.:: HOME ::.|.:: ABOUT US ::.|.:: CONTACT ::.|.:: YOUR ACCOUNT ::.| .:: SEND YOUR OPINION ::. |

 

 

 

 

 

    MENU

Home

Photos

القسم العربي

Taybet

 

    LANGUAGE

See more Kurdish  language resources

    INTERNET

Getright

kurditgroup

PCkurd Tip

malpersaz

rojonline

linux-ku.com

wîndowsa Kurdî

jimarok.com

    CULTURE & NOVELS

Dastana tawîr Beg Pend

Kovara mehname

Kovara W

Tûrik

Sebrî Silêvanî

Ruanîn pirtûk Pend

    KURDISH REGIONS

Efrîn region

Amûde

Qamişlo

eDuhok

    ZIMAN AVRÛ YE

 

 

 

 

.:: Çîrkevîrka kurmê Temûzê  ::.

Mihemd Elî, Efrîn

[email protected]

Heyder hêrs lê rabûbû û dikeliya, ji bextreşiya wî jî ku delx û paldêra xwe bi çîrkevîrka kurmê temûzê re gur bûbû! Wexta yek ji ê din re jî bêje çîrkevîrka kurmê temûzê -nexasme li herêma Efrînê- hingê mirovê wateya vê biwêjê nas dike, dizane çi tê serê ew kesê di vê wextê de bi belaya delxrabûnê dikeve… Heyderê delxrabûyî mîna kerekî ku ahenga radana xwe ya salane hatiye di tu deran de nayê zeft û zebirandin, di dilê xwe de dibêje “…bawer bike law tu biçî vî dîwarî tu dê di aliyê din re qul bikî…”

Heyderê me bixwe şivan e! lê ji pênc salan vir ve, nemaze sala dawîn kes nema pezê xwe dişîne ber, mala filanî sala borî pênc mî wenda kirin, mala din çar gîsk û sê karên dusalî wenda kirin, kesî nedizanî çi bi serê wan dihat, tenê sibeya dîtir hay dibûn ku dewara bêguneh di golek xwîn de gevizî ye û giyana xwe radest kiriye … Şivanê me bûbû cêwîkar ango hem bûbû şivan û hem jî bûbû nêrî! bêtirî yekî ji xelkê gund dîtibû ew li geliyê paş gund li ser êvarê radide sewalan, ne tenê wisa îcar sewalên ku vediqetandin giş bismil bûn, lê xuya ye ku mesûman nikarîbûn xwe li ber ragirtina û di dawiyê de xwîn ji wan derdibû û li çolê dimiriyan û a li çolê jî nedimir sibe lê hilnedihat. Wiha û piştî gef û hin lêdanan û tifkirina ser çavan xelkê nema pezê xwe dişand pîşê û li dawiyê bêkar mabû…

Belaya delxa Heyder ne tiştekî nû ye na, ew hê jî biçûk bû diçû kerên ku xelkê dema bênderan li şûn ka û kêsê girêdidan, dibêjin bavê Heyder carekê biryar dabû ku kerekî jê re bikire û xwe ji şer û pevçûnên bi xelkê re rihet bike! Salekê Heyder bihîst ku mankereke Îngilîzî li gundekî nêzî gundê wan bû, bi şev xwe gihandibû mankerê û hewl dabû radiyê, tew ma mankera Înglîzî jî wek mankerên gundê wî bû! Rastî dixwestin, lê nedida her kesî! dema mirovê me li mankera Îngilîzî zor dike ew pihînekê li ser devê wî dide û şeş didanên pêşî ji devê Heyder di nav rêx û ziblê xwe de dibarîne, hinek dibêjin mankerê gun û hêlikên wî jî ges kiribûn û hîştibû ew bêtirî salekê nemêr bimîne, heya berî mirinê didanên ji devê Heyder firîbûn şûna wan bêlî bû!! Piştî bûyera mankera Îngilîzî Heyder nema şerê xwe di mankeran dide û berê xwe dide keran, mîna roviyê birçî her roj şerê xwe di kerê yekî dide, bêtirî carekê cîranê wan Îbo rahêjt tivingê û hat Heyder lê dîsa xelkê dihêwirand û ji ya xwe vedigerî. Demek neçû nîvê kerên gund mirin bêyî ku xelk zanibe ka ho Heyder e lê tiştekî din e! Rojekê xwediyê kerekî biryarê dide ku çavdêriya sedema mirina keran bike, û biryarê dide ku Heyder jî bikuje heke bibîne sedem ew e, radibe kerê xwe li derveyî gund girê dide û di derbendekî nêzîk de xwe vedişêre. Roja yekemîn ew heya ber destê sibê dimîne lê tu tiştekî seyr çênabe, roja duyemîn heman tişt vê re çêdibe, lewre roja sêyemîn dernakeve û kerê xwe bê çavdêrî dihêle. Heyderê me jî têrî nabe bi kiryara xwediyê kerê hesiye û rabûye çavdêrî li wî û kerê wî kiriye, lewma roja ku xwediyê kerê nayê ew diçe cem kerê( bi gotina xelkê be bi cara yekemîn re kerê dikuje!!) Bila kes nema bêja ma yê kerê di ber te ye, vaye ker jî bi yê Heyder dimirin… Ji destê vî zalimî gundê wî ji ker û mankeran vala dibe, ew ji karê xwe wek şivan jî dimîne û newêre berve jin û keçên kesî jî biçe, çimkî li vir namûs e û lîstik nîn e “bi xwedê ji bilî kuşînekî di serê min de vala nakin” Heyder ji xwe re dibêje…

