|
Mihemed
Elî.
Efrîn
efrin2615@hotmail.com
Di êvara çarî meha
heftan de, li gundê Memila li herêma Efrînê, kujereke dirinde ji alî
mirovekî 35 salî li dijî malbateke mirovên wî qewimî.
Di vê
kujerê de, xwediyê malê ligel kevaniya wî hatin kuştin û du keç û
zarokekî 8 salî bi giranî birîndar bûn. li gor kujtar ev karê wî ji bo
tolvedana şeref û namûsa malbatê ye !.
Ez ê bûyer û girêkên
vê rûdanê dahûrînim ta em têbigêhin, gelo rast e ev rûdana gong
kuştineke namûsê ye ?, an jî kuştinên namûsê bi xwe ji fêr û dabên
kurdî ne; lê ew ji nav xelkên derdorî kurdan têperî nav civaka kurd
bûne, lê girift û bela giş bi dirav û rewşa aborî ve girêdayî ye, ji
ber xizaniya ku kurd di bin desthilata Bess de dikşînin.
Qurbanê
malbata malkambax M.X e, M.X mirovekî reben û haltenik e, mîkroyeke (tirumbêl)
xwe ku ew dajo û ji paş xwarina malbata xwe derdixe heye, û ji ber ku
malbata wî hinekî mezin e, keçikên wî ji bo alîkariya bavê xwe bikin
li bajarê Helebê dixebitin.
Berî
bûyerê bi du mehan, keça wî a 15 de salî li gor çavkaniyên ku
ragihandine me, bi ciwanekî ELEWÎ 18 salî re reviye, herdu çûne bajarê
Latiqiyê, lê wexta ku ciwan diçe mala wan xwedanên wî nerazîbûna xwe
ji kiryara wî re nîşan didin, û birayê wî ê mezin jê re dibêje ku
keçikê vegerîna mala bavê wê, û heke ew keçikê dixwaze, dê malbata wî
biçin û keçikê bi şêweyekî fermî bixwazin. Dema ku keçik wisa dibihîse
gazî wan dike ku wê venegerînin mal, çimkî bavê wê dê tavilê bikuje,
lewre xort û keçikê diçin û xwe radestî hukûmetê dikin, lê piştî
demekê hukûmet dibîne ku kiryara wan ne çalakiyeke gunekarî ye, nexwe
wan serbest radestî aliyekî sêyem bo ewlehiya wan dike, belê li gor
çavkaniyên me keçik û xort tiştekî derzagonî û derveyî rê nakin,
berevajî; ew diçin dadgeha rewa û nikehê xwe derdixin.
Li alî
din, kêlîka kujtar û çend arodeyên din vê yekê dibihîsin, di nav xwe
de dibêjin, vaye xwedê ji me re aw û gencîneyek şand, her wiha êrîşî
bavê keçikê dikin û jê re dibêjin tu yê vê keçikê bikujî an jî em ê te
bikujin, bavê keçikê dibêje ez wisa nakim, û ez keçika xwe nakujim,
bila biçe, ew ne keçika min e û ez wê nas nakim, lê ev helwestê han
ji alî bavê keçikê de, ne di berjewendiya kujtar û arodeyên wî de ye !,
armanca wan ya sereke ku pereyan ji bavê keçikê biquprînin, lewre, jê
re dibêjin here sedhezarî ji me re bîne, em ê çekan bikirin û wê
bikujin, û gefan li bavê keçikê didin ku eger pereyan nîne ji wan re
ew ê wî bikujin. Di wir de bavê keçikê M.X dikeve tengasiyê, çimkî
helwestê wî kêm çare bû, ango heke wisa neke û pereyan ji wan re nîne,
xelkê dê bêje ku ew mirovekî li şeref û namûsa xwe nagere, belê ev jî
wek hûn giş dizanin tiştekî di civakek nezan wek ya me de qet nayê
pejirandin. Piştî ku kûr diponije, bavê keçikê diçe sedhezarî bi havil
û fayîz tîne û radestî kujtar dike, kujtar jî ê ku hemû xelk dibêje ku
pir leke û guneyên namûsê di stûyê wî de ne, û kutukê xwe ji vî alî de
reş û tarî ye. Sedhezarê ku guranê reben aniye qet ji bo angaşta
kujtar û arodeyên wî ve bikar nehat, berevajî, kujtar û arodeyên wî ew
sedhezar li kêf û paldêrên xwe xerc kirin.
Piştî
çend rojan, bavê keçikê gazî û hawara xwe bir dostên xwe ên tev nêzîk,
û pend û şîreta wan der barê girift û arîşeya xwe xwast, hemû hevalên
wî lume jê kirin ku çawa ew diravan bi havil û fayîz tîne û berê ew
giran wamdar û dêndar e!, wan jê re got dest ji meseleya kuştina
keçika xwe bi destên xwe an jî bi destên kesên din berde, û here
sedhezarî ku te ji xizimê xwe re aniye vegerîne ji xwedanê diravan re.
