Çavşirtonek – pipe –
Şîşê - korta hêlînan – qînte
Di hejmarên 23 û 24 yên rojnameya Tûrik de
hatiye weşandin
Amedekar Mamoste Mihemed Elî, Efrîn
[email protected]
1. çavşirtonek(veşartok)
Çavşirtonek,
lîstikeke şahî ya zarokan e, di vê lîstikê de hejmara lîskevanan ne
bi sînor e, lê hertim ji 4 heya
10 lîskevanan tevle vê lîstikê dibin.
Bingeha lîstikê wisa ye, ew kesê ku moka wî ye, dê serê xwe tev çavên
girtî bi ser hêlanê de xar bike û heya hejmareke li ser lihevkirî
bijmêre, di vê navberê de lîskevanên mayî xwe vedişêrin. Piştî
jimartinê mokevan dê bi dengekî berz bang li ew kesên xwe veşartine
bike û bêje VEKE û dest bi lêgerînê bike, belê heya ku moka mokevan
rabe, gerek ew yekî ji ên veşartî bi destên xwe bigre, lê dema mokevan
bala xwe dide ser yekî taybet, ên mayî derfetê digrin, û dibezin
hêlanê û dibêjin HÊLAN, heya ê ku mokevan jî bala xwe daye ser karê
bighîne hêlanê û mokê carik din di stûyê mokevan de bihêle, çimkî dema
mokevan dibeze lîskevan bigre, dibe lîskevan ji wî lezgîntir be û xwe
nexe destên wî, û bighîne hêlanê û bêje HÊLAN. Heke wisa be, dê
mokevan sînaroya derbasbûyî dubare bike, lê heke ew kesekî bi destên
xwe bigre, lîskevanê girtî dê bibe mokevan û herweha, lîstik berdewan
dike. Hêjayî gotinê ye, ku ev lîstik pir di dana şevê de tê lîstin.
Berî ku lîstik dest
pê bike, lîskevan di nav hev de peymanê dîdinin, ka dê bi moka kîjanî
be, û cihên xweveşartinê li ku bin, derbarî warên veşartinê, ew bi
şêweyekî giştî tên nîşan kirin, lê ka dê bibe moka kê, bi şingêra
diyar dibe, şingêra jî wisa ye, yek ji zarokan, kevirekî biçûk dixe
nav mistên xwe û li paş xwe di yekî ji destên xwe de vedişêre, pêre
destên xwe dide pêş û ji ê ku li pêş xwe dipirse di kîjan destî de ye,
heke tê derxe, ew ê ji mokê azad bibe û heke berevajî be, ew ê kêvir
bibe û ji zarokekî din bipirse, lê zarokê ku cara yekemîn şingêra kirî
dê bi fermî ji mokê xilas be û wek lîskevan tevle lîstikê bibe.
2. Pîpê
Pîpê, eynî lîstika
çavşirtonek e, lê li şûn ku mokevan lîskevanekî bi destên xwe bigre
têrî dike ew bêje PÎP+NAVÊ LÎSKEVAN û destê xwe bi hêlanê bike, belê
herweha lîskevanê binavkirî dê bibe mokevan, û lîstik berdewam dike.
3. Şîşê.
Lîstika şîşê
lîstikeke zayendê nêr e. hejamara lîskevanan di vê lîstikê de 5 kes
in, û naverokên wê, kêl û tope ne. Kêl ji pênc keviran an jî libatan
tê çêkirin, her pênc libat li ser hev tên danîn û navenda lîstikê jî
ev kêla ye. Amûra din jî tope ye, tope ji bo avêjtina kêlê û rûxandina
libatan tê bikar anîn.
Berî lîskevan dêst
bi lîstika xwe bikin, hev şingêra dikin bo zanibin dê bibe moka kîjanî.
