Mihemed Elî, Efrîn
Piştî cotê xwe
kuta kir, hevjar û nîr ji hev şelandin, kedene, werîs, misas û berdevk
giş di koka dara zeytûnê de veşartin, kerên xwe şidandin, li yekî
siwar bû, ê din jî da paş xwe û berve mal bi rê ket. Dem zivirîbû
piştî nîvroj, tîna rojê xwêdaneke mîna kaniyê ji laşê wî diherikand,
tew nikarîbû ji tîşka rojê li pêş xwe mêze bikira, desmala çîtî di ava
galonê wî de mabû werda, û avêjt ser serê xwe. Bêtirî demjimêrekê di
bin wê tîna nîvroj de meşiya ta gihîşt malê. Ji dûr ve çavên kevaniya
wî lê ketin, kevaniyê lezand û hevsarên her du keran ji dest girtin,
lavayên saxiyê û qiwetê bêtirî carekê jê re vegotin...
Bi ava ku
kevaniya wî jê re dabû ber rojê, laşê xwe bi çend kodikan ji xwêdanê
paqij kir, derpî û kiraskî berfîn li xwe kir û li bin êsmeya pêncsalî
pal veda. Pir neçû firavîneke teze, pîvazine şîn, dewekî hênik hatin
pêşberê û zikekî ku pê heyfa keda li cot dabû veda. Piştî xwarinê
piyalek ça jî bi ser de berda û kete xeweke aram...
Di ber xewê re bi
qîreqîran hişyar dibe û derdikeve ka bibîne çi qewimiye? Dibêjin (...)
miriye û piştî çendekê dê wî bişon û li goristanê binax bikin. Cilên
xwe diguhêre û derdikeve meydana gund. Xelk li wir civiye û dengê girî
û lorînê xwe di ser her tiştî re girtiye. Silavan li çend heval û
cîranan dide û li benda laşe dimîne ku biçe goristanê. Pir dem derbas
nabe mirî dişon, kefen dikin, li ser nimêj dikin, radixên ser silimekê
û berê xwe didin goristanê. Li goristanê carik din li ser mirî dicivin,
serxweşiya xwedanên wî dikin, û berdidin bin axê. Ew jî sersaxî û
serxweşiya xwedanên mirî dike, pencek ax davêje ser gora mirî û bi
xelkê re dikeve rêya vegerê, lê çawa hêz xwe dike serê wî li tatekê
dikeve û şûnve di cihê xwe wer dibe... Çiqas gazî dike ku alîkariya wî
bikin, lê kes ne guh didiyê û ne jî lê dizivîre. Her ku diçe dengê
xelkê nizim dibe û dîmena wan gong dibe, bang dike, bang dike, lê
bêçar e, kesî guh nedayê... hingê ji xwe re dibêje “Aha! Dêmek ê mirî
ez im” Û ji nû ve li xewa aram vedigere...
Ji çîrokên gelêrî ên herêma Efrînê
|