Mihemed Elî,
Efrîn
efrin2612@hotmail.com
Mîna
bext û çarenûsa reş ya kurdistanê, mîna jan û êşa her quncikekî ji
quncikên jiyana kurdewarî, mîna bilbil û şalûrên ku hezar sal in, ji
ber bêdadî û sitemkariya dijmin dinalin...
Hunermendên Kurd
jî ji roja ku hatine ser rûyê vê xaka pîroz ve êş, azar, bêdadî,
mişextî û zindan bûne parên jiyana wan û bi qîrîna ku pê ji zikê
dayîka xwe derketine ta roja mirinê ev qîrîn û hawar ji henase û
herkîna xwîna wan tu caran veneqetiye.
Hunermendên kurd
di hinava dayîka xwe de êşa nezanî û neheqiya ku li wê bêgunehê dibû
hîs kirine, ew bi janeke awarte û di kêlîkine awarte de derbasî vê
jiyana bêyom bûne, gelo çi li ber palê, çi li ber berbêrê, şûştina
cilan li ser kaniyê û birajtina nanî li ber tandirê!!! Wek hemû
zarokên din jiyana kulîlkên nûpişkuvî çêj nekirine, lîstikên xwe
hembêz nekirine, cilên nû û paqij her tim ji laşê wan bi kîn bûne,
xaka sar tew nepejirandiye ku bi pêlavine nû di ser wê re bimeşin...
Dibistan tew li rojgareke dîtir bûn!!
Ev dilsozên
bextreş jan û kesera gelê xwe ji zû ve naskirine, tu caran ji şevbêrk
û civînên ku rêwîtiya êşbar vedigotin dereng nemane, salixên kuştinê,
nûçeyên koçkirinê, firqata mafên daqurtandî û evîneke têkçûyî, bi
guhdarîkirine jidil û hestine puxte li ser rewîşta xavî tomar kirine...
Hunermendên kurd xwestine tola xwe ji jiyanê vedin û li hember
neheqiya wê di têkoşîna xwe de dasepan bin. Ew ji dibistanên fermî
bêpar mane, dibistanek taybet di dilê xwe de ava kirine, ji welatekî
azad bêpar mane, serxwebûnek di deng û awazên xwe de afirandine, ji
evîneke têkçûyî eşiyane... destanên evînê li ser kilaveyên dilê xwe
afirandine û ji tîrika dil de vegotine.
Her ku
hunermendên kurd mezin bûne, evîna welatê wan jî di dilê wan de mezin
bûye, her ku dengê wan hatiye tepisandin, ewqas qîrîna wan deng vedaye...
Her ku ji bo azadiyê lêdan dîtine, ewqas herikîna xwînê bi wan çêj
daye. Destên wan pûç kirine, zimanê xwe kirine çek, kasêtên wan
şikandine, dilê xwe kirine tomargeh, xistine bin zîndaneke tarî,
bihûşteke nû di nav dîwarên zindanê de li paş qefesa hesinî rengîn
kirine... Ji welatên xwe hatine koçkirin, dilê xwe kirine tûtî û di
ser deşt û zozanên azad re firiyane, gul û sosinên welatê wan
şewitandine, gulîstanek di têlên tembûra xwe de çandine( Ay lê gulê tu
gula min î...).
Îro heke mirov li
rêwîtiya hunermendên kurd- zindî û gorbihûştan- mêzeke, tu kesî ji wan
bêyî ku wêneyên bindestî, zor, mişextî û hêviyên jiyaneke azad li ser
bekereyên dilê xwe nîgar nekirine nîn in. Birîna welatê wan her tim
maka mirinê di dilê wan de çandiye, û roj ji rojê lorîna mirinê
damarên xwe di sînga wan de kûr berdane... Hunermendê kurd welatê xwe
di nav lêv û pêsîra dengekî zîz de parastiye û pê jiyaye, tu caran
dijmin nikariye vîna wî têk bibe. Kaxizên wî hatine şewitandin li ser
kilayeyên dilê xwe nivîsiye, tembûra wî hatiye şikandin, awazên xwe li
ser lûtkeyên Cûdî, Xelatê sîpanê, Zagroz û Hawarê hûnandine, xumexuma
ava rûbaran bûne semfoniya ber dengên zîz û qebe. Bêjeyên resen,
newayên nazenîn, dengê top û firokan ker û berbend kirine. Hunermendên
Kurd folklora kurdî ji ber mirinê û wendabûnê parastine û di bêjeyên
xwe de, jiyaneke rasteqîn û gencîneya peyv, fêr, dab û nêrîtên miletên
xwe parastine... Hunermendê Kurd jiyanek e, lê jiyanek taybet û puxte
ye, hunermendê Kurd dîrok û demeke nivar e, ku divê em lê xwedî
derkevin, em hest û hizrên li ser rûpelên dilê xwe rêz kirine vekolin...
|