Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
Zargotin (folklor)
û heyberên folklorî beşeke bingehîn ji jiyana civakên mirovahiyê ne,
ji berî vedîtina nivîsandinê û ta roja îro her civakekê
ferezî(şexsiyet) û taybetmendiya xwe di zargotina xwe de parastiye. Ji
folklor re hînbûna devkî an jî hînbûna zikmakî tê gotin, ango mirov
bêhemdî xwe fêrî vê zanînê bûye û kiriye rajeya(xizmeta) jiyana xwe a
rojane. Dema mirov çêr folklor an jî zargotina miletekî dibe, ew çêr
laşeyekî, heyînike sercem dibe, ev heyîn jî civak, têkilî, girêk û
peywendiyên ku bi salan mirov di navbera xwe û xwezayê de afirandine
ne, yanî dema em bibêjin zargotina Kurdî, em jiyana Kurdan ji hemû hêl
û rengên wê ve tînin zimên, çi xwarin, cil û berg, heyberên çandinê,
fêr, dab, stran, destan, çîrok... ên Kurdan ji roja ku hatine ser rûyê
zemîn û ta roja îro bikar anîne, bikar tînin û dê teqez bikar jî
bînin.
Mijara folklor
mijareke bêsînor û tevlehev e, û bêyî ku mirov wê dabeş bike dê
nikaribe tiştekî jê serwext bibe, belê vê yekê ji destpêkê de bala
zanyarên ku di karê folklore de dixebitin kişandiye, lewma van
zanyaran li hev kirine ku folklor dabeşî du cureyan bikin: yek cureyê
folklor ê razberî ye û yek jî cureyê şênberî ye. Û pê re di her
cureyekî de jî dabeşkirin firehtir bûye û pisportî di şaxên her
cureyekî de hatiye parvekirin, ango her cureyek hema hema bûye
zanîneke serbixwe. Îro şaxên sereke ên folklor, herdu şaxên pêzewarî (şênberî)
û mengîwerî (razberî) ne.
Şaxê yekemîn,
ango şaxê pêzewarî, hemû amanên ku mirov ji xwe re afirandine û pê
jiyaye ye, ev aman ji kevirê çeqmaqî ê ku mirov cara yekemîn pê nêçîr
kiriye heya cil û bergên ku mirov li laşê xwe dike(belê mebest hemû
heyberên ku derveyî zanîna rêkûpêk hatine afirandin.)
Şaxê duyemîn jî
ew berhemên mengîwerî ne, ew jî girêdayî têgîn û nêrînên mirov ji
xwezayê re ne, bi vegotineke din, piştî mirov pêdiviyên xwe ên
pêzewarî peyda kirine, ponijiye û hewl daye ku diyardeyên li dor wî
diqewimin rave bike û tiştekî jê têbigêhe, belê encama kûrponijîna wî,
ew berhemên razber ên ku wî afirandine û niha li ber destên me ne, û
ev berhemên razber di baweriya olî, efsane, destan, çîrok, biwêj...
hwd de tên bercestekirin.
Yekemîn berhemên
razber ên mirov, ew efsaneyên girêdyî baweriya olî û xwedawendan ne.
Hingê, mirov hemû diyardeyên daylan û ne têgihîştî dispartin hêzine
nepenî, û ji wan hêzan re fereziyeke perest di serê xwe de afirandiye
û ew hêz kirine rêberên xwe. Bi vî şêweyî mirov serdestiya wan
fereziyan pejirandiye û li dora wan efsane afirandine... ji kevintirîn
efsaneyên ku bi şêweyekî nivîskî gihîştine destên mirov, efsaneyên ku
li Mezopotamiya hatine hûnandin, ew efsane vedigerin berî 6700 sal,
hingê li Somer tenê 1000 xwedawendên ku efsane li dor wan hatibûn
çêkirin hebûn, û wek ku mirov serdestiya wan pejirandinbû, her
diyardeyên ku li ber çavên wî diqewimîn dispartin xwedawendekî tekane,
w.n, afirandina gerdûnê dispartin Ênlîl, hişmendî dispartin Ênkî, û
afirandina rojê jî kirin para Utu...hwd. Pêşketina van efsaneyan
girêdayî pêşketina hişê mirov û guhertina nêrîna wî ji gerdûnê re bû,
ango her hişê mirov bi pêş diket, her wisa nêrîn û têgihîştina xwe jî
ji diyardeyên gerdûnî re pêş diket. Di serdema Someriyan de, dêm û
sîfeta mirovan li xwedawendan nedibû, hingê hawerî ew bû ku xwedawend
bê qam bûn( kes wek wan nîn bû); lê di serdema Akkadiyan de
(2275-2094)B.Z, em dibînin ku dêma mirovan li xwedawendan dibû, û ev
tişt di helwesta keyayê Akkadiyan Naram-Sîn de tê pêşberî mirov.