Piştî mokevan tê nîşankirin, ew diçe li ber kêlê radiweste, her çar
lîskevanên mayî jî, dora pênc mitran ji kêlê bi dûr dikevin û yek ji
wan topê dixe destên xwe û davêje kêlê, heke top kêlê birûxîne,
mokevan bi lezgînî dibeze topê û wê davêje lîskevanên ku dema kêl
dikeve, direvin û belav dibin. kêlîka top li kêlê nekeve, lîskevanekî
din dê topê bavêje kêlê, û herweha heya kêl dikeve, çimkî ji mercên
domandina lîstikê, rûxandina kêlê ye.
Kêlîka kêl dikeve,
me got mokevan topê radike û davêje lîskevanan, heke mokevan bi bext û
jîr be, ew ê topê li lîskevanekî xe, heke wisa bibe, mok tavilî ji
stûyê mokevan derdikeve û dibe moka ewê ku top lêketiye, lê eger topa
mokevan vala diçe, ango li tu kesî nekeve, ew ê bi lezgînî here topa
xwe bîne. Di vê navberê de lîskevan derfetê distînin û diçin kêlê
didin ser hev, heke kêl berî hatina mokevan bê avakrin, lîskevan dê
bang bikin û bêjin DAWÎ. Dibe hûn bipirsin çima mokevan ji dûr ve topê
navêje lîskevanan?, na, ew nabe, ji hîm û bingehên lîstikê ne ku
mokevan topa xwe ji ber kêlê de bavêje lîskevanan. Kêlîka kêl tê
venandin û DAWÎ tê bangkirin, bez û rev hêviş dibe û carik din
lîskevan li ber kêlê dicivin û lîstika xwe dubare dikin, herweha heya
lîstik diqede.
4. qînte
Lîstika qîntê
lîstikeke gerîlî ji lîstikên herêma Efrînê ye, û pir bi coşî berê ji
alî gundiyan ve dihate temaşe kirin.
Ji ber ku qînte hêz
û şiyanê dixwaze, ew bi zayendê nêr ve girêdayî ye, ango keç vê
lîstikê nakin. Hejmara lîskevanan di qîntê de ji du heya çar kesan e,
yek li dijî yekî, yan jî dudu li dijî duduyan dileyizin.
Amûrên lîstika qîntê
ji çû û qîntê ve pêk tên, çû dora 50 santîman dirêj e û dawiya wî ji
jêr ve quloç e, amûra din jî qînte ye, qînte ji çû kintir û ziravtir
e, û bi rahatî( usually) ji darekî zirav û ter tê çêkirin, nemaze darî
zeytonê, herdu aliyên qîntê tûjkirî ne bo ew bi asanî hilpeke heyama
lîskevan bi çû li aliyekî wê dixe, belê hertim sê, çar qînte ji bo
lîstikê tên amede kirin, çimkî di dewsa lîstikê de pir caran qînte tên
şikestin, û bo lîstik neraweste gerek şûngira wê hebe, hêjayî gotinê
ye ku ji mafê her lîskevanekî ye qînteyeke taybet di lîska xwe de
bikar bîne.
Ji bilî çû û qîntê
ve, kêl jî amûreke girîng di lîstika qîntê de ye, kêl navenda lîstikê
ye, ji wê lîstik dest pê dike, û ew nîşana ku mokevan qîntê davêjê ye,
bi kêlê ser-bin mokevan jî diyar dike.
Ji fêr û daba
lîstika qîntê ye ku ew li meydanên gundan tê lîstin, çimkî wek em
dizanin li her gundekî kurdan meydaneke vala heye. Ligel ew ne tiştekî
fermî ye, lê bi baweriya min yasaya ku dibêje, heke qînte bikeve hewşa
malên derdorî meyadnê, mok dibe ya lîskevan, ji têgîna ku bêhna malên
derdorî meydanê teng nebe tê, lewma û bi teşeyekî xoza kêlîka qînte
dikeve hewşên derdorî meydanê, lîskevan mirina xwe ango moka xwe
dipejirîne.
