Mihemed Elî
- Efrîn
Kurtedîrok
Em dizanin dema ku mirov ji
hêza xwe ne haye, her wisa ew ji xwe jî ne bawer
e. Ev rêbaz li ser
zimanê Kurdî jî tê meşandin, ango piraniya Kurdan hay ji hêz û
dewlemendiya zimanê xwe nakin, vêça ew dibêjin zimanê me nikarê bibe
zimanekî nûjen, û derfeta wî nîne ku bibe zimanek ji yên şoreşa
agahiyan(information technology). Wek em giş dizanin, zimanê serek
e yê
şoreşa agahiyan îro, zimanê Îngilîzî ye, lê ev nayê wateya ku Îngilîstan
an jî WYA tenê afirênerê vê şoreşê ne. Zimanê Îngilîzî ji ber sedemên
dîrokî, siyasî û aborî, îro di vê qadê de ye, lê em nikarin rola zimanên
din jî nadar bikin, wek nimûne, Fransî, Almanî, Îspanî, û hwd….
Ji bilî rêya kalsîk ya
belavkirina zimanê Îngilîzî, îro rêya tev balkêş ya belavbûna vî zimanî,
tora internet e, bi resenê xwe xwedanê çêkirina vê ramanê mirovekî
Swîsrî bû, yanê zimanê wî yê zikmakî ne Îngilîzî bû, lê mirov ti rê ji
bo bazarkirina ramana xwe ji bilî Emerîka nedît, herweha ev gencîne bo
parê zimanê Îngilîzî. Di destpêkê de, ev tore bû rajedarê(xizmetkarê)
saziya leşkerî ya Emerîka, û wê demê ew nependî bû, lê di destpêka deh
salên dawî ji sedsala bîstan de, û bi peydakirina pergalê
paceyan(windows) ji alî endezyarekî Emerîkî ve ê ku navê xwe Bîl Gêyt
bû, internet ket qada bazirganî û li hemû cîhanê wek birûskê belavbû.
Pêre, pêşxistina bernameyên
software gihîştibû astekî bilind, û hema hema computer ketibû hemû
quncikên kar û xebatên jiyanê, vêça, û ji ber guhertina terzên raje û
servîsan, hemû welat bêgav mabûn ku vî risteyî bikar
bînin. Ev ji
aliyekî, ji alî din ve, û ji ber ku Microsoft afirinerê vî pergalî bi
tevayî bû, xwest ku cihê yekemîn di bazara cîhanê de bixe destê xwe,
lewma dest bi wergerandina berhemên windows û grêdanên wê bo zimanên din
kir(belê ji ber ku çavkaniyên nivîsandina van bernameyan perolkirîbû
(şîfrekirî), ti ziyan dê negihîşta malpara Microsoft.
Piştî netewekirina
bernameyên windows, em Karin bêjin ku rêyeke nû li hember zimanên netewî
vebû bo bên nûhkirin, çimkî bêje û kîteyên computer ji yên ser kaxizê
hinekî cudan e, li vir gerek kurte, diyar û hêsan
bin.
Mixabin, ji ber sedemên
aborî Microsoft tenê zimanên xwedî dewlet kir rêzên wergerandinê û
berhemên netewî yên windows pê derketin, ango ew kesên bê welat û heya
neteweyên mezin ên bindest jî hatin awarte kririn, wek nimûne, Kurdî,
ango Microsoft Kurd mirovên welatên dagirker didîtin û derxistina
windows bi kurdî jê re ne pêdivî û havil bû.
Îro bi derfeta ku internet
dide kurdan bo bigihînin hev, pêdiviya kurdan bi bernameyên computer ên
kurdî heye.
Sipas ji koma
http://www.kurditgroup.org
re, a ku bernameyek bo nivîsandina kurdî di computer de çêkir, û bi
rastî ew pir balkêş bû, û xebatê bikarhênerên kurd ên bi Kurdî dinivîsin
hêsantir bû.
Belê Kurdan hewl daye ku dengê xwe
ragihînin Microsoft bo derxistina berhemekî bi zimanê Kurdî, û derbarî
vê bizavê malperek bi navê
http://www.windowsakurdi.com
hat avakirin, û bi rêya wê kurd tikan ji Microsoft re dişînin û her roj
daxwaz û dengê kurdan bilindtir dibe.
