Mihemed Elî, Efrîn
[email protected]
Di
sala 1999an de me komeke ciwanên kurd li zanîngeha Helebê, beşa dîrokê
dixwend, em ji herêmên têvel ên başûra biçûk hatibûn, hin ji Efrînê
bûn, hin ji kobaniyê bûn û hin ji Cizîrê ... Tev ku xwendin û xebatê
me di zanîngehê de bi Erebî bû, lê me di nav hev de komeleyeke kurdî
avakiribû, komeleya me ne fermî bû; ew xoza derketibû, ango
lihevkombûna me û têkiliyên me wisa xuya dikirin. Di nav vê komeleya
me de, em her yek xwedî hewlest û nêrîneke taybet bûn, bingeha me a
civakî ciyawaz bû, em reben hebûn, nîve-nîv û hin kes ji me xwedanên
wan pir dewlemend bûn. Vê yekê her tim em dixistin nav gotûbêj û
pevçûnên îdeolojîk, lê pevçûnên me tim aştiyane û demokratîk bûn, tu
caran cihêbûna têgîn û baweriya me nedibû sedema hevrikî û dexesiyê...
em pevdiçûn, me dengê xwe li hev berz dikir, bêhna me teng dibû, lê
her tişt di çarcoveya kurdî de bû, me tim lihev kiribû ku xêza kurdî
xêzeke sor e, û me dê nehîşta ku têveliya nêrînên me tu ziyanê
bigihîne wê...
Wek
di her komeke mirovane de, hin kes ji me bi dil û can Kurd bûn û tişt
di ser meseleya kurdayetiyê re nedigirtin, lê hin kes jî hebûn tenê
slogan û netewîtî difrotin, ango di gotûbêjan de xwe her tim wek
serekên me nîşan didan, digotin heke tiştek bibe em ê di rêza pêşin de
bin... ev hevalên me di pir ezmûnên xwe de binkeftî derdiketin, yanê
heke tiştek çêdibû û ciwanekî Kurd pê têkildar bû, em tev diçûn ber wê
pirsgirêkê, tenê ew kesên ku di rojên aramiyê de dengê wan berz bû,
xuya nedibûn, paşê em ji wan dipirsîn, lê bahaneyên wan jî tim amede
bûn, û bi dekûdolabanan fen li serê me dikirin.
Di
waneyên me de, wexta pirsgirêka kurdî dihat ziman, rewş pir hestiyar
dibû, çimkî hem profêsoran bi nêrîneke fermî a desthilatdariya Sûriyê
helwesta xwe derdibirîn, û hem jî me xwe li ber neheqiyên li doza me
dihatin kirin danedanî. Pir caran profêsoran em ji waneyan derdixistin,
lê hinekan ji wan dixwast ku hewlesta wan lar neyê şîrovekirin, bi me
re diketin gotûbêjan û hewl didan me mitmane bikin ku nêrîna xwe rast
e, bi vî şêweyî pir rikberî ketibû navbera xwendevanên Kurd û wan
profêsoran. Lê dibe rastî bê gotin ku pir profêsoran rastî jî dizanî û
pişgiriya wê dikirin, herçiqas ew dihatin hişyarkirin jî, lê ew
profêsorên hanê di diyarokeke zanistî de bûn, ku ne rêvebiriya
zanîngehê karîbû destê xwe ji wan berde, û ne jî îdeolojiya fermî
bandor li ser wan dikir, jixwe wan gişkan li Ewropa xwedibû, û bi
îdeolojiya Bees nehatibûn strandin...
Me
di zanîngehê de karekî ezgerî (reformî) dikir, me bêyî ku ji kesî
veşarta, çewtî û şaşiyên wî jê re digotin, me ew hişyar dikir, û me
tim li têla netewî dixist, hin caran, helwesta me bi şêweyekî
nijadperestî ji aliyê xwendevanên din ve dihate serwextbûn, lê ewên ku
kurd ji nêzîk ve nasdikirin, ev yeka ji me baş femdikirin, nemaze
xwendevanên Elewî û xiristiyan, jixwe pir ji wan tevlî reftarên me
dibûn û nêrînên xwe bi me re parve dikirin. Me pir alîkariya hevdu
dikir, me jêder û pirtûk ji hev re danîn, me hin caran dirav wamî hev
dikirin, ew xwendevanên nû dihatin beşa dîrokê û nizanîbûn çawa
tevbigerin, me ew li ber derî ji roja yekemîn de pêşwazî dikirin, û
rêberiya wan dikir. Hem li zanîngehê û hem jî di nav malan de em wek
malbetekê bûn, me pir serdanên hev dikirin, me xwedanên hev ji nêzîk
ve nasdikirin, miriyek bimira em tev diçûn serxweşiyê, daweteke biba
em tev diçûn şahiyê, pevçûnek biba em tev diçûn pişgiriyê... tiştê tev
baş ku cudahî di navbera xort û keçan de tunebû, em hertim bi hev re
bûn, ev taybetî pir di nav me ciwanên kurd de hebû, ez bawer im, ew
xwedekarên din bi dexesî li vê yekê dinihêrîn, keçik teqez wek xortan
tevlî gotûbêjên me dibûn, wan nêrîna xwe derheqê her mijarekê de didan.
