Ji Çîrokên
folklorî
Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
i mirina dê û
bavê wî re, Kêlo li vê cîhana bêyom bi tena serê xwe dimîne. Tu kesî
wî xwedî bike nîn e, hemû xizmên wî tepeser û haltenik in, tenê xalekî
wî heye, ew jî pir reben e, lê weseka diya Kêlo li wî bû, heke tiştek
bê serê wan, dê ew xwedî li Kêlo derkeve... her wiha piştî serxweşî
diqede, xalê Kêlo jê re got
- Kurê min tiştê
xwe bike hev, tu dê biçî ligel me bijî, ji niha û pê ve em xwedanên te
ne...
Kêloyê reben bi
stûxarî tiştê xwe dike hev û ligel xalê xwe diçe li cem wan bijî.
Herçend Kêlo nedixwast here mala xalê xwe jî, lê ew bêgav bû, wî
nedixwast li ba jina xalê xwe bijî, çimkî ew jineke bêholman bû, û pir
zor û stemkarî li zarokên xwe û xalê Kêlo dikir, lewre Kêlo dizanî ew
ê heman tiştî bi serê wî jî bike...
Pêşdîtina Kêlo di
cih de bû, ango ji roja yekemîn de, kêlo bi dilhişkiya wê zalimê re rû
bi rû mabû, û her roj Kêlo têra xwe lêdan û sixêf dixwarin, lewma ew
tim ji mal direviya, û ji sibê heya êvarê li çolê dima. Bi vî rengî
Kêlo roj ji rojê mezin dibû, û ji ber jiyana tund, ku tê de dijiya, ew
xortekî bêperwerde, bê dilînî, dizek, û fêlbaz derketibû. Çi dizî li
gund dibû xelkê dixist stûyê Kêlo, û bi gilî û gazincan bi ser xalê
kêlo de dihatin. Heya Xalê Kêlo bi xwe jî dibû armanca fêl û fenên
kêlo... Xalê Kêlo pir caran diponije ku wî ji mala xwe biqeştîne jî,
lê her tim weseka xwîşka xwe tê bîrê, ku çawa soz dabû wê dê li Kêlo
sekira, her wiha xalê reben ketibû navbera du agiran , agirê jina xwe
a zalim û agirê fêl û fenên Kêlo. Rojekê Xalê Kêlo ji qehra dilê xwe
re biryarê dide ku rade kera cot pê dajo... Wê rojê Kêlo ji xwe re li
çolê digere, û dema nîvroj dibe, ji xwe re dibêje, ez ê biçim cem xalo,
ka belkî ez parîk nanî xwe li cem wî bixwim. Lê xalê reben hêj dûvê
kerê ranekiriye, Kêlo bi ser de tê, û wisa bangî xalê xwe dike
- Xalo xalo xalê
min, ji ber qehra xaltiya min, ew hatiye li vê derê, ji xwe re radide
kerê...
Dema xalê Kêlo
wisa dibihîze, ew vediciniqe, zû dêxûna xwe girêdide û radihêje kevir
û topacên axê û wan bi ser Kêlo de berdide.
- Ker kurê kerê,
tu fedî nakî tu butaniyan di xalê xwe didî, ew ne sûca te ye, ew sûca
min e, ku ez te xwedî dikim. Xwedê te bişîne axreta keran...
- Erê xalo erê,
te radida kerê, gelo heke ne wisa bûya, çi karê te dê li wir li ber
dûvê kerê hebûya?!
