Mihemed
Elî, Efrîn
Dema havîn tê,
êdî ew çêlikên ku xwe ji revandina pisîkan, çola mirîşkan û kêra
xwedanan parastine, dê bikevin pînika hevserê xwe, û mala wî vê re
parve bikim. Dîk jî tevî ku serwer e; lê dibe ew vîna serwerên xwe -mirov-
bi cih bîne, nexwe ew pir bêzar dibe, lê tepeser nikare tiştekî bike,
cihê wî teng dibe, tîna havînê laşê wî diwestîne... Li ber neçariya
xwe, dîk dest davêje dekûdolaban, û her wiha ji kevaniyên xwe re
dibêje “Êksikno ma hûn dixwazin kulksorê gurî terq û henekên xwe bi
min bike û bêje tirsonek di sîngê pînê de radizê, û newêre li ber derî
razê û kevaniyên xwe biparêze? “ Her wiha dîk êksikan dixapîne û bi
tenê heya sibê li ber bayê hênik radizê... li alî din, kulksorê gurî
heman tiştî ji kevaniyên xwe re dibêje... her wisa kulkreş, kulkmor û
...hwd.
Dema zivistan tê
pergala dîk belav dibe, êksikên wî kêm dibin û ew nîvjinebî dibe,
êksikên wî dibin qurbanên seyê dûvqut, dêlika çarcewrik, û kêra
bêholman. Hingê taya sar dikeve nav mil û pêsîrên dîk û wî dilerizîne.
Dîk dê çi bike? ew li ber neçariya xwe dîsa dest davêje dekûdolaban û
ji kevaniyên xwe re dibêje “ Êksikno, hûn ji xwedê natirsin, hûn ê
çawa di sîngê pînikê de germ û nerm razên, û mêrê we li ber vê sar û
seqemê dilerize!, hûn dixwazin ez riswa û benîştê devê kulksorê gurî
bim”. Her wiha dîk dikeve sîngê pînikê û zivistaneke germ û nerm li
ber fisikên êksikan derbas dike... Kulksorê gurî jî, ji a xwe namîne,
ew heman tiştî ji kevaniyên xwe re dibêje û her wisa Kulkreş û Kulkmor...
Xwedê dîk û fen
wî, mirîşk û kêmaqiliya wan ji vê şewba bêyom biparêze, heke ne ji wan
be, em ê ji goşt û çîrokên wan bêpar bibin. Ma qedera kurdan ku ji her
tiştekî bên şelandin!?. |