::
Nêrîn
Heke mirov
bixwaze alozî û tevleheviya ku îro li Lobnanê peyda ye binase, gerek
ew bi hişê xwe hinekî şûn ve vegere. Lobnan wek hemû welatên dî ên
rojhilata navîn qurbanê dagirtina Ereban e, a ku vedigere sedsala
heftemîn ji zayînê, dema ku Ereb wek refê kuliyan bi navê Îslametiyê
li herêmê belav bûn.
Em ê li vir ne
êrîşî kesî bikin; lê em ê rastiya dîrokî derxin holê. Di hemû pirtûk û
belgeyên dîrokî de xuya ye ku rewşa Ereban a berî angaşta daketina ol
û vîna xwedê bi ser Mihemed de, zor lawaz û genî bû, Ereban ji bo
meyhekê an jî hêştirekî bi salan şer û talanî li hev dikirin, û ji ber
newaz û sêrekiya ber û berhemên xwezayî ji aliyekî û zêdebûna hejmara
wan ji aliyekî dî ve, li gel neheqiya civakî û belavbûna pergalê
benîtiyê, rûbera Cizîra Ereban li wan teng bibû.
Vêça Mihemed rewşa Ereban kûr vekolandibû, û li çare û dermanan ji vê
rewşê re digerî, nemaze ew pir caran wek bazirgan çûbû welatên Suryanî
û Romiyan, û li wir têkilî bi şaristanî û ola Xiristiyanî re çêkiribû.
Û ji ber ku Ereban li şepal û çûlên Erebistanê ji bilî şivanîtî û
pûtperestî nedîtibû, Mihemed zanî çawa van hêmanên nû dîtine bixe
berjewendiya xwe. Her weha mirovê me vegerî Erebistanê û xwe ji
qompile û derewa mezin re amede kir.
Belê mebesta min
ji vê kurte-destpêkê ew e, ku ez cihê taybet yê Şamê di serê Mihemed û
peywerên wî de xuya bikim.
Wek hûn dizanin,
Îslametî li Erebistanê berî her derî bi zor û kuştinê hat belav kirin,
û tundî û berxwedana êlên Cihu û Yemenî li dij hovîtiya Ereban baş
diyar e, çimkî armanca yekemîn a Mihemed ew bû ku pişta xwe li
Erebistanê misoger bike, berî ew berê xwe bide bihişta ku behsa wê ji
hevalên xwe re kiriye(Şam). Lê mala xwedê ava û wî bi çavên xwe ev yek
nedît, çimkî berî pêkhatina wê yekê ew mir, lê li ber mirinê wî hezar
carî wesek û gunehê xwe da stûyên dewsgirên xwe ku berî axa wî sar
bibe gerek Şam bê dagirtin, çimkî li gor bîrnasiya(felsefeya) wî, Ereb
nikarin wek hêzeke sereke biserkevin, heya şam û oldarên Zerdûştî hene.
Li ser vê bingehê,
dewsgirê wî ê yekemîn Bavê Bekir û ê duyemîn Omer tundtirîn êrîşên xwe
ên dirinde li dij van herdu herêman birêve birin, û bi sedhezaran
mirovên bêguneh kuştin, belê hertim jî dirûşim û silogan, belav kirina
ola rastiyê, ola Xwedê, Îslametî bû!, lê rastî û bi hêsanî, tunekirina
û valakirina meydanê ji Ereb û derewa nû-Îslametî re bû.
Pêre û piştî
terorkirina xelk û şaristaniya herdu herêman, Ereban dest bi
raguhestina êlên xwe ji Erebistanê kirin. Li hember van tavên mişk û
kuliyan, ol û xweparêzên herdu herêman ji Kurd, Faris, û Suryaniyan neçar
man ku berve çiyan ve koçber bin, çimkî kuliyên çavbirçî berî her
tiştî bezîn mal û milkê van xelkan, û di dest pêkê de guh nedan ew
kesên berve çiyan revîne.
Wek çawa kurdan
deşt û bajarên xwe berdan û berve çiyan reviyan, her wisa Suryanî jî
berve çiyayên perava Derya Sipî çûn, û ji ber ku çiyayên Lobnanê
asêtirîn van çiyan bûn, piraniya Xiristiyanên Şamê revîn wir.
Lê di serdema
Dewleta Ûmeya û Ebassiyan de, Xiristiyaniyên Lobnanê carik dî bûn
armanca êrîşên Ereban, û her çû hejmara wan rebenan kêmtir bû, çimkî
piraniyên wan yan hatin kuştin yan jî bi darê zorê bûn misliman, ne
tenê wisa lê piraniya deştên Lobnanê ji Xiristiyaniyan hatin sitandin
û êlên Ereb ji Îraqê li şûn wan bi cih bûn(wek deşta Elbîqqa).
Qetilkirina û
pinpêkirina mafê Xiristiyaniyan li Lobnanê heya sedsala şanzdehan ji
zayînê berdewam kir, ango piştî dagirtina Osmaniyan ya rojhilata navîn
bi sed salî. Lê piştî sala 1600, Osmeniyan dest ji zordestiya xwe li
hember wan berda, çimkî di wê demê de Osmaniyan mafê parastina
Xiristiyaniyan li rojhilatê dabû Firansa û Rûsiya, û Xiristiyaniyan
pergalekî nîv-serbixwe sazkiribûn, ev rewşa Xiristiynên Çiyayê Lobnanê
rewşeke taybet bû, em karin bêjin ku ne ji ev rewşa taybet ba, dê îro
xiristiyanî li Lobnanê tunebane.
