Mihemed
Elî, Efrîn
- Morika sor sultanî -
Morika sor sultanî
Li orta hewşê danî
Ximalan pê nizanî
Xerîban ji xwe re hilanî
Em têne ji Bilbilê
Em têne ji Bilbilê
Li te çav reşê çav bikulê
Me hespê xwe girêda li dara gulê
Em têne ji Bablîtê
Şaşiya serê bi çivîtê
Esker lîstin bi cirîtê
Qapî ketin bin likîtê
Em têne ji Bablîtê
Me hespê xwe bi dara palûtê.
- Wey lo law -
Wey lawo wey lawo
Serkî xanî di xew de wo
Min panek pê veda wo
Berve cûmê yalda wo
Xençer ji ber şelya wo
Ne tu bî te xencer bî
Xencer gurzek cewher bî
Ser dilê lawik wer bî
Êşa hekîma le ser bî
Fata gewra li hember bî
Ey hewarî hewarî
Hate keça robarî
Daw û ling gemarî
- Eyşê -
Ey lê Eyşê meded Eyşê
Qapî veke werim hewşê
Şeva reş e min rê nanî
Şeva reş e min rê nanî
Kefa lingê min hilnanî
Kefa lingê min hilnanî
Xanî qul e ax diweşê
Xanî qul e ax diweşê
Ey lê Eyşê meded Eyşê
Ey lê Eyşê meded Eyşê
Hemam çûkan wîte wîte
Qapiyên bavê te bi kilît e
Kevirê xwe nihît e
Kevirê xwe nihît e
Şeva reş e min rê nanî
Sêla reş e qehremanî
|