike…”
Dema paşe wisa
dibihîze ew zivêr dibe û silef bawer dike ku pîr eletewş bûye lê bi
dubarekirina helwesta pîrê paşe dabîn dibe ku pîr rast dibêje.
“Baş e pîrê ez keça
xwe didin wî lê mercine min î giran hene, heke ji vir û heya mehekê ew
merc bi cih neanîn ez ê serê te û wî ve herduyan bibirim da ku hûn
carik din vê wêrekiyê nekin û ji ew kesên ku dixwazin destê xwe dirêjî
diyaroka paşê xwe bikin re ez we bikim wane û qurban…” Paşe bi hêrs li
pîrê vedigerîne û mercên xwe jê re vedibêje “Ez dixwazim kurê te
qonaqekê ji ya min mezintir û sipehîtir ava bike û rihela keçika min
li ser pişta hêştir û deveyan bi zêr, zîv û hevrişim barkirî be, û
heke vir û heya mehekê ev merc bi cih nebûn zanibe heyvek te û kurê te
li ser rûyê zemîn maye… “
Pîr êvarê vedigere
şikeftê û bi sixêf û nifiran bi kurê xwe dikeve” ker kurê keran em ji
xwe re li cem vê malikê dixebitîn û me nanê zikê xwe derdixist, xwedê
te nehêle te em bi çi belayê xistin, vaye paşe van şert û mercan ji te
dixwaze û vir heya mehekê te bi cih jî neanîn dê serê me herduyan
bibire…”
Xort jî piştî mercên
paşê dibihîze ji diya xwe re dibêje rakeve û tu xeman nexe tiştên paşe
dixwaze giş dê amade bibin û berî mehekê jî. Çawa pîr dikeve xewê xort
qutîka sor ji paşila xwe derdixe û devê wê vedike
“Fermana te ezbenî,
tu çi dixwazî dê di solixekê de li ber lingên te be” her du beniyên
reş serê xwe hil didin û bi hev re dibêjin
“We vê qonaqa hanê
dîtiye, ji vir heya sibe ez yek ji wê mezintir û sipehîtir dixwazim”
Xort ji beniyan re dibêje
“Ser serê me ezbenî”
benî bi hev re dibêjin û di solixekê de li şûn şikefta kirêt û tarî
qonaqek ji ya paşê mezintir û sipehîtir derdikeve holê.
Roja din dema pîr
hişyar dibe û hewl dide di devê şikeftê re derkeve ew li text û
kerewîteke bi balgî û doşeka hevrişimî duxumandî vedipeke! pîr çavên
xwe mis dide ku xewn e lê rast e!! Carik din çavên xwe mis dide û
rûçikê xwe diqurçîne text û çarşefê dimelisîme lê hê jî bawer nake,
bang kurê xwe dike “” lawo lawo tu li ku yî kurê min hele were ev
rastî ye lê xewn e?!!”
“Rastî ye diya min
rastî ye, ma min ji te re negot paşe çi bixwaze ez ê jê re peyda bikim”
Hingê pişta pîrê ya
xûz hinek rast bû û dengê xwe jî qebe bû û mîna elokan sîna xwe
perçifand… Pîrê xwe zû di qonaqê re berda û bi lez li deriyê paşê da
“paşe em bûka xwe
dixwazin vaye me mercê te bi cih aniye û qonaqa te xwestiye amade ye…”
wexta çavên paşê li
qonaqê dikevin hiş ji serê wî diçe û mamtmayî dimîne… mala peran
bişewite li şûn ku wek her roj ji pîrê re bibêje here aşxaneyê qehwekê
ji me re çêke, paşe piştî qonaxê dibîne ji pîrê re dibêje ”Derbas be
xanim derbas be ez ê hevsera xwe hişyar bikim bila qehwekê ji me re
deyîne ser agir… ”
Her weha piştî ku
xort hemû mercên paşê ên mayî jî bi cih tîne ew bi keçika paşê a mezin
re dizewice… Lê wek berê jî ji me re xwe xuya bû keçika mezin dosta
kurê wezîr bû û yarikiya hev dikirin, ema ya rast ji xort hez dikir
keçika biçûk bû…
Piştî demekê ji
zewaciyê hevsera xort (keçika paşê ya biyarik) ji xort dipirse ku wî
çawa ev tişt giş di solixekê de peyda kirin û karîbû dilê wê birevîne!!?
