Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
ek her roj bi
eniya ji xwêdanê sipî bûbû, bi qirika ji tîbûnê miçiqîbû, bi lepên ji
werîs û misasê qizre bûbûn... Ez ji gorepana xebata bêber vegerîbûm,
ez bi rojê re ketibûm pêşbaziyeke bêdawî, kevir û kuçik bûbûn rikberên
min, hevjar, nîr û bergîrên min bûbûn dîlên bêvîn...
Ev bûne dîmenên
tevgera min, ev bûye rêzefîlma jiyana min, bi berbangê re fîlmê min
dest pê dikir, bi nîvroj re te bêhna xwe bi rêklamên min vedida, lê
êdî bêhna te zû ji rawestandina min teng dibû. Bêdil ez carek din
dadiketin ekrana paldêra te ya ku nema têr dibû! Herçend ez ne rengîn
bûm jî, lê edî kêfa te ji min re dihat, jixwe te reng ji hev cuda
nedikirin, jixwe te çêj hîs nedikirin...
Heke ne wisa bûya
te dê rengê evîna min zanibûya, tu bûbû zarokê ku cîhanê ji xwe cuda
nake, giriyê te ne tika bûn, tu bêhemd digiriya, lê heya tu di giriyê
xwe de jî serwer bû... Te ez xistibûm zîndaneke bêderî û tu bûbû
dergevaneke bêholman û nihad, te rêbazên zîndanan şikestibûn, zîndana
te puxte bû, deriyên te puxte bûn, merbend û kilîtên te bêqam û heval
bûn...
Vaye pênc sal
bûne ez dîlê te me, lê te hêj ez nedarizandime, vaye pênc deryayên
têvel û veder ji hêsirên min mişt bûne; lê dilê te hêj ziwa ye! Xwîna
min Xelat, Hawar, Cudî û Sîpan sorkirin, lê tu hêj guleke bêreng î!
Hevalên min firiyan zozan û seyranên havînê, lê seqema zivistana te ya
sar ez tevizandime, şax û gupikên wan derbûn, û ez hêj di payîza
pelzer de girtîme!?
Lîstikvan mirin,
sînema şewitîn, televizyon bûn gorepana se û hovan, lehengên ser
sergoyan bûn serwerên qadên fiş û vala... Gelo ev rêzefîlma jan û
kovanên bêdawîn e! Gelo ev bihuşta mebest e, lê dojeha çarenûsîn e?
Porê min sipî bû, xwêdana min nema diherike, qirika min bû newala
bêgiyan û goristana cangoriyên bêxwedî!?
Dem nehatiye tu
min azad bikî, ma dilê te ji zînatê têr nebûye? çavên te ji awirên
agirîn naêşên? Dilcamêr be Dilê, memkên zêrîn ji pêsîra xwe derxe, ez
tîme, lêvên hinarî bêheval nehêle tenêtiyê ez helandim, navika sorik
veke, gora min a bêbext veke ez dixwazim li ser sînga te bimirim...
|