- Law Hus law,
bênamûs te em riswa kirin, bêje tu çi dixwazî, ez ê ji te re peyda
bikim, tenê ji kesî re nebêje û wî devê genî bigire
- Vaye dezgêrê (etarê)
hejîrên hişk tê, here ji min re benîk hejîr bikire ez dengê xwe nakim
Her wiha, kêlo
benê hejîran distîne, û ha babam, ji nû ve diçe ger û seyranê... Lê
birêve ew tûşî kurê paşê û wezîr dibe. Çavên Kêlo li tivingên wan
diveke, hingê dizane ew nêçîrê dikin, radibe difikire fenekî din bi
serê Xalê reben de bîne, vêça wek qurşîne vedigere cem xalê xwe û jê
re dibêje
- Xalo
xalo, min çi bela bi serê xwe û te ve kir! Niha kurê paşê û wezîr tûşî
min bûn, min jî ji nezaniya xwe ji wan re got ku te radida karê, lê
min nizanî ku hespên wan gurî bûne, û hekîm ji wan re gotiye divêt
xwîna kesekî radaye kerê di wan bidin, lewma rabe û bireve, çimkî ew
tên te bikujin û xwîna te bibin…
Xalê
tepeser lixwe heyirî nizane ku ve biçe, ewên ku tên ne asa ne, dê wî
bikujin, û qet kes nabêje viq jî, êêê, ew dê çawa bike? Radibe kêlo jê
re dibêje
- Xalo
xalo, were xwe bixe vê qula hanê, ancax tu karibî di wir de xwe veşêrî
û kurê paşê û wezîr te nebînin. Bi vî şêweyî Kêlo xalê xwe dixe qula
kêvrûşkan…
Piştî Kêlo
xalê xwe diabîne qulê, kevirekî mezin dide devê wê û dilezîne cem kurê
paşê û jê re dibêje
- Paşe
paşe, were a niha kêvrûşkekê xwe berda vê qula hanê, xwedê zane qasî
ku qelew bû, ew bi deh kêvrûşkan dike.
- Êêê, em
ê çawa vê kêvrûşkê ji qulê derxin
- Pir asan
e, paşe, em ê agirekî berdin devê qulê û ew ê ji dû bireve û derkeve,
hingê hûn ê raçav dikin…
Rabûn
agirekî mezin di devê qulê de dadan, û kêlo ha babam, her diçe êgir
gur dike. Wî agir gur kir agir gur kir, heya halî xalê Kêlo di wir de
nema, Xalê reben rabû xwe li qulê bada û qîrîya
- law hele
niha min radaye kera xwe, çi heqê we li min heye, ma ez tenê radidim
kerê, herin xwîna kesekî din bibin !?
Wexta kurê
paşê û wezîr wiha dibihîzin, ew dikenin û dibêjin, law kerê çi, û
radana çi! tu qala çi dikî?!
- Ma ne
hespên we gurî bûne û hûn li yekî ku radaye kerê digerin, ku xwîna wî
di hespan bidin ?
- Law kê
ji te re got em ji bo vê yekê hatine, em ji xwe re li nêçîrê digeriyan,
û vê xortî ji me re gotiye ku kêvrûşkek ketiye vir, loma me agir
vêxistiye, bo em kêvrûşkê ji qulê derxînin...
Lê hingê
kêlo dabû revê û li serê gir xwe li erdê tol dikir û bi xalê xwe
dikenî... Piştî kurê paşê ji Xalê kêlo çîroka wî dibihîze, kêfa wî ji
fenên Kêlo re tê û ji Xalê wî dixwaze kêlo bi xwe re bibe mal, ew dê
hem jê re karekî bibîne û hem jî kêlo dê wan bikenîne...
Xalê Kêlo
çawa dibîne ew tev kurê paşê û wezîr ji gund bi dûr dikeve, destên xwe
li ber xwedê vedigere û şûkra xwe dike ku ji wî mesmûtî xilas bû, û
tikan dike ku aqubet li jina wî be jî.
Fen û fêl
ketine xwîna Kêlo û ew tew ji wan nabe. Tevî ku rewşa xwe li cem paşê
baş dibe jî, lê ew tim li armancekê digere ku bike nîşana fenên xwe,
hema hema laşê kêlo bi xwirînê ketibû, çawa na! Ev bûye demek ku Kêlo
tu fen bi serê yekî naniye...
Paşe wê
çaxê mêrê du jinan bûye, lê Kêlo dêna xwe didiyê ku paşe tew nêzî jina
mezin(kevin) nabe. Lewre guman dikeve dilê wî ku tiştek heye nahêle
paşe biçe cem wê. Kêlo radibe ji jina mezin dipirse
- Xanim,
gelo çima Paşe li cem te ranazê ?
