::
::
Wek hûn hemû dizanin, girîngtirîn hêmanê ku kesayetî û cudayetiya
gelan diparêze, dîrok e.
Çimkî, mêjûyê gel
hertim ardûyê wî ye, bi wî dijî, nefesa xwe, sêwiranê xwe û çareya
pirsgirêkên xwe ji rabirdûya xwe vediguherîne.
Gelê kurdî jî, wekî
yek ji van gelan, pêdiviya xwe bi vekolandin û kûr-naskirina dîroka
xwe heye, çimkî dîroka kurdan a nivîskî yan hatiye şewitandin û yan
jî hatiye qelpkirin, nexwe; dîroka me di fêr û kevneşopiyên me de maye.
Û heke em lê xwedî dernekevin, dê Kurd bi ramyariya serdestan a
qelandinê û li ber pêlên bicîhanbûnê(globalization) ji holê rabin.
Belê serdest û
dagîker jî vê yekê baş dizanin, lewma hewl didin, ku çand û
kevneşopiya kurdan bidizin, bişewtînin an jî biqelînin, û mînaka
berçav jî Tirk in.
Lorîna pîrika min li
ser gora bapîrê min, çîrokên dayîkên me li ber xewê, cotî cotkarê
keran li qiracên Efrînê, strana şivanê gund li newalên Duhokê, tentene,
rîs, teşî, qenewîçê keç û bûkên Amedê, cil û kulavên Mahbatê, lîstikên
zarokan li kolanên gundan ...hwd. Rûpelên zêrîn û neqşên dîroka me li
ser xaka Kurdisnatê ne.
Herçend kurd ji
xwendinê û zanînê jî bêpar man e, lê dîrok û şaristaniya Kurdan bi
şêweyekî matmayî di civaka Kurd hatiye parastin û werar bûye. Bi saya
fêrkirina devkî, Kurdan bi hezaran nifşên nû çêkirine, di wan nifşan
de, helbestvan, nivîsar, bîrnas û dîroknas hene, ta roja îro jî
piraniya fêrbûna sincî û perwerdeya bêhempa a Kurdan ji bondara
jîngeha civakên gundî tê.
Heya fêr û adetên
seyr ên ku îro têperî nav Kurdan jî bûne, bi resenên xwe biyan in. W.N
meseleya kuştina keçan bi bahaneya namûsê pirsgirêkeke biyan ji civaka
me ye, û ewqas stran, dîlok, dastanên gerîlî hene jî, tik ji wan behsa
doza kuştina keçan nakin, berevajî, hertim cihê girîng di rûdan û
çîrokên gerîlî de yê jinan e, û deqên tev giranbuha jî behsa evînê di
navbera xurt û keçan dikin, ango Kurdan ev tişkî kêm nedîtine, lê
tişkî serbilind û birûmet dîtine(Mem û Zîn). Berê heke du ciwanan ji
hev hezbikire, ji hemû gund, bajar û mîrîtiyê re dibûn hêma û simbol,
û pir keç û xurt di rê û şopa wan re diçûn.
Rêznegirtina mirovên
bi sal jî tişkî pir bi biv û tehlûke ye, berê mezinên Kurdan, dîrak û
bingehên malê bûn, û bav an jî mezinê malê birêz û hirmet bû ta roja
mirina wî, yanî, mînaka ku pênc, şeş, law di mal de dizewicîn, û bi
bavên xwe re rûdiniştin, bêyî ku qala cihêbûn an jî veqedandinê bikin,
mînakeke pir berçav e.
Lê mixabin îro ji
mercên zewaciyê ye ku law ji xwedanên xwe cihê bibe, ango heke xurtek
diçe û keçekê dixwaze, berî her tiştî, xwedanên keçê behsa mala taybet
dikin, û heke mal tune be, belê qismet û lihevhatin jî tune ye. Belê ev
jî ji têgîna ku mezin bodele û kevne-şêwaz in tê, û nifşên nû li yaq
xwe nabînin guh bidin pend û şîretên wan.
Neyêniya vê rewşê
di birrîna têkiliyan di navbera kurdên bi sal û kurdên ciwan de ye, û
tehlûkeya tev mezin jî ew e, eger nifşên ciwan herin û li bajaran
niştecî bin, ev yekcar wan ji fêr, perwerde û kevneşopiyên Kurdî veder
dike, niha, wek nimûne, li herêma Efrînê 50% î ji kurdên herîmê li
bajarê Helebê niştecî ne, û herçend fêrbûn û xwendin jî bi zimanê
Erebî ye, zarokên nû ji kurdiya xwe biyan dibin, ne tenê wisa, lê
mixabin hinek kurdên nezan, di malên xwe de bi Kurdî jî na axafin, bi
bahaneya ku Erebî di mal de girîng e heya zarok baş fêr zimanê sereke
ê xwendinê bin.
Ez rastî pir Kurdan
hatin, tenê bi nav kurd in, û bêjeyeke tenê jî bi kurdî nizan in. û
dema ez ji wan pirsîm, bersiv jî hertim yek bû, bav û diya me bi me re
bi Kurdî ne axifîn.
