::
Dengê def û
zirneyê, dengê şahî û lîliyan xwe di ser her tiştî re girtiye, dîlan
fireh digere, carekê awê bagiyê, carekê awê xatûnkî û carekê awê giran,
her pênc deqeyan def û zirne radiweste, her pênc deqeyan govend û
reqsê ve radiwestin, kalemêrek destê xwe dixe bi kerika xwe û awekî
giran dikşîne, keçikên cilrengîn çavên xwe ji xortên çeleng nabirin,
jinên bitemen dikevin kurtepistan, xwedanên zêve li nav mêvan û
xwendiyan digerin û spasî û pêşwaziya wan dikin, carekê li vir û
carekê li wir teqteqa tiving û davanceyan berz û bilind dibe, her ku
diçe şev dereng dibe, her ku diçe hest û diliniya reqsvanan bilindtir
dibe, kes naxwaze şahiyê berde!, kes naxwaze vegere fikr û ponijîna
asa, ew dixwaze wisa birêve biçe, ew naxwaza vegere jiyana rasteqîn,
jiyana êş, kul û xeman, ew dixwaze xwe bixapîne ku ew tim şanaz û
dilşad e. Her wiha şev pîrtir dibe û hest û dilînî kûrtir dibin.
Ev çî ye?!
Çima ewqas dayîka
min tevdigere û xwe dilivîne?!
Gelo çima ji
nûşkeve ev saz û kilamên ku dil rihet dikin rawestîne?, çima xelk
belav dibe, ev kî ye bi destê dayîka min girtiye?, Ew dayîka min ku ve
dibe, çima ew bi tenê dikevin hundir?.
Dayê çi bi resê
te hatiye, tu çima çavên xwe ji erdê ranakî?.
Dayê ew gawira çi
dike?, dayê ew cilên te diêxe!, law gawir te ji dayîka min xêre?, tu
çima cilên wê dişiqitîne?, kafir heke ne ji bo wê be, bila ji bo min
be, kafir hewa sar e, bi xwedê canê min leriziye.
Wey law ne bese
ji te re!, te cilên wê êxistin, min dengê xwe nekir, lê tu destên xwe
bavêje çermê wê!, hinekî fedî bike, şerm e. Wey mêzeke!, law tu çima
devê xwe davêje memkên wê, ma tu nizanî ew para min in, gawir ez ê ji
sermayê bimrim ne bese, tu dixwazî min ji birçiyan re jî bikujî!?, AX
AX, heke ez karibim bêm, bi xwedê ez ê te parve parve bikim.
Law carik din, te
cilên wê êxistin, te memkên wê xwarin, tu niha destdirêjiyan li mala
min jî dikî!!, law wiha neke law, dayîka min nevêje ser doşekê, ax ax
serê min, law te serê min şikand law. Dayê çi bi serê te hatiye, tu
çima liberxwe nadî!?, gelo tu ji vê yekî razî yî çî ye?.
law bese law,
bese dayîka min bihejîne, ma tu nabînî ew çawa dinale, law ji xwedê
bitirse tu çi bûye wek gur û rojiyên çavsor, tux we bê holman û wijdan
davêje ser qurbana xwe, ax ax, heke ez karibim bêm, bi xwedê ez ê te
parve parve bikim.
Gelo ev çî ye!,
çima ewqas canê min germ bûye, vî kafirî çi bi serê dayîka min aniye?.
Law te çikir, te agir berda canê dayîka min lê te ava kelî bi ser wê
de rijand?, law bese law, axa x, heke ez karibim bêm, bi xwedê ez ê te
parve parve bikim.
Wey hûn bi
sargermê dilîzin çi ye?, çima dîsa canê min sar bû, çima qîrîna te
rawestî?, çima nalîna dayîka min ker bû?, wey dayê tu dikenî!!, baş e,
bi xwedê pir baş e, cîhana we çi sosret e!!, yek têr kotekan dixwe û
pêre ew kesê kotek kiriye hembêz dike û vê re dikene!, bê Holman, te
çi bi serê dayîka min aniye?
AX AX,
heke ez karibim bêm, bi xwedê ez ê te parve parve bikim.
Gelo ez ê
kengî ji vê qefesa teng derkevim, gelo ez ê kengî tola dayîka xwe ji
vî gawirî vedim?.
Ez ê kengî
ji arîşeya xwe rizgar bidim, ez nema karim her şev vê kêşeyê bikşînim,
ez ê derkevim ez ê tola xwe ji we herduyan vedim, dayê dilê min bi te
dişewite û tu jî bi ken li dawiyê dikeve xewê, AX AX, heke ez karibim,
bi xwedê ez ê we herduyan parve parve bikim.
Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
|