HAWAR
Ne Erê û Ne Na,
Helwesteke Hişmedî ye lê Zilm û Zînat e?.
-I-
Eynî îro bû wexta
ew kûr girîbû, eynî îro bû wexta dilê wî dê ji sîngê wî derketa, di wê
rojê de mala hevalê wî Ûsib barkirin bajarê Helebê, Ûsibê ku her tişt
di jiyana wî de bû, barkir, çû, Ûsib dê nema her roj di serê sibê de
deng li wî bikira, bi Ûsib re jiyan xweş bû, dar, mêrg, gul û heya
qeracên tazî jî geş û jîndar bûn, eynî roj îro xwe dubare dike, eynî
felek îro dilê wî dişkîne, piştî panzdeh salan, birîna kevn ji nûve
vebû. Dûrketina Ûsib jiyana wî tarî kir, dûrketina Ûsib pir hêz û
şiyana wî bir heya ji nûve biser xwe hat, wek çawa agirekî mezin bi
gulîstanekê keve û hemû gul û kulîlkan bişewtîne, îro agir bi dilê wî
ket, îro gulistana dilê wî telaf bû, ew li dûr xwe mêze dike, hemû
xelk asan e, dar, mêrg, keç û xort, dimeşin, lê ew nizane çi bi dilê
wî hatiye, barê çiyayekî di sîngê wî de, ew nikare nefesan bikşîne,
serê wî gêj bûye, çavên xwe baş nayên vekirin, xwarin bi wî bê çêj e,
av bi wî tal e, wêneya wê davêje alî çepê û direve, lê ew ji alî rastê
ve tê pêşberî wî, tikan jê dike, wî berde, jê bidûr keve; herçend di
dilê xwe de derewan dike, lê dixwaze li ber sîpera wê bimire, lê neçar
e, xuya ye felek li dij wî ye.
Piştî Ûsib çû wê
şûna Ûsib girt, û bû hevala nefesa wî, bû stêrka azmanê wî. Berî du
salan bi slaveke kurdî xwerû ew nas kir, wê rojê li ber deriyê
rêvebiriya dibistanê ew tûşî hev bûn, herduyan karê mamosteyî dikirin,
lewma tev diçûn eynî dibistanê, lê berî wê wextê, wî pir guh an jî
bala xwe nedidayê, mamostayeke din bi wê re diçû, û ji kelevajiya
qederê, ewa mirova wî bû, lê Dilşikest pir ji wê tengezar bûbû, û
nedixwast rûyê wê bibîne, digel ew qet ne xweşik bû, ew poz bilind bû,
tê bîra wî, rojekê ew li mala pismamê xwe bû, û ew hîndara xizma wî
hat, derbas hundir bû bêyî silavê jî li wî bide, wî pir pûte bi
kiriyara wê nekir, lê roja din pismamê wî, ê ku di wê wextê kurê
xwîşka wê hîndarê bû jî, ji Dilşikest re got, tu dizanî çima xaltiya
min slav li te neda?, ew dibêje tu yê rû li ser wê bibî û siba li
zanîngehê bêhna wê bi xwîngiraniya xwe teng bikî!.
Dilşikest pir kûr
keniya û got, wey bavo, bi xwedê baştir e, çimkî xuya ye, ez pir
xwîngiran im, wê rebenê xwe ji min azad kir.
Eva ye sedema ku
dilşikest ji keçika xwe bidûr dixist, lê mala xwedê ava be, dema slav
li keçika xwe dabû, ewa pozbilind ji dibistanê hatibû veguhestin û
çûbû dibistaneke din. Keçika wî jê pirsî, tu ji kîjan gundî yî ji
Efrînê?, jê re got ji (.....), û tu ez jî ji kîjanî yî?, ez jî ji
(....)
