Dijminê hundir, 31.01.2002 Efrîn , Kurteçîrok
Di
rojek sar û tûj de, li rêvera gundê Xerîbê poste rawestî û xurtekî bejin
dirêj xwe jê avêjt, sipasiya xwe ji Şofêr kir û eniya xwe da kaşê gund û
çu. Di wir de panzdeh salan bi hişê xwe şûnve vegerî, hat bîra wî çawa
di vê rêyê re rojê deh caran diçu û dihat, hat bîrê çawa bêderên axê ji
çûlê danîn ser bêderên gund, di wir de dilopên xûya wî, ên mafên xwe
hatibûn xwarin hatin bîra wî. Hat bîrê çawa zarokên gund dileyistin û wî
jî, ji sibê heya îvarê karê Axê dikir û li dawiyê Axe bi solan bi ser
diket, û jê re digot “Kero here li axirê razbe, ew cîhê Kerên mîna te
ne.”
Ev
bîranînên biêş serma ew roja tûj ji canê wî firand û kela havînê xist
dilê wî. lê Şêro, ew jî navê xurt e, ê panzdeh sal li Ewropa
derbaskiribûn, karî xwe bigirta û meşa xwe berdewam bikire heya ji malên
li hawîr gund ve nîzîk bû, lê qasî gund hatibû guhartin wî nema zanîbû
mala wan li kîdî mabû.
hîn
Şêro kûr li gund dimeyiza, dît zarokekî salên wî dora dehan e li piş
maxikê dileyize, bi gavin gerim berve zar çû û jê re got “roj xweş zaro,
tu çawayî”, zarok silav vegerand û got xuya ye ku tu ji vî gundî biyan
e, xalo? Şêro got na zarê min ez qet ne biyan im, lê xuya ye ku gund
biyan bûye .
Carik
din Şêro ji zarok pirsî û got “hele bêje tu mala Omerê Xelo dizanî’”?
zarok got belê ez dizanim, tu dixwezî ez te bim wir? Şêro got bi
xwedê xwazî. Şêro li rex zarok meşiya heya gihîştin ber qonaqik mezin,
zarok rawestî û got “xalo ev mala Omere”. Şêro yek pere xist destê zarok
û sipasiya xwe jê kir û got ”here mal hewa sar e ji bo tu nexweş nebî” .
Şêro
li ber qonaqê rawestî û di dilê xwe de got “dibe ev mala birayê min Omer
be! berî ku ez welêt berdim ew ji birçiyan re dimir”, lê dest ji
wê fikrê berda û destê xwe da ser zengilê derî û lêxist.
Hîn
destê Şêro li ser zengil e, keçik mîna heyvekê ji paş derî derket û got
“keremke tu kê dixwazî”. Gava Şêro ew dît zimanê wî hat girêdan û hêsir
bi çavên wî ketin. Keçê carik dî jê re got “keremke tu kê dixwazî”
.Şêro bi kelik giran got “Gula min te ez nema naskirim!”,
keçê got "tu navê min jî dizanî, yanî tu min
baş nasdikî", keremke keremke derbasî hindir
be.
Şêro
wek mirovekî biyan xwe li ser kursîkê melisand û carik dî got “Gula min
te ez nema naskirim, ne wisa ye?”, lê ew heqê te ye, dema min welat
berdayî te hînî destê xwe ji lingên xwe cûda nedikirn, lê keça min qet
tu caran bavê te ji te re li ser apê te Şêro ne-axifîbû!.
dema
ku Gulê weha bihîst li ser xwe sekinî û got “yanî tu apê Şêro ye?”. Şêro
got belê gula min belê. Wê çaxê Gulê xwe bi hêz avêjt ser Şêro û destên
wî û royên wî sed carî ramusandin û got ”apê Şêro apê Şêro, min qasî
dixwast te bibînim, tu çima ji me bidûr ket?, ez pir pir ji te hez
dikim, carik dî ji me bi dûr nekeve.”
herweha Şêro ji Gulê re li ser zilma ku di zarokatiya xwe de dîtiye
axifî, û çawa ew bû sedema dûrketina wî ji welêt. Û çawa wî li Ewropa
karê xwe û xwendina xwe bi hev re berdewam kirin, û çawa ev herdu
tişt îro di destê wî dane ji bo doza kurdan .
lê
hîn Şêro ji Gulê re li ser rewşa xwe diaxifê deng bi zengilê derî ket.
Gul çû derî veke, lê hîn ew negihîştibû ber derî teq teqa tivingê hat,
Şêro rabû bo sekê mesele çiye, qurşînek li ber serê wî jî re çu, xuya bû
ku kurê Axê yê ku berî Şêro welêt berde, vê re bi kîn bo, û gava ji
zarok bihîst ku ew vegeriye gund tiving rakir û ya berê anî bîra xwe
(wek çawa panzde salan hişê wî di şikeftek reş de bû û nema pêşket ).
