|
Mihemed, Elî,
Efrîn
ibêjin mirovekî
ku jiyaneke çep û rast dijiya hebû, vî camêrî tiştek li dinyayê
nehîştibû û nekiribû, lewma bûbû raçav û armanca kalîn û lomeyên xelkê
bajêr. Her ku di kolanekê re biçûya, kesên hêja û ne hêja deng lê
dikirin û bi dehan deng diketin guhê wî, ê ku digot, law ev çi bê
holman û wijdan e, law ev tew ji xwedê natirse, gelo ew bi pêşeroja
xwe naponije, ew hesabê ku dê siba bimire... ew ê bi çû rûyî biçe cem
xwedê, ne rojekê nimêj, ne rojekê, zekat, ne rojekê destên xwe li ber
xwedê vegirtine û tika kirine, û ne rojekê lêborîna xwe ji xwedê
xwestiye...
Her roja xwedê ev
rewşa wî bû, lê tev ku dizanî ewên kalînan ji wî dikin, piraniyên wan
derewkar in, û tenê bi rih û tizbiyên xwe propagandeya bazar û navê
xwe dikirin, wî biryar da ku rastiya wan derxîne pêşberî xelkê û wan
riswa bike.
Demeke çû cejna
Qurbanê hat, û di sibeya cejnê de mizgefta bajêr mişt û dagirtî bû,
nemaze ew kesên ku bela xwe ji ser mirovê me nedibirîn. Mirovê me çû
berxekî mezin kirî, das jî xiste paşila xwe û çû ber mizgetfa bajêr,
wî berxê xwe li paş mizgeftê girêda, das xiste destê xwe û bi hers xwe
li deriyê mizgeftê bada, bi têvedana derî re, hemû nimêjkarên di
hundir de li xwe zivirîn, mirovê me qasî ku bi şev mey vexwaribû,
çavên xwe sor bûbûn, bi wan çavên sor û bi dasa ku destê wî de bû, bi
dengekî berz bang kir û “Kî ji xwedê ditirse bila derkeve pêşberî
min?“, dema nimêjkaran ew gurê çav sor dîtin, gişkan xwe wek pisîkan
melisandin û her yekî xwe kir taldeyê ê din, û deng nema ji kesî
derket.
Di nav nimêjkaran
de kalemêrekî temenê xwe dora nod salî hebû, ew pir mirovekî xizan û
reben bû, kalemêr di dilê xwe de got” Law ev bû heyştê sal in, ez berê
xwe berve xwedê dikim, û ji wî re nimêj dikim, salên min bûne ew qas,
û tiştekî hêja jî ji jiyana min nema ye, ez ê derkevim pêşberî vî kesî,
heke xwedê rast hebe dê alîkariya min bike û heke ... Kal rabû ser xwe
û got, ez ji xwedê ditirsim, dema mirovê me wiha bihîst, rahişte mile
kalê û bi xwe re bir. Li mizgeftê kurtepist kete nav nimêjkaran, ê ku
dibêje heywex, bi xwedê ew ji kîsê xwe çû, ma gelo kes vê gotinê dike
û xwe dide ber dasa vî bodeleyî... Li derve mirovê me kal bir paş
mizgeftê, serê berxê bi dasê jêkir û ji kalê got here tu û malbata xwe
ve di vê cejnê de berxê bikin şîv. Piştî kal birê kir, ew ji nûve
vegerî mizgeftê, lê vê carê, dîmen bi tirstir bû, cara yekemîn, dasa
wî ziwa bû, lê vê carê, dilopên xwînê, çip çip jê diherikîn, carik din
bi hêrs ji nimêjkaran re got,“ Ez dibêjim ew kesê ji xwedê ditirse
bila derkeve pêşberî min, yan jî ez ê yekî ji we bi xwe veqetînim“.
Dema nimêjkaran wiha bihîstin, kab û kuçukên wan şikestin û dilê wan
kir pirtepirt, hingê hemû nimêjkarên di mizgeftê de, bi yekdest nîşanê
mele kirin, gotin, vaye ew ê ku ji xwedê ditirse... wexta mele wiha
dît, bi dengekî berz qîrî û ji nimêjkaran re got, Hey mele diya we ...
kengî min gotiye ez ji xwedê ditirsim, ez tew wî nas nakim!?.
|