Dilşikest di wê
çaxê de bi tu şêweyan bi keçikan an jî bi evînê ne diponijî, dilşikest
wê çaxê xwe teqez ji xwendina û xizmeta kelepûra Kurdî re vala kiribû
û serê xwe pê diêşand, lewma wê rojê wexta tev ji dibistanê vegerîne,
di dirêjiya rê de, li ser mijarên curbecur vê re ket gotebêjan, ji
kelepûra kurdî heya fêr û dabên civakî û pirsgirêkên siyasî. Tiştê
Dilşikest matmayî hîştibû ew bû ku ev keçika ji wan hemû meseleyan hay
bû, û bi teşeyekî rêkûpêk, ne tenê wisa lê ew pirtir matmayî bû, wexta
bihîst ku meraqa wê jî karê nivîsînê der barê kelepûra Kurdî ye.
Dilşikest di nav xwe û dilê xwe de got, gelo ev rastî wisa ye, lê ew
wek hemû keçikên din ên ku xoretî dibînin, bi deh rûya xwe pêşkêş
dikin, bo dilê wan birevînin. Evan rêwîtiyên han dora mehekê domandin,
û di her rêwîtiyekê de wî tiştekî nû di keçika xwe de dinasî, lê ta wê
demê tu tiştî taybet ji bilî, rêhevaltiyê di dilê wî de ji keçika xwe
re tune bû, heya rojekê ji xwe pirsî, gelo dibe ez rêbaza xwe bişkînim
û bi vê keçikê biponijim an jî jê hez bikim, na na , neçar e, min sond
xweriye, ez tiştekî wisan nakim. yek caran xwe azar jî dikir û digot,
tu çiqas nezanî, ma her keçikek bi te re biaxifî, tu yê jê wê hez bikî,
dibe tu ji hemû keçikên bajêr hez bikî!.
Evîn, ta niha tu
kes nizane, ew çawa û ji bo çi tê û wisa çiyayên serîazîman dirûxîne.
Dilşikest wek hemû kesên din bûye qurbanê evînê, di vê golê wer bû, lê
kî dibêje evîn şahî, xweşî û dilfirî ye, ew teqez derewan dike, bi
kêmasî ji bo kesên evînrast û evîn ji dil, evîn êş, kul û birîneke kûr
û bê derman e, evîn terazî ye, evîn, hest û hizr, êş û arîşeyê encam
didin.
pêre Dilşikest û
keçika xwe her hefteyê du rojan ligel diçûn dibistanê, roj ji rojê
dilşikest dilê xwe berve wê germtir dibû, wê tu taq û derfet dedidan
ku dilşikest, hindiktir guman li cem peyda bibe, ku ew ne miroveke
teqez û bê hempa ye, keçika xwe di her liv û tevgera xwe de avend û
cuda bû, di kenê xwe de, di axaftina xwe, axaftina wê axaftineke pir
taybet bû, wê şorên xwe bi mêzînên zêr dipîvan berî ku ji devê wê
derketina. Her diçû Dilşikest hizir dikir, ku tiştek di dilê wî de
mezin dibe û bê vîna wî dilebite û hewl dide xwe ji tora aqilê wî
rizgar bike û xwe berde meydana dilîniya bê sînor, Dilşikest ketibû
şerekî diwar navbera dil û hişê xwe, aqilê wî dijbertî têgîna
rizgirakirina dilîniya wî dikir, û di her aboneyekê de, bi bîra
Dilşikest danî, ku çawa dilîniya wî ew berê xapandiye, û hêj birîna bi
sedema wê nekewî ye.
Roj yekşem bû,
şeva berê xewê riya xwe di çavên dilşikest de nedît, di tevahiya şevê
de Dilşikest bi keçika xwe diponjî, di dirêjiya şevê de, bûbû goran û
qurbanê şerê dilînî û aqilê xwe ve, Dilşikest dizanî ku tiştek li cem
wî berve keçika xwe peyda bûbû, lê bi rastî û digel ku kelexa wî wek
çiyan bû, ji çavên keçika xwe ditirsî, û wexta ew didît, tev pûç dibû
û zimanê xwe dihate girêdan, herçend wî piraniya derfetê dida aqilê
xwe, lê dilîniya wî jî têra xwe ew dêşand, dilîniya wî cihê xwe
girtibû û wek veyrosan roj ji rojê dilê wî dikola û ew berve derdê
evênî birêve dibir, ew li derve dikanî, diçû û dihat, lê di dilê wî de
tu kesî ew agirê bê wijdan û Holman nedinasî, tenê wî agirî dilê
Dilşikesk dişewitand û hêz û şiyana wî dibir.
