Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
Rastiyeke guman
tê de nîn e, ku her berhemeke folklorî hilberîna jiyaneke miştî, ezmûn,
ked, êş, raperîn û neraziya li hemberî rewşa mayîn e. Heke mirov li
van berheman bi hûrbînî mêze bike dê sedemên ku ew ji ber derketine
holê bi kitekitî binase. Agir berê xwegermikirin û parastinê bû, çekên
kevirî, hestî, û piştre ên hesinî pêdiviyên nêçîr û berxwedanê li dijî
lawirên kovî û dirinde bûn. Xwedawend berhmên tirs û sawa ji nezaniyê
bûn, nivîsîn paldêra vegotina hest û hizrên ku di sînga mirov de
dikeliya bûn... Hemû berhem bêyî ku yeko yeko bên rêzkirin, bi teşeyên
navborî derketine holê û ji ber ku pêdiviya wan girêdayî berdewamî û
werarbûna jiyana mirov bûn, ew her tim mane û bi pêşketina mirov re
peresîn bûne.
Lewre îro tê
gotin, ku mirov bixwaze rastiya gelekî binase, bila li folklora wî
temaşe bike, çimkî çiqas folklora wî kûr binase ewqas rastiya wî
miletî penî û eşkere derdiveke holê. Ev rastî ne tiştekî nivar û
hemdem e, lê vedigere kevintirîn dîroka rêkûpêk ya mirovahiyê. Di B.Z
669-627’an de, di serdema Keyayê Aşûrî Aşûrbanîbal de, ev rastî
derdikeve holê, hingê Aşûrbanîbal Kîlxaneya Nîneva (pirtûkxaneya
kilaveyên kîlî) li bajarê Nîneva avakiribû û di nisîvara ku bo boneya
vekirina vê kîlxaneyê de nivîsîbû ku armanaca xwe ji vê pirojeyê ew e,
ku mirovahî mifa ji afirandinên Sûmerî, Ekadî û Babîliyanan bike... Di
vê helwesta Aşûriyan de dixuye ku çiqas rastiya ew gelên navborî di
bermayên wan de mabû, ku Aşûriyan xwestibû nifşên pêşerojê jî sûdê jê
werbigirin. Di serdemên nivar de jî, û nemaze piştî serdema hişyarbûnê
(renaissance) de, zanyarên wê demê giraniyek pir mezin dane ser
vekolandin û naskirina berhemên folklora bapîrên xwe ku çawa ponijîbûn
û çawa gihîştibûn asta ku tê de dijiyan, nexasme, ew bi xwe ji ber
desthilatdariya ola Xiristiyanî di serdemeke tarî re derbasbûbûn,
lewre pêdiviya wan bi naskirina jiyana bapîrên wan hebû, û ev naskirin
jî di naskirina folklor û bermayên wan de veşartî bû.
Di rêveçûna
dîrokê de ev berhem bûn beşeke girîng ji kesayekî û gencîneya
afrînerên xwe, ku bêyî ew bên xwendin û vekolandin, dê tişt ji dîrok û
kesayetiya wan afrîneran neyê serwext bûn û pirsgirêk û girîftên heyî
jî neyên çareserkirin.
Gelê Kurd jî wek
hemû gelên din, xwedî folkloreke dewlemend e û gencîneya wî miştî
berhemên ku wêneyeke rasteqîn ji hemû quncikên jiyana wî re derpêş
dikin e. Lê tiştê balkêş ew e ku ev berhem mîna pirtûkine li benda
xwendinê ne, pirtûkine ku hemû pirs û xwestekan dibersivînin, ji ber
ku li ser ezmûn û xebata bi ked û dirêj ji alî bi sedan, bi hezaran
mirovan ve hatine nivîsîn. Kurd ji ber neheqiya ku li wan û dîroka
wan bûye, ji xwendin û soraxkirina van pirtûkan bêpar mane, û mixabin
heya ew kesên angaşt kirine ku dîrok û kesayestiya mirohahiyê li ser
bingeheke bêlayane û abojetkîv dixwînin jî, xwe ji soraxkirina dîroka
kurdan veguhestine û pute ji ber sedemên mêtîngerî û siyasî bi vê
dîrokê nekirine. Ev yek jî bi mebest pêk hatiye, çimkî Kurd îro
beniyên hin miletên ku di dîrokê de wek kujerên şaritaniyan tên
naskirin, û ji ber bextê kurdan ê reş, ev milet îro di stratejiya
hêzên navnetewî ên desthilatdar de, bûne kartek ku li gorî
berjewendiyên wan bikêr tên, lewre Kurd, dîrok û folklora wan bûne
qurbanên vê teraziya bêyom û ji ber zext û nedadiya ku li wan dibe,
îro bi bişaftin û qelînê re rû bi rû mane. Ji ber vê siyaseta hanê
dîrokek dewlemend, çandeke ku rolekî mezin di afiranda çanda
mirvanhiyê de lîstiye, roj ji rojê wenda dibe û xwedanên vê çandê ên
ku ji kesayetiya xwe tên bidûrxistin, bê nasname û dîroka ku rastiya
wan ji cîhanê re dinimîne, li holê bêçar mane, ew hîs dikin
pirsgirêkên xwe pir in, lê nikarin çareyan bibînin, hewl didin şêwazên
xelkê li xwe bipîvin lê ne pêkan e, cilên xelkê li laşê xwe dikin, lê
ew tew bikêr nayên, dixwazin xwe bi şêweyekî puxte vebêjin, lê liva
wan pûç bûye, destên wan giran bûne û zimanê wan lal bûye.
