Bûkek bi pîkekê
Hebû tunebû, çivîkek hebû. Hêstirîk ketibû lingê çivîkê û ew pir
diêşand, çivîkê çiqas hewl da nikarîbû ew hêstirî ji lingê xwe
derxista, lewre li kesekî/ê ku alîkariya wê bike digeriya, ew pir firî
hindik firî heya gihîşt derdora gundekî, ji dûr ve dît ku pîrejinekê
nanî dibrêje, çû cem pîrê û got ” pîrê ez di bextê te de me, tu dikarî
alîkariya min bikî û vî hêstirî ji lingê min derxînî, êşa min ji ber
her ku diçe zêde dibe“. Pîrê bi asanî hêstirî ji lingê çivîkê derxist
û avêjt binê sêla nên, wexta çivîkê wiha dît, lingekî wê li erdê û ê
din li ezmên, li şûna bêxwê spasiya pîrê bike, wê ji pîrê re got ez
hilîbilî, hêstiriyê xwe dixwazim!, “lê rinda min, lê delala min, ez ê
çawa ji te re hêstirî vegerînim, ew parîk zil bû û çû şewitî “ pîrê ji
çivîkê re got!, lê çivîk ji ya xwe daneket, vê carê got yan hêstirî û
yan jî tu yê heft nanan bidî min!, rabû pîra reben, heft nan dan
çivîkê û bela wê ji ser xwe şoşt.
Çivