Mamoste Mihemed Elî
Naskirina fêr û
kevneşopiyên gel û miletekî rolekî mezin di naskirina jiyan û derûna
wî de dilîze, jixwe, her fêr û dab ber û encama bûyer û serpêhatiyekê
ye, ew serpêhatî di civakê de qewimiye û bandora xwe li ser civakê
hîştiye, ev bandor çi erênî çi neyênî be, ji herdu aliyan ve sûdmend
e û nifşên pêre dê aqil û wateyan jê rakin û di jiyana xwe de bikar
bînin.
Di dîroka me
Kurdan de bi hezaran bûyerên qewimîne û bandora xwe li ser civakê
hîştine hene, ev bûyer bi giştî ji nifşên pêşerojê re bûne aqil û rê,
û Kurdan, belkî ne gişkan jî, aqil û wane jê hilanîne û ew di jiyana
xwe de kirine rêbaz û li ser meşiyane. Tiştê tev balkêş di dîroka me
Kurdan de ew e ku hemû bûyerên han bi şêweyekî hunerî hatine
berhevkirin û bûne çîrok, helbest, stran, dastan û hevalok, û bi
teşeyekî devkî ji nifşekî derbasî ê din bûne. Îro, digel radeya bilind
a nexwendin, hejarî û nezaniyê, û digel pest, zor û stemkariya
mêtinger û dagîrkeran, ên bi şev û roj hewl didin nirx û çemkên resen
di nav Kurdan de bikujin û rabirdûya me ji jiyana me a îroyîn bibirin,
em nikarin çavên xwe li ber rola pîroz û bingehîn a ku mezinên me di
veguhestin û gihandina van fêr û kevneşopiyan de dilîzin damirînin an
jî rola sereke a van fêr û daban di naskirina rewişta Kurdî de nadar û
mandel bikin .
Em dibînin wexta
lêkolînerek dest davêje soraxkirina dîroka Kurdan ew xwe berî her
tiştî dispêre, fêr, çîrok, stran,dîlok, hevalok... hwd, û heke em
pirtûka Kurdînasê Rûsî Basîlî Nîkîtîn, Kurd xwendineke sosyolîcî
û dîrokî bixwînin em ê vê rastiyê bibînin, Wek nimûne, Ew kesê
dastana Mem û Zînê dixwîne pir aliyên civaka Kurdî di wê demê
de nas dike, çi aliyên Siyasî, civakî, evînî û neteweperestî.
Bo rastî û wateya
hin bûyerên li herêma Efrînê qewimîne û ji xelkê re bûne aqil û ders û
wane jê rakirine pêşkêş bikim, ez ê li ser hevalokekê ji hevalokên
wexta ku Bûkê hene dikin biaxifin û bi hûrbînî şîrove bikim, hêvî
dikim, ez wêneya wê ya rast derxînim holê. Ka em bibînin çi li paş van
gotinan veşartiye û ta çi radeye van hevalokan damar û rêşiyên xwe
berdane.
Ev hevalok bi
sernavê Firîng Sewda ye.
Di vê hevalokê
de, em hest û dilîniya hem keçikê û hemi dayîka wê dibînin, Dayîka
Firîngê an jî keçikê dilêşiya xwe pêşberî me dike û di gotinên wê de
em dibînin, piştî keçika xwe mar bûye an jî zewiciye çiqas dilê dayîkê
bi veqetandina delala xwe êşiye.
Dayîk dibêje:
Here here firîng
sewda
Here here firing
sewda
Te li ser
xanî bilxur tevda
Te li ser
xanî bilxur tevda
Çûm û
hatin firîng di xew de
Çûm û
hatin firîng di xew de
Min qêmîş
nekir ser veneda
Min qêmîş
nekir ser veneda
Firîng firîng
firîng sewda
Firîng firîng
firîng sewda
Em dibînin çawa
dayîk wêneyên keçika xwe bibîr tîne û hezkirina xwe ji delala xwe re
pêşkêş dike, ew tîne bîra xwe firînga wê bi qîret bû û karê malê dikir,
di vir de gotina te li ser xanî bilxur tevda wateyeke razberî
ji qîretiya Firîngê re pêşkêş dike, û wexta Dayîk dibêje Min qêmîş
nekir ser veneda, bi girûvekî tekûz ji me re xuya dike çiqas wê ji
keçika xwe hez dikir û nedixwest wê ret bike û biwestîne, belê ev
dîmen îro jî heye, çaxa em dibînin pir dayîk xewa keç û kurên xwe
nahermînin û wan di xewa şêrîn de dihêlin.
Di navrêza
hevalokê de, dora keçikê tê û ew jî bîriya xwedanên xwe û cîwarê
zarokatiya xwe ji me re pêşkêş dike û dibêje :
Xaniyê
bavê min bi qobilme ba
Xaniyê
bavê min bi qobilme ba
Me girtiba
zok ordeka
Me girtiba
zok ordeka
Yek ya min be yek
ya te be
Yek ya min be yek
ya te be
Mala
barkir Albistanê
Mala
barkir Albistanê
Ez û
Firîng li şûnê manî
Ez û
Firîng li şûnê manî
Di vir de
keçik mala bavê xwe bihûrbînî bibîr tîne heya ew qal qobilmeyan jî
dike, qobilme jî berê dixistin navê qorên keviran ên rûyên xaniyan, û
ew qobilme jî bi rahatî ji kevirên şekirî yan jî ên xemilandî dihatin
çêkirin, wek çawa îro kevirên mermer rûyê xaniyan dixemlînin, berê
qobilmeyan rûyên wan dixemilandin û bi rahatî wêneyên lawiran an jî
ayet û bendên olî li ser dihat nivîsîn. Pêre keçik hêvî dike zû biçe
serdana xwedanên xwe û şahiya xwe di vê serdanê de bi xwedanên xwe re
hevpar bike, û ev yek jî di gotina
Me girtiba
zok ordeka,
Yek ya min
be yek ya te be
tê berceste kirin, çimkî berê wexta xelk diçû serdana
hev diyarî û tiştên bi xwe re dibirin, yan ajal û yan jî lawir bûn, çi
berx, beran, kar û çi qaz û ordek bûn.
Mala
barkir Albistanê
Ez û
Firîng li şûnê manî
Ev gotin
bahaneyê dide êş û dilîniya keçikê, ango ev barkirin nîşana dûrketin û
veqetandina wê ji xwedanên xwe ye, Digel ku ne diyar e kî bar dike,
gelo xwedanên wê bar dikin û ew û hevjînê wê bi tenê dimînin, lê êl û
eşîreta hevjînê wê bar dike, lê a diyar ew e ku keçik ji xwedanên xwe
bi dûrketiye û ev gotin nîşana xeyid û dilêşiya wê ye.
Pêre keçik
şewq û bîra xwe dike hêvî û di pindara xwe de wêneya ku ew ê di demeke
nêzîk de biçe mala xwedanên xwe û ew û dayîka xwe dê bi hev şah bibin
diafirîne, û tikan ji dayîka xwe dike bila ew negirî û nexeyide, çimkî
hatina wê pir zû ye, her wiha keçik dibêje :
Em ê sibeda werin
cihê me hilmîne
Em ê sibeda werin
cihê me hilmîne
Hêsirên xwînê
nebarîne
Hêsirên xwînê
nebarîne
Digel ku keçik
xewn û xeyalan ji xwe re diafirîne û hewl dide xwe pê bixapîne; lê di
eynî wextê de ew rastiya ku ew nema bi gotina xwe ye û sînor û tixûb
li ser hene jî pêşkêş dike, ango ew niha di bin gotin û desthilata
kesekî din de ye, yanê çawa bibe vehesî û rihetiya li cem dayîka xwe
didît nema peyda ye, û vî tiştî ji dayîka xwe re şîrove dike, û bo
wêneyeke zelal û watedar bide me, keçik xwe beramberî şivan û hukmet û
mudur û rêvebiran dike, yanê em zanin şivan di jiyana xwe de azad e,
ango ew qiral û desthilatdarê çiya û newalan e. Her wisa jî em dizanin
ku hukmet û mudur û rêvebir jî xwedî desthilateke xurt in. Lê keçika
reben di bin ben û sînoran de ye û bê hêz û taqet e, keçik bêhêzî û
arîşeya xwe weha pêşkêş dike:
Ne gavan
im ga bi deştê xim
Ne şivan
im pêz bi çê xim
Ne hukmet
im li êlê xim
Ne mudur
im li têlê xim
Firînig firîng
Sewda firîng
Firîng firîng
Sewda frinîg
......................
Di va hevaloka
kin de em dibînin çiqas wêneyên jiyana Kurdan veşartîne, çiqas sir û
raz xwe di dilê mirov de pêçandine û bi dilxwînî derdikevin holê,
hevaloka han pêşberî me dike çiqas xeyal û pindara Kurdan fireh û
rengîn e, çiqas Kurd bi xwezayê re bûne yek û gilî û gazincên xwe jê
dikin.
Li dawiyê ez
dixwazim bêjim ew kesên ku newazî û sêrekiya berhemên ser rabirdûya
Kurdan dikin bahane û naxebitin, Kurd bi xwe berhemek e, her Kurdek
jiyanek e û di bîra her mezinekî me de enseyklopîdiyeke heye. Ez bi
serbilindî dibêjim min ev hevalok ji devê dayîka xwe ya delal, dayîka
xwe ya nexwend e wergirtiye, û hêj hin hevalokên din jî hene û li gor
demê ez ê li ser wan jî bixebitim.
[email protected]
|