Mihemed Elî
Berê wexta bûk
danîn mala zêve, tu trombêl û wanya tune bûn, lewre ew li hespê dikirn
û danîn, û wexta bûk li ser hespê, mirovekî ji alî mala zêve ve,
nemaze ewê ku zêve ewlehiya xwe pê dikir, dê li dû hespê bimeşiya û bi
dûvê wî bigirta, û ji wî mirovî re digton dûvperest, çimkî, wê çaxê
bawer dikirin, ku heke kesekî xêrnexwaz bê û mûyekê ji dûvê hespê
bidize û girêkan jê çêbike û bixe bin kevirekî, zave dê nikaribe bi
qasî wan girêkan bi bûka xwe re mar bibe ango bizewice, û her girêkek
bi dema mehekê dijmartin.
Sebaret bi vê fêr
û dabê ve, dibêjin du hevalên pir ji hev hez dikrin hebûn û baweriya
wan bi hev bê sînor bû, rojekê yek ji wan hevalan dê bizewiciya, û ewê
ku jê re bi dûvê hespê bigirta gerek bû, belê wî tu kes ji hevalê xwe
çêtir nedît ku baweriya xwe pê bike û bi vê peywirê rabe, Lê xuya ye
ku hevalê zêve ji wan fêr û kevneşopiyan bi guman bû, lewre wî biryar
da ku dê mûyekî ji dûvê hespê bibe û girêk bike û di bin kevirekî de
veşêre, wî dixwast dabîn bibe ku ev têgîn û bawerî raste lê na!.
Her wiha wexta
hevalê zêve bi dûvê hesp girt, wî mûyek jê bir û xiste berîka xwe,
pêre wî sê girêk lêxisitin û kir binî kevirekî. Sê meh çûn û hevalê
zêve meseleya mû ji bîr kiribû, lê wî qet nizanî çi bi serê hevalê xwe
anîbû, rojekê ew tûşî hevalê xwe hat, lê dît ew di mêdekî xirab de ye,
vêça got, tu naçe nêçîrê, xuya ye tu tengezar bûyî, em herin tu yê
bêhna xwe vedî, her wiha ew herdû çûn nêçîrê. Wexta ew li awê bûn,
hevalê zêve tûşî kevirê ku mû di bin de veşartibû hat, di cih de
kiryara wî hat bîrê, lewre ji hevalê xwe re got, heval min berî sê
mehan tiştek bi te kiribû, ez ê niha ji te re bêjim lê tu nexeyîde, tê
bîra te roja me bûk ji te re danî û te baweriya xwe bi min kir û
peywira parastina dûvê hespê xiste destên min, min wê rojê mûyek ji
dûvê hespê bir û sê girêk lêxisitn û xiste bin vî kevirî, û heke tu
bawer nakî, va ye mûyê min xistibû vir.
Wexta zêve mû dît,
ji hevalê xwe re got, aha, ma tu yî, ê ku bûye sebeba serî min, û
girift û arîşeya min peyda kiriye, ne wisa ye!?, her wiha tivinga xwe
rakir û di sîngê hevalê xwe de vala kir.
Gelo dema mirov
li fêr û dabên nivar binihêre, nemaze li rojava, ew eynî fêr û daban
bi teşeyekî nûjen nabîne?.
Di ahengên
bûkanînê de li rojava keçikek fistanê bûkê ji paş ve radike û diparêze
û bi gavên bûkê re dimeşe, hêjayî gotinê ye ku ew keçik ji nêzîkirî
hevalên bûkê ye.
ev yek dihêle
mirov biponije, aya ev fêr û kevneşopiyên han di nav hemû gelan de
parvekirî ne, lê ew ji rojhilat têperî rojava bûne, bo mirov baş
serwext bibe, westandineke xurt pêdivî ye, nemaze di beramberkirina
fêr û çandên gelan de. Tevî ku ev soraxkirina li ser zemîn û
danûstandineke rasterast dixwaze, lê mixabin, kurdên ku serî xwe bi
van mijaran dêşînin, bê çare ne, û derfet û pêkanên madî nîn in ku
rêwîtiyan çêbikin û çand û kelepûra xwe beramberî a xelkên din baş
binasin.
|