Kurê Axê hinek şorên nebaş bi ser Şêro de berdan û çend qurşîn dî bi ser
de berdan, lê Şêro ê ku zûr û zehmetiya ciyanê li Ewropa dîtîbû, ev
tiştên wîlo li cem wî wek vexwarina avê bû.
lê wî
dîsa mirovantiya xwe ji bîr nekir, û deng li kurê Axê kir ku ew
tiştê dike şaş e. Lê nezanê Axê wek gurê çav sor bûye û nema zanê çi
dike, guh neda şorên Şêro. Di vir de Şêro bêgav me ku xwe biparêze, ji
ber wê kêrek xist destê xwe û xwe li piş derî veşart û gava
kurê Axê derbasî hindir bû, wî kêra xwe di dilê kurê Axê de venûşt.
Metelokek heye dibêje ku (ba li gor daxwaziya Gemiyan nameşe),
vê metelokê cîh di rewşa Şêro de girt, çimkî Şêro ê keda panzdeh salan
anî, bo bike xizmeta gelê xwe, di demeke kin de bi kuştina kurê Axê re,
bo gunekar û dibe bê darizandin, û eger çêbû bikeve zindanê jî.
Şêro
çîk zad rakir, û bi çavên tijî hêstir li Gulê zîvirî û got ”Gula min ez
ê herim lê hêviya min bi te pir mezin e”, Şêro serê xwe bilind rakir û
got.
ez
hatim ji bo welat bikim kar û xebat
lê
nezan hat pêşa min bi dûr xist hêviya min
********************
di
wê navberê de, Omer, birayê Şêro alîkarî ji partiya Serfiraz re ji nav
gel kom dikir, partiya Serfiraz ê ku şer li hember dijmin ji bo xelasiya
gel û welêt dikir. Lê Omer îxanetî li gel û li doza welêt dikir, ango,
wî alîkarî didizî, nîvê wê dixist beriya xwe) .
gelê Kurd jî wek ew kesê ku bilêde diçe, çî li pêş xwe dibîne destê xwe
davêje, ji ber wê her hêzek, her şoreşek radibû û siloganên xwe xelasiya
gel û welat be, hemû Kurdan xwe pêve girêdidan û bê jimar jî alîkarî
dikirin.
belê ev bingeha rast e ji bo xelasiyê, lê kêm niştimaniyên wek Omer jî
rola xwe dilîstin ku ev mesele bisernekeve. (pîçên destan ne giş wek
hevin, ango Şêroyê Ewropa berda û vegerî ji bo doza Kurdan pîçik ji
pîçên Kurdistanê ye, û Omer jî yek ji pîçên wê ye. gelekî seyr e)
Şêro,
ê baweriya xwe bi karê şoreşê hebû, karê agahî jî di nav gel de pir
girîng didît. û digot “gava gel xwendin û zanînê baş bistîne, top û
firokên dijmin nikarin yek xal li pêş wî bisekinin”. lê nîrên ku bi Şêro
re qewimîn hîştin ku ew li dûrî nêrîna xwe bikeve, û derkeve serî çiyan.
lê gava ku baweriya mirov bi nêrîna xwe xurt be, dihêlê ew nêrîna xwe
pêkbîne. Herweha, Şêroyê niştimanî di dil û xwîna wî de, li serî çiyan
jî ji nêrîna xwe bi dûr neket û her di şer de derfet, didît ji
şoreşvanan re li ser nirxa çand û rewşenbîrê diaxifî, û ji wan re diyar
dikir ku çiqas girîng e ew xwe bi çand û zimanê Kurdî ve girêdin,
herweha Şêro demek xweş derbas kir û şer û xebata xwe ji herdu aliyan ve
jî baş dimeşî.
di
rojkê de hinek şoreşvanên nû tevle şoreşê bûn, yek ji wan şoreşvanan ji
gundê Şêro bû, û tevle gropa Şêro bû. Rojekê Şêro ji xurt pirsî ku rewşa
gund û malbata wî çawa ye?, lê xurt bersiva xwe bi rengekî dî da, û got
“kekê Şêro çima tu nayê em çîkî ji xwe re bimeşin”. Şêro di vir de zanî
ku tiştek’ heye û xurt naxwazê di nav şoreşvanan de jê re bêje, piştî
ku çîkî bi dûr ketin Şêro ji xurt re got “bi xwedê tişkî heye û tu
naxwazî ji min re bêjî”.
Xurt
got “kekê Şêro,ev tiştê ku ezê ji te re bêjim ne baş e, lê girîng e, tu
rewşa birayê xwe Omer baş dinasê û berî ku tu herî Ewrupa, te dîtibû ku
ew ji brçîyan re dimir, îro ew bi mal û pere buye, ma tu zanî, wî ev
tişta ji kîdî haniye. Birayê te Omer îxanetiyê li gel û welatê xwe dike,
yanî ew alîkariyê didize.”
gava
Şêro weha bihîst dinya tev li ber çavên wî reş bû, û serê xwe berda
Erdê. Piştî vegerîn nav grop, Şêro wê rojê û wê şevê xew nedît û pir
caran di dilê xwe de got “dibe ez hatin ji bo gelê xwe û welatê xwe
bixebitim û birayê min jî îxanetiyê li wan dike”.