Lê îro û bi derketina
pergalê lînux ( ê ku çavkaniyê nivîsandina xwe vekiriye), xewna kurd
nîzîktir bûye. Berî her tiştî ev pergal miftî ye(belaş
e) û ji windows
hêsantir e, û her kes karê wî wergerîne zimanê xwe. Lê a me kurdan ne
tenê bername çawa bû bê wergerandin, lê gerek zimanê wergerandinê
zimanekî xwerû be, çimkî pir Kurd dê bi rêya wî kurdiya xwe vejîn bikin,
û heke çewtiyên zimên hebin, mirov dê şaş bên fêrbûna zimanê Kurdî, ev
ji bilî yekirina (standarkirina) zimanê Kurdî li nav Kurdan.
Niha malpereke kurdî bi saya hinek
ciwanên Kurd ên têknosaz û hinek zimanas tê avakirin bi navê
http://www.linux-ku.com
, armanca wê wergerandina linux bo kurdî ye. Li gor agahiyên xebatkarên
wergerandinê, rêjeya wergerandinê gihîştiye %38 û sedema nelezîna
wergerandinê ew e ku pir wergerandin tê şopandin bo zimanê xwe sedî sed
durust û xwerû be.
Wergerandina hinek
bernameyên girêdayî windows bo Kurdî.
Me berê gotibû ku windows, û
ji bo fireh belavkirina berhemên xwe derfet da wergerandinê bo zimanên
netewî. Ev tişta bû rêbaza hinek malparên din ên ku software çêdikin, ne
tenê weha, hinek malpar(şirket) pêçeyê zimên yê bername vekirî dihêlin
heya ku bikarhêner wî li gor zimanê xwe yê netewî bikarbîne, belê ev jî
derfeteke bo em van bernameyan wergerînin zimanê xwe yê Kurdî.
Hinek Kurd ev derfet bi dest anîne, û
dest bi wergerandina hinek bernameyan kirine, wek nimûne, Opera7.2 hat
wergerandin bo Kurdî ji alî ciwanekî Kurd li Amedê, û pêçeyê zimanê Kurdî di malpera fermî ya opera de hat
weşandin.
Ezmûna min a wergerandina
Skype.
Wek hûn dizanin, Skype
bernameyekî bo çêkirina têkiliyên miftî ên bihêstokê li ser internet
e, û
wek pir bernameyên din derfetê dide wergerandinê bo zimanê netewî.
Bi rastî, karê wergerandinê
ne tenê tu zimên bi terzekî tîpî wergerîne, lê di her warê ku
wergerandin tê de çêdibe, gerek hinek ezmûniya wergêrner derbarê wê qadê
hebe, wek nimûne, baştire ku bijîşk wegerandinê di warê tendurustî de
bike, endezyar di warê endezyarî de bike û hwd.
Lê derbarê computer û
bernameyên girêdayî wî, her kesekî ku ezmûniya xwe di xebitandina wî
ristî de heye karê wergerandine bike.
Li ser vê bingehê min destê
xwe avêt wergerandina Skype. Bi rastî di navrêza(context) wergerandinê
de, ez mat mam, qasî zimanê kurdî di wî warî de serbest û fireh karê bê
bikaranîn, wek nimûne ev hevok (Are you sure you want to block the
user?), bi hêsanî dibe (Tu piştgirtiya berbendkirina bikarhêner dikî?),
an jî (sending message has failed), dibe (nahartina peyamê têkçû) û nimûne
di naveroka wergerandinê de zevin.
Li aliyekî din û berevajî
zimanên dagîrkeran, Kurdî xwerûtir
e, W.N, Tirk ji References re dibêjin Tercihler . ji
bilî ku ev bêje ne Tirkî ye, têkiliya xwe jî bi
computer û teknîkê re nîne!, Lê bi kurdî pir bêje bi wateya
references(jêgir, çavkanî,lêveger…hwd.) tên, Nimûne pirin û ez bawerim
her yek zane.
Gotina dawî, ku min ev
bernameya Skype, wergerand Kurdî û hêvîdarim kurdiya xwe xwerû û durust
be
Her kes kare pêçeyê(file)
wî dakişîne û bernameyê xwe bi Kurdî bikar
bîne.
Bo dakişandina bernameyê Skype here
http://www.skype.com
Bo dakişandina pêçeyê zimanê Kurdî here
http://www.geocities.com/kurdistanclub
Efrîn, başûr rojavayî
Kurdistan.
efrin2615@hotmail.com
-------------------------------------------------------------
|