E
Evîna
min ji te re bijare ye
Evîna min
ji te re cuda ye
min ne ji
te hezkir
bo tu bibî
hevraza min
min ne ji
te hezkir
bo tu bibî
şîva
paldêra min….
….
Evîna min
ji te re bijare ye
Evîna min
ji te re cuda ye
min ji te
hezkir
ji ber ku
tu jiyan î
min ji te
hezkir
ji ber ku
tu giyan
di hundir
giyan î
…..
Evîna min
ji te re Evîna Efrînê ye
Evîna min
ji te re evîna dara zeytonê ye
Rûyê te yê
geş
bihara
rengîn li Efrînê ye
Bejina te
ya berz
Çiyayê
hawarê ye
bi dilînî,
bi şahî
bi germî
dilê min hembêz
dike
û pat
dipêçîne....
..........
Evîna min
ji te re çemk û rêbaz şikandin
Evîna min
ji te re fêr û adet dorandin
çavên te
rûyekî nû dan cîhanê
lêvên te
çêjeke nû dan ramûsanê
sîngê te
bû sengera lehengiya min
tayên porê
te bûn têlên tembûra min…
………….
Evîna te
mirî zindî kirin
Evîna te
şikeft û berqef ronî kirin
giyayên
çilmisî vejîn dan
darên
lerizî pelşîn dan
kanî û
erqên ziwa
bi lez
herikîn
dilên jar
û dijmin
bi şahî li
hev firikîn…
………
Evîna min
ji te re bi gotinan nayê derbirîn
Evîna min
ji te re bi salnameyekê nayê kurtebirîn
Ziman û
alfeba têra wesfa te nakin
kîte şikestin,
hevok mirin, deq bêçar rawestîn
Şêx, zaret
û mezelên Efrînê têkçûna xwe aşartin
gotin, ev
cuda, ev ne normal û asa ye!
Min serdana pêşîmam û pîran kir
min
serdana perestgeh û mizgeftan kir
Te ew hemû
matmayî hîştin
min xwe
gihand pêxmber û firîşteyan
min hewl
da xwe bigihînim xweda û êzdayan….
ew hemû
bêçar bûn, ew hemû diljar bûn.
……
Vaye Evîna
te, vaye holmana te
vaye
kezeba te !
Yaye halê
min vaye rewşa min
vaye ji
dinyayê para min !
Nexwe
nebêje jibîr bike
Nexwe
nebêje reş bike.
Ez ji te
hez dikim.
Ez ji te
hez dikim.
Mihemed Elî, Efrîn
|