Mihemed Elî, Efrîn
[email protected]
Dawiya çile bû,
xwezayê êdî cilên xwe êxistibûn -ya rast çirandibûn- werdekên ji
qelfên xwe mabûn li cawekî digeriyan tazîka xwe binuxumînin. Zarokên
ji mirinê zivêr bûbûn, li ser girekî kevnare li şûn warên ji ber
bêxwedîtiyê kavil bûbûn, di rawestîna xwe de dilerizîn… rûpelên
dîrokeke nûmirî li ber bayekî girgîn sermest hildiperîn, awazên bodele
ji rojhilat û rojava li ser dikê şanoya Memê bê Zîn çeşnên beloq li
guhên qelp vedidan… bi dehan keç û xort diçûn û dihatin, rûyên ku bi
her tiştî ji bilî navê xwe nûjen bûn di rûpelên rojnameyeke divyabû
bihata çapkirin de cihên xelkê bêkes û xapandî dadigirtin û didizîn…
ximaveke hawirde rûpelên sipî bi tîpine biyan û wêneyên argo nîgar
dikirin, em bi zimanekî lal bi xwe re diaxivîn, em bi kelevajî di ber
gora Meleyê Cizîrî re diçûn, me tiseyî û heqaret li zarînên wî dikir,
em bi birîna wî şah dibûn û me xêwya bi jehr li ser direşand!!
Me bi çavekî qirêj
li Selmayê temaşe dikir û me rûmeta Xecê li ber lingan derperest dikir…
Me nûbihara Ehmedê Xanî bi nanekî kufukî diguhert, me zeyta Efrînê,
birinca Qerejdaxê û pertola Kerkûkê bi meyeke sexte diguhert?! Em li
şûn qatiran bûbûn hilgirên qurşîn û pirtûkên warên me dipelixandin, me
birayên xwe dikirin qurbanên paldêra me ya tî ji xwîna perest û
fermanên deveciyan re…
Di dawiya çile de me
nivîneke sipî li ser çiyan rêxistibû û ezmanekî bênasname li xwe mehr
kiribû, me kelexên bapîr û dapîrên xwe kiribûn ardû û me şerekî qirêj
bi hev re dikir.
Qirêjiya xelkê bûbû
pirtûka me ya pîroz û me bêdeng xwe bi bendên wê dikûşt, me bi destê
xwe dilê birayê xwe ji qefesa sîng hildiqetand û xêzine qure li ser
zinarekî bêguneh dinivîsî…
Em bi dijminê xwe re
bûbûn dijminê pismam û pisxalên xwe, me çavên xwe vedimirandin û
tivinga xwe di sînga rûmet xwe de vala dikir! Me keçikên xwe bi destên
xwe xera dikirin, me zeviyên kulîlkên bismil û kinaçe di gola xwînê de
dinuqumandin û dawa xwe ji parsa kujerên dê û bavê xwe re vedigirt… em
bûbûn dezgêr û etar me bi amana xelkê bang dikir… teşî, tevin, çîrok,
destan û efsaneya jiyana me li ser refikên mûzexaneyên bêjiyan erzan
bi cih dibûn û li ser navê me sengerên qafan ava dikirin...
Zivistaneke kin bûbû
serdema şaristaniyeke têkçûyî, bihareke bêbext di adarê de li me bûbû
dêwekî devbixwîn, rûpel bi rûpel ji xwîna ciwanan û rondikên dayîkan
kilaveya lehengiyeke kirêt li qada pêşerojeke dirinde nîgar dikir… Bi
hemdê xwe me dîrok di bazara mirovên li ser navên dayîkên xwe qeyd
bûne de dide firotin!! Me keçikên xwe li ser sînoran di kûrahiya
şikeftan de bi mistek memikên seyb û derpiyên bêdêxûn û alên sor
dikirin gorî!!!
Îro em dîk in dengê
me qebe ye, em hestiyên şehîdên xwe dikin çov û alên bêbextî û
durûtiya xwe pê berz dikin… em di vê biharê de kû ve diçin, zivistana
bê em li kû ne, zarokên me dê li kû mezin bibin, sosin û beybûnên me
dê ji kê re gulîstanan rengîn bikin û bînê biweşînin, bapîr û dapîrên
me dê çîrok û salixên hovîtiya ola dawîn ji kê re bikin hawar û zarîn,
kavilên birîndar kî dê tola wan hilde, dîroka dizî kî dê vegerîne
hêlîna wê, pankert û dirûşmên daliqandî kîjan dilawer dê bê û bi tijî
dengê xwe bêje bese derew bese bazara xwînê bese bese…
Efrîn 25/6/2006
|