Mihemed Elî, Efrîn
Mamik(tiştonek)
cureyekî lîstik û pirsên devkî ne ku zîrekî û şarezayîya mirov pê tê
pîvan. Ew bi piranî di nav zarokan û ciwanên negihîştî de tên
bikaranîn. Hîma mamikan ji pirs û bersivan pêk tê, ango dihêlin hişê
zarokan tevbigere û asoyên ramangeriya xwe fireh bikin. Di mamikan de
lîstikvan dibin du bere, bereyek mamikan vedibêje û bereya din di jî
bersiva wan dide. Delameta sereke a mamikan ew e ku zarok wek çek hem
ji bo lîstikan û hem jî ji bo pevçûnên devkî(goftûgoyan) û bêhnvedanê
bi kar bîne. Di nav zarokan de ew zîrekiya hev bi mamikan dipîvin, û
van mamikan wek amûrên alîkar ji bo ku li dijî rikberên xwe bi ser
bikevin bi kar tînin(ev jî dîmenên ku qora yekemîn di kesayetiya zarok
de wek mirovê teqez ji pêşerojê re ava dikin) çimkî wek tê zanîn zarok
di rêveçûna jiyana xwe de her tim zarokên hember xwe wek rikberan
dibînin, lewma dema ew mamikan bi kar tînin û di dewsa pevçûnên xwe de
wan wek alavên serkeftinê li dijî hev bi cih dikin, ew hîs dikin ku li
dijî rikberên xwe serkeftî ne, nemaze dema ku mamikekê raberî hevrikê
xwe dike û ew jî nizanibe, di vir de regezên jixwebaweriyê li nik
zarok her ku diçin damarên xwe kûr berdidin. Di mamikan de cureyên
cihêreng hene, ew dibe şênberî an jî razberî bin. Hin mamik wek
pêşbirkan tên lîstin û ewê ku zanibe tê xelatkirin, lê heke nizanibe ew
dê bê sezakirin. Têgeyên mamikan li dorî her tiştekî ser rûyê zemîn
digerin, ji diyardeyên xwezayî, xwarin, fêkî, dar, giya, laşê mirov,
lawir û çivîkan bigire heya amanên ku di malê de tên bikaranîn…hwd.
Tiştê herî balkêş
di bikaranîna mamikan de ew e ku dihêlin zarok bi teşeyekî sirûştî bi
zimanê zikmakî biponije û heyranok û hevokên xwe bi wî bihûne, zarok
bi van mamikan gencîneya bêje û biwêjan di bîreweriya xwe de kom dike
û terzên gerngeşî û danûstandinên xwe bi derdora xwe re cihêreng û
xurt dike. Wek çawa ziman dihêle zarok ramangeriya xwe vebêje, mamik
dihêlin ew vê ramangeriyê firehtir û bigirêktir bike û di encamê de
tevhiya behreya xwe ya hişmendî pêş dixe. Ev mamik beşek ji heyberên
folklorik bi giştî û ji folklora zarokan bi taybetî ne, lewre heke bê
xwestin ku derûna zarok baş bê naskirin divê ev mamik wek hemû
heyberên ku zarok di jiyana xwe a taybet de diafrîne bên vekolandin û
dahûrandin.
Çend mînak ji
mamikan
Pirs: tiştekî min
heye li ser refikê dide defikê?
Bersiv: çire ye
Pirs: tiştek heye
ser text e bin text e di nav de pîreke bêbext e?
Bersiv: kûsî ye
Pirs: tiştekî min
heye bi rihên xwe ve lidarxistiye?
Bersiv: derî ye
Pirs: zerikek(tasek)
tijî morike, çiqas tol bike narijin?
Bersiv: hinar e
Pirs: hilindir
pilindir law ji bavê bilindtir?
Bersiv: dûman e
Pirs: tiştekî min
heye diçe û li paş xwe nanihêre
Bersiv: av e…
Dema ev mamik ji
zarok tên pirsîn ew ne tenê li bersiva wan digere, lê ew berî gewdeyê
vî tiştî di sere xwe de nîgar dike û bêtirî egerekê di sere xwe de
diafirîne. Li vir du mifayên bêqam ji kesayetiya zarok re peyda dibin:
yek, ev tişt dihêle zarok ramangeriya xwe bigerîne û melevaniyê di
pindara xwezayê de û bi dehan tiştan di solixekê de di ber hişê xwe re
derbas bike, mebest jî teqez ev e, ku hişmendiyeke berdar û fireh di
bîreweriya zarok de peyda bibe û asoyên aqilê xwe bêsînor bike. Du,
wek ji mînakan jî dixuye ev mamik bi KURDÎ ne, ango tevahiya
ramangeriya zarok dê bi kurdî be û baş tê zanîn ku lîstik yekemîn
regezê ku zimanê zarok diçîne û tiştê ku zarok di temenê xwe yê zû de
pê lîstiye heya mirinê ji serê wî naçe, ev jî hêmana tev girîng ji bo
zarokê kurd e, çimkî wek ku diyar e dibistanên fermî ên Kurdî di bin
nîrên dagirtinê de nîn in, lewma zarokên me hêj rûpeleke sipî ne dibin
dîlên ramangeriya biyan û ji dema ku pêdivî pê heye ew bi Kurdî
biponijin û xwezayê di hişê xwe bihûnin, ew berevajî dikin. Nexwe
heyberên me ên folklorîk dibistaneke sirûştî ne, û em dikarin zarokên
xwe bi teşeyekî serbest û dilxwaz fêrî ponijîna Kurdî bikin.
Li dawiyê, tiştê tev
giring ew e ku ev heyberên navborî divê her tim li ber destên me bin,
ango divê ew bên komkirin û parastin, ev jî tew ne zehmet e, ez bawer
im, her yekî ku vê nivîsarê dixwîne, qet nebe dehan ji van mamik,
heyranok û tiştonekan dizane, lewre pêdivî ye tu wan niha kom bikî û
li ser kaxizekê binivîsî, deh ji vir û deh ji wir hejmar dê bibe
bêtirî hezaran û ez bawer im hejmara van mamik û tiştonekan di nav
zargotina Kurdî de bêsînor hejmar in.
|