Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
Heke mirov bi
baldarî li ser biwêj û metelokên Kurdî bisekine, dê bibîne çawa kurdan
bi dirûvekî zîrekane bûyer, serpêhatî û dîmenên civaka xwe di van
biwêjan de hûnandine.
Jixwe her biwêjek
encama ked, rêwîtî û rêveçûneke dûr û dirêj e, wek çawa di fîzîk,
kîmya û bîrkariyê de, lêpan û çavdêriyeke bi sebr û saman û ezmûneke
rêkûpêk di taqîgehan (ezmûnxaneyan) de, zagon û yasayên zanistî
pêşberî me kirine, Kurd jî her wisa di ezmûn û çavdêriya xwe a civakî
de gihîştine van zagon û encamên bingehîn, ên di her dem û nîr de
karin bibin çareserî ji arîşe û tevleheviyên civakî, malbetî û
kesayetî re.
Bi derbirîneka
penî û diyar, hemû biwêj û metelokên me Kurdan encamên ew bûyer û
serpêhatiyên ku bi salan di civaka Kurdî de qewmîne ne, û di akam de,
aqil, têgîn û parametrên tebat ji van hatine wergirtin û bûne alavên
rêxistina civakî, û her ku pêdivî bi wan heye Kurd xwe davêjin bextê
wan.
Di gotareke hanê
de, teqez ne pêkan e mirov têgihiştineke têrûtijî ji peywira bêwijan
derxe holê, çimkî hem sed gotarên hanê têr çêrî hemû biwêjan dike û
hem jî çîrokên bi her biwêjekê ve girêdayî nikarin li vir bên zimên.
Hêja ye mirov
bêje ku diyardeya biwêjan ne berhemek Kurdan a taybet û awarte ye, lê
di hemû civakên mirovahiyê de biwêj tên dîtin, û her wek jiyana Kurdan
jî, biwêjên wan miletan dîmenên civaka wan ên rastî arasteyî me dikim,
w.n Japonî dibêjin: (Rêklam dayîka bazirganiyê ye) û (amanên
baş tim biha ne). Ev herdu biwêj bi teşeyekî diyar rastiya civaka
Japoniyan pêşberî me dikin, ku ew civakek têkildarî pîşesazî û
bazirganiyê ye. Li cem cihûyan jî pir biwêjên ku rastiya wan derdixin
holê hene, Cihû dibêjin: (Dirav bêjiyan rewa dikin) û (Goştê
bê hestî bijare ye), Em bawer dikin pêdivî nîn e em pir bi
ravekirina têkiliya Cihûyan a bi diravan re heye de biçin, ew tiştekî
ji hemû cîhanê re wek rojê diyar e. Bi vî rengî Civak têvel in û biwêj
jî bê binî û ser in, û heke em ji Çînê de bigirin heya Amerîka başûr
em ê bi hezaran nimûneyan bibînin, û em ê rastiya her civakekê di wan
biwêjan de bibînin. Em naxawzin bi vê pir pêde biçim, her xwendevanek
kare vegere pirtûkên biwêjan û rastiya her miletekî bi xwe binase.
Em vegerin ser
biwêjên Kurdî, ên me gotiya dîtyarên ezmûn û serpêhatiyên sebaret bi
civak, malbet û kesayetiya kurdan in. Û bo em xuya bikin ev biwêj
çiqas têkildarî rastiya Civaka Kurdî ne, EM Ê TENÊ li ser biwêjekê
rawestin. Biwêj dibêje (Bûka salê qeşmera malê).
