Dîrok
Napoleon Bonaparte (1769-1821) yek ji mezintirîn serokên Fransa ên piştî
şoreşa sala 1789 an bû, ê ku damar û çemikên wê di civaka Fransa de
bicih kirin.
Napoleon di 15î Tebaxa 1769an de ji malbateke Îtaliya xwenedan li girava
Korsîka hat cîhanê, digel ku tu kesî ji mala Ponaparte karî leşkerî
nekiribû; lê Napoleon ji şanzdeh saliya xwe de bû serbaz(lieutenant),
ango bavê wî(Carlo) berevan (parêzer) bû, û bi doza serxwebûna Korsîka
mijûl bibû. Lê piştî dagirtina Korsîka ji alî Fransa ve sala 1768an û ji
ber ku ew bi xwe ji malbateke xwenedan bû, bavê wî tevle arîstokrîta
(torina) Fransa bû, û bi bandora wî lawê xwe Napoleon di bin saya Qeralê
Fransa loiusê XVI 16an li amojgeha leşkerî (Brienne û École) li Parîsê
bi xwendin da.
Xwendina Napoleon ya leşkerî di sala 1785an de kuta bû, û bû serbaz II
di beşê gulebaranê di sobara Fransa de. Piştî şoreşa Fransa dest pê kir,
Napoleon di sala 1791an de di parêzerên netewî yên Korsîka de bû serheng
(kolonêl), lê piştî Korsîka serxwebûna xwe danezan kir, Napoleon ligel
malbata xwe revî Fransa û li wir bû Kapîtanê hêzeke Fransî a ku bajarê
Toulon dorpêç kiribû, ji ber ku Toulon bi alîkariya gemiyên Birîtaniya
li dijî Komara Fransa û şoreşa wê derketibû, li wir Napoleon bû şûngirê
serokê beşê gulebaranê ê ku birîndar ketibû, û Karî alîkartiya
Birîtaniya bişkanda û her wiha karî Toulon jinûve vegerînê bin axatiya
Fransa.
Di encama vê serkeftinê de Napoleon hat xelat kirin û diyaroka wî ya
leşkerî bilind bû, ango di 24 saliya xwe de bû serheng. Di sala 1795an
de Napoleon serpêçîk li hember desthilata şoreşî li Parîs talan kir, û
pêre ji Joséphine de Beauharnais zewicî—a ku yek ji jinebiyên
qinareyê(guillotine) û diya du zarokan bû.
BARGEYÊN DESTPÊKÊ
Di sala 1796an de Napoleon bû serokê sobara Fransa li Îtaliya, û gelek
generalên Austorî ligel hijmareke mezin ji leşkerên wan şikandin, heya
Austoriya bêgav ma ku aşitiyê ji Napoleon bixwaze, lew re peymana Campo
Formio hat morkirin, a ku ji mercên wê Hemî herêmên ji alî Fransa ve
hatibûn dagirtin bidestên wê de bimînin.
Li bakur Îtaliya Napoleon qiraliya Cisalpine a ku paşê bi navê Italian
hat naskirin afirand, û ji bo xurtkirina cihê xwe li Fransa Napoleon bi
milyonan gencîneyên şer şandin Parîsê.
Di sala 1798an de, û di gavekê armanca xwe asteng û larkirina
bazirganiya Birîtaniya bi Rojhilat re, Napoleon bargeyeke deryayî rêkir
Misirê—a ku wê demê di bin destê Osmaniyan de bû û karî ew dagirta; lê
serkeftina Napoleon pir dirêj nekir, çimkî piştî kurtedemekê gemiyên
Birîtanî di bin seroketiya Nêlson de tengavê Abû-Qîr dorpêç kirin û
karîn gemiyên Fransa tev bişewtandana; lê arîşanên (meneviyên) Nalopeon
qet nizim nebûn digel ku têkiliyên wî bi hikûmeta navendî re li Fransa
hatin birîn. Napoleon bi rêya zana û yasanas û lêkolînerên ku bi xwe re
anîbûn Misirê pir ezgerî li wir çê kirin, berî hertiştî benîtî û
feudalism rakir û dîroka Misirê ya Kevin vekoland, herweha ji cîhanê re
yek ji dewlemendtirîn û kevintirîn şaristaniyên mirovantiyê pêşkêş kir.
Pêre Napoleon bargeyek şand Sûriyê ta rê li êrîşên Osmaniyan bigire, lê
digel ku bargeya wî binkeftî bû; Napoleon riswatîk mezin gihand
Osmaniyan dema ku leşkerên wan bi şêweyekî şermî şikandin. Di vê navberê
de qompileyek (polt) ji alî Rûsiya, Austoriya û Birîtaniya ve li dijî
Fransa dihat amede kirin.