- Ker be law,
mesmût, tu fedî nakî, ew gotinên te ne!
- Xanim bawer
bike, ez ê alîkariya te bikim, tenê tu arîşeya xwe ji min re vebêje.
Her wiha Kêlo
jina paşê a mezin ji rê dike û dihêle ew sedema nelêhewîna paşê ji wî
re bêje...
- Kêloyê min,
paşe li cem min ranaze çimkî ez pir tir û fisan dikim, heya sibeyê
paşe hem ji ber dengê tiran û hemî jî bîna fisan bêzar dibe, lewma wî
hewî aniye ser min û nema tê nav doşeka min...
Dema kêlo wiha
dibihîze, têgînek tê hişê wî ku teşqeleyê bîme serê paşê û jina wî.
Kêlo diçe def û zirneyekê ji xwe re tîne û ji jina pêşe re dibêje
- Xanim ez ê
bihêlim paşe îro bê li cem te raze, lê dive tiştê ez ji te re bêjim tu
bi cih bînî...
Piştî Kêlo fenê
xwe li serê jina pêşe dabîn dike û sêwirana xwe nigar dibe, ew diçe ba
paşê û tikan jê dike wê şevê here li cem jina xwe a mezin raze... her
wiha paşe ji ber tikayên Kêlo bêgav dimîne û vîna wî bi cih tîne. De
ka em bibînin çi di wê şevê de qewime.
Li gorî sêwirana
Kêlo, wî ji jina paşê re gotibû, zirneyê têxe qûna xwe, da ku dengê
tiran li ba paşê bibe awaz û ew hosan(acîz) nebe û ji cem wê nereve...
di heman demê de, Kêlo defa xwe li derve amede kiribû û li benda dengê
zirneyê sekinîbû...
Di nav nivînê de,
mêratên tiran dîsa hatin jina paşê û bi tira yekemîn re zir zir zir
dengê zirneyê berz bû!! Kêlo jî li derve defa xwe rakir û kir gompe
gomp û şeva paşeyê tepeser kir dewata riswatiyê...
- Ey keça keran
ewê li derve Kêlo ye, lê evî di nav şeqên te de dike zire zir çi ye!?,
paşe ji jina xwe re got
- Ez çi zanim,
Kêlo got wisa bike û paşe dê ji niha û pêve li te bihewe, jina xapandî
bi tirs û fedî ji mêrê xwe re got...
Hingê paşê rahişt
tivingê û da pey Kêlo, lê ew digihîne Kêlo! Kêlo wek periyên cansivik
xwe di dîwarê hewşê werkir û bazda.
****
Kêlo pir diçe
hindik diçe heya sibe li wî hiltê. Birêve ew dibîne dezgêrekî(etarekî)
amana xwe li du qatiran kiriye ji wêde ve tê. Kêlo di dilê xwe de
dibêje, a xwedê rizqê min şand...
- Roj bi xêr
dezgêro, te çi bi xwe re rakiriye, tu çi difiroşî?
- Ez dimsê tirî û
hinguv difroşim
- Rastî !, law çi
şansa min heye. Tu dizanî ez diçim bajêr bo ez di dims û hinguv
bistînim, xwedê tu ji min re şand.
Kêlo diçe devê
têrê vedike û ji ser kûzê dims pîçekê bi ser zimanê xwe dixe
- oho, çi dimsekî
xweş e! hele vî kûzî têxe pêsîra xwe, min ew kirî.
Kêlo diçe alî din
û ji kûzê hinguv jî pîçekê dixe ser zimanê xwe û wî jî dixe pêsîra
dezgêr. Dezgêrê reben herdu kûzan pat dizebirîne û di dilê xwe de
dibêje, mala xwedê ava be, min amana xwe zû firot, ez ê niha vegerim
hinek nû bînim. Lê ew hêj pat bi herdu kûzan digire, Kêlo ji paşve
şelwerê dezgêr jê diêxe û radide wî... Dezgêrê reben jî newêre xwe
bilivîne, çimkî çawa xwe bilivîne herdu kûzên di best wî de dê bikevin
xwarê û birjin. Her wiha Kêlo kêfa xwe li dezgêr tîne û baz dide.
