Mihemed Elî, Efrîn
[email protected]
endî ji rastiyê dûr be jî ne xem e, jixwe jiyana me hemû xeyal û
pindarî ye. Tiştê ku hîşt ramana di serê xwe de raxînim ser kaxizê û
binivîsim, ew waneyên ku xwe tê de dipêçine ye. Ez nizanim jê re bêjim
çîrok an jî rastî, an jî ez bêjim destan. Na, a baş ez jê re bêjim
efsane, ma ne afrînerên esfaneyan ne diyar in, bila ev jî wisa xwedanê
xwe ne diyar be. Min ji devê dayîka xwe bihîstiye, lê ne ew û ne jî ez,
em angaşt dikin ku ev hilberîna me ye, haşayî folklora me, ew
mezintirî ku em bi çend mirovan bisînor bikin e. Ez pir nisîva xwe bi
gotinên dilrev û rewan nexemlînim, bo hûn ji destpêkê de nebêjin, ev
çi ye! Gelo ev xwe bi çend peyvên rewan qapan û pozbilidn dike û
dixwaze raberî me bike ku bi Kurdî dizane... Biborînin, divê ev pêşek
hinekî dorî mijara nivîsarê be, lê nizanim çima dema min rahêjtibû
pênûsê hizreke wisa xweş hatibû min û hiştibû ez di solixekê de hîs
bikin ku ez serwerê vê gerdûnê me...
Nivîsara min ji biwêjeke folklorî ku dibêje “ Hebîbê Necar Xewke
Wek Her Car, Şev Yek Derî Hezar“ tê. Li gorî çîroka girêdayî vê
biwêjê, war û serpêhatî û kesayetiyên wê pindarî ne, lewre tenê bala
xwe bidin naveroka gotinên wê û pir pute bi war û diyarokan nekin.
Li
bajarekî mezin dartiraşek(necarek) hebû, navê wî Hebîbê Necar bû, û
hevsereke wî ya pir xweşik û şareza jî hebû. Hebîb di karê xwe de pir
jîrek, jêhatî û hunerwer bû, ku dengê wî di nav hemû destkarên bajêr
de vedida û wek mûmek vêketî xelkê raçavî hev dikir. Çi kesên
dewlemend û xwedî desthilat li bajêr hebûn, dema dixwastin tiştekî ji
mala xwe re bistînin, xwe rasterast davêjtin bextê hunerweriya Hebîb,
ji rayedarên biçûk bigre heya bigihîne serwerê bajêr. Hebîb jî wek pir
Kurdên dema me ya îroyîn, mirovekî dilpak û kewden bû, ango tiştê ku
di dil de hebû li ser zimanê wî bû û tew fêl û fen nedizanîn, jixwe
ziqandina (contact) wî bi xelkê re kêm bû û hemû dema xwe di
dartiraşgehê de derbas dikir, ango jiyana wî hemû bi karê wî ve
girêdayî bû, û cejn û şahiya wî roja ku berhemek biqedanda û heya
sibeyê li ber rûnişta û kûr lê mêze bikira bû. Ta bigihîne gazîner û
mişteriyên wî jî, ew vê re diketin heman cejn û şahiyê dema ku berhem
digihîtin mala wan, tu dibêjî qey xwedê tiştekî taybet xistibû nav
lepên Hebîb, ku mirovekî din û hevqam pir zor bû bihata dîtin û heman
berheman hilbibire... Berhemên Hebîb wek keç û bismilên kezîzer dema
ku li cihekî peydabûna bedewiya wan xwe di ser hemû tiştê derdorê re
digirt! Û çavên xelkê bi katan li ser diçesipîn, heke kesekî bixwasta
xwe li serê cîran û drawsên xwe bidîta digot “min kursî, text û
maseyên xwe li cem Hebîbê necar çêkirine“. Jinên pistepist jî xwe li
serê hevalên xwe bi berhemên Hebîb didîtin.
Hebîb jî, ji ber ku mirovekî kewden û dilpak bû, keçelî û koletî ji tu
kesî re nedikir, ango çiqas gazîner û zibûnên wî mezin bûna, wî
tiştekî taybet jê re xuya nedikir, nexwe li hemû xelkê bajêr bi heman
çavî dinihêrî û tu caran zimanê xwe ji bo filan kesî an jî bêvan kesî
nediguhert.
