Dengbêj: Bavê Selah
berhevker: mihemed Elî,
Efrîn
1.
lê de yar… yar …
yarî Meyro mi go tu li
girî tê û mi li girî tê…
rojikê ezî rûniştî bûm mi
bala xwe da vê zîrkizîrka
darê me yê xêr(l)îtê
mi heve bayê berî baranê
rabûye tavik ji tavê
biharê hêdî tê…
ya mi go heve e’wîl û
maxûlê Şerqiyan û Beraza
daketine deşta Sirûcê ji
xwe re dilîzin bi cirîtê
ya mi go heve berf û
kurbêsê li serî çiya diwerime
dengê feratê me yî jêrî
tê
Feratê me rabûye li
hêlîtê
di ortê re avê meyî tê
di ser re kef kopikê sipî
tê
di deştê re avê zelal lê
bela dibe wek şivîtê…
Wê çaxê
ez derketim derve
min balê
xwe da ne Meyrema Miho Begê
li ser
zîrkezîrka qundira ji mihela me dêrî tê…
law nizanim ji mala qêdî
tê
nizanim ji mala miftî tê
nizanim ji mala bavê xwe
yî gidî tê…
di linga de dengê kerîkê
qundira zîvî tê
di dest
de vê çeqepeqa gumpalekî(tinêrî) tê
sîng û
berê Meyremê mîna textê kerewîtê
memikê vê
zalimê weke tenê e’rmûtê…
law bi
kirasekî merezî tê…
bi
gerdenê xelawî tê
lêvê
dilivîne
mîna
qelemî derî ser diwîtê…
wî de yar
yar yar Meyro……..
2.
De yar…
yar
lê yar
yarînê yar yarînê yar yarînê …
bi vê
dostê dilê xayînê..
di ser mi
re yar û dosta dibînê
dil
kiriye Mihemedê Meshînê
mi xwe
berda çelîka deşta Sirûcê
Mixabin ji ber ku ez van
kilamên destanî mîna pirtûk amade dikin, weşandina hemû kilamê li vir
ne pêkan e. Ev tenê nimûne û beşeke biçûk ji kilamê ye |