Lê hertim ev
hejmarê Xiristiyaniyan wek êstirî di gewriya Erebên misliman de bû, li
gor wan Xiristiyanî xiniz û dostên mêtinger bûn, û her derfet didîtin,
hewl didan ku êrîşî wan bikin, lê piştî ku Firansa di sala 1920 an de
Lobnan û Sûriyê dagirt, di sala 1921 an de biryara avakirina Lobnana
mezin derxist holê, di wê biryarê de hemû xaka dîrokî a Lobnanê ji
Sûriyê veqetand û xist nav sînorên Lobnanê.
Di sala 1943 an
de Lobnanê serxwebûna xwe ji Firansa sitand û pergalekî demokratîk û
pir-alî damezirand, belê di vê demê de misliman jî di Libnanê de hebûn
û bûn beşek ji beşên rojeva siyaseta Lobnanê, lê piranî van mislimanan
bi çavekî pîs li Xiristiyaniyan dinihêrîn, û tim xwe diavêtin Erebên
derdorî Lobnanê ên ku bi dilfirehî destêwerdana nav Karên hindirî ên
Lobnanê dikirin, û armanca wan jî ew bû ku Xiristiyaniyan bi tevahî ji
holê rakin û mislimantiya xwe a pîroz li ser hemû axa Lobnanê belav
bikin, belê xiniziya misilimanên Lobnanê bû sebeba du şerên navxweyî
di salên 1952 û 1975 an de, û encama van herdu şeran koçberkirina
sedhezaran ji xiristiyanên Lobnanê bû, ango şerê navxweyî hevsenga olî
û Etnîkî xist alî Erebên misliman,(em li vir dibêjin Etnîkî, çimkî
Xiristiyaniyên Lobnanê xwe Ereb nabînin, ew xwe paşmakên Fînîkosan-ew
gelê ku ji 4000 sal de li herême ye dibînin).
Di sala 1989 an
de, û bi bahaneya ku ew aştî li Lobnanê dixwazin, Erebên misliman bang
li rawestandina şerê navxweyî ê Lobnanê kirin, û di encamê de hinek
nûkerên xiristiyan bi diravan kirîn û xwe wek berpirsiyarên
Xiristiyanên Lobnanê bi navkirin û peymana Altaêf hat morkirin. Belê
Xiristiyanan li Lobnanê ev peyman şermezar kirin û li paş serokê xwe ê
rewa Mîşêl Ûn bûn yek, lê Sûriya ku dibêje ew xêra Lobnaniyan dixwaze
bi balefiran, tankan û bombeya, Xiristiyanên reben kuştin, û zext li
ser birêz Ûn zêde kir heya ku ew bêgav ma ji Lobnanê derkeve Firansa.
Pêra serdema
dagirtina Sûriyê ya Lobnanê dest pêkir û ta roja îro jî berdewam e,
belê Sûriyê di van panzdeh salan de siyaseteke pir qirêj li Lobnanê
meşand, wê bi sedan Welatparêzên Lobnanî kuştin, çeteyên çekdarî wek
Huzbullah avakirin, û Lobnan kirî ye kewar(enbar) ji bazirganiya Efyon
û çekan û revandina mirovan re, li gel hêzên Îstîxbaratên wê destên
xwe dixin her biçûk û mezinekê li vî welatî.
Hêjayî gotinê ye
ku kurdên Lobnanê, ji ber ku piştgiriya birayên xwe ên di bin zilma
Sûriye de ne jî, pir ji hovîtî û kiryarên dirinde ên Sûriyê dîtin.
Îro piştî panzdeh
salan, ew hêzên ku alîkariya Sûriyê kirine, hişyar bûn, û dîtin ku
Sûriyê wan dixapîne, vêça hemû Lobnaniyên welatparêz di eniyekê de bûn
yek û ji dargirkeran xwestin ku biqeştin, lê persiva Sûriyê ji wan
re(Merwan Himêdî)-endamê dijber di perlemantoya Lobnanê de, û pêre ji
ber ku Refîq Al harîrî tevle vê daxwazê bû, Bersiva wî jî wek we
hemiyan dît, qetilkirineke hovane bû, çima na, ma Sûriyê ne dostê hêzên
pispore di vê rêyê de, bendên xwedê(ayat allah) li Îranê, û sêwiyên
Ataturk li Tirkiyê.
Bi baweriya min
Sûriya ku ewqas sûd û havilê ji Lobnanê digre, dê heya dawiyê, li ber
xwe bide, çimkî derketina wan dê ne tenê ziyanê bigihîne berjewandiyên
wan ên aborî, lê dê rûyê wan ê reş jî riswa bike, ev ji bilî tirsa wan
ji mirovin hişfireh, nûjen û azadî û rast-demokratî xwaz.
Pirsa dawî, ta
kengî sayên dev bi xwîn dê azad bin, û xwîna bêgunehan bimêjin?
efrin2615- Efrîn |