Rojek tê serwerê bajêr dê kurê xwe bike zave, lewre, û bi rahatî ew dê
odeya xewê û amanên mala wî li cem Hebîb çêbike. Serwer gazî leşkerên
xwe dike ku biçin pey Hebîb bo were mala serwer û şêwazên berhemên ku
mala wî dixwazin bibîne û piştre wan hilbire. Lê rêbaza Hebîb ew bû,
ku tu caran nediçû cem zibûnên xwe, û digot ew kesê ku dixwaze ez
tiştekê jê re çêbikim bila bi xwe bê cem min! Lewre dema leşkerên
serwer daxwaza wî ji Hebîb re derpêş dikin, Hebîb çûndina mala serwer
red dike û dibêje heke ew min dixwaze bila bi xwe were! Tevî ku leşker
lê zor dikin, lê ew bêçar dimînin, û ji nû ve vedigerin cem serwer û
tiştê ku bi wan re qewimîbû radixin pêşberî wî. Çawa serwer wiha
dibihîze ew zivêr dibe û biryarê dide ku biçe cem Hebîb, lê ne ji bo
daxwaza Hebîb bi cih bîne, lê qaşo waneyekê bide wî, ku carik din
sînorên xwe binase û xwe di ser serwerên xwe re negire... A rast
mebesta Hebîb ne ew bû, ku serwer ji xwe bêşîne, lê dilpakî û
kewdeniya Hebîb hîşt ew bi serwer re têveke pirsgirêkeke ku qet ne bi
qasî wê bû.
Roja din serwer bi hemû heybet û nîşana serweriya xwe tê dartiraşgeha
Hebîb û hemû xelkê taxa wî bêhiş û matmayî dihle! Gelo çawa serwerê
bajêr bi qedir û nirxa xwe ji ya xwe dadikeve û tê cem vî mirovê asan!?
Lê
Hebîb her wek car, û ji ber ku rewîşta wî wisan bû, dema ku serwer
dikeve dartiraşgehê qet pute pê nake, heya ew di ber karê xwe re bi
serwer re diaxive û tew li wî jî nazivîre! Dema serwer wisa dibîne
hêrsa wî dehbare dibe û biryarê distîne ku tola xwe ji wî qapanî hilde,
û bi hêrs ji Hebîb re dibêje
-
Dibêjin tu pir zîrek û şareza yî, lê ez vê yekê di kesayetiya te de
nabînim.
Wexta
Hebîb wisa dibihîze, û carike din ji ber kewdeniya xwe, li ser
helwesta xwe dasepan( bi îsrar) dimîne, ango destê xwe ji textên di
nav lepan de bernade. Serwer carike din jê re dibêje
-
Heçî ku tu di textkariyê de şareza bî, dibe tu di hemû karên din de jî
jêhatî bî, ne wisa ye?
Hebîb ji ber dilpakiya xwe pirsa serwera a bombekirî bi erênî
dibersivîne...
Hingê têgînek tê serwer ku teska Hebîb bişkîne û fenekî mezin bi serê
wî bîne.
-
Ez ê niha sê çiwalan ji te re bînim, yek genim, yek ceh û yek jî nîsk,
ne tu dibêjî ez di her tiştekî de jêhatî me, vaye em ê hunerwerî û
jêhatiya te ezmûn bikin. Dibe ji vir heya serê sibeyê tu van sê
çiwalan hevlî hev bikî û berî berbangê jî carik din ji hev veqetînî, û
heke te wisa jî nekir zanibe îşev şeva dawiyê di jiyana te de ye. Bi
van gotinan serwer xwe li derî badide û derdikeve.
Hebîbê reben çendekê ditevize û pê re carik din li hişê xwe vedigere û
ji xwe re dibêje
-
Law te çi bi serê xwe kir! wey bila ev zimanê seyb bibe xwarina sehan,
te ji xwe û meydana vî zalimî xêr bû? De ka bila dilpakî te ji vê
giriftê rizgar bike. Gelo firîşteyên ezmên giş bên dê karibin vê
peywira hanê heya berbangê bi serî bikin!
Hebîbê tepeser dikeve tengasiyê û nema dizane dê çawa bike, şarezayê
dartiraş nema dikare bi textikekî bigre û tirs û saw dilê wî dadigre.
Di vir de rola jina Hebîb derdikeve holê, jina wî jî pir hişmend û
dûrbîn bû, ew diçe cem Hebîb û jê re dibêje
-
Mêro, ev serwer mirovekî zalim e û dixwaze her kesî bixe bin gotina
xwe, lê te jî çewtî kiriye û tu ewqas dilpak û kewden î, ku tu hesabê
bersivên xwe nakî. Lê dîsa tu xeman nexe, tu mirovekî asan î û di hemû
jiyana te de te tu ziyan negihandiye kesî, lewere ez dabîn dikin xwedê
dê li alî te be û alîkariya te jî bike.
Jinik
bi van gotinan dilê Hebîb hinekî hêmin dike û gotina xwe ya puxte
vedibêje “Hebîbê Necar Xewke Wek Her Car, Şev Yek Derî Hezar“.
Hebîb bi gotina hevsera xwe mitmane dibe û dikeve xeweke aram. Bi
berbangê re û bi teqteqa deriyê hewşê re Hebîb hişyar dibe!
-
Kî ye?
-
Em in, leşkerên Serwer, zû derî veke, serwer miriye û divê tu zû
darbestekê (tabûtekê) ji wî re çêbikî...
|