Tu ji ku ve hat
Min te diho dît, tu
bêhempa bû
Min te îro dît,
tu cuda yî
Ez bawer im
Roja bê tu êzda yî
………………
Tu çi seyr î, tu çi biyan î
Te çi bi serê min kir, baş dizanî
………………
Çiya şikestin li ber dilê min
Lê sîpera wê bejnê
Ew li ber nizim danî
Ez bûm masîk tu bû av
Ez bûm giya tu bû tav
Bibarîn evîna xwe
guneh e
Tu biçelmisîne
Vî giyanî
………..
Tu nîçirvanî, ez bilbil im
Ji nav hemû kesî
Te tor li ber dilê min danî
……..
Hêlîna min, kevoka bihiştê
Pêde biçe bi saza xwe
Dengê te li ber dilê min
pir xweş tê
Pir di dilê min de heye
Ez bêjim
Lê mixabin
Wek çemê Efrînê
Hestên min
Li pey hev narêjin
Mihemed Elî, Efrîn
efrin2615- Efrîn
|