Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
Kevirkanî amûreke
ku hem ji bo nêçîrê û hem jî ji bo lîstik û berxwedanê tê bikaranîn e.
Delameta wê dişibe neçik, lê şêwazê wê cuda ye. Ew ji du benikan û
çermikekî pêk tê, lê tu darik mîna darikê neçik ne ji naveroka wê ne.
Her du benik dora pêcî santîman dirêj in û ji jêr ve di qulên çermik
re tên derbaskirin û çespandin û ji jor ve çend girêk tên girêdan, ku
di nav lepên bikarhêner de pat bimîne û neşimite. Ji ber ku ev her du
ta benik in, ew nîma neçik girêdanan naxwazin, lê bi xwe dibin girêdan.
Dirêjiya benikan ku me gotiye pêcî santîm in, ne pîvane ye, lê bêtir
girêdayî vîn û hêza bikarhênerê kevirkaniyê ye, çimkî her benik dirêj
bin ewqas hêzê dixwazin ku rast bên bikaranîn. Ango zarokekî deh salî,
nikare mîna ciwanekî pazdeh an jî şazdeh salî kevirkaniyê bi kar bîne.
Çermik jî mîna tayên benikan girêdayî vîn û hêza bikarhêner e, ew
çiqas mezin bû, ewqas kevirên mezin dikarin têkevin nav wê, û çiqas
benik û çermik mezin bin, ewqas kevir bihêz û dûr diçe.
Kevirkanî çawa tê
bikaranîn?
Kevirkanî
berevajî neçik bi destekî ne bi diduyan tê bikaranîn. Bikarhêner
kevirekî li gorî vîna xwe û meziniya çermik dixe nav çermik û bi her
du aliyên benik bi şêweyekî stûnî digre. Divê kevirkanî ne li pêşberî
bikarhêner lê li aliyekî bê girtin, hingê kevirkanî bi hêminî du-sê
caran tê libakirin ku dabîn bibe kêvir cihê xwe baş girtiye û dê ji
nav çermik nekeve. Çawa bikarhêner dabîn dibe, ew armanca xwe raçav
dike û bi tevgereke girover kervirkaniyê dora pêc-şeş caran li kêlek
xwe badide û bi cara heftemîn re benikê rastê ji nav lepên xwe rizgar
dike, dema benikek rizgar dibe hêza duwane a ku kevir di nav xwe de
digirt têk diçe û kevir serbest dibe û xwe pêşve çedike,
xwepêşveçekirina kêvir girêdayî hêz û tevgera girover e, ango ew çiqas
bihêz û lez be, kevir ewqas dûr diçe. Tê bîra min wexta em zarok bûn,
kevirên me bêtirî dused metreyan bi kevirkaniyan dûr diketin, lê ên
bikarhênerên mezin teqez pir dûrtir diçûn. Belê miqatî û baldan jî pir
girîng bû, çimkî biv û talûkeya şaş-bikaranîna kevirkaniyê ne ji ya
hemû çek û amûrên din ên nêçîrê kêmtir e.
Wek me di
destpêkê de jî gotiye, kevirkanî amûreke -a rast çekik e- ku hem ji bo
nêçîrê û hem jî ji bo lîstik û berxwedanê tê bikaranîn û cihekî girîng
di nav amûrên folklora kurdî de digre.
|