::
Ez ê dengê
xwe berz bikim, ez ê dengê xwe bilind bikim.
Ey dinyayê, ey
xelkno, ey alemno, dengê min bibihîzin, ez ê îro destaneke lehengiya
Kurdan dubare bikim. Îro ez ê rûpeleke nû di dîroka gelê xwe de
bixemlînim.
Îro ez ê biçim
dîlbera xwe rizgar bikim, dîlbera min di sengera paşverûtiyê, di
sengera zilm û zînatê, di paş deriyekî heftkilîtî, di zindaneke reş û
tarî de dîl e!, dîlbera min li ber destên hovan û berazan e, rondikên
wê hema ziwa bûne, porê wê hema bûye kulav, rûyê wê miçiqî û çilmisî
ye!, xeman nexe hevdilê, ez têm, ez sond dixwim ez ê te rizgar bikim,
ez sond dixwim ez ê rêça bav û bapîran bigrim.
Ey sengera zilmê,
ey çavkaniya kul û dilşikestiyê, vaye ez têm, xwe ji rûbariya min re
teyar bike, vaye ez têm, bi min re rima Memê alan di destekî de û di
destê din de çakûçê Kewayê hesinkar, vaye ez têm di serê min xêzikên
ku Ehmedê xanî kirine kaniya niştimanî, vaye ez têm bi min re
helbestên Feqiyê Teyran, ez bilez têm, bi min re pekrewaniya Zîlanê,
Leyla Qasimlo, bi min re zîrekiya Adûle xanimê. Hêza min biçûk nebîne,
bi min re pêşmerge û gerîlayên qehreman, bi min re siwarên Ezîdî, bi
min re ewên ku sînga te bi hezaran caran hilweşandine û meydana mirinê
ji te xwestine. Vaye li rex min Simkoyê şikak, vaye li rex min Qadî
Mihemed, ax Qadiyê min, ax Seydayê min, te qasî bi destên xwe yên
pîroz ala Kurdistanê sêrîn kiriye!. Ey sengera Zilmê, ey nebeza
tirsonek, ez têm û lehiya Nuh bi min re ye, ez ê carik din qirêjiya te
ji rûyê zemînê rakim, vaye em di ser gora Sêx seîd re jî derbas dibim,
vaye, Sêxê me bi rih û cibeya xwe bi me re dibişre û destên xwe di me
re liba dike, Sêxê mino, xwazî ez bi qurbana wan destên pîroz bûma,
xwazî ez nobedar û berdestê giyana te ya perest bûme. Ey sengera
bêbext, de bibîne em ê çawa derbasî binxeta te ya bêyom bibim, em ê
çawa vîna te bişkînin, em ê biçim Seydayên nemir, Cegerxwîn, Celadet,
Nûrî dêrsimî, pekerwanên serhildana duwanzdehî adarê tev karwana xwe
bikin. Ez spasî we hemûyan dikim, we damarên min şîn kirin, we hêza
min tekûz kiriye. De xwe made bike ey sengera bêholman, ez sond dixwim
ez ê te bipelixînim, ez ê deriyên te bişkînim, ez ê kilîtên te
biqrêfim, ez ê bircên te birûxînim, ez ê kevirên dîwarên te bikim ax,
ez ê li şûna te tova azadiyê biçînim, ez ê te bikim mînak û wane ji
çavsorên zordest re, ez ê tirs û xûfê bixim dilê wan, ez û dîlbera xwe
em ê li şûn warê te yê qirêj destaneke pîroz biafirînin, em ê
zemawendeke cîhanî lidarxînin, em ê Zerdeştê kal vexwînin daweta me,
bila destên wî yên pîroz nikeha me binivîsin, bila bêr û bereketa wî
zarokên me cîhanî tijî bikin. Ey sengera rûreş ez têm, bila tu tu
caran li qirkirina zarokên Amûdê, lê komkujiya Helebçe şah nebî, ez ê
tova nûbûnê di xaka Mezopotamiyayê de biçînim. Ez ê wê ji ava Dicle,
ava Firat, xwîna şedîdan, têr bikim, bila bihara me rengîn bibe bila
rûyê te reş û tarî bibe, ez ê li ser gora her qurbanekî Amûdê û
Helebçe bi hezaran zarokan bînim, ez ê wan fêr mirovantî û hezkirina
azadiyê bikim. Ey sengera reşiyê, ey serigûya tariyê, ez ê bihêlim tu
li rojbûna xwe poşmam bibî, ez ê bihêlim tu serwext bibî ku ev ne
cîhana beraz û xwînxwarn e, ev cîhana candan û pekrewanan e, ev cîhana
Kurd û merdan e.
Ez ê bi
serbilindî derbazî rûpela dîroka xwe bibim, ez ê destana xwe li rex
xwîşkên wê deynim.
Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
|