Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
Tê bîra min hêj
ez zar bûm em diçûn lêgerîn û şopandina kuvarkan. Piştî nîvroj çawa em
ji dibistanê digihîştin mal, ez û hevalên xwe, me xwe ji xwedanên xwe
vedidizî û em diçûn şopa kuvarkan. Ez nizanim hevalên min jî wisa hîs
dikirin? Lê çawa dibe bila bibe, ev hizir para min bû, çimkî bi rastî
şopandina kuvarkan dilxwazî û hobiya herî bicoş di jiyana mirov de ye!
Hingê me baş
dizanî eger heye em bi katan(seatan) kuvarkan bişopînin û negihînin
tiştekî, lê digel vê yekê em di hewl û helwesta xwe de dasepan(bi
îsrar) bûn. Em bi hezaran caran çûbûn şopandina wan, hin caran em
biser diketin û bi dilekî xweş vedigerîn mal, lê hin caran jî em
rûşikestî û westîyayî vedigerîn, lê çêj û xweşiya wê lêgerînê her tim
yek bû...
Ka îro şopandina
kuvarkan çi di rewîşta min de nîgar kiriye? Ez bersivê bidim xwe,
Kuvark- ev heyînên biçûk û jîndar, heyînên şermok, ku ne ji reqreqa
ewran bin tew naxwazin ji binê axa germ derkevin- ez di rêveçûna
jiyaneke miştî êş û azar de hînî pir tiştan kirime. Berî her tiştî ez
ji wan fêr bûne ku ez serwer ne beniyê şarenûsa xwe bin! Di şopandina
wan de min retbûn û westîbûn ji ferhenga xwe avêjtibû, bi dehan
kilometer derbaskiribûn, tevî têkçûn û destvalabûnê jî, lê ez tu caran
dilşikestî nebûbûm û her tim hêvî peydabû ku ez ê sibe tûşî wan bibim.
Kuvarkan bawerî
û mitmane di kesayetiya min de afirandibûn, tê bîra min çiqas pevçûn
di navbera min û hevalan de çêbûbûn, ka kî dê li filan cihî li
kuvarkan bigere, belê ez bi piranî di pevçûnên xwe de biser diketim û
roj ji rojê tovên vê hizra jixwebawerî û mitmane di kûrahiya hişê min
de damarên xwe xurt û kûr dikirin.
Kuvark bûne sedem
ku ta roja îro ez bi vî çavî li cîhanê binihêrim. Erê ez diaşirim, ez
ji van heyînên biçûk, heyînên ku pir kes bihemd an jî bêhemd pêl wan
dikin û dipelixînin, ez jê fêrbûne çawa li qada çarenûsa bikotek
bisekinim û serê xwe jê re netewînim. Kuvark bûn, ên ku hîştin piştî
mirina bavê xwe li ser lingan bimînin, ma ne ew jî bi reqreqa ewran re
tên jiyanê, lê piştî ewr dimrin, ew hêj li ser lingan dimînin! Ez deh
salî bûm, ewrên jiyana bavê min vekişîbûn. Perdeya germ çirî bû û ez
bi tenê li ber seqema bêdil hîştibûm. Birayên min ne kesên ku tu xwe
bispêrî wan bûn. Jixwe wek zirtbergîran bûn, lê tim li devê bavê min
dinihêrîn ku çawa çivîk xwarinê dike devê çîlikên xwe, ew jî bike devê
wan! Min çawa dabû şopa kuvarkan her wisa min da şopa wergirtina
cihekî germ û dilovan di vê jiyana seqem û hovane de. Ez di temenê
kulîlkan de daketin bajarên mezin, min di temenê zeytûnên hêj ber
nedane de karê mirovên teqez û berê zeytûnên çelsalî rakiribû. Çêj û
wateya ku tu li ber destên jinbiraya xwe bijî ji zû de zimanê min
naskiribû, min daweta ker û lalan dîtibû û ez ji govenda kulekan
revîbûm...
Di deh saliya
xwe de ez ji gundekî dehmalî daketim bajarekî mezin, deryayeke bêbinî,
deryayeke ku melevanên ne pispor, masiyên bêkes zû ji alî nehengan ve
tên daqurtin, çawa bibe û tu rûpleke tenik ku ji bîna avê dimezixe
be!?