Sebaret bi biwêja
jor, em giş dizanin ku di civaka me Kurdan de-ji sedî em nebêjin sed,
lê belkî nod- ji bûkên ku nû tên mala marbûnê, di sala yekemîn de bi
şer û pevçûnên nav malê re rû bi rû dimînin, û pir caran ev pirsgirêk
werar dibin û digihînin bûkberanê jî; lê bi giştî piraniya van
pevçûnan piştî salekê vedimirin û her wiha rewşa peywendiyên bûkê bi
mala xwe a nû re asa û aram dibe. Kurdan ji berê û pêş de ev hêman
xistine hesabê xwe û zanîne ku ev rewşa hanê têkildarî rewşa derûnî a
bûkê ye, ango wan zaniye ev helwesta bûkê tiştekî jênerev e, yanê,
bûka ku ji jîngehekê derbasî jîngeke din dibe, bûka ku ji fêr û
têkiliyên dê û bav, xwîşk û bira, derbasî têkiliyên xwesû û ap, mêr,
tî û gûrmê dibe, xweza ye tiştekî wisa neyênî ji kiryarên wê derkeve,
jixwe mirov rojekê doşeka xewê diguhêre çiqas tengezar û nerihet dibe,
çawa bibê û mirov tevahiya mala xwe, warê zarokatiya xwe, fêr û dabên
xwe biguhêre!, nexwe mezinên me gotine Bûka salê qeşmera malê ye,
û hewl dane vê helwesta bûkê hembêz bikin, çimkî wan zanîbû ku bi
borîna demê re derûna mirov tê guhertin û hedî hedî fêrî rewş, war û
mirovên nû dibe.
Ji vê dahûrandinê
diyar e, ku Kurdan ji berê û pêş de derûnkarî dane ber çavên xwe û ji
wê çaxê de têkiliyeke bîrnasî di nav xwe û dîmenên civaka xwe de
afirandine, û ezmûn û lêkolînên xwe di taqîgeha jiyana rojane de
lidarxistine, û di akam de zagon û çareserî ji pirsgirêkên xwe ên
sereke re derxistine holê, helbet ew jî biwêjên em çêr wan dikin ne.
Heke em li civaka
Kurdan a îroyîn binihêrin, û bi sedan pirsgirêkên ku tê de peydayî ne
bihejmêrin em ê nikaribin, biwêjên xwe, parametrên xwe carik din bikar
bînin û hinekî ji van pirsgirêkên bê dawî çareser bikin?, jixwe bi
dehan welatên cîhanê pirsgirêkên xwe bi malmîrata xwe çareser kirin,
çima em Kurd vê biwêja xwe ya çar-şor nakin alava serastkirina hişê
xwe ê nûjen û çareserkirina pirsgirêka ku roj ji rojê mezintir dibe,
ew jî mixabin, ketiye her malekê, û bûye sedema, dilsarî, zikreşî û
pevçûnan di navbera Kurdan de, û heke wisa biçe dê tevahiya sazûmana
cikava kurd hilweşîne, û em bawer in, her hişyarek dizane, hilweşîna
malbet û civaka Kurd tê çi wateyê ji tevahiya hebûna Kurdan re.
Bi baweriya me,
gerek em bê pir hesab û ponijîn bilez ji bo afirandina dam û dezgehên
ku komkirin û dahûrandina folklor û zargotina kurdî ji xwe re bikin
armaca sereke, û di pêşerojê de em folklor bikin beşeke hîm ji xwend û
fêrkirina zarok û heya ciwanên me jî, çimkî peywira yekemîn a folklor
xizmet û rajekariya civakê ye, û niha li pêşketîtirîn welatên cîhanê
fêrkirina folklora netewî di qonaxa sereteyî de cihê xwe girtiye, ango
folklor li ba wan ne tenê xemlandin û lîstik û bêhnvedan e, folklor li
cem wan beşeke resen û bingehîn ji jiyana nivar e, û ew jiyana xwe a
îroyîn li ser malmîrata xwe dihûnin. Folklornasa Emerîkî Mary
Magoulick dibêje “Folklor ne ew tiştên ku mirov dicivîne û mal û
pirtûkên xwe pê dixemilîne, folklor beşeke çalak ji jiyana nivar û
rojane ye”, em jî dibêjin folklor hevheyîna civakê ye, vê re
dibe, vê re mazin dibe û vê re werar dibe. Yanê folklore ji civakê
ye û ji bo civakê ye.
|