Evîn çî ye?, ma
rast evîn bê hêza mirov tê, lê mirov wê ji xwe re diafirîne?, gelo
mirov ji rûyê keçikê dibe evîndarê wê, lê ew keçik mirov bi hişê xwe
dadigre?. Van pirsên han bi şev û roj dihatin bala Dilşikest, û bi ser
kula wî de kul û êş dubare dikirin.
Dilşikest ketibû
nav fikar û sergêjiyan, wî çiqas berê digot ew mirovekî, bilyan û
hişmezin e, û dê nema ezmûna ku pişta wî bi evîna keçika cîranên wî
şikandibû dubare bike, lê xuyabû ku yan wî derew dikirn û yan jî
qederê rola xwe dilîst. Dilşikest rojekê bi xwe re rûnişt û got, “law
te hay ji xwe tune tu çi dikî, tu carik din berve kul û êşan diçî, tu
carik din berve fikar û endîşeyan diçî, eger heye tu dîsa bedbîn û
dilşikest bibî, hay ji xwe hebe, tu berve gola mirinê, berve gola
tarîtiyê diçî, rojên berê nayên bîra te, nayê bîra te çawa tu di eynî
rewşa han re derbasdibû, û te digot wey çiqas jiyan xweş e, lê mirov
nizanê lê bijî, lê paşê piştî, evîna te şikîbû, tu çiqas westiya, te
çiqas giriya”.
Mirov çiqas ji
xwe bawer û bi hêz be, lê di navbera wî û derûna wî de, ew lartir û
nizimtir heyîn e, mirov dikare li hemû kesan deweran dike, lê ew li
pêş derûna xwe wek berazekî tise û kêm xwe ditewîne, mirov dîlê wê
derûnê ye, mirov çiqas pozbilind e, lê gava tê ba derûna xwe bi
devegezan xwe davêje û ling û pêlavên derûna xwe diramûsîne, ew çiqas
angaşt dike ku ew hêja ye, bi hêz û leheng e, lê ew nikare li pêş
derûna xwe bisekine û bêje tu şaşî, tu setemkarî, tu bê wijdanî.
Dilşikest ji van
mirovên han bû, lê ew ne bi tenê bû, ew nimûneyek ji hezaran bû, lê ew
dîsa digel kêmasiya xwe leheng bû, bi kîmasî wî diaşart û li xwe dina
ku ew wisa ye, lê ew kesên din durûtî dikirin û xwe li pêş xelkê
dixapandin, ji wan bû ku mirov tenê li pêş xelkê xuya ye û kêmasiyên
wî tenê li pêş xelkê diyar û pendî ne, herçend wan riswatî ji derûna
xwe didîtin, û her roj seza xwe ji wê bê holmanê vediguhestin, lê
dîsa ji dûrûtiya xwe danediketin.
Dilşikest bi van
hemû tiştan difikirî, beyî ku zanibe keçika wî xwedî çi helwest û
boçûn e, gunehê rebenê tune bû, guneh gunhê Dilşikest bû, wî ji xwe re
xewn dîdinan û li ser kêfa xwe pilan û sêwiran dadinîn. Dilşikest
dizanî ew kîmasîk e di wî de, lê dîsa jî, guneh dixist stûyê wê, dîsa
digot, ew sebeb e, heke ew ne sebeba dê wek hemû keçikên din be, dê bi
sê-çar rû be, dê xaponek be, dê tenik û hişbiçûk be, dê wek piraniya
keçikên va serdemê be, guneh gunehê wê ye, ku ewqas avend û birêz e,
baqil û xweşik e, zana û hişmend e, vane gunehên wê, Dilşikest piştî
evîna xwe ya yekem, piştî evîna xwe a bê terazî, li zanîngehê bi dehan
keçik naskirin, bi dehan re danûstand, lê ew tenê bi zayend û nav
keçik bûn, ew bi hejmar û laşe keçik bûn, pirtirî yekê doza evînê bi
wî re kir, tu kesî rêya xwe di dilê wî de nedît, tu kesî binemayên
evînê li nik tune bûn, dibe wisa be û dibe jî qeder wê çaxê ji
Dilşikest razî bû û nedixwast wî bixe goristana derd û kulan.
