Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
Berê şahiyek li
gundekî hebûya, ew ya hemû gund bû, miriyek hebûya hemû xelkê gund
reşî girêdida! Paleyek li çolê bima, xelk giş diçû hawar û alîkariya
xwediyê wê. Mezinek di nav gund re derbas bûbûya, hemû kesên biçûk ji
rêzgirtina wî re radiwestîn û radihêştin destên wî biramêsin!
Dirawêsên mala nexweşkî, ji tirsa ku wî azar nekin li ser tiliyên
lingan dimeşîn. Heke bihata û dawetek li gund çêbûbûya, hemû xelkê
gund daweta xwe hîs dikir, hemû kesî alîkariya mala dawetvan dikir,
cil, pirtî, xwarin û vexwarina xwe pêşkêş dikirin, heke mala dawetvan
ji xwendî û mêvanan re hil nehata, xelkê ew mêvan li malên xwe bi
xwarin didan û dikirin razanê, kesekî biyan nikarîbû cihê xwe di nav
gund de bigirta bêyî ku kemû kesî hay jê bûya. Gundî wisa malbetek bûn,
kîn û dexesî tune bû, dilsarî û rik çênedibû, pirsgirêk û pevçûn di
heman demê de rê li ber dihate girtin.
Di şevên
zivistanê de, malên mezin an jî şikeftên di navenda gund de dibûn cihê
şevbêrk û civînan, mezinan çîrok û salix digotin û biçûkan jî bi
miqatî û ode guhdarî dikirin, kesî gotina kesî nedibirî, û heke bihata
û yekî gotina ê din bibiriya jî, digot “me gotina te bi şêkir birî”.
Kesî kelevajî û terqên xwe bi kesekî nedikir ku wî biêşîne. Dengbêj û
sazbendan di van şevên sar de dilê mirovan bi destanên ku kûrhiya
dîroka kurdistanê radixêstin ber çavên guhdaran, germ dikirin û dilê
wan bi çîrokên evînên nemir gur dikirin. Sêwiran û karên hevbeş di van
şevbêrk û civînan de dihatin gotûbêjkirin, heke alîkariya diravî bi
kesekî pêdivî bûya, kesekî fedî nedikir bixwasta, ewên reben jî
dewir jê re dikirin.
Kesî gilî û
xinizî di paş kesî re nedikir, dijmin û nûkerên wan tew nikarîbûn xwe
têxistana nav civakên gundan, bi roj hukûmet tew newêrîbû bihata nav
gundan, çawa bibe û bi şev bihata, ew tew ne pêkan bû! Dema zewaciya
xortan dihat, kesî daxwazên, hosan û giran nedikir, qelenê tev biha
fîstan û sandiqeke textî bû, kesî doza cihê û mala taybet nedikir,
hemû kurên xwedî malê di heman malê de, dizewicîn, zarok danîn, û
mezin dikirn, bûkan serên xwe li ber xasûyan hil nedidan, kur çiqas
mezin û bi zarok bûna, tu carî gotin li bavên xwe venedigerandin, bi
gotinekê radibûn û bi yekê rûdiniştin, tu kesî basîn û neraziya xwe
nedida, tu kesî ked û mafê destê xwe ji ber bavê xwe venedişart, bav
stûnê malê ê rasteqîn bû, dayîk jî serdest, xanima malê, hîndar û
veguhêzera fêr, dab û destkariya bav û bapîran bû. Heke bibûya û bûkek
ji derveyî gunda bihata, hemû gund derdiket pêşwaziya wê, dîlan bi
rojan ji xort, keç, mêr û jinan vala nedibû, her nîvgerandinekê
kalemêrekê dest dixist bin guhên xwe û bi kêşana( Memê Alan, Cebelî,
Eyşa Îbê...) Dîlan ditevizandin û guh meraqdar dikirin. Jinên gund
alîkariya diya zêve di çêkirina xwarin û vexwarinê de dikirin, hemû
ciwanên gund kom dibûn û zave amade dikirin, hinekan, rihên wî rêş
dikirn, hinekan porê wî diqusand û hinekan jî cilên nû li bejna wî
dikirin, kes ji kesî nedidexisî, her kesî xêra ê din dixwast û digot
“aqbet li te be”.
Birayan zarokên
xwe ji ên birayên xwe cuda nedikirin, çi ji ên xwe re danîn û ên
birayên xwe re danîn, jinbirayan tu caran çavên xwe li ber tiyên xwe
hil nedidan, kes ji kesî nediêşî... Rêwîtiyeke civakî hêdî hêdî û
resen bi rê ve diçû, fêr û dabên resen werar dibûn, zimanê şêrîn
jiyana gundiyan dipêça, her kes bi kurdî diponijî û dixebitî, ken bi
Kurdî bû, girî bi kurdî bû, û saz bi Kurdî bûn. Kesên bi biyanî
biaxivîna dibûn armanca laqirdî û tinaziyan.... Gelo ev dîmenek sawirî
ye?? Na, Ev rast heye(bû). Li kuderê?? Ji xwe bipirsin...
|