ROLA NAPOLEON LI FRANSA
Piştî Napoleon nûçeya hevpeymana dijbertiya Fransa bihîst, wî biryar da
ku vegere Fransa û general Klîbêr bû şûngirê wî li Misirê. Li Parîs,
Napoleon beşdarî sêwiranek rûxandina hukûmeta Fransa bû, û ligel hevalan
desthilat xist destên xwe. Bi vî şêweyî Napoleon pergalekî nû
damezirand, û destûra bingehîn ya vî rêjîmî desteyeke bêsînor da serokê
vî pergalî, belê ew jî Napoleon bû, ê ku wek Konsolê yekemîn hat
naskirin. Di sala 1802an de destûra bingehîn hat dorandin û nivîsa xwe
ya nû hêl da Napoleon wek Konsol heya mirinê, û di sala 1804an de ew wek
imperator hat efser kirin. Belê ev guhertin bi terzekî dilxweş ji alî
gelê Fransa ve dihatin pejirandin.
Di sala 1800î de, Napoleon cihê xwe xurt kiribû dema ku çiyayên Alps
derbaskiribû û Austorî li Marengo şikandibûn, pêre Peymana (aştiya
Ewropa a giştî) mor kir—a ku çemê Rhine wek sînorên rojhilat yên Fransa
nîşan kir.
Di sala 1801an de, Napoleon lihevhatina Concordat bi papayê Vatîkan re
jî danî bû—a ku dilsarî bi dîwara Kasolîk ya Romanan re bi dawî kiribû,
û aramiya hundir ya Fransa jî parastibû, piştî helwesta neyênî ya dîwara
Kasolîk ji şoreşa Fransa.
Hemû ezgeriyên ku Napoleon afirandibûn li Firansa hatin pêşwazîkirin,
her wiha hemû dibistan ketin bin zebirandina(kontrola) navendî ya
hukûmetê, pergalê dadgehan hêsantir bû, û zagona Fransa hat standarkirin
di Code Napoléon û şeş zagonên din ên ku mafên sivîl, azadiya olan û
takemafên din yên ku şoreşa Fransa bidest xistibûn parastin.
ŞER Û VEKIRINÊN NAPOLEON
Di sala 1803an de, Birîtaniya bi kiriyarên tund yên Napoleon hat
tûjikirin, û di encamê de şer di deryan de bi Fransa re hat jinûve
despêkirin, û piştî du salan Rûsiya û Austoriya hevpeymaneke nû bi
Birîtaniya re danîn, lew re Napoleon sêwiranên (pilanên) êrîşkirina
Birîtaniya çekirin û leşkerên xwe berve hêzên Rûsî-Austorî birê kirin, û
ew di cenga Austerlitz a 2î heyva berçile ya sala 1805an de şikandin.
Di sala 1806an de, Napoleon qiralya Naples dagirt û birayê xwe ê mezin
Joseph kir qiralê wê, pêre Napoleon Komara Dutch guhart qiraliya Holanda
û birayê xwe Louis kir qiralê wê, paşê berê xwe da mîrîtiyên Almanî û li
wir konfêdrasiyona Rhine damezirand û xwe kir parêzerê wê.
Terz û kiriyarên Napoleon bêhna Birûsiya—mîrîtiya Almanî a tev mezin
teng kir, lew re Birûsiya berê xwe da Rûsiya û vê re hevpeymanek danî,
bo êrîşkirina Konfêdrasiyona ku Napoleon damezirandbûn; Lê Napoleon
herdu leşkerên Birûsî û Rûsî li pey hev li cengên Jena, Auerstädt û
Friedland pelixandin û peymana Tilsit bi Alexanderê I danî, peymana ku
Napoleon tê de Mîrîtiya Birûsiya biçûktir kir.
Bo qutkirina têkiliyên Birîtaniya bi Ewropa re, Napoleon pergalê
parezemîn (Continental system) damezirand, û bi rêya wê dorpêçeke aborî
li dijî bazirganiya Birîtaniya bi Ewropa re danî, û ji ber ku Bortugal û
Spaniya piştevanên Birîtaniya bûn, Napoleon di salên 1807an û 1808an de
ew herdu dagirtin û desthilatiya wan li birayê xwe û xezûrê xwe parve
kirin, ango birayê wî Joseph bû qiralê Spaniya û xezûrê wî şûna Joseph
li Naples girt.
Gelê Spaniya bi berxwedaneke çekdarî û tund pêşwaziya gihîştina Joseph a
Îspaniya kir, vêça hemu serkeftinên Napoleon li wir tiştekî rêjeyî û
demkî bûn, ango vê berxwedanê a ku paşê bi navê Peninsular War hatibû
naskirin, bi alîkariya Birîtaniya ji gerîlên Îspanî re pênc salan
berdewam kir û 300,000 leşker ligel hejmareke diravî nediyar ji Firansa
daqirtand. Belê ev qamûşa ku pişta împeretoriya Firansa birîbû, çimkî
piştî vê ziyanê Firansa nema karibû xwe jinûve wek berê li ser lingên
xwe bisekine û hêdî hêdî hemû împeretoriya Firansa hilweşiya.
