Mihemed Elî, Efrîn
Erê min go law bavo law
bavo law bavo law bavo
Zalim bavo, bavo...
Ez di bîra xwedê me bîra
gola hişîn im
Ji te
bistîne seqeta kaba roniyêd her du çava
Ê law
zalim
Tu xêre
soza min nadê lawikê aşiqî, delxecî, peyayê ber masa
Ez bi
qurbano ewê bejin ziravo…
Tu soza
min didê mêrê pîsî, çirkînî, genî
Erebê
çolê, li bin xwe nabîne, ez bi qurbano
Parîk
hesîr û perçak kulavo…
Tu li
kuderê arikî kêsa û sergînê dibîne, tu guliyê mi rebena kîbar tînê bi
ser vedidê navo…
Ê law bavo law bavo law
bavo
Ez di bîra xwedê me
Bîra gola hişîn im
Heta çerxa felekê şên e
Tu di
mala xwe de nebînê
Bûk û
zavo…
Ê lê anê
eza nesax im
Lê dayê
eza nesax im
Yadê eza nesax im… anê
... oy..
Anê serê mi bi qurbanê
eza nexweş im
Ez vê derman im
Ez çiqas geriyam li ser
hekîm û doktoran, ser cerahan
Serekê doktoran bi mi re
got ez ne Luqman im...
Go, xwedê derdê te nedê
dar û berê ça û çola...
Sibe bû ro çû ava di bin
berbarê kerebê û mû’eyenê
Ez pê nizanim...
Ê lê anê
ji mine ez ne e’let im
Oyî dayê
ez ne wêran im…
Heyfa
şahad û dîploma di berîka doktor de
Heyfa
ûmrê li xerîb û xurbetê çirmîş bûye
Ez ji
doktor çêtir zanim…
Mixabin ji ber ku ez van
kilamên destanî mîna pirtûk amade dikin, weşandina hemû kilamê li vir
ne pêkan e. Ev tenê nimûne û beşeke biçûk ji kilamê ye
|