-II-
Siba Dilşikest dê
ligel hevala xwe biçe dibistanê, siba rojeke dîrokî û çarnûsî ye bo
Dilşikest, ew nema kare kul û êşa evînê hiligire, ew ê siba ji keçika
xwe re dilê xwe verişîne û dilînî û hesta xwe bereve wê jê re bêje.
Roja din
Dilşikest ji xew hişyar bû, lê qasî ku di xew de şer bi hişê xwe re
kiribû, ew westiya bû, laşê wî tev dipirpitî, fikra wî linavhevketibû,
gotinên wî ne asa bûn, çawa ji xew rabû, cilên xwe li xwe kirin û
gihîşt rawesteka trombêlê, ew jê hay nebû, tenê tiştek di serê wî de
bû, tenê bala xwe dabû ser gotinên ku berê ezberkiribûn, û dê ji
keçika xwe re bigotana, Dilşikest wek zarokekî ji seza dayîka xwe
ditirsî, her wisa ji keçika xwe ditirsî, hezar mixabin, ew bûbû
zarokekî biçûk, zarokekî vala û bênirx, bi kêmasî wî wisa li xwe
dinihêrî.
Dilşikest berî
jivana trombêlê bi nîv katjimêrekê li wir rawestiya, wî dizanî ketibû
çi rewşeke pîs û riswa, lê wek ewê ku bi deh kêndir û weresan girêdayî
bû, çiqas hewl dida xwe rizgar bike, lê neçar bû, ew bûbû mirovekî
benckirî, û bê vîna xwe tevdigerî.
Çavên wî tenê li
rêya ku delala xwe dê tê re bihata bûn, ew bi tiştên li dûr xwe
nedifikirî û ne jî bi wan dihesiya. piştî kûrçavdêriyekê, delala wî
wek roja sibê hilhat, keçika wî wek bihara dereng mayî ji paş rûjariya
zivistanê derket. Wexta dilşikest ew dît, tiştekî xwe di dilê wî de
livand, xwîna wî bileztir bû, pirpitên dilê wî dubare bûn, xwî ji
eniya wî herikî, hişê wî lihevket, gotinên ezberkiribûn, tev hatin
jibîr bûn, kabên wî cirifîn, ewê dê biketa, lê xwe sipart dîwarê ku li
ber sekinî bû, wek çawa keçika wî, tîr û qurşînek avêtibû wî, wek çawa
dilê wê bi Dilşikest şewitîbû û dixwast wî ji kêşeya wî azad bike û
bişîne jîhana vehesa dawî, cîhana ku Dilşikest ji arîşe û zînata wî
rizgar bike.
“ Siba te
bi xêr mamoste “
“ bi xêr û
bi silamet, tu çawa yî, hevala min?
“
“ Ez baş
im, heke tu baş bî”
” Ez baş im”,
lê ev gotin derew bû!
Di rêwîtiya wan a
dibistanê de, digel ku Dilşikest di nêzîktir rûniştina xwe de ji
keçika xwe bû û bi hemû livên laşê wê dihesî; lê her diçû dilê wî
pirpita xwe dubare, sê, çarbare dikir, Dilşikest rastî li rex wê bû,
lê newêrîbû li rûyê wê mêzebikira. Dilşikest hewl da gotinên ku roja
berî ezberkiribûn ji nûve bi bîr bîne, lê lihevketina hişê wî,
belavbûna ramanên wî, cirfandina laşê wî, ew kiribû rewşeke ku heke ew
fikrê ji laşê xwe berde dê bi rûyê xwe biçe erdê û bikeve.