Qînte çawa tê lîstin:
Berî lîstik dest pê
bike, lîskevan ser-bin dikin, bo zanibin dê bibe moka kîjanî, ser-bin
jî wisa ye: yek ji lîskevanan şelpekî(derbekê) lar li qîntê dixe bo ew
pir ji kêlê bi dûr nekeve, û pêre ji rikberê xwe re dibêje ” ser lê
bin”, heke rikber bêje ser, lîskevanê qînte avêjtibû dê here ji cem
qîntê ta kêlê çû teqle bike û ji teqleyekê re bêje ser û ji a din re
bin, teqleya dawî, ango cara ku çû dighêje kêlê dê mokevan û lîskevan
diyar bike, rikber gotibû ser, û eger teqleya dawî ser be, ewê ku çû
teqle dike, dê biçe ber moka xwe, lê eger berevajî be, ango bin be dê
bibe moka rikber.
Piştî ku lîskevan
diyar dibe, ew diçe ber kêlê û çû û qîntê dixe nav destên xwe, belê li
vir ji mafê mokevan e, ku here li ber qîntê bisekine, çimkî dibe ew
qîntê li banî bigre û ji destpêkê de moka xwe derxe. Berî lîskevan
qîntê bavêje ew du sê caran çûyê xwe li kêlê dixe, û ev jî pêdivî ye,
pêre ew qîntê davêje banî û şelpekî bi çû li bin dixe. Wek me gotiye,
eger qînte ji alî mokevan ve di şelpê yekem de li banî bê girtin,
tavilê dibe moka lîskevan; lê heke qînte bikeve bêyî ku bê girtin,
mokevan dê gavekê pêşve bê û qîntê bavêje kêlê, carik din eger li
kêlê ket, moka xwe mir, lê eger li kêlê neket, lîskevan dê biçe û sê
şelpan li erdê li qîntê xwe û dûr bajêve, belê her şelpek qîntê ji
kêlê dûrtir dike, ew mewda(mesafet) jî wek xalan di berjewndiya
lîskevan de tên hejmartin, ango dibe di sê şelpên yekem de qînte 300
xalik biçe, û di a duyem de 600 biçe ta xalik digihêjin hejmakere li
ser lihevkirî, û ji gihîştina wê hejmarê re dibêjin( xweşkirin an jî
xweş bû), wek nimûne dibe hejmara xweşkirinê 2000 bin, belê hejmar her
sê şelpan tên komkirin, yanê piştî sê şelpên yekemîn, dê mewda ku qîte
gihîştiye bijmêrin, û pêre mokevan qîntê davêje kêlê, heke li kêlê ket
mok mir, û heke lê neket, sê şelpên din ji alî lîskevan ve hene, û
herweha ta xweş dibe yan jî qînte li kêlê dikeve, hêjeyî gotinê ye, ku
heyama lîskevan xwe ji şelpên erdê re amede dike û bi çewtî qîntê berî
şelp lêxe bihejîne, dîsa dibe moka wî.
5. Kortika hêlînan(
hêkan)
Lîstika korta hêkan
lîstikeke zarokan e, nemaze, ên temen biçûk, ango kêmtirî dozdeh salan.
Hejmara lîskevanan di vê lîstikê de ji çar heya heft kesan e. Amûrên
lîstikê ji tope û kortên di erdê de hatine kolandin pêk tên, kort li
gorî hejmara lîskevanan tên kolandin, yanê her lîskevanekî kortika xwe
ya taybet heye. Li rex kortikan jî komek kevirên biçûk tê dayîn, ev
kevir wek xalikan tên bikar anîn bo xuya bikin ka lîskevan gihîştiye
kîjan radeyê.
Lîstik bi vî şêweyî
tê lîstin.
Mokevan(ew kesê ku
mok di stûyê wî de ye), li ber kortikan radiweste û lîskevanên mayî jî
dora pênc mitran ji kortikan bi dûr dikevin, yek ji lîskevanan, helbet,
bi dobe û bi teşeyekî rêzkirî topê tol nav kortikan dike, heke top
bikeve kortika mokevan, ew ê topê rake û bavêje lîskevanên dema top
dikeve kortika wî direvin, eger top li lîskevanekî keve dê kevirekî
biçûk ji komikê rakin û têxin kortika wî; lê heke li tu kesî nekeve dê
kevirekî bixin kortika mokevan.