Dezgêr jî wisa qûn tazî û herdu kûz di pêsîra wî de, rawestiye, reben
hawar û feryad e, lê tu kes wî nabihîse, û tim bang dike...Heya wê
çaxê paşe digihîne cem wî.
- Law
pismam çi bi serê te hatiye! Kê ev tişt bi te kiriye ?
- Ez ê çi
bêjim mirovekê hana hana ez xapandim û got ew ê amana min bikire û ah
tu dibînî çi bi serê min kiriye.
Paşe ji
dêmên ku dezgêr vedibêje dizane ew kes kêlo ye. Paşe fenê ku Kêlo bi
serê wî anîbû ji dezgêr re dibêje. Hingê dezgêr jî radibe tevle paşê
dibe û dixawze tola xwe ji Kêlo vede…
Kêlo piştî
zikê xwe bi dims û hinguv tijî dike, û kêfa xwe jî li dezgêr tîne,
berê xwe dide hindeke din, ka bê vê carê kî dê bibe qubrana fêlên. Ew
pir diçe hindik diçe dibîne kalemêrek li bêla gundekî cotê keran dajo.
- Dem xweş
kalo, tu çawa yî ?
- Tu bi
xêr hatî.
- Gelo
aveke hênik li cem te hene ku miorv vexwe?
- Belê
vaye ew di meşkê de ye, tu çiqasî dixwazî vexwe, xweş û can be!
Her wiha
kêlo avê vedixwe, û piştre ji kalê re dibêje, kalo tu westiyayî, ka ez
ji ber te ve erdê xêz bikim… Lê Kêlo carekê diçe serê zevî û tê ew
diweste, belê kêlo dê biweste! çimkî cotajotin ne karê wî ye, karê wî
dakûdolab in! Lewma ew li rêyekê digere ku ji ber kalê bireve.
- Kalo tu
dizanî cotê te pir baş e, tenê hevjar hinekî ne xar ba, min ê heya
êvarê ji te re bajota!
- Asan e
kurê min, vaye mala me li hember gund e, here cem keç û bûka min û
kêser bîne, em ê hejvêr raste bikin
Kal jî li
çi digerê, vaye yek hat dê karê cot ji ber ve bike. Reben di dilê xwe
de dibêje ez ji xwe re bi vî bikenim! Lê tew nizanê tûşî kê bûye!!
Dema Kêlo diçe kêser bîne- a rast ji ber karê cot bireve- têgînek tê
hişê wî, û dibêje ez radim keç û bûka kalê…
- Xanimno
vaye ez ji cem kalê we têm, ew dibêje bila bidin te
- Teres,
tu fedî nakî !
- Ango hûn
nadin!?
Kêlo
derdikeve bêşiya hewşê û bi tijî dengê xwe bang dike
- Kalo keç
û bûka te nafin ha…
- Qanciqno,
êz bêm we lê hûn ê bidin wî…
Her wiha Kêlo
radide keçê, lê bûk razî nabe. Kêlo dîsa derdikeve pêşiya hewşê û bang
dike
- Kalo keç dide
bûk nade...
- Qanciq
tu çima nadî, yanê ez bêm!?
Her wiha
kêlo kêfa xwe li keç û bûkê tîne, û hildipeke direve...
Êvarê çaxa kal
vedigere mal dibîne keç û bûkê bi ser hev de Hur Hur digirîn
- Çi heye,
çima hûn digirîn?
- Tu
nizanî çi heye ! Te em kirine qehebe û yarikan ji me re dişînî mal, û
tu hêj dibêjî hûn çima digirîn!
- Lê
qehbekên çi, yarikên çi ?!
- Ma te ew
xort neşandibû, û te vê re negotibû here carik xwe ji keç û bûka min
bibe!
Hingê kalê
zanîbû, ku çi fîlm bi serê wî hatibû û Kêlo ew çawa xapand û ji dêvla
kêser bi namûsa keç û bûka wî lîstibû…
Heya wê
çaxê paşe û dezgêr jî digihînin gundê kalê û ew dibin sêsê û didin pey
Kêlo, ku tola xwe jê vedin.
