.:: HOME ::.|.:: ABOUT US ::.|.:: CONTACT ::.|.:: YOUR ACCOUNT ::.| .:: SEND YOUR OPINION ::. |

 

 

 

 

 

    MENU

Home

Photos

القسم العربي

Taybet

 

    LANGUAGE

See more Kurdish  language resources

    INTERNET

Getright

kurditgroup

PCkurd Tip

malpersaz

rojonline

linux-ku.com

wîndowsa Kurdî

jimarok.com

    CULTURE & NOVELS

Dastana tawîr Beg Pend

Kovara mehname

Kovara W

Tûrik

Sebrî Silêvanî

Ruanîn pirtûk Pend

    KURDISH REGIONS

Efrîn region

Amûde

Qamişlo

eDuhok

    ZIMAN AVRÛ YE

 

 

 

 

.:: Neçik (darneçik) ::.

 Mihemed Elî, Efrîn

 [email protected]

Neçik an jî darneçûk alavek ji alavên aw û nêçîrê ye. Ev amûra folklorî di nav Kurdên herêma Efrînê, û nemaze zarokan de, pir belavbûye, belê li herêmên din ên Kurdistanê jî heye. Mirov nikare dîroka wî paşve bişopîne û heyameke teqez ji afirandina wî re bêlî bike; lê tiştê dabîn ew e, ku vedigere pirtirî sed û pêcî salî. Temenê bikarhênerên neçik berê ne bi sînor bû, lê niha ew bi giştî di nav zarokan de tê bikaranîn, nemaze piştî ku xurdax û çîfte bûne alavên nêçîrê ji bo mezinan.

Neçik ji sê zîvaran pêk tê, Neçik an jî wek me gotiye darneçik, ew jî tim ji darikekî tê çêkirin, nemaze darikên zeytonê, an jî heke yek bextewar be dê tûşî neçikekî ji dara palûtê bibe. Şêwazê neçik wek tîpa Y” ye.  Zîvara duwemîn, Lestîk e, ew jî du ta lestîk in, berê ev ta ji lestîkê dêxûnan, yan jî ji şamblêrên loqên wanyayan(otomobêlan) bûn, lê niha ew ji lestîkê pîşesazî ne, nemaze ên ku ji Tirkiyê tên. Zîvara sêyemîn jî jê re Çermik tê gotin, çermik bi rahatî ji çêrmê pêlavên qetî tê çêkirin, sêwazê çermik çargoşe ye, û ji her du aliyên rast û çepê ve qulkirî ye, ev qul jî lestîk tê re derbas dibe û çermik bi xwe ve diçespîne. Ev her sê zîvarên navborî bi girêdanan bi hev ve tên çespandin û alaveke ku jê re dibêjin Neçik peyda dikin.

Neçik çawa tê bikaranîn.

Peywira sereke a neçik ew e, ku kevir pê bên avêtin. Avêtina kêvir jî ji şiyana ku dema lestîk ji hev tê kişandin peyda dibe, çêdibe, hingê ewê ku Neçik bikar tîne kevirekî li gorî meziniya çermik, dixîne nav çêrmik, û neçik bi destekî digre û bi destê din kevirê di nav çermik de digire û paşve dikşîne. Li vir berî ew kevirê xwe bavêje, ew ê nêçîra raçavkirî nîşan bike, û nîşankirin jî di nav her du pîçikên neçik re tê girtin, dema nêçîr kete nav her du pîçikan, û nêçîrvan, bikarhênerê Neçik dabîn bû ku nîşana wî baş hatiye danîn, ew ê çêrmik berde, berdana çêrmik jî hezeke têvedanê dide kêvir û bihêz pêşve davêje. Anîna nîşanê li gorî zîrekî û jêhatina nêçîrvan e... Neçik digel ku alaveke asan e, lê ew li dijî cûkên curbecur tê bikaranîn, ji çitikên pêşî bigire heya qaz û werdekan...

Tevî ku Neçik alaveke asan e, lê bandora xwe di nêçîrê de pir mezin e, û ta roja îro dikare şûna çekên xurdax û saçmeyan bigire.

 

 

      LINKS

kaderland.net

kurdishworld

Hawlati newspaper

Peyama-Kurd

rizgari.com

Kurdishpoint.com

Ferheng.org Tip

Netkurd.com

 

 

Malpera Kurdî (coming soon)

 
    POLL
    KURDISH FIGURES

Celadet Bedirxan

Cegerxwîn

    PROMISING SITES

y

 

 

 

.:: HOME ::.|.:: ABOUT US ::.|.:: CONTACT ::.|.:: YOUR ACCOUNT ::.| .:: SEND YOUR OPINION ::. |

 

kurdishclub.com ©

[email protected]

 
1