Dilşikest berê
kiryarên han ji xelkê didîtin terq û henekên xwe pê dikirin, lê îro ew
bûye, ken û kelevajiya xelkê, Dilşikest îro evîndar e, lê evîneke ku
wî riswa dike, wî qet hesabê ku bikeve vê rewşê nekiribû, ji ber ku ew
bê vîna xwe di vê kortê werbûye, Dilşikest dê teqez xwe nekira vê
rewşa han heke biryar di destên wî de be. Lê evîn e, bê wijdan e, a ku
ew xistibû wê deraqî. Qasî mirov hin caran dikeve rewşine teng, qasî
mirov hin caran riswa û rezîl dibe, qasî ew li ber paldêr û xwastekên
xwe biçûk dibe!!.
Di nîvê rê de,
piştî Dilşikest têra xwe kêşe dît, ji keçika xwe re got “ mamosta,
tiştek li cem min heye ez dixwazim ji te re bêjin”
“Bêje ez
dibihîsim”
Dilşikest ji
nûşkeve, hemû gotin û sêwiranên xwe guhertin, wek çawa hêzeke nependî
ji dûr ve hat û dest di gotinên wî werdan. Ji ber ku ew ji keçika xwe
ditirsî, nexwast rasterast an jî a rast ew e, ku newêrî bêje EZ JI TE
HEZ DIKIM!?.
“hmmm”
“Bêje mamoste,
tiştek heye, tu çima deng nakî “
“ min
digot, min digot”
“ te çi
digot?“
“ Gelo ez
û te ve, em karin di pêşerojê de tiştekî hevbeş bikin? “
“ Çawa hevbeş
ango? “
“ ango projeya
marbûn û zewaciyê”
“ aha, aha,
ango ez û te bi hev re bizewicin!
“
belê, belê,
tu çi dibêjî??
“Mêzeke
hevalê min, ev meseleyên han, bi gotinekê nayên birîn, ev meseleyên
han, yan belê û yan jî na dixwazin, û ji ber ku wek hemû kesên din ên
ku te got na, dê yan ji te bixeyîdin, û yan jî ji te bi kîn bibin, ez
dibêjin, bila em niha hevalên hev bin, û pêre dê qeder rola xwe bilîze“.
Gelo
bersiveke han dê çi bi serê Dilşikest bîne, wî çi ji vê bersivê
serxwet kir ?, ne tişt, ew ne dabîn bû ku keçika wî dil heye an jî na,
fikar û endîşeyên wî hezarbare bûn, lê dîsa Dilşikest dê çawa pirtir
ji miroveke han nêzîktir nebe. Keçika wî avend e, keçika wî mezin û
bilind e, ew cuda ye, ên ku wisa difikirin kêm û sêrek in, ew heya ne
razîbe jî, wê nexwast dilê hevalê xwe bişkîne, wê Dilşikest fêr sebr û
kûrponijînê kir, wê Dilşikest xiste ser rêya rast, wê berdêl da
Dilşikest, ew her çû di dil û çavên Dilşikest de mezintir bû, wê
tiştekî şaş nekir, ew berejavî Dilşikest bû, wê hesab dikirin û tişt
kûr didîtin, lê berevajiya Dilşikest nayê wê wateyê ku ew nezan e, ew
jî baqil û hişmend e, lê ged û taybetmendiyên wê hîştin ku Dilşikest
ewqas bilez bibe, û hest û hizrên xwe jê re pêşkêş bike. Dilşikest wek
her mirovekî maf heye ku tiştekî taybet di serê xwe de biafirîne û
bide pey şopa wî, Dilşikest keçika xwe û ged û şanên wê jî di serê xwe
de afirandinbûn, ew jî li tiştine taybet digeriya, û wexta hevala xwe
dît sedî 99 ji van tiştan li cem wê dîtin, ma ev jî maf nade Dilşikest
ku bi herdu destên xwe nêçîra xwe hembêz bike û nehêle bireve !?.