Li hember rewşeke
wisa kambax, çi ji gelê kurd bi giştî û rewşenbîr û zanayên Kurd bi
taybetî tê xwastin?? Ev pirs divê bi hişmendî û bi sebir bê
bersivandin, ev hişmendî û sebir jî, girêdayî ked û xebateke ku pir
westîbûn û xwedanê dixwaze ye, ev bersivandin dixwaze mirov li kok û
damarên xwe vegere, wan ji nû ve av bide, giyan û çawîra li ser qebêl
bûye paqij bike, ku ev kok û damar ji nû ve vejîn bibin û berên xwe
carik din bidin û li pirsgirêka derketina Kurdan ji dîroka xwe, ji
kesayetiya xwe xwedî derkevin bo carik din vegerin nav kaniyên dîrokê
û bi ava xwe carike din deryaya mirovahiyê miştî afirandin bikin.
Kurd di vê gava
xwe de dikarin sûdê ji ezmûnên miletên din werbigirn ku di heman rê re
derbas bûne, pir milet li cîhanê ji ber ku bûbûn beniyên dagîrkeran
çanda wan, dîrok û kesayetiya wan li ber mirinê bû, lê bi dasepand û
vîneke xurt û rasteqîn van gelan karîbû hêmanên ku bersivê bidin
pirsgirêkên xwe bi dest bixin û li kok û damarên xwe xwedî derkevin.
Xelkê Fînlanda mînaka herî berbiçav e, ku mirov ji xwe re bike pêşeng
û li ser gava wan bimeşe. Fînlanda bêtirî 600 sal di bin
desthilatdariya Swêd de benî û dagirtî bû, pê re ew kete bin destê
Rûsan, ên heman kiryarên Swêdiyan ku çand, ziman û dîroka Fînlandiyan
qedexkiribûn, kirin, û her wiha gelê Fînî gihîşte despêka sedsala
nozdehan, mîna gelê Kurd ne xwedî vîn, dîrok û kesayeta ku nîşana
heyîna netewî û dergûşa çareserkirina pirsgirêkên mayîn e. Lê Fîniyan
tew serê xwe ji rewşa heyî re netewandin û biryar dan ku li çand,
dîrok û kesayetiya xwe vegerin û miletekî bi navê Fînî û welatekî bi
navê Fînlanda vejîn bikin. Ji ber ku Zanyar û dilsozên Fînî zanîbûn ku
dîrok û kesayetiya wan di folklor de veşartiye, ji sala 1835’an dest
bi komkirina, helbest û sazên gelêrî kirin bi navê Kalevala
berhemek ji alî Lönnrot ve derket û bû stûna hemû xebatên der
barê folkor li Fînlanda. Di baweriya zanyarên Fînî de bû, ku hemû
regezên hebûna netewa wan di folklor de bûn, ziman, hest, hizr, fêr û
dab û hwd. Bi vî şêweyî û bi vê coşa Fîniyan, hemû berhemên folklora
Fînî hatin komkirin û dahûrandin û di encamê de kesayetiyeke puxte
derkete holê û hemû pirsgirêk û arîşeyên gelê Fînî çareser bûn û li
dawiyê bûn xwedî vîneke azad û welatekî serbixwe, nexwe folklorbû ê ku
ev mofirk di dîroka Finiyan de afirand, îro jî Fînlanda mezintirîn
welatên ku zanîna folklor lê tê xwedin û dahûrandin û her wiha bûye
yek ji pêşketîtirîn gelên cîhanê. Folklore navika netewa Fînî vejîn
kir û piştî fînî li wê xwedî derketin, wê jî berhemên xwe ji wan re
pêşkêş kirin û kok û daramên xwe jî xurt kirin, ku nema ji axa
neteweya Fînî derkevin...