Keçikên me bi rûmet bûn, wan ji ciwanên Kurd re berdêl danedinîn,
hinek ji wan tevî ku bi bandora mala xwe pir bi kurdî nizanîbûn jî, lê
me ew fêr kurdî dikirin, wan pir caran nerazîbûna xwe ji xwendanên xwe,
ku çawa ew bê kurdî hîştibûn nîşan didan, pir caran digotin tova kurdî
li zanîngehê di dilê me de vejînbûye...
Ji
ber rewşa me a aborî, em pir bêgav bûn ku em di ber xwendina xwe re
bixebitin û debara xwendin û jiyana xwe bikin, me karên têvel û cur be
cur dikirin, lê ev kar tu caran nedibûn astengiyên pêş serkeftina me
di xwendinê de, tu sal derbas nedibûm bêyî ku xwendevanekî kurd di
lîsta serkeftan de cihê xwe bigre û pereyan ji zanîngehê pistîne, bi
rastî vê yekê nêrîna xwedevanên din jî ji me re bilind dikir û
pîrozbahiya me dikirin. Di çalakiyên siyasî de em her tim amede bûn,
çi civîn û şevbûhêrkên kurdî hebûna em dê lê hazir bûne. Çalakiyên me
dihîştin em ji alî hêzên ewlekariyê ên zanîngehê û sîxorên veşartî bên
raçavkirin, xwedîlêderketina me ji nasnameya me re dibû sedema pir
neheqiyan, pir ji me û nemaze ên ku ji kobaniyê yan jî ji Qamişlo
dihatin, ji rûniştina li mala xwendevanan pêpar diman, pir ciwanên me
ji alî hêzên ewlekariya zanîngehê ve dihatin lêpirsîn, pir gef û
tehdîd li wan dihatin kirin, pir caran ji nişkave pirtûk û pêdiviyên
wan dihatin sehkirirn, hin caran ciwanên me diketin hebs û zîndanan,
hinek ji zanîngehê dihatin avêjtin, lê digel van hemû kiryaran me tu
caran serê xwe ji wan re neditewand, di destpêka biharê de em bi
gelemperî derdiketin rêwîtî û seyranan, em bi dehan ji hemû şaxên
zanîngehê berve herêma Efrînê birê diketin, herçend ev seyranên me ji
alî ewlekariya Sûriyê ve dihatin herimandin, lê tim me ew bi şahî û
serkeftî derbas dikirin...
Di
zanîngehê de me rê nedida tu pirsgirêkên jidil ên dê cikava me li wir
bimezixandana, me derfet nedidan şer û pevçûnên jidil, me nêrîn û
baweriyên çewt sererast dikirin, me hêmanên pîs ên ku hewl didan xwe
di nav me di biçînin zû vedidîtin û ew paqij dikirin, me fêr û dabên
herêmên kurdan li başûra biçûk arasteyî hev dikirin, me henek li hev
dikirn, pir caran ciwanên Qamişlo ji me re-xortên Efrînê- digotin heke
ne ji çend bêjeyên kurdî bûne tirkiya we pir baş bû, me jî digot
erebiya we baş e, lê hin bêjeyên kurdî tê de man e. Xortên kobaniyê
digotin, Efrînî heke şerek bû pişta hev nagirin, me digot em nivar in,
lê belê hûn hêj êl û eşîrtiyê dişopînin, xortên kobaniyê û Qamişlo
dilên xwe pir di keçikên Efrînî re hebûn, hevalekî min tinazî dikirin
û digot ka keçikeke Efrînî ji min re bibîne ez ê du xwîşkên xwe bidim
te, min digot here kuro here, keçikên Efrînê bi xort û keçikên Qamişlo
tev dikin. Xortên kobaniyê jêhatî bûn û zû bêhna wan ji neheqiyan teng
dibû, pir caran di waneyan de digotin bi xwedê dibe em li vî profêsorî
bidin, heke em rabin em ê wî di gengeşiyê de ker bikin, lê em çi bêjim
em nikarin nêrîna xwe bi Erebî derbibirim!. Erê ev jî derdekî me bû,
gelo çima feleka xayîn ev neheqiya li me dikir, çima me nikarîbû nêrîn
û hestên xwe bi zimanê xwe vegotina, ma tişt ji mirov bi zikmakî xwe