Di sala 1809an de Napoleon Austorî carik din li Wagram şikandin û
herêmên Illyrian (ên ku niha beşek ji Kirwatiya, Sirbiya û Bonse-Hêrsêk
in) xistin nav împeretoriya xwe, pêre dewletûkên Papal hilweşandin. Di
vê navberê de Napoleon jina xwe Joséphine berda û ji keça împeretorê
Austoriya ji malbata Habsburg zewicî, bi vî şêweyî Napoleon malbata xwe
bi yek ji kevintirîn malbatên desthilatdar ên li Ewropa ve girêda.
Armanca Naopleon ji vê girêdanê ew bû ku zarê xwe ê di sala 1811an de
hatibû dinê ji alî mîrîtiyên ku wî damezirandibûn ve bê pejirandin. li
rex vê serkeftinê împeretoriya Napoleon jî di wê salê de gihîşt firehtir
sînorên xwe, piştî xistina Bremen û Lübeck ligel Holanda nav
împeretoriyê.
ROLA NAPOLEON LI EWROPA
Li qiraliyên ku Napoleon li Ewropa damezirandibû zagona Napoleon(Code
Napoléon) hat bikar anîn. Feudalism û benîtî hat rakirin, azadiya olan
ji bilî Îspaniya li hemû qiraliyan hat belav kirin. Ji her qiraliyekê re
destûrekî bingehîn hat dayîn, tê de mafê dengdanê ji mêran re parastî
bû, herweha terzê pergalê Fransa li wan qiraliyan jî belav bû. Bandora
ezgeriyên Napoleon li van qiraliyan berdewam kir heya ku gel ji wan bi
dûr ket dema ku zordestiya Napleon di komkirina bacan û serbaza leşkerî
de diyar bû, lê gelê wan qiraliyan tu carî sûda ji zagonên Napoleon
wergirtine nadar û înkar nekirin.
VEMIRANDINA ÇIRA NAPOLEON
Di sala 1812an de, Napoleonê ku hevpeymana xwe bi Alexander I re
têkçûbû, êrîşek mezin li dijî Rûsiya dest pê kir, lê piştî kurtedemekê
Napoleon ji wir vekişî, ji ber ziyanên mezin ên ku gihîştin sobara wî li
Mosko.
Têkçûna Napoleon li Rûsiya wêrekiya Ewropiyan derxist holê, ango ew li
dijî Napoleon bûn yek, lê digel ku Napoleon bi şêweyekî bê hempa şerê
wan kir; ciyawazî di navbera Napoleon û generalên wî de tişkî jênerev
bû. Di sala 1814an de şêwirmendên Napoleon nerazîbûna xwe li hember
berdewamiya şer diyar kirin, piştî Ewropiyan berdana Napoleon a
desthilatê ji lawê xwe re nepejirandin, Napoleon ji nûşkeve û bi
şêweyekî bê mercî desthilat berda û li girava Elba li derya Sipî hat koç
kirin. Pîreka Napoleon Marie Louise û lawê wî li şûn bavê wê Împeretorê
Austoriya ketin zîndanê, Napoleon nema ew carik din dîtin.
Xuya ye ku bêhna Napoleon li koçberiyê teng bû, vêça di sala 1815an de
ji girava Elba revî û gihîşt Fransa. Li Parîsê Napoleon dilê ew leşkerên
ku hatibûn wî binçav bikin dizî, û jinûve desthilat kir bin destê xwe.
Bo dilê hemû xelkê Fransa jinûve dagire, Napoleon destûrekî bingehîn nû
û demokratîktir danî, her wiha cengînên Napoleon ên Kevin li dor wî kom
bûn û piştevaniya xwe jê re diyar kirin.
Napoleon di destpêkê de banga aştiyê li Ewropiyan kir; lê wan li
Napoleon wek mirovekê derzagon(outlaw) dinihêrîn, ji ber wê banga wî red
kirin. Bêhna Napoleon pir teng bû û biryar da ku Ewropiyan peş bike, di
encamê de wî bargeyeke mezin rêkir Belçîka, bargeya ku bi şikestina wî
di cenga Waterloo 18 Hezêranê sala 1815an de kuta bû. Li Parîsê cemawerê
Fransa gazîn ji Napoleon kir ku dest ji şer bernede, lê siyastmevanên
Fransî desteka xwe ji Napoleon kişandin, lew re Napoleon revî Rochefort.
Li wir Napoleon ji alî serokê hêza Birîtanî a cenga Waterloo,
Bellerophon ve hat binçavkirin, û vê carê koçberî herêmeke pir dûr bû,
ta nikaribe carik din vegere, Herêma koçberiya wî girava Saint Helena li
başûrî girsava Atlantîk bû. Napoleon li wir heya mirina xwe di 5î gûlana
sala 1821an de ma, pêre bi demekê laşê Napoleon vegerî Franas û di
goristana Anfalid de bi aramî raz bû.
Rastî Napoleon wek ferezîk leşkerî, siyasî û ezgervanî bi laşê xwe çû,
lê ew wek nîşan û hêma jêhatin û wêrekiyê ta roja îro ne tenê di hişê
Fransiyan de, lê di hişê hemû jiyanê de dijî.
Mamoste Mihemed Elî
, Metîna, Efrîn
efrin2615@hotmail.com |