-III-
piştî vê
rûdanê, jiyan di çavên Dilşikest de xweştir bû, rojên tarî ên ku di
ser wî re derbasbûbûn, nema hatin bîra wî, roj ji rojê dilîniya
Dilşikest li hember keçika wî mezintir dibû, Keçika Dilşikest bo
hîndara wî û pir tiştên li jiyanê hene û Dilşikest hay ji wan tune bû
fêrî Dilşikest kirin, Ew bûbû, heval, xwîşk, evîn û dayîka Dilşikest,
Jiyan ji nûve bi Dilşikest xweş bû, rûyê xelkê ji nûve li ba Dilşikest
geş bûbû, Dilşikest êş, kul û xeyîd ji ferhenga xwe avêjtin, Dilşikest
pirtûkên, hêsiran û girî şewitandin, Dilşikest rûpeleke nû di jiyana
xwe de vekir, Ew bû şagirtê sereteyê li dibistana hevala xwe, û
waneyên jiyanê ji nûve standin, Keçika Dilşikest bû qulbe û perestgeha
wî, heke ew bixeyîdiya, wî xwe davêjit hembêza gotinên wê, ew bûbû
dayîka ku ji zarokên xwe re dilorînin û wan dikin xew wexta ku
digiriyan. Wexta ku Dilşikest birçî dibû, xwarina jiyanê ji wê dixwast,
wexta ew tî dibû, ava aramiyê ji wê dixwast, wexta digiriya desmala
paqijkirina hêsiran di destên wê de danî ser rûyê xwe.
Gelo min
çewtî û kîmasî kirine ?, gelo min ziyan gihande kesî ? gelo ji mafê
min e ez wisa bi keçika xwe bifikirim lê na ?, Dilşikest ev pirsên han
ji xwe dikirin, çiqas dilîniya Dilşikest li hember keçika wî mezin
bûbû, lê wî ewqas hesab dikir ku tu ziyanê negihîne wê, Dilşikest
nedixwast dilê keçika xwe bêşîne. Dema ew rûşikestîba dilê Dilşikest
parve parve dibû, dilgel ku Dilşikest dizanî ku destê xwe di vê yekê
de tune bû, çawa be, û Dilşikest karekî wisa bike û delala xwe birîn
bike !?.
Dilşikest
heyşt mehan li ser vê hêviyê meşiya, û di van mehan de cîhanê rengekî
nû di çavên wî de lixwe kiribû, hemû wext û bûyer xweşbûn, hemû xelk
li ba wî geş û rûken bû, roja ew nedîtiba dê bi bihêstokê vê re
biaxifiya, keçika wî bûbû derman û aramê dilê wî, her ku diket nîr û
rewşeke teng berê xwe berve wê dizivirand, her ku tî dibû ji ava wê
vedixwar, Dilşikest digot qey ez nû ji diya xwe bûme, qey ez nû jiyanê
vedibînim, gelo ewqas jiyan xweş e, gelo ewqas azîman şîn e, gelo
ewqas bayê hênik dilê mirov vedike û wî hay jê nîn e ??.
Piştî
heyşt mehan Dilşikest carik din ji keçika xwe re got “ gelo tu gihîşt
çi biryarê der barê ew tiştê ku min ji te re gotibû ? “.
“ Wey te
hêj ji bîr nekiriye!” keçika wî got
“Çawa, ji
bîr bikim!!!!”
“Gelo ev
yek li ba min dê çawa bê jibîr bûn??”
Hevala min
ez di meseleyên han de pir jidil im, û di karekî han de ne pêkan e ku
ez bêjeyan vala bêjim, dilê min di te re heye, ez te dixwazim.
“Mêzeke
helalê min, gerek tu ji min nexeyidî, bila em wek berê hevalê hev
bin, û ez dîsa nabêjim, erê an jî na”
Xwedê wê
bibexşîne, carik din Dilşikest di kul, êş û endîşeyê de hîşt, lê li
alî din, hêviya Dilşikest jî bi siba nemir, ew niha li benda saleke
din e ku carik din jê re bêje, û ew jî carik din bêje ne Er ê û ne
Na.
Miheme Elî,
Efrîn |