Mihemed Elî ,Efrîn
Tu wek gula
biharê
Bêdestûr
Di
paytexta dilê min de
şîn bû…
Rengê te
Bîna te
cuda bûn
…
Di nav
bihara rengîn de
Tu bi serê
xwe biharek bû
Rengê te
serdestiya
Rengan
dikir !
Bîna te
Serkêşiya
gulan dikir !
rehên te
Feq û dav
venûştibûm
Dîlên te
sermest diketin
…
Nexêr ez
bûm
Peyçûnerê
mozan
Te bala
min kişand
…
Çêja te
xweş bû
Bîna te ez
bestim
Ez bûm dîl…
…
tu ne
camêrî
tu ne
xêrkarî
bîna te bi
buha
rengê te
bi buha
…..
bihar êdî
zivirî
havîna
germ
tu çûyî
tu çûyî
bi te re
rengê paytexta dilê min
tu çûyî
bi te re
sermesta hişê min
…
vaye îro min
terka mirovan kiriye
vaye îro paytexta
min bûye kavil
nema li wir sosin,
perzel, kew û bilbil...
........
tu bûyî dîlbera
bêholman
bîna te ez wêran
kirim
tîrêjên te
çavên
min bê şemal
hîştin
paytext bûye
sengera
hestên kavilî
te dilê
min qelp kiriye
nema hesên
durust diafirîne
te bi derd
û merezan ez pêçame
te û te
...
…
gelo
bihara te çima dereng ma ?
gelo
şûnwarê te çima tarî û bêgiyan ma
bîna qirêj
ez bê henase kirim
dîmenên bê
reng ez derhest
diltarî
bê raman
bê dilînî
û
dildarekî
reş dil
bê gul
bê reng
tal çêj
û
nizanim
çi
kirim…
Ez
li te jûvan im
Ez bi
hebûna dil di sînga te de
Bi guman
in
Te dilê
min dizî
Bo çi wisa ?
Te kul
kirin hezar
Bo çi dîsa ?
Hêdî bes e
Zînat
Jan
Nankorî...
Gelo hestên te
nîn in
Gelo birînên te
Bê xwîn in...
Gelo şikandina
dilan
Meraqa te ye
Gelo xapandin
Hunerweriya
Dibistana rewişta
te ye
....
Tu hat
Te tov
çand
Tu çû ew
ziwa bû
Tu hat
geşedanî hilhat
Tu çû tarî
bû dûpat
Bese hewl
bide
Min tu
naskiriye
Bese
tevbigere
Sêwiranên
te
Kifş bûn
Min tu nas
kir
Tu diza
dilan î
Tu
tundkara hişan î
Here ez nema
Diljar im
Here
Ez nema
Dêmreş
janhinav
Û
hejar im...
|