Di vir
de dê xuya bibe ku sedema gunekariya kujtar bi şeref û namûsê ve qet
ne girêdayî ye !, çimkî berê kujtar pere xerc kiribûn, û dema bavê
keçikê pere jê xwastin ew tirsî ku xelk hay meseleya peran bibe û ew
di nav wan de riswa bibe. Di vir de kujtar tu rê ji bo veşartina
riswatiya xwe ji bilî kuştina malbata keçikê bi bahaneya şeref û
namûsê nedîtin.
Di çarî
vê mehê de, kujtar biryar girt ku malbatê bikuje, û li gorî çavkaniyên
me, şeva kujerê kêlîka ku kujtar diçe mala M.X dibîne ku mêvanên wî
hene, lewma ew li pêş mala M.X xwe vedişêre ta nîvî şevê, katjimêr
12an dema ku mêvanên wan bi rê dikevin, lê di navbera şevbûhêrkê de
zarokê M.X bi hebûna kujtar dihese û ji bavê xwe re dibêje ku mirovê
wan di ber mala wan re diçe û tê, lê bavê wî guh nade gotinên zarok,
li dawiyê dema ku mêvan diçin kujtar derbasî mala malkambax dibe û bav
û dayîkê di cih de dikuje, pêre wexta ku dibeze zarokan jî bikuje ew
direvin, lê pir qurşîn li wan dikevin û bi giranî birîndar dibin. Her
sê, du keçik û zarokekî niha di nexweşxaneyê de tên tîmarkirin û
saxîkirin.
Xwendevanên birêz, di destpêkê de dibe ev wek serpêhatiyeke Jimes
Bonde bê xuyakirin, lê mixabin ev rastî ye, û li herêma Efrînê jî
qewimî ye, û min xwast wê bi hûrbînî binivîsim ta xelk hay rastiya van
bûyerên dilşewat û dilêş bibe û hay biv û telûkeya kuştina ku jê re
dibêjin kuştina namûsê bibe, ka ta çi radeyê ziyan û zirarê digihîne
civaka me Kurdan, û min xwast ji wan re diyar bikim ku kuştina namûsê
bi resenê xwe ne ji fêr û dabên kurdan e, li rex wê ne ji fêr û daba
mirovê Kurd e ku ewqas diyaroka jinan nizim û kêm bike, berevajî ;
jina kurd ji destpêka dîroka me ta roja îro xwediya diyaroka tev
bilind û birêz bû, û van angaşt û derewên namûsê tu rojan ne ji ged û
taybetmendiyên me Kurdan bûn, heke mirov li stran û dastanên Kurdan ên
evînî vegere dê wek mînakeke biçûk diyaroka rast ya jinana nas bike !.
Xwendevanên delal wek we di navrêz û naveroka
nivîsê de dîtiye, çawa jiyana jinan bi asanî ji bo havil û
berjewendiyên kesayetî bikar tê û li ber lingan diçe, ta roja îro çi
bûyer û kujerên ku bi kêmanî li herêma Efrînê qewimîne, ne ji dûr û ne
ji nêzîk ve bi namûs û çemikên avrû û şerefê ve girêdayî ne, paşê
kengî şeref û namûs di çerm û laşê mirov de ye ?, bi baweriya min,
şeref di hiş û radeya sinc, mirovantî û zanîna mirov de ye, rast e em
rohilatî ne lê bawer bikin ev tiştên han qet ne ji fêr, ged û
kevneşopiyên resen ên xelkê resen yên rojhilata navîn nin. Li dawiyê
ez dixwazim balê bikişînim ser helwesta neyênî ya hikûmetên rojhilata
navîn çi Ereb çi Faris çi Tirk, ên ku di makzagonên xwe de kujtarên ku
kuştina namûsê dikin, diparêzin û wêrekiya wan şîn dikin ku van karên
hovane bidomînin, ez gazî hemû dezgeh û rêxistinên mafên mirovan ên
kurd û biyanî dikim ku çalakiyên xwe û helwestên xwe li dijî van karên
hovane xurt bikin, û pest û zexta xwe li ser hikûmetên ku kujer û
kujtarên namûsê diparêzên zêde bikin, ku vî
serbarî (takemaf)
ji van kesên hovane bikişînin, û wan wek gunekarên din darizînin û
seza bikin. Heke ew wisa jî nakin, ez pêşniyar dikim ku nivîsekê li
ser makzagonên xwe zêde bikin, ku çawa kuştina jinan bo namûsê şayîst
û helal e, her wisa gerek kuştina mêrên ku kiryarên namûsê jî dikin
helal, rewa û zagonî be. Hêjayî gotinê ye ku diyardeya kuştina namûsê
tenê li welatên Erebî û Îslamî peyda ye.
* bo
agahiyên firehtir der barî kuştinên namûsê hûn dikarin serîlêdana van
malperan bikin.
http://www.kwahk.org
ev
malper ya jinên Kurd e( bi Îngilîzî)
http://womensissues.about.com/cs/honorkillings/a/honorkillings.htm
ya jinên navnetewî ye
|