îfade bike bi rûmetir heye?. Digel vê yekê, kurdan dîsa pileyên her
bilind bi dest dixistin û heyva her ronî di nav xwendevanên din de bûn
Hin
caran şandeyên biyanî ji zanîngehên Ewropî dihatin Sûriyê û dihatin
zanîngeha me jî, tenê ciwanên kurd ji wan têdigihîştin, ew mirov tenê
bi kurdan re vedihesîn, hêmin û aramiya xwe di nav me de didîtin,
nêrîn û xweristeyên (impressions) xwe vedigotin, ew ji me matmayî
diman, dema ku girift û arîşeyên me dibihîstin, piraniyên wan serdanên
malên me dikirin, wan dixwast, fêr û dabên me binasin, hingê pir ji me
kêfxweş bûn, digotin cudahî di navbera me û we de nîn in, hûn ji
Ereban pirtir nêzîkî me ne, ciwanên we bi çavine pîs li jinên me
nanihêrin, keçikên we xwe ji me re venaşêrin...
Li
mişextî û windabûna bajarên gawir û çanda biyan, behiya me ciwanên di
nav me de hebûn, tîrêjên ku tu caran ji geşedaniya xwe danediketin,
wan bi rûkenî û dilgeşiya xwe jiyana me bi hêviyên mezin dadigirtin;
lê agir bi mala mirina bê bext keve, hevalê me Luqman bû qurbanê
mirinê û ew ji nav me hate dizîn, Luqman xortekî Efrînî bû, Luqman
topacekî jîn û çalakî bû, rûjarî û xembariyê tu caran rêya xwe di rû û
dilê wî de nedîtibû, te kengî bidîta dikengî, dengê mûzîkê çiqas dûr
ba, an jî nizm ba, te didît ew hildiperî, Luqman ne tenê li zanîngehê;
li taxa ku niştecî bû jî, ronî û mûma vêketîbû, ew mirovê xêrxwaz û
gelhez bû, alikariya hemû xelkên taxê dikir, ew ne kurê mala wan bû,
ew kurê tevahiya taxê bû, bi dehan caran wî em vedixwendin mala wan,
digot dayîkên we ne li vir in, we bîra şîva malê û xwarina germ kiriye.
Luqman piştî qedandina xwendinê bi du mehan bi qezayeke tirafîkê li
gund çû ser dilovaniya xwedê. Mirina vî camêrî kil û girî xist dilê
zanîngehê, taxa wî û herêma Efrînê. Luqman ne bi tenê mir lê ken û
dilê me hemûyan bi xwe re bir gorê, Luqman sebr û samana me di rojên
dijwar de bû, luqman kenê me di girî û giriftan de bû, ew dîlana me di
zîndana zilm û zînatê de bû...
Piştî mirina Luqmên, dilê min êdî sar bûbû, min nedixwast biçim
zanîngehê, min nedixwast cihên ku Luqman lê rûdinişt bibînim, min
nedixwest rûyê keçikên ku bi hazirbûna luqmên geş û şêndibûn bibînim
îro di xemgînî û jariyê de xetimîne. Wek çawa tu di xewneke xweş de bî,
wek çawa tu di bihareke geş de bî, û ji nişkave hişyar bibî û ji
bihara rengîn têkeve tariya zivistanê, her wisa mirina Luqmên bihara
rengîn ji komeleya me dizîbû û em xistibûn zivistaneke bêholman, pê
mirina Luqmên re ez nema diçûm zanîngehê, min nema kes didît, pê
Luqmên hestên hevalên me şikestin, bêyî em ji hev hay bibin, her yekî
di aliyekî re xwendina xwe qedand û nema me hevdu carik din dît, tenê
bîranînên me man, tenê şûna kaniyeke ziwa û terkandî maye û êşa
bîranîna lehengê şahiya me, Luqman ma...
Wan
rojên dawîn lingê min bi zanîngehê ket, li ber derî, tiştê yekemîn
rûyê Luqmên bû, ê ku hatibû pêşberî min. Ez di zanîngehê de tûşî
kurdan bûm, lê Luqman tune bû, bihara rengîn şermok bûbû, xewnên xweş
di zîndana şevpest û kabûsan de bûn...
|