Li Kurdistanê,
îro em di heman rewşa Fîniyan ya berî 200 sal re derbas dibin, em îro
ne xwedî vîna xwe ne, welatê me dagirtî ye, ziman û çanada me qedexe
ye û roj ji rojê şert û mercên ku bi ser têkbirina wan de dubare dibin,
civaka me îro bi hezaran pisgirêk û arîşeyan re rû bi rû maye, em
dibezin, vedilukumin, li çareyan digerin û wek min gotiye şêwaz û
cilên xelkê jî li xwe dikin, lê bizavên me giş bêsûd in. Em Îro
şevekûrî bûne, em liba dibin, lingên me li çareyan dikevin lê me hay
ji wan nîn e! Îro çi ji bo me gerek e em rêya xwe nas bikin û çareyên
xwe bibînin? Îro pêdivî ye em li wan xezne û gencîneyan vegrin û bînin
ber hev, wan bikin pirtûk, kurs û daringên lêkolînan. Zimanê me di nav
van berheman de ye, fêr, dab, têkiliyên civakî, danûstandina me bi hev
re, danûstandina me bi miletên derdorî me re, evîna me ya rasteqîn,
xwezaya me, çem, rûbar û xaknîgariya me, xwarin û vexwarina me,
gotinên ku hestên netewî germ dikin, helwest û lehengiyên ku serê me
bilind dikin, lorikên ku zarokên me bi aramî dikin xew, rêbazên ku
dihêlin keçik û xortên me rast û dirust evîndar bin, alav û amûrên ku
dihêlin em malên xwe ava bikin, cilên xwe şêwaz bikin, derûna xwe
sererast bikin û dost û dijminên nas bikin... Ev hemî di tiştekî de
veşartî ne û ev tişt jî li ber çav û destên her kesî ye, her kes
dikare vî tiştî bibîne û kom bike, lê behiya me ew sazî û dezgehên
Kurdî ne ku hem alav û hem jî dirav û lêkolîneran peyda bikin û em vê
folklora xwe kom bikin, bicûrînin û bimiqatî û hişmendî dahûrînin û
çareyan yeko yeko ji pirsgirêkên xwe re derxin ku li dawiyê em
netewiya xwe û rastiya xwe deyînin ser dewsa rast û cihê rast û layîk
di cîhana îroyîn de bigirin.
Dîkê rojekê be ne mirîşka salekê be
Axa bû ker cilika xwe çeneke ser
Bi sebrê bû mîrê misirê
Bûka salê qeşmera malê
.........
Mem û zîn
( evîn, lenhengî, dexesî, dijminê hundir)
Siyabemd û xecê(
lezokî, Evîna rast, pozbilindî)
Gênc Osman(
dilê ku sînorên qat û dewlemendiyê ji bo evînê dibirin, mêrxazî,
zimanê rewan, zanebûna keça kurd...)
Çend xêzên zêrîn
ji destana Gênc Osman û Naza Menên, ku bûyerên wê li herêma Efrînê
qewimîne û du dildarên kurd yek ji bajarê Sîwazê (Gêncê leşker û reben)
û yek jî ji herêma Efrînê (Naza Menên, keça axe û paçeyê Efrînê), di
evîneke bihûştane û miştî kul û keser de li hev civandine...
Lê
anê....
Lê
anê bejin balavê Gêncî mi zirav e
Lê
dayê bejin balavê Gêncî min zirav e ji tayê nêrgizê
Êlkane firqeta bayê eşqê lêdixê diçelqê û dihezê
Ne
mila xuva bihata li kuderê ne le kuderê..lê anê li qeza xetayê li ber
pêla deryê û dengizê
…….
Mi
dî dîsa xelkê narîn bankir go: were mere mekeve welatî tirka
Law
law pişta xwe meda welatî Tirka Tirk î zalim e bêbext e Anadolî ye ji
berê paşê da mîna marê kaşa ye heger li tîna rowê bi mera dadê me ra
nagînê siye
heger li
siyê bi me ra dadê mera ji siyê nayê dere
Law
were mekev welatî va zalima welatî E'reba
Serî
mi bi qurbano heger li rûçik û siwê wana vegere siwê wana seke
destpêkê wana Xeyber e
………
Taqim û sîng û berê mi karê xezalê ji te ta kaxeze rûpel e him defter
e
Law
mere Gêncê mi mere
Taqim û sîngê mi karî xezalê ji te ra text e rewan e doşek e doşeme ye
Gêncê mino him mere mere
Law
mere Gêncê mi mere
Taqim û sîng û berê mi rebenê ji te ra cilik ji cilê Kurmanciye
mitêlek ji mitêlê herîrî serî mi bi qurbano him jî per e
Law
mere Gêncê mi mere
Taqim û sîng û berê mi karê xezalê ez bi qurbano ji te re buharek ji
buharê rengîn e gul û gupikê lê têne dere
Law
mere Gêncê mi mere
Di
taqim û sîng û berê min da zoyê memika mîna çayê xelat û sîpanê xa
dane sere
Law
memikê mi rebenê mîna çayê xelat û sîpanê xwe dane sere law law law
law
Law
mere Gêncê mi mere
Taqim û sîng û berê mi karê xezalê ji te re ne bûye helbik ji helbê
mastî koçerlera li pozê yayla û zozana di ser ra qeymaqe di binira hîn
î tere…….
|