|
Mihemed ELî
Demên berê wexta
qelenê keçikekê dibirîn, yan jî ew dibirin mala zaveyê wê, komek
ciwanên gund xwe didan hev û dihatin mala keçikê û rê girêdidan, ji vê
yekê re digotin karî Ewlîan, Karî ewîlan jî ew bû ku xwedanên
keçikê dê dirav bi bihayê karekî bidana wan ewîlan, bo ew tu pirsgirêk
û şeran nekin û qelen yan jî dawet bi aramî derbas bibe. Pêre ew
ciwanên ku rê girêdabûn, diçûn bi wan diravan karekî xwe dikirîn û bi
şêweyekî hevbeş ji xwe re li seyrangehekê serjêdikirin û dixwarin.
|