Tevî ku xort di destpêkê de jê re nabêje jî lê li dawiyê ew xort ji rê
dike û xort şaşiya mezin dike ku sir û raza xwe jê re vedibêje. Hingê
keçika ku hişê xwe tim li cem kurê wezîr bû dest bi dek û dolaban dike
ku qutîkê ji xort bişelîne û tev kurê wezîr bireve “hevserê mino tu
her roj diçî aw û nêçîrê, tu di deşt, çiya û newalan re derbas dibî û
tu vê gencîneya ku jiyana me ew qas şad û bextewar dike bi xwe re
radikî, çawa bibe û ew ji paşila te bikeve û wenda bibe, hingê çi dê
were serê me, em ê ji nû ve reben bibin û bavê min dê min ji te
bistîne. Lewma ka vê qutîkê bide min ku ez di cihekî ewle de veşêrim û
kengî te xwast ez ê bînim ji te re …” Her weha xort qutîkê dide
hevsera ne dilsoz û wekî her roj diçe aw û nêçîrê…
Hevsera biyarik
wexta dibîne mêrê wê ji bajêr bidûr ket bangî kurê wezîr dike û tev
devê qutîka sor vedikin
“Fermanên we ezbenî,
hûn çi dixwazin dê di solixekê de li ber lingê we be” her du benî bi
hev re serê xwe hil didin
“Em dixwazin hûn vê
qonaqê daxin bin heft qat erd ku tu kes nikaribe bigihîne cem me”
hevsera ne dilsoz û yarikê wê ve herduyan bi hev re ji beniyan re
gotin
Di solixekê de ew
qonaq wenda bû û pîra reben ji nişka ve dît ew wek berê di şikefta xwe
ya genî û tarî de rûniştî ye. Heyama xort jî ji nêçîrê veregî ew çi
bibîne! Dît dayîka wî li ber devê şikeftê rûniştî û hawar û zarîna wê
ye “Ey çavên te kûr bin sitûyê te bişke te em bi çi belê xistin ev çi
fêl û sihir bû ka qonaqa te ka jina te? Niha paşê bibihîze dê me
herduyan bikuje…” Rastî jî çaxa paşê bihîst ku keça wî tev qonaqê
derçav bûye ji xort re got “vir û mehekê heke keça min venegere ez ê
serê te û diya te bibirim…”
Xortê reben wek berê
pisîk û segê xwe dan pey xwe û derket lêgerîna hevsera xwe û qonaqê,
lê reben dê wan li kû bibîne?
Ne deşt,
ne çiya û ne newal, tu der nehîştin lê nikarî wan bibîne.
Ew pir geriyan
hindik geriyan heya gihîştin ber deryayekê, li wir xort got ez çend
masiyan ji van hevalên xwe ên dilsoz re bigirim berî ku ez vegerim cem
paşê jixwe dema ku paşê ji min re danîbûn sibe diqede û dê min û diya
min bikûje…
Hê jî ew li ber
perava deryayê rûniştî ne û kûr li avê dimeyizin seg ji nişka ve got
”Vaye tiştekî sipî di bin rûyê avê de diçirûse ez ê biçim se bikim çi
ye” seg xwe berda binê avê û xwe berve ew tiştê diçirûsî nuqumand,
çawa gihîşt cem dît qonaqa xort e!! Ew zû vegerî cem xort û tiştê
dîtiye jê re vegot, hingê xort pisîk û seg her du şandin û ji wan re
got di qonaqê de li qutîka sor bigerin, seg û pisîkê xwe nuqumandin û
berve qonaqê serjêr bûn. Wexta gihîştin ber qonaqê di keviya paceyê re
nihêrîn ku hevsera xwediyê wan di hembêza kurê wezîr de raza ye û kurê
wezîr qutîka sor bi rihên xwe ve qaliqandiye!!