Piştî serhildana
12 adarê a sala 2004 an, ciwanekî Ereb-axêf weha derd û belaya xwe şîrove
kir “ ta 18 saliya xwe min nizanî ez kurd im, ne tenê bav û diya min
di mal de bi Erebî diaxifîn, lê em li taxeke Ereban rûniştibûn, min
tim digot, heya ez kurd bim jî tu cudayetî di navbera me û ereban de
nîn e, lê di serhildanê de, ez rast pir sixêf û gefan ji alî
nişteciyên taxê ve hatim, lewma ez bêgav mam ku mala xwe bifroşim, û
ez li taxa kurdan bi cih bibim, Ez niha ji nû ve fêr zimanê kurdî
dibim, xwedê ji bav û diya min ne razî be, ez çawa ji vî zimanî xweş û
vê civaka hişvekirî bi dûrxistibûm”.
Me berê digot kurd
nezan in, çimkî bav û diyên xwe ne xwende ne, lê wek em dibînin ên ne
xwende xwe parastine û kurdiya xwe zindî hîştine berevajî ên xwende
her roj ji kurdiya xwe bi dûrdikevin.
Sipas
ji xwedê re dayîka min a ne xwende tova Kurdayetî di dilê min de çand.
Hêjayî gotinê ye, ku rûdanên siyasî rolekî erênî di vê
pirsgirêkê de dilîzin.
Olperestî jî yek ji neyêniyên ku bandoreke mezin
li civaka kurd dikin. Piraniya Kurdan îro misliman in, lê 99% bi
şêweyekî xoza û nezan bi vî olî ve girêdayî ne, ango ne tişkî veşartî
ye ku Kurd bi darê zorê bûne misliman heya xwe ji kuştin û talankirina
Ereban biparêzin, lê bi domandina salan fêr û adetên Ereban jî xwe
berdan nav yên Kurdan, û tiştê tev biv jî ew bû, ku kurdan bi nezanî
olperestî kirin ( ji xwe olperestî
nezanî ye, çawa û yekî nezan bibe olperest, dê helbet, kareset be.)
Reş-nezaniya Kurdên olperest, hîşt diyardeyên
qirêj û seyr xwe berdin civakê, nexwe; neheqî li jinan, zarokan,
xizman hat kirin. Bala xwe bidinê qasî ku olperest di nezaniyê de
fetisî bûn, her kesê ne olperest gawir didîtin, ev ên wek wan misliman,
lê çawa heke rastî kurdekî ne misliman bên, belê mebesta min jî
neheqiya ku wan li birayên me ên Ezdî kirine, kuştin û talankirina wan
dilê olperestan rihet nekir, û Ezdiyên mayî jî ji bedbêjeyên wan
rizgar nebûn, berê me ji mezinên xwe dibihîst ku, ew kesê ava Eziyên
vexwe dê nicis bibe, ew kesê silavê bide Ezdiyan, avdaza wî tê
şikestin, kuştina Ezdiyan dê Kurdê misliman bixe bihiştê….hwd. Bi
dûrketina kurdan ji ola Ezdiyan, bi hezaran fêr û kevneşopiyên buha
wenda kirin, çimkî Êzdayetî ne tenê ol e, lê pergalekî civakî, dîrokî,
û hunerî ye. Lê sipas ji xwedê re ku em îro çep-rêwîtiyekê berve
Ezdayetiyê dibînin, ango piraniya ciwanên nû dixwaz in vî olî ji nû ve
nas bikin. Ez jî wek Kurdekî asa
bagewazî Şêx û mezinên Êzdiyan dikim ku ola pîroz baş bi Kurdên dî
bidin naskirin, bi rastî, nifşekî nû ji kurdan tî ye, û derûneke pak
li nik wî hey e, ku bi fêr û kevneşopiyên Kurdî ên resen bê dagirtin.
Bicîhanbûn jî,
taveke din e, a ku bandora xwe li civaka kurdan dike, belê bandora xwe
li civaka Kurdan tişkî asa ye beramberî bandora wê li ser civakên
derdorî Kurdan, nemaze kurd bê welat û dezgehên fermî ên ku ji erkê
wan kurdî biparêzin, lê ligel wê, û ev jî tişkî bi hêvî ye, dema em li
piraniya medya Kurdî temaşe dikin, rêbaz û dewsa xwe kevneşopî ye, û
vala weşanan li ser ekranên xwe wek ekranên TV yên Ereban û Tirkan
naweşînin. Em li vir behsa propegendeya siyasî ji partiyên keveperest
re nakin, û helbet em jê jî qet ne razîne.
Di encama vê kurtenivîsê de, yuya ye ku çare û
dermanê vegerandina kurdan ser rêya rast, vejînkirina fêr û
kevneşopiyên kurdî ne, lê ketwar jî hinekî hêl nade vî karî mezin.
Bisekinin, bedbîn nebin, rastî ketwar zehmet e, lê amûrên şûngirî jî
hen e, ji wan û ên bandorder TV iyekî
ÇANDÎ ku weşana xwe 24 katan li
seranserî Kurdistanê bike, û her cureyên çandî bi şêweyekî zanist,
nujen û rêkûpêk biafirîne.
Derfet ya me ye, lê
hertim ew jî nayê, gerek em bi destbixin.
Mihemed Elî, Efrîn |