Naram-sîn xwe kir xwedawend û perestgeh û perestî jî jê re çêbû, belê
ev jî ji baweriya ku tiştên xwedawendan dikir êdî mirov jî dikarin
bikin û di encamê de ew ne kêmtirî wan xwedawendan ne û ew jî liyaq in
ku navê xwedawendan li wan bê kirin. Naram-sîn ji ber serkeftinên xwe
ên leşkerî ev helwesta xwe selimand, wî her çar hêlên cîhanê wê çaxê
xistin bin desthilatdariya xwe, heya navê xwe kir keyayê
çar-hindan(hêlan). Hêjayî gotinê ye, ku ev helwesta Naram-sîn
rêbazeke nû di çemkê deshilatdariyê de afirandibû û pêdivî bi
lêkolîneke serbixwe pê heye, ji ber ku pir nimûneyên hanê di serdema
me de jî hene, ango pir serweran xwe gihandine diyaroka xwedê!.
Bi peresîn û
werarbûna têgihîştina mirov ji diyardeyên xwezayê re, esfane hema hema
bi sînor bûn, û vê yek rê ji afirandina destanan re vekir, çimkî hişê
mirov kaniyeke tu caran ji herikîna xwe nemaye, ango afirandin
berdewambû, tevî ku hin heyber û dîmenên wê hatibûn guhertin... Bi vê
pêşketinê re mirov nema diyarde sipartin hêzên nepenî, lê wî hewl da,
ku çareyine sênber û daringî bibîne, w.n, di pirtûkên olî de Lehiya
Nuh bi dirûvekî efsaneyî hatiye dariştin, di van pirtûkan de hatiye
gotin ku ev lehî encama neraziya xwedê ji kiryarên mirov e, û wî
xwestiye ku mirov seza bike, ji lewre ev bela şandiye... lê dema mirov
li bermaye û kilaveyên kîlî ên li Mezopotamiya hatine vedîtin binihêre,
dê bibîne ku mirov tu caran bi vî şêweyî li girifta lehiyê nenihêrîbû;
berevajî, mirov hewl dabû ku vê diyardeyê bi hişmendî binase û
çareyeke domdar û rasteqîn jê re bibîne, çimkî lehî ne careke tenê
çêbûbû, ew di her demsalekê de bi dehan caran çêdibû, nemaze wê demê
xêr û bêra xwezayê pirtir bû û di encamê de berf û baran her tim dibû
sedema van lehiyan, yanê bizavên avakirina bendavên li ser çemên
Mezopotamiya bersiva tev diyar ji van hewldanên mirov re ye. Û di vir
de ez dixwazim vê bîrdoza xwe araste bikim, ji ber ku min di tu
pirtûkan de nedîtiye, ez dibêjim(bîrdoz). Wek mirov dizane, dema însan
cara yekmîn bicih bûbû, wî qeraxên çeman ji xwe re hilbijartibûn,
nemaze ji bû av û çandina pêve girêdayî, bi vegotineke din, mirov bi
sedsalan jiyana xwe li ber van çeman dibûrand û dûrtirî mala xwe û
zeviyên xwe nediçû, lewma dema ku lehî çêdibû û mal û zevî li ber
diçûn, mirov di serê xwe de wêranbûna gerdûnê diafirand, çimkî gerdûn
li ba wî ew cihê ku ji bav û kalan de lê akincî bû... Her wiha ev
rûdanên lehiyan bûbûn parekî bingehîn ji jiyana xelkê Mezopotamiya, û
di cîrok û salixên wan de ji nifşekî derbasî nifşekî din dibûn... û
Destana Afirandinê a ku vedigere 2000 sal B.Z, nîşana tev berbiçav e
ji angaşta me re, çimkî ev dîrok(2000 B.Z) ji hemû pirtûkên olî
kevintir e, nexwe, mirov ji zû de bi şêweyekî rêkûpêk ponijîbû û xwe
ji efsaneyan û baweriyên gong rizgarkiribû... di encamê de destan ji
efsaneyan cuda bûbûn, û bi azîneyeke serbixwe derketibûn holê, yanê em
dikarin bêjin efsane dema ku ramanên mirov bi hêzine nepenî ve
girêdayî bû serdest bûn, û çi bûyer diqewimî dispartin wan hêzan, ev
jî taybetmendiya efsaneyan e û grova ku wê ji destanan cuda dike...
