Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
ek çawa birîna
nêmgirtî bi derbûna wê dikewe, wek çawa dara nexweş bi birîna wê şax
dide û li ber qedera jiyanê natewe... Her wisa ez radihêjim xama xwe,
ku ez derd û kovanên evîna te verêjim û piçekî kelîna hinava xwe ji
ber sotina xapandina te sar bikim...
Bihar bû, rojeke
mîna îro geş û sayî bû. Li ber deriyê dibistanê ez bêhemdî qedera
bêyom tûşî te bûbûm. Digotin mamostayeke nû li vir bi cih bûye!...
Hingê min pute bi te nekiribû, hingê min gotibû qey wek hemû gulên
hevreng e, wek keç û bismilên sivik û xaponek e...
Tenê solixa min
tu dîtibû, solixa ku te sipasiya rêdana li ber derî ji min kiribû,
hingê min zanîbû tu kurd bûyî! Ax çi kurd bûye, Ax çi spasiyeke rewan
û nazik bû, Xwedayo çi bilêvkirineke pisporane bû!
Te çi bişirîn û awir hingê bi ser min de berdabûm!
Solixa qederê, ew roja biharê. Çi bû? ma çima wisa bû û ji bo çi ez ê
tûşî te bibim, bila bimire qedera bêdil…
Ez
diaşirim hingê mîna siziyekê, mîna derziyekê firqat û keserekê bê
destûr xwe li dîwarê dilê min dabû, Ez diaşirim piştre min zanîbû ew
tova Evîne ye! Hingê ez di zemîna mayînên evîna te de bêgav mabûm…
Dibêjim
Evîn bi awirekî dest pê dike! Na. Li ba min evînê bi bişirîn, bi
henase û ew firqata (bêyom û pîroz) dest pê kiribû. Ew solix û xuleka
bêdil! Ew qedera bêdestûr û dizek… Ax bila agir têkeve dilê wê çawa
min îro disojîne!
Erê min ji
te hez kiriye, lê nebêje çawa û nepirse çima. Ez venaşêrim te hemû
heyîna min dagirtiye, ez bi şev û roj bi te diraminim… Heke rojek
derbas bibe û ez te nebînim bêhna min teng dibe, ez hosan û zivêr
dibim, vedera tîşka te tariyê radixe ser sengera min a kavilî. Pênûsa
ku bi Evîna te vejînbûbû, li dûrî te marekî reş e! Rûpelên ku min bi
bihara bejna te xemilandibûn îro tu dûr î li min bûne şevpestên qirêj
û min azar dikin, şemala rojên ku ji tariyê bi kîn bû, îro min û xwe
di qeytana bêdeng û reng de dipêçe…
Ez hestên
xwe ji çiqina sir û razên xwe re dibêjim, ez bi şevan digirîm, ez fêrî
dab û nêrîtên qirêj bûme, çixare bûye hevala min, mey bûye çavkaniya
henaseyên lawaz û kovan, şevbûhêrkên min vala diçin. Têgînên ez vê re
dijmin bûm îro bûne dostên herî zîz, tabû û çemkên qirêj bûne behiya
tenêtiya min. Ax ev çi ye, ax ev çi bela bû te bi ser min de aniye.
Dilê te bişewite (biborîn…)
Gelo berî
tu bê û biçî tu dizanî evîna te çemk û rêbazên min dorandibûn? Tu
dizanî min di çavên te de jiyaneke nû vedîtibû? Bêje tu çima hatî,
bêje tu çima çûyî, te çima dilê min, heyîna min kavilek bê xelk û
jiyan hîştiye!?
Vaye Evîn!
Ax çi bela ye, ax çi xweş e, ax çi azar e, ax çi bêgane û sosret e… Ji
min re gotin evîn xelata xwedê ye!
Ji min re gotin
evîn merezê qismet û jênerev e! Ez dibêjim na. Evîna xweda bi xwe ye,
evîn rastî bela, azar û êş e, lê ew dîsa wane û xelasî û qeda ye.
Dibêjim firîşte hest û hizrên dildaran pêv diguhêrin! Ez dibêjim evîn
mîrîtiya firîşteyan e û xelk û nişteciyên wê bêvîn û dîlên wek me ne...
Ez ji te
re dibêjim û bila hemû evîndar bibihîzin. Evîn jiyaneke nû ye, evîn
rojbûneke nû, evîn mirin û xwînderbûna birîneke nekewî e. Evîn ava
çeman bilind dike, evîn lûtkeya çiyan dirûxîne, evîn biharê geş dike û
ji nû ve ziwa vedigerîne…
Ji roja ku
ez bûne evîndarê te berherya min dehbar bûbû, ji roja ku tu ji min
veder bû yî, ez di rêveçûna mirina bêdeng de serwer im. Vaye ez di
girtîgeha dilê te de hem dîl û hem jî dergevanê bendiya xwe me. Îro
ez bûme wzîrê serdestiya zînata te, îro ez bûne bêvînê destzincîrkirî
û best im bi stûnê bedewiya te…
|