R
Roja 25î tebaxê wek her rojên din ez çûm
café-net bo ez e-posteya xwe sorax bikin û pêre malpera xwe a reben nûjen bikim, malpera min malpereke asa û biçûk e, xwedê ji kapîtalîzmê
razî be û mala camêran her tim berz û bilind be, bi rêya malpereke
wan, yahoo.com a 15 MB an miftî dide mêvanên xwe, min malperek li gor
wexta xwe û derfeta ku ev jiyana zehmet û bêdil dide, li ser çand û
kelepûrên gelêrî ên herêma Efrînê avakiriye. Di vê malperokê de, çi
fêr, dab û kevneşopiyên gelêrî hene, ez wan dicivînim û li ser malperê
diwaşînim, belkî ew tiştên ta roja îro xwe le hember lehî û refê
kuliyan parastine, karibin di pêşerojê de derbasî nifşên kurdan bibin.
Malpera min li ser navnîşana
http://www.geocities.com/kurdishclub
e
NIHA GIRTÎ YE, min ev malper di sala 2003 an de ava kir,
digel ku ez du karan dikim û wexta min qet nîn e, lê her wextekê ez
hin babetên folklorî dinivîsim û li ser vê malperokê diweşînim, dibe
em jî karibim li gor taqeta xwe xizmeta Kurdî bikin.
Malpera min ne
malpereke siyasî ye, heya girêdanên dezgeh, partî û rêxistinên siyasî
û ramyarî jî li ser tune ne, malper teqez çandî û gelêrî ye, ango
tirsa ku ew ziyanê bigihîne tu kesî an jî dewletan hilweşîne nîn e,
nexwe, tu carî nehat bîra min ku ev malper bala xêrnexwaz û xirabkaran
bikşîne, ez ji we veneşêrim, pir caran ez bedbîn jî dibûm, çimkî ji
roja ku min malper avakiriye ta hatiye êrîşkirin, pêtirî 64 kesan deng
û rayê xwe li ser malperê neda bû.
Dema pir malperên
Kurdî dihatin êrîşkirin, min digot ev malperine siyasî ne û serê
Tirkan, Ereban û Firsan dêşînin û hewil didin welatên wan ên pîroz
hilweşînin, lewma ew dibûn armanca êrîşan, nemaze Cumhuriyeta Tirkan,
a ku nemirê mezin Babaturk bi xwîn û xirara kur û keçên xwe avakiriye,
û îro çend Kurdên ji xêra Ewrûpiyan dijîn dixwazin vê bihûştê
hilweşînin, digel ku piraniya wan malperan bi Kurdî weşana xwe dikir.
Wek min gotiye, roja 25î tebaxê dema ez li
café-net rûniştim bo ez e-posteya xwe vekim û maplera xwe nûjen bikim,
ez rû bi rû bi vê arîşeyê re derketim. Cara yekemîn min perola xwe
xiste zeviyê bêjeyanehênî, pergal ji min re got perola te çewt e,
carik din min hewil da, lê encam wek ya berê bû, sê çar carên din min
hewil da lê neçar bû, lewma min dest ji e-posteyê berda û min hewil da
ez malperê vekim, min navnîşana malpera xwe
http://www.geocities.com/kurdishclub xiste
malika navnîşanê û min Enter tikand, her car berî ku pêçeyê malperê
bên xuya ango heya pergal wan ji toreyê daxe ekran sipî bû; lê vê carê
ekran reş bû, pêre piştî çend saniyan nivîseke bi Tirkî derket pêşberî
min û di bin nivîsê re sembolek ku bi ala Tirkiyê hatibû xemlandin di
bin re xuya bû, bi xwedê ji bilî çend gotinên devkî ez tiştekî bi
Tirkî nizanim, lewma min tişt fêm nekir, lê wexta min rûpel hinekî
jêr de daxist, min çend bêjeyên Bi Înglîzî hatibûn nivîsîn dîtin, û ji
naveroka wan ez têgihîştim ku malpera min ji alî komeke Tirk ve hatiye
êrîşkirin, Spas ji camêran re, dizanim xelkê Efrînê bi Tirkî nizane
lewma bo xembar û matmayî nemînin ji min re bi Înglîzî nivîsandine.