Di
vir de Şêro ket navbera du tiştan(yan birayê xwe bikuje û şorên giran li
ser xwe qebûl bike, û yan jî şoreşa xwe berdewam bike û keserê û şerma
birayê xwe qebûl bike). Lê Şêro ji nav van herdu tiştan biryar da ku
nameyekê ji birayê xwe re bişîne. Û di nameyê de bêlî bike ku ew
tiştê dike ne di xizmeta gel û welêt de ye, û bîne bîra wî çawa
bavê wan ew li ser heskirina welat xwedî kirin. Lê Omer mîna gurê heya
sitûyê xwe ketî heriyê, çavên xwe sor bûne û nema zanê çî dike, û nameya
Şêro qet venekir û çirand.
Di
vir de, Şêro qirarkir ku bi xwe herê cem Omer û jê re bêje ku dest ji
ber vî karî kêm berde. Lê mirovên wek Omer rola xwe lîstin û xwe
gihandin seroketiya şoreşê, û jê re gotin Şêro şer berda ye û îxanetî
kirî ye. Bi vî rengî, û bi derewên dî ji wan, seroketiya şoreşê fermanek
derxist ku Şêro îxanetî kir û kerek sezaya xwe bibîne.
herweha Şêroyê ji bo berjewendiya şoreşê û alîkariya wê çû cem
birayê xwe Omer, bû dijminê şoreşê, yanî hemî derî li ber hatin girtin.
Bi
ser hemî tiştan de, Şêro xwe gîhand gund û çû mala birayê xwe Omer, heya
wî ji rêya şaşiyê bi dûrxe, lê Omer li şûn guh bide wî deng li Axê kir
ku alîkariya wî bike heya Şêro bikujin, di vir meteloka Kurdî a dibe
(Şêr Şêr e çî jin e çî mêr e )cîhê xwe girt. Û Gulê keça Omer tiving ji
Şêro re anî û got “Apê Şêro, heke bavê min zinarekî pîs e di kaniya
azadiya gelê Kurd de, wî bikuje, heya ava azadiya gelê me azad bimeşe.”
Şêro
tiving ji destê Gulê girt û cara dawiyê ji Omer re got “birayê min, dest
ji ber vî karî berde, û were em tev karekî baştir ji gelê xwe re bikin,
lê Omer bezî ser Şêro heya tivingê ji destê wî bigre, û berî bighîne
Şêro, Şêro tivinga xwe di sîngê Omer de bûşkir. Şêro zikê birayê xwe ji
bo gelê xwe hilweşand, û destê wî li ser tivingê ye dît Axe jî hat, Şêro
tiving berve Axê kir û got”Axe tu ji birayê min Omer ne baştir e, hûn
herdu wek hev dijminê gel û welatin” û tiving da sîngê wî jî û
hilweşand, Şêro bi çavên tijî hêsir ji Gulê re got “were Gula min were
em herin şerê xwe berdewam bikin”.
****************
Şêro
yek ji ên ya bavên xwe kujtibûn û yan jî birayên xwe kujtibûn, çimkî ew
yan hevalbendên dijmin bûn û yan jî li dijî şoreşê bûn, û dijmin jî hewl
dida ku vî tiştî bike xizmeta xwe, û li nav gel belav dikir û digot ”ew
mirovê bavê xwe yan jî birayê xwe bikuje, ewê çî xêrê bi gelê xwe bike”.
lê welat parêzên wek Şêro li dijî derewên dijmin disekinîn û ji gel re
bêlî dikirin, ku peydabûna mirovên wek van di nav kurdan de ne tişkî
biyan e, û ew mirovên wek wan, berê bûn sedema ketina pir şoreşên
kurdan ji Ezdîn Şêr heya Seyd Riza heya Şêx Seyd.
Piştî
kujtina Omer û Axê ve, Şêro ji nûve vegerî şoreşê, û Gul jî bi xwe re
bir, lê Şêro qet nizanîbû ku ferman bi kuştina wî ji seroketiya
şoreşê derketibû, û gava ew diçû nav gropê xwe hinek şoreşvan rast wî
hatin û jê re gotin ”Şêro ferman bi kuştina te derket, ji ber wê nere
nav şoreşê bi dûr kev birayê Şêro”. Lê Şêro razî nebû û got gerek ez
herim û doza xwe ji seroketiyê re rave kim, ew kesên li dijî nêrîna
Şêro, derfet nedan wî ku bighîne seroketiyê, û di newalekî teng de
çardorek li wî û Gulê ve girêdan û herdu kuştin.
***************
Şêro,
ê ramanên xwe rolekî mezin di berdewamiya şoreşê de lîstin, ji ber
daxwazên hinek kêm niştimanî ve hat kuştin.
Ev
rewşa Şêro bû, û ew dê bibe rewşa pir mirovên dî heya ku xiniz û neyar
di nav gelê Kurd de dijîn, û heya ku em dost û dijminên xwe ên hindir ji
hev cûda nekin .
Têbînî: min ev gotar berî çend salan, dema ku em bi hinek şoreş û serok
dihatin xapandin nivîsandîye
Mihemed Elî, Efrîn
efrin2615- Efrîn
|