Her weha bêtirî sê mehan diborin û Heyder ji kêfê xwe bêpar maye, keko kesekî ku ker li ber  dimirin  û sê mehan delxa xwe di xwe de bigire, Ne ker, ne beran û ne jî agirê arbûnê sor dike dikarin bibin hevqamê delxa Heyder. Dîwar û balgiyên mala wî mîna ku mişk bikulin giş qulqulî bûne…

Roja ku delxa Heyder gihîştiye lûtkeyê û kurmê temûzê bi çîrkeçîka xwe wî lal dike, di danê nîvro de guhên wî dengê qereçiyekê werdigirin!! Çawa ew dengê qereçiyê dibihîze di dilê xwe de dibêje “A xwedê şand” Ew bilez nivîna xwe davêje Erdê û  xwe di nav de dimelisîne. Qereçî ji malekê heya mala din carekê bi senek savar carekê bi kodikek zêt û carekê bi nanekî tisî digihêje ber mala Heyderê disoje, req req du sê caran li derî dide lê kes dengê xwe nake, carik din li derî dide, çend dengan bang dike lê dîsa kes hisa xwe nake! Qereçî her ku diçe berve hundir tê lê hê jî kes nîn e! Dema dikeve hundir dibîne kalemêrekî xwe di nivînê wer daye û dinale. “Kalo xwedê saxiya te bide te xêr e?” qereçî ji Heyder re dibêje, “Keça min ez nesax im, ez bi tenê me, vaye aşxane tijî zêt û savar re, here hinekî xwe bibe, de belkî xwedê li min were rehmê û bi saya vê xêrê ez sax bibim”  Heyder bi dengekî nuqumî di ber xwe de ji qereçiyê re dibêje… Çawa qereçî wisa dibihîze di ber xwe de dibêje “xwedê da min, kal nabîne, ez ber bigirim û çi di aşxaneyê heye bibim” lê çawa qereçî derbasî aşxaneyê dibe Heyder ji nav nivînê hildipeke û dibeze derî bi heft kilîtan dadide û xwe rajêrî cem qereçiyê dike. Qereçiya tepeser dê çi bibîne û çi nebîne, aman! Tiştê ku ker kuştine bi çavên xwe dibîne!! Heyder hema radihêje derpiyê qereçiyê û bi kişandinekê re jê dişiqitîne, qereçî dike hawar û qîrîn û xwe du sê caran li derî badide, lê Heyder yekî di ser qereçiyê re çedike û wê sermest dihêle û di pê re şeş heftikên din jî di ber re dibe û  pergala delx û çîrkevîrka kurmê temûzê belav dike…

piştî delxa sê mehan li qereçiyê dişkîne, Heyder derî jê re vedike û qereçiya reben wek berxê ji ber kêrê direve û bi qûna ku di erdê re duxuşîne bi orta gund dikeve… Qereçî li orta gund li ba dibe û bang dike “Merin vê malê merin vê malê… heta min got qereqoro derxist sîpeyê reş û çav li min kirin şaş…”

Çaxa Heyder mirî bêtirî rojekê li çolê mabû berî ku yekî ji gund derbas be û bibîne ku ew li ser pişta xwe li ber zinarekî ketiye û xwîn û qafê wî diherike. Hêjayî gotinê ye ku Heyder di meha Temûzê de mir û  wê sibeyê li mankera xwe siwar bûbû diçû çolê…

Heleb, meha Tebaxê, 2006

 

 

      LINKS

kaderland.net

kurdishworld

Hawlati newspaper

Peyama-Kurd

rizgari.com

Kurdishpoint.com

Ferheng.org Tip

Netkurd.com

 

 

Malpera Kurdî (coming soon)

 
    POLL
    KURDISH FIGURES

Celadet Bedirxan

Cegerxwîn

    PROMISING SITES

y

 

 

 

.:: HOME ::.|.:: ABOUT US ::.|.:: CONTACT ::.|.:: YOUR ACCOUNT ::.| .:: SEND YOUR OPINION ::. |

 

kurdishclub.com ©

[email protected]

 
1