Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
Mîna gulên biharê rûyê te jî vejîn bûbû, rûçikê sorik
wek beybûn û sosinên çiyayên Efrînê bihar xemilandibû...
Ew demek bû ku te
ez raçav kiribûm, te dav û şîrkefa xwe li ber dilê min venûştibû, mîna
nêçîrvanekî tu ji berbanga sibê heya mirina rojê li dû nêçîra xwe
dasepan bû (bi îsrar bû). Ez nizanim çima wê biharê hizrek li ba min
peyda bûbû ku bihar cuda ye, min hîs dikir rengekî nû xwe di bihara me
de bi cih kiribû û xemla Efrînê rengîntir bûbû... Her sibeyê wek çûka
bihemdê xwe diçe ber kundan û dibû qedera xwedê ji wan re, ez jî her
sibeyê dadiketim ber tîrên çavên mêrkuj û min xwe pêşkêşî perestgeha
qedera xwe û te dikir. tîşka awirên te ne wek yên her kesî bûn, ew
xweş bûn! xwîna bi lêdana wan dirjiya dilê min rihet dikir. Te her roj
bihareke nû di dilê min de dixemiland, te jiyana min tev kiribû bihar,
werzên tîn û seqemê ji ferhenga çarenûsa min wenda bûbûn...
Tê bîra te roja
ku te tîrên xwe berdabûn û di nîva dilê min de venûştibûn? Hingê
qîrîna min ew gula sor bû, gula ku min di ser dîwarê mala te re
pêşkêşî kiribû. Xwazî te nepejirandiba, xwazî te dilê min red kiriba,
lê ez çi bêjim te bi rûyekî firîştiyane, bi destên periyên bihûştê
rahêjt gulê û bi şêweyekê henase jê girt, ku ez nizanim çi bi serê min
hatibû, erê ez sermest ketibûm! Erê ez hêj tîşka awirên te, berfîna
didanên lolo-mircan li ber çavên xwe dibînim...
- Ez hêvî dikim
tu vê gulê bipejirînî
- belê ez ê pir
kêfxweş bim
- tu dizanî aniha
ez hîs dikim, baskên min hene û ez ê bifirim
- her wisa jî ez...
Bi vê guftûgoya
kin em bi hemdê xwe derbasî wê qefesa xwedê bûbûm, em bûbûn wek du
tûtiyên evîndar û me serê xwe ji bin baskên hevdu dernedixist...
Ez çi bêjim tu cuda bû, bi xwedê tu cuda. Ez li ser te çi
bêjim!?
Ez behsa çavên te bikim! Wan û Ûrmiyê xwe veşartibûm!
Ez bêm birû û bijangên te! Rêzeçiyayên Kurmênc rûxî bûm. Lêvên te
keskesora ku ne di dema xwe de hatibû û rengê bihara min dubare kiribû…
- Tu dizanî ez pir ji bavê te hez dikim, lê ya pirtir
ew e ku ez ji keçika wî re perestiyê dikim
- tu bûyî meleyê nimêja min, lava û tikayên min giş
ji bo te ne
- ez bawer im bihar dê nema biçe, çavên te bihara
nemir di dilê min de ava kirine…
Digotin gundê me biçûk e, û cihê evîna Mem û Zînê li
wir peyda nabe! bila bidîtina çawa Zîn ji dibistana evîna te derçûbû û
Mem raçavî tîrêjên xwe kiribû. Tu bûbû mûm û ziyareta evîndarên
destanên kurdan, Delal û Edûlê, siyabend û Xecê, Gênc Osman û Naza
Menên, Eyşa Îbê, Devecî … giş şagirtên te bûn.
Delala min, Ev e
evîn. Ev e matmayîma ku ew diafirîne, em hêj gulên heştdeh biharî bûm,
em hêj xezalên ku cara yekemîn derketibûm zozanên berz, me jiyana dilê
xwe pêçabû, em wek zûyê berxikên yeksalane li ser mêrg û çûmên şîn
hildiperîn. Bila ew talde û derbendên dilsoz hertim sir û raza me wisa
veşartî bihêlin. Bila tu kes kiryarên me, hilperîna û ramûsanên me
nizanibe. Ew parên xwedê ne, ew pîroz û perest in. Bila lêvên te
pisporên ramûsandinê nependî û raz bimînin, bila kes wan nas neke,
bila ji bend û ayetên xwedê nezivêrin bendên hunerweriya evîna te...
- Min bîra sînga
te kiriye, henaseya min giran bûye, ez dixwazim bedbîniya xwe bi
sipehiya sînga te geşbîn bikim...
- Sînga min îro
li te heram e, ma ne rojên xwedê hene ku her tişt heram e. Vaye sînga
min jî -para xwedê- îro li te heram e...!
Bi vê gotina te
rêbaza jiyana min a nû têkçû, bi vê baweriya te sîng xwe li min heram
kiribû, te evîna min jî li xwe heram kiribû. Çima? Çima tu dê bihara
min a nemir têk bibî, çima tu dê kaniyên mişt ziwa bikî?! ma tu nizanî
ji wê roja pîroz de ez bi te dijîm, ma çima tu dê bibî pindareke
derewîn û di bihareke kin de bimirî, ma çima tu dê tova xwe biçînî û
berî ber bidî ji min birevî, ma çawa dilê te radigire pênûsa
helbestvanekî bişke û rûpelên kaniya hest û diliniya wî hiş bibe!!
Evîna te xewn bû,
evîna te rojeke puxte ku dê nema carik din vegere, evîna te bû dîrokek
tenê li bihûştê dubare dibe... Bi xatirê te, bi xatirê bihûştê, bi
xatirê firîşteyên evînê. Min dilê xwe kuşt, min hestên nazenîn kuştin,
min pênûsa xwe bi werîsa daliqandinê guhert, min xwîna xwe bi ava
mirinê veguhest...
|