Piştî ku destan
bû berhema serdest a encama werarbûna nêrîna mirov ji xwezayê re, ew
her tim di folklor de girêdayî bûyer, leheng û cihên rast e. Îro tu
civakên ku destan di folklora wan de nîn in tune ne, her civakekê
bûyer û rûdanên jiyana xwe bi şêwazekî hunerwer hûnandine û ji nifşekî
derbasî nifşekî din kirine. Tev ku ew bûyer rast qewimîne û bi navên
herêm, kesayetî û war hatine çespandin jî, lê pir têgîn û dîmenên
efsaneyî têperî van destanan bûne, û di vir de hişê mirov dixin nav
geremolê, îcar mirov dê bipirse, gelo çawa destan bûyerine rasteqîn in
û ewqas têgînên ku hişê mirov bawer nake tê de hene?. Ev jî bi xwe ji
qed û puxteya pindara mirov tê, ango çiqas bûyer rasteqîn be, mirov
her tim fîstanekî pindarî li wê dike, di vî fîstanî de mirov bûyeran
dirêse, dihûne û tevn dike, û di encamê de amaneke balkêş, dilkêş û
hestkêş diafrîne, û heke ne ji van taybetmendiyên hanê bûna, dê ew
destan negihîştina roja îro, ango heyberek ziwa, hişk û bêbandor dê
xwe zû ji hişê mirov biavêjta. Ta roja îro bûyerek çiqas biçûk be û
mirov çiqas asan be heya ji cihekî digihîne cihekî din bi dehan
wêneyên sorkirinê û germkirinê lê tên barkirin... Bo selimandina vê
angaşta me, mirov dikare vegere Destana Gilgamêş, ev destan berî 2000
sal li Bajarê URUK li başûr Mezopotamiya qewimîbû, destan li ser
duwanzdeh kilaveyên kîlî hatiye nivîsîn, ew li dor keyayê bajarê Uruk
gilgamêş digere, çawa ku xwedawend lavayên xelkê bajêr bicihanîne û
mirovekî bihêz û hovane şandiye ku Gilgamêş bikuje û xelkê ji stem û
zînata wî rizgar bike, paşê Gilgamêş û wî mêrî ve (Ênkîdo) bi hev re
şer dikim, lê tu kes bi ê din nikane û di encamê de dibin dost, û pê
re ligel şerê pir sewalên hov û dirinde dikin, demeke diçe, Îştar(ew
jî xwedawendeke) çawa ji Gilgamêş re dibêje ez ji te hez dikim, lê
Gilgamêş dilîniya Îştar napejirîne, hingê Îştar bêhnteng dibe û
dixwaze tola xwe ji Gilgamêş vede, ji lewre gayekî dişîne bo bajarê
Uruk kavil bike, lê Gilgamêş û Ênkîdo wî dikujin, û paşê dem tê û
Ênkîdo dimire, lewre Gilgamêş pir bêzar dibe û pê re diçe welatên man
û namenê ku raza nemirinê vebîne, û çawa ew pend û şîretan ji kesekî
ku ji lehiya mezin(Lehiyan Nuh di pirtûkên olî de) sax maye û navê xwe
Utnapishtim e, dipirse dê çawa sir û raza nemirinê
binase...
Ji naveroka
destana Gilgamêş diyar e, ku bûyer rast e, him bajarê ku Gilgamêş lê
serwer bû heye, û hem jî peykerê wî û lehiya ku di destanê de wek
lehiya mezin binav dibe jî rast bûye û ew jî wek destana Gilgamêş li
ser kilavên kîlê hatiye dîtin, lê tiştê tev balkêş ew e ku dema
bûyerên vê destanê qewimîne û dema nivîsîna wê ne yek in, yanê dora
700 sal di navbera wan de heye, çimkî bajarê Uruk di sermeda Somer de
avabûbû û kilaveyên ku destan li ser hatibû nivîsîn vedigerin serdema
Babylonan û di navbera somer û Babêl de zêdetirî 700 sal hene, yanê ev
gotina ku destan rast qewimîne, lê bi borîna deman û veguheztina devkî,
pir şêweyên pindarî lê zêde bûne û rastî tevlî xeyalê kirine bûye,
diselmîne û dihêle ku ev baştirîn û vekirîtirîn bîrdozên ku destan û
efsaneyan ji hev cuda dike be.
Di encamê de
heke mirov bi baldarî û hûrbînî li ser van efsane û destanan raweste,
dê karibe rêveçûna pêşketin û werarbûna hişê mirov û dîmenên jiyana wî
ji kevintirîn dîrokê ta roja îro binase, çimkî destan ji hemû
çeşîtên(cureyên) folklor ên din firehtir e û hemû quncikên rewişta
civakan arasteyî me dikin, belê destanên Kurdî jî di heman cih de ne,
lê li vir ez ê gotara xwe kuta bikim, bi hêviya ku yan xwendevan bi
xwe bişopînin, yan jî ji pê re û li gorî demê ez ê hinekî li ser hin
destanên kurdî, rastî û pindarên ku têperî nav wan bûne bisekinim...
|