Kelo jî
piştî ku ji gundê kalê derdikeve, berê xwe dide piştmalan û li wir xwe
şilf tazî dike û xwe davêje goleke şêlo. Piştre ew xwe di teniyê dide
û kevirekî mezin dadîne ser zikê xwe û dinale…
- Aman
keko aman xeyo, ez destên we diramûsim ez lingên we diramûsim, aman ez
mirin, min ji binî vî kevirî xilas bikin…
Heya wê
çaxê paşe, dezgêr û kalê digihînin ser kêlo, lê qasî ku Kêlo xwe di
gola şêlo de gevizandibû û tenî di xwe de bû, ew nedihat naskirin
- Law te
xêr e, çi bi serê te hatiye, kê bi te wisa kiriye ?
- Wele ez
nizanim, xortek di vir re derbas bû, têra xwe li min da, diravû cilên
min dizîn û piştre ev yeka anî serê min
- ka ew ku
ve çû?
- ez
nizanim, lê xuya di vê hindê re reviyaye
Hersê li
hev dinihêrin û dibêjin « Welhî Ew Kêlo ye » Her weha kêlo rizgar
dikin û bi xwe re dibin, qaşo kêlo zane ew ku ve çûye û heke bibînin
ew dê nas bike…
Paşe,
dezgêr, kal û kêlo ve pir diçin hindik diçin heya digihîn nav gundekî
çandmalî. Li wir paşe pêşniyar dike ku biçin mala pêşwaziyê li wan
nake, çimkî ew mal dê Kêlo veşartibe, lewre naxwaze tu kes bê û kêlo
bibîne. Dema xelkê gund axê dibîne, li vir dibêjin Paşe Fermo, li wir
dibêjein Paşe fermo, lê tenê malek pêşwaziya wan nake. Îcar paşe
dibêje em ê biçin mêvandariya vê malê. Hingê jina malê bi tenê li mal
e
- Xwşîka
min em dixwazin îro bibin mêvandarên we
- Ser
çavan paşeyê min, lê mêrê min ne li mal û ez bi tenê me, ez ê çawa we
li mal di xewê kim !
- Xem nake
tu yê biçî mala drawsên (cîranên) xwe û em ê bi tenê li vir razên
Têrî nabe,
jinika malê yarikên xwe hene û wê şeva tunebûna mêrê xwe kiriye derfet,
ku ew li hev bihewin, lewma jinik çiqas hincet û fikaran derdixe pêş
axê û hevalên wî, ku li wir xew nekin, lê ew bêgav dimîne, ew ji wan
re dibêje, « law mala me bi şev av tê dizê û dibe hûn li ber lehiyê
biçin law mala me pîrhevok hene… » Lê li dawiyê jinik bêgav dimîne û
malê ji wan re vala dike…
Dema êvar
tê û çaxa xewê dibe, Kêlo diponije ku gerek cihê ji derî ve nêzîk para
wî be, ku tiştek bû û di kesayetiya wî derxistin ew rêya revê nede
kesî…
- Paşeyê
min, tu mezin û dewlemendê me yî, nexwe dibe tu biçî li ser pirtiyan (histêr)
razê, û ji ber ku ez reben û beniyê we me, ez ê li ber derî razêm.
Bila dezgêr jî di pixarê de raze û kal jî li nîvê hundir…
Her wiha
ew her çar dikevin xewê û her kes cihê ku Kêlo jê re pêşniyar kiribû
digire. Lê wek me gotibû jina malê wê şevê soz û jivan dabû yarikên
xwe, lewre di nîvê şevê de û hêj Kêlo xilmaş nebûbû deng bi deriyê
malê dikeve
-Teq Teq
Teq
- Kî ye?
- ez im,
veke
- Tu kî yî?
- Ez
yarikê te me, veke min ji te re qufek kufte xewre anîne, yarik bi
dengekî nizm dibêje…
- Ez
nikarin, ez nikarim, mêvanên min hene. Here sibe bê, Kêlo bi dengekeî
mêyane ji yarik re dibêje...