Bi rastî di wê
solixê de ez hem tengezar bûm û hem jî kêfxweş bûm, ez tengezar bûm ji
ber ku e-posteya min û malperê ve çûn, lê ez kêfxweş bûm ji ber ku min
his kir ez beyî zanibim ez şerê Tirkan dikim û serê wan ji min dêşe,
ango ez û gerîlayên serî çiyan, girtiyên zindanan û şehîdên Kurd di
refekî de, digel ku ez pir li hember wan pekrewanan nizim im û ez
bejna xwe li ber wan ditewînim. Xwendevanên hêja dibe berê armanca min
ji malperê armanceke çandî teqez bû, lê ji niha û pêve armanca min
çand û siyaset e,! dûr neponijin ez ê tu partiyên siyasî ava nekim, lê
ez ê dem û wexta xwe duqat bidim nivîsandina çand û kelepûra kurdî bi
hêviya ku ez ji Efrînê derbasî fêr û dabên herêmên din jî bibim. Îro
ji min re baş xuya bû ku her kurdek karê şerê dijmin bike û her yek
karê barê parastina netewa Kurd parve bike, tiştekî pir baş e ku
malpera min di bala Tirkan de ye, Tiştekî pir baş e ku birayê me ê
misliman birêz Erdogan ê berî çend rojan li Amedê li sînge xwe xist û
got doza Kurdan doza min e, tiştekî pir baş e ku birêz Erdogan û
komikên xwe ên genî sînor derbas kirine û xwe berdane rojava, nemaze,
herêma Efrînê, qasî ku Erdogan ji Kurdan hez dike, ew naxwaze
nezanekî wek min li ser fêr û kevneşopiyên Efrînê binivîse, û bêje ew
tiştên li ser malperê diweşîne ji fêr û kelepûra Kurdî û rastiyê qelp
bike, rastiya ku xelkê Efrînê ne tenê Tirk in, lê rasterê neviyên
Toranîzmê ne. Spas ji Erdogan û rêxistinên payetêknîksaz û torin re ku
dema xwe ya pîroz û buha dane malpera min.
Haşayî we sahekî
me hebû, lê wî notiya xwe tenê di serê xelkê taxa me re derdixist,
yanê te ew li taxeke din bidîta, wî dûvê xwe dixiste nav lingan û bi
kûze kûzan direviya. Em karin Erdogan û koma wî, torinên têknîkê
bişibînin sahê me, lê dîsa bila sahê reben me bibexşîne, çimkî çiqas
li derve tirsonek bû; lê heywên mala me baş diparast, ema Erdogan û
dûvnavlingên wî hem mala xwe û hem jî derve xira dikin.
Mirovekî Suryanî
berê demekê ji Australia hatibû, ez çûm serdana wî ji ber ku birayê
xwe dostê min e, Ez der barî kêmneteweyên li Australia dijîn pirsîm,
mirov der barî Tirkan wisa got “Heke li bajarê Sydney diziyek çêdibe,
berî ku polîs bipirse diçe Tirkan binçav dike, çi tiştên seyr û beloq
hene ji karê Tirkan e, ewê pergalê meşê ango tirafîkê dişkîne Tirk e,
ewê gemarê davêje ser rê û kolanan Tirk e”, va ye rewşa Tirkan li
Australia û li Ewrûpa wek min bihîstiye pir pîstir û genîtir e Bala
xwe baş bidinê, rewşa Tirkan teqez a sahê me ye, tanê xwe li serê
Kurdên reben dikin zirtone û mêr.
Ez dixwazim carik din spasiya kapîtalîzmê bikim,
rastî malpera min a berê tev e-posteyê çûn, lê min di cih de malpereke
nû ligel e-posteyekê ava kirin, em çi bikim li vir li Sûriya delal
veqetandina malperên Kurdî qedexe ye, û tu vîsakartên min jî tune ne
ez li ser internet malpereke taybet veqetînim, lewma min xwe avjêt
dîlbera xwe kapîtalîzm, malpera min a nû ev e
http://www.geocities.com/kurdistanclub û -posteya
min jî
[email protected] e. Li dawiyê ez
dixwazim xwendevanên hêja, xwedî malper û e-poste çewtiya min nekin,
heya hûn karin bila perola we dirêj û bigirêk be, her demekê perolê
biguhêrin, û heke we xwe wek bikarhêner di malperên Tirkî de tomar kir,
perola xwe a resen, ango a ku hûn di malper û e-posteya xwe de bikar
tînin, nekin perola hejmarê xwe li ser malpera Tirkî, çimkî hemû
malperên Tirkan di eniyekê de şerê Kurdan dikin û hevkarî di navbera
wan de heye, min bi xwe ev çewtî kir, û min bi eynî perola xwe di
malpera
http://www.turkishdailynews.com.tr
de bi wê perolê xwe tomar kir, ez guman dikin êrîşkeran perol bi rêya
wê nas kiribine.
Ji ber ku
komkirina folklorê Kurdî ewqas Tirkan dêşîne, ez dixwazim vê boneyê bi
dest bixin û pêşniyarî avakirina malpereke kurdî bikim, malpera ku
tenê fêr û kevneşopiyên Kurdî dicivîne û di encamê de, hem wan
diparêze û hem jî fêr û kevneşopiyên herêmên curbecur ên Kurdan bi hev
naskirin dide, bi baweriya min ev karekî pir hêsan e, her kurd çi
ciwan çi mêr çi kur û çi keç karin vî karî bikin, a me Kurdan çi ji
devê bav, dayîk, pîrik û bapîrên me derkeve çand, dîrok û folklor e,
gerek me çi bêje, hevalok, çîrok û serpêhatî bihîstin em derxînin ser
kaxizê û biweşînin. Ez bi xwe di vê ezmûnê re derbas bûm, berê ez bi
tenê dixebitîm, lê niha çar pênc ciwan amede ne bi min re bixebitin, û
bi rastî wan dest bi xebat kiriye. Kurdperestî ne tenê bi partî û
siyasetmedaran birêve diçe, her Kurdek karê bi şexsî û fereziya xwe
Kurdperest û kurdhez be, û her yek karê vî barî parve bike, nemaze îro
têknolojî derfeteke bê hempa dide me.
|