Behiya min di vê
ava bêbinî de dîsa kuvark bûn, dîsa ez ji wan fêr bûbûm, ku li ber xwe
bidim, û li hêviya ewrekî wenda ku bêhemd li tavekê bikeve û li
camêriya wî nesekinim ku bike reqreq û min ji binî vê ava qirêj
derxîne. Ew roj û maweyên ku min li pey şopandina kuvarkan
derbaskiribûn, giş bûn ardû û hîştin ez li ber dilovaniya melevan û
masiyên şevekûr nesekinim, hîştin ez mertalekî dilêr li sînga xwe
biştînim û tew pute bi wan nekim... Ew kuvarkên bi reqreqa ewran re
mezin dibûn, hêvî dabûn min ku temenê min î biçûk dê sibe mezin bibe,
salên min dê pir bibin, kes dê nema karibe min bipelxîne, ez dê bibama
serwerê derdora xwe... ji min re digotin bilezîn nesekin, ma nayê bîra
te, te em silef biçûk didîtin û her tu berve me dihatî em mezintir
dibûn, rêya xwe bişopîn, raneweste, yek dibin didu, didu dibin çar...
Kuvarkan ji min re gotibû, tew ji têkçûnê zivêr û bedbîn nebe, vaye te
her sal serê me dibirî, lê sala din em bêyî vîna te carik din
derdiketin û me meydan ji te dixwest!
Geşbîniya
kuvarkan hertim hêviya sibeyek sayî dida min, rastî ez ji damarên xwe
ve hilûbûm, lê wan ez fêrî girtina cihekî nû û berdana damarên teze
kiribûm. Di deryaya bêbinî de ez fêrî melevaniyeke pisporane bûbûm û
min karîbû xwe biparasta, na, ya rast kuvarkan ez parastibûm, min tew
nedixwast tu masî di ser min re melevaniyê bikin, min dixwast berî her
kesî derkevim ser rûyê avê û berî her kesî reqreqa ewran bibersivînim,
min dixwast ez jê re bêjim, vaye ez hatim ha, hûn dibînin ez çiqas bi
we re dilsoz im! Jixwe dema min kuvark dişopnadin, min hîs dikir ku ew
ji hev didexisin û diketin pêşbaziyê ka kî dê berî ya din bersiva
ewran bide, her kuvarkekê dixwast ji ya din mezintir bibe, tu kesî
nedixwast di bin sîpera ya din de bijî. Min jî nexwast ez di bin
sîpera kesî de bimînim, bes e, min damarên xwe berdabûn û dem hatibû
ez şax bidim û berve qada jorîn ve hilkişim.
Çima ez ê tim bi
pêlavên kevin velukumim, çima ez ê bi cilên qetî û rizî li ber sermayê
bitevizim, çima ez ê ji xwarina germ bêpar bibim, çima û çima... Ez
nema bi mewda gavên xwe qayîl dibûm, divyabû ji wê firehtir bana! Ez
nema bi zimanê xwe qayîl dibûm, divyabû ji wî rewantir ba, ez nema bi
fêrnameya sereteyî bisînor dibûm, divyabû ez ya navîn, lîseyê û
diploma zanîngehê jî bidest bixim, min tew nedixwast sîpera kesî tîşka
rojê ji min berbend bike, ez bûbûm lehengê efsaneya sê libên fasîlan û
di şevek bêdeng de min ewr birîn, bi rêve min xatirê xwe ji wan xwast
û sipasiya reqreqa wan jî kir, ew reqreq nema bi min pêdivî bû, ez
bûbûm xwediyê vîna xwe û êdî ez serwerê reqreqê bûm...
Sal borîn û
rindiya kuvarkan hêj di dilê min de li ser taca zêrîn rûniştiye, sal
borîn û hêj ewr dikin reqreq û hêj kuvarkên nû derdikevin, sal borîn û
hêj temenên kulîlkan koçberî bajaran dibin û hêj rûpelên tenik di ava
qirêj de dinuqumin. Kes nema dixwaze ji kuvarkan fêr bibe, kes nema
dixwaze ji sîpera kesê din derkeve, ewr ji reqreqan xwe diçirînin, lê
mixabin perdeyên guhan tev qetîne, esfane têk diçin, kes nema ewran
derbas dike, damar nema cendekan hildigrin, ziman her roj lawaz dibe,
bêje dimirin û reqreqa ewran bi xwe re dikujin, kêfa xelkê ji ava
qirêj re tê, kufuk bi devê wan diveke û mêş li ser cendekên mezixî kom
dibin, pişaftin bûye serleşkerê mîrê segan, pênûs bûne stûnên konên
perspankirî û kurm roj ji rojê dilê wan dixwin, li şûn kuvarkan
mayînên cendekên kulîlkên biharê direvînin, diteqin...
Li dorî xwe
mêzekin, hêj kuvark di nav mayînan re derdikevin, li dorî xwe mêzekin,
hêj cendekên biharê temenê xwe dubare dikin, hêj ewran dil heye bikin
reqreq. Vaye melevanên pipor hêj tên daqurtandin, sinifên kuvarkan ji
şargitan vala bûne, mamoste bê kar mane. Vegerin fêrbûn miftî ye,
vegerin bihara me bi xêr û bêr e.... herin fêr bibin...herin fêr bibin...
Kuvark li benda we ne...
|