-
malxiranebê, tenê ramûsanekê, wele ez mirin. Veke ez ramûsanekê bibim
û vê qufa kufte xewran ji min bibe…
- Ez
nikarim, Ez nikarin. Ka qufê bide min û ez ê ramûsanekê di qula kilîtê
re bidim te…
Kelo derî
nîvkêş dike, radihêje qufê û derî bi zerp dadide.
- De ka te
quf jî bir, tenê ramûsanekê
Kêlo qûna
xwe dixe qula kilîtê û bayekî bi devê yarik de berdide…
- Pû, te
tirp xwarine çî ye!?
- De here
de here, sibe bê
Xwedê
rizqê Kêlo şand, ema çi kufte bûn, ew miştî goşt, kûz û behîv bûn…
Kêlo hêj
çend kufte nexwarine carik din deng bi derî ket!
- Teq Teq Teq
- Kî ye?
- ez im, veke
- Tu kî yî?
- Îro mêvanên me
ji nişka ve hatin, nexwe here sibe bê...
- Ez ê bi van
qazên miştî birinc û savar ku ve biçim, min ew ji te re aniye!?
- Ka bide min, û
sibe were
- Ez ê bidim te
lê, tenê hinekî bi kîrê min bilîze, ez ê di qula kilîtê re dirêj bikim!!
Piştî Kêlo
radihêje qazan, dîsa derî bi zerp dadide. Û çaxa yarik kîrê xwe di
qula kilîtê re dirêj dike, Kêlo kêrê didiyê û di ber re dibire! Yarik
li derve kûz kûz wek seyan dinale û di ser hev wer dibe... Kêlo çi
bibext e, vaye zikê ku nikarîbû ji valabûna wî razbûya, aniha
xweştirîn xwarin li ber wî ye! Hêj kêlo bi ser xwarinê ketiye, kale
cotkar hişyar dibe...
- Law tu çi dixwî
- Kalo tew
nebêje, hal mesele hana hana ye...
- Law hinekî
xwarinê bide min law, wele ji qur qura zikê xwe ez nikarin razêm, mala
bênamûsê Kêlo bişewite, ma ne ji wî bûya, me dê li vir çi bikira...
Wexta kêlo wisa
dibihîze, di dilê xwe de dibêje” Bêmanûs, dêmek ez bênamûs im ne, çi
zirar e...“ Kêlo radihêje kîrê ku ji yarikê duyemîn birîbû û dirêjî
kalê dike...
- Vaye ji
te re vî goştî bixwe
Lê kîr
hişk û xavî ye û didanên kalê reben jî nîn in! Kal kîr di wê tariyê de
ges dike û dikişîne, lê ew hem bê çêj û hem jî sert e…
- law ev goşt
xavî ye çi ye?
- Wele ez
nizanim, dibe. Vaye agir di pixarê de, hinekî bide ser û dê bê
birajtin.
Hingê
dezgêrê ku di pixarê de xew kiribû, didanekî xwe î zêrîn hebûye û di
wê şevê de hîv panzdeh rojkî bûye, lewre roniya hîvê di devê pixarê re
bi ser didanê dezgêr de hatibû û wek agirekî dixuya…
Piştî
hindekê kal radihêje kîr
- Law ew xavî ye!
Ev çi agir e
- Law bi ser de
bimîze law, Kêlo ji karê re dibêje
Çawa kal di devê
dezgêr de dimîze, dezgêr vediciniqe û diqîre “Paşe lehî hat”. Wexta
paşe weha dibihîze, xwe ji ser pirtiyan de davêje erdê û di encamê de
her du dest û lingên wê dişkên! Wexta Kêlo wisa dibîne, xwe li derî
badide û ling dide revê... Heya wê çaxê sibe hiltê û her kes dizane ku
hemû fêl bi destê kêlo hatibûn kirin, lewma ew bi hev dikenin û kal û
dezgêr paşe li pişta xwe dikin û vedigerim mala xwe...
Dawî
HELEB 3/17/2006
|