::
Dibêjin ev der
Mezopotamiya ye, gelo rast e?, dibêjin li vir yekemîn mirov ponijiye!,
li vir yekemîn dar hatiye çandin!, gelo rast e?, ez bi guman im.
angaşt dikin evîna yekemîn
li vir peyda bûye!, dil cara yekemîn li vir pirpitiye, xwîn li vir
germ bûye!. Dibêjin bişirîna yekemîn li vir ronahî belav kiriye!, gelo
ev nirxên han rastî rojekê li mezopotamiya hebûn?, heke rast be, ka ew
li ku mane?, heke rast be, ka şop û bandora wan?!, ez bi guman im.
Mezopotamiya ku yekemîn dar lê hatiye çandin, îro ew bihemd tê
şewitandin!, li cihê ku mirov yekemîn car ponijiye û axifiye, îro
bihemd tê kerkirin û zimanbirîn!.
Cihê
ku yekemîn zagon derxistiye û jiyan rêxistiye, îro zagonên geremolê,
talanê û kuştinê rewa dikin derdixe û bi tersî xwe pê pozbilind dike!.
Mezopotamiya cihêreng civandin û şaristanî afirand, îro cihêreng
bihemd tên cudakirin û şaristanî tê pelixandin!, gelo ev der
Mezopotamiya ye?, ez bi guman im.
Cihê
ku evîn afirandiye, cihê ku bişirîn û ronahî belavkiriye, îro bûye
mala rûjaran, dilşikestan, meydana roviyan û goristana sedhezaran!.
Gelo
Mezopotamiya mir?!.
Na,
Mezopotamiya heye, ew rast, teqez heye; lê ew ne diyar e,
Mezopotamiyaya rast xwe di bin axê de veşartiye, ew fedî dike navê
xelkê niha li ser wê dijî bi xwe ve girêde!.
Mezopotamiya di bin axê de hawar e, ew bang dike, ew tikan dike,
Mezopotamiya dixwaze derkeve, ew dixwaze rûyê xwe yê rast vegerîne.
Bêhna
Mezopotamiya ji berazên ku îro navê wê, axa wê dimezixînin teng bûye,
ew dixwaze rabe, dixwaze ji wan berazan re bêje, herin, herin cihê xwe
yê resen, herin meraze û golên qirêj, herin nêçîra dirinde, ez ne cihê
we me, ez cihê xelkê xwe yê rast im. ez navê xwe yê rast dixwazin.....
Mihemed Elî, Efrîn
[email protected]
|