Seg û pisîkê bi hev
şêwirîn ka dê çawa qutîkê ji kurê wezîr bibin bêyî ku ew hay bibe. Ew
di paceyekê re têperî hundir bûn û çûn koça ku her du yarik lê nivist
bûn, li wir pisîkê du sê caran hewl da ku qutîkê ji rihên kurê wezîr
hilqetîne lê kurê wezîr hema hema dê hişyar bûbûya, hingê têgînek hat
bisîkê ku ew dûvê xwe di qutîka îsotan de bike û têxe pozê kurê wezîr,
çawa ew ji ber îsotan bihinje qutîk dê ji rihên wî bikeve…
Sêwirana pisîkê
serkeftî bû, teqez wek ku pilan kiribû qewimî. Piştî qutîk ji yarikan
dizîn pisîk carik din li pişta seg siwar bû û berve rûyê avê serjor
bûn. Lê di nîvê rê de seg hilîbilî ji piskî re dibêje yan tu dê qutîkê
bidî min ku xwedanê me bibîne di devê min de ye yan jî ez ê te ji ser
pişta xwe têwer bikim û te di avê de binuqumînim. Pisîk jê re dibêje”
Lawo sego ez te nas dikin niha yan masîk yan jî reqik dê derbas be û
tê dê birewî û qutîkê ji devê te bikeve, lawo bila bi min re be û ez
sozê didim ku ji xwedanê me re bêjim te qutîk bi dest xist û min tenê
hilgitiye “lê pisîkê çi qas hewl da seg mitmane bike bêçare bû, rabû
qutîk xiste devê seg. Seg jî wek pisîkê pêş dîtibû kêlîka reqik di ber
re derbas bû kir gewte-gewt û wexta kirî gewte-hewt qutîk ji devê wî
ket û di binê avê wer bû…
Her weha ew derketin
ser rûyê avê û pisîkê ew yeka ku seg kiriye ji xort re vegot. Hingê
xort zanî ku şansa xwe nîn e û emrê xwe qediye, rabû got ez masiyan ji
van heywanên dilsoz re bigirm û devê xwe bidim bajêr…
Xwedê dê ya rind
bike, masiyên ku xort çekiribû pêş pisîkê û seg qutîka sor di zikê yê
pêş seg de bû û hêj seg du gez li masîkê xwe nexisitine didanên wî bi
ber qutîkê ketin. Xort pir şa bû, wî rahêjt qutîkê û bilez vegerî cem
paşê. Li bajêr jî hem paşe ji aliyekê li ser agir bû û di qisaweta
keçika xwe de ye û hem jî pîra ku serê wê dê sibe bê birîn di qisaweta
xwe û kurê xwe de ye. Kêlîka xort gihîşt cem paşê devê qutîka sor
vekir carik din beniyên reş derketin û gotin “Fermana te ezbenî, tu çi
dixwazî dê di solixekê de li ber lingên te be”
“ Ez dixwazim qonaqa
ku we şandiye bin heft qatan carik din vegere cihê xwe” xort ji
beniyan re got.
Di solixekê de qonaq
carik din vegerî cihê xwe, hingê xort bi destê paşê girt û bir koça
xewê ku çawa keçika wî hê jî di hembêza kurê wezîr de di xeweke giran
û nazenîn de ye. Dema paşê wisa dît ferman bi kuştina keça xwe û kurê
wezîr da û keçika xwe ya biçûk li xort mehr kir û xort li cem xwe kir
wezîr…
|