Hêjayî gotinê ye, ku
keke top têkeve kortika lîskevanekî ji kortikan dûr sekiniye, ew eynî
karê mokevan dike, yanê dibeze topê û davêje lîskevanên din, heya
mokevanê yekem jî bi lîskevanan re baz dide.
kengî lîstik bi dawî
dibe, bi demê ve ne girêdayî ye; lê hejmara keviran di kortikên
lîskevanan de dawiya lîstikê nîşan dike. Ji fêr û daba lîstikê ye, ku
dema dozdeh kevir di kortika lîskevanekî de kom dibin, lîstik kuta
dibe. Ji erkê lîskevanê ku daye der e, ku xwarin an jî vexwarinekê ji
lîskevanên din re bikire, dendik, kazûz, dondirme…hwd.
6. Xilçê
Xilçê lîstikek ji lîstikên Kudan ên ku mixabin
niha sêser (mirî ne) bûne ye, di vê lîstikê de du kes an jî bêtir
dilîzin. lîstik yan li ser zibil û sergînan yan jî li ser axeke nerm
tê lîstin. naveroka lîstikê wisa ye: her lîstikvanek çovekî
serîtûjkirî dixe destê xwe û pê dilîze, bi giştî ev çov ji dara
zeytûnê ye û ter e. Piştî lîstikvan hevdu şingêra dikin û diyar dibe
ka moka kê ye, ewê ku bûye moka xwe dê çov wek tîran û bi hemû hêza
xwe bavê nav zibil yan jî axê û tê de vene, çi qas çov kûr biçe erdê
ew qas di berjewendiya mokevan de ye, çimkî piştî ew çovê xwe vedine
lîskitvanên din jî dê bên û çovê xwe mîna tîran bavêjin çovê venûştî.
Heke çovê lîstikvan li çovê venûştî ket û ew gêr kir, dê xwe ji mokê
rizgar bike û avêjtina çovê xwe dubare bike û di lîstikê de wek
lîstikvan bimîne, lê heke çov avêjt û her çiqas li çovê mokevan jî
bikeve û çovê venûştî neanî xar hingê dibe moka wî. Her weha ewê ku
bûye moka xwe dê mîna mokevanê yekemîn çovê xwe bavêje zibil an
jî axê û hewl bide ku çovê xwe kûr vene da ku ew
jî sûdê ji çespandina çovê xwe di erdê de werbigire û dema lîstikvan
çovên xwe davêjin dikaribin wî bînin xar …
7.
Şekalê
lîstika şekalê lîstikeke sênî ye, bêtirî du
kesan dilîzin û lîstikvan tê de dibin du bere, her bereyek li dijî ya
din dilîze. Di vê lîstikê de piştî ku moka bereyekê bêlî dibe,
lîstikvanên wê dê xwe tompel bikin ango xwe bitewînin û serê xwe bikin
erdê, ew li erdê çembereke fireh ku her yek dora sê metran ji ê din
dûr e çêdikin. Piştî lîstikvanên bereya ber mokê xwe wisa tompel dikin
lîstikvanên din tên û wek çawa siwar li hespê siwar dibin ew jî li ser
pişta her lîstivanekî ber mokê rûdinin, lîstikvanên li ser pişta
mokevanan dê şekalekê bînin û her yek dê jê ê din re bavêje, her weha
şekal ji lîstikvanekî diçe lîstikvanê din û lîstik berdewam dibe.
Lîstikvan wisa dilîzin heya ku yek xwe ji wan şaş bike û şekal ji dest
bête xar, hingê dibe moka bereye din û îcar ew xwe tompel dikin û
mokevanên berê dibin lîstikvan û lîstik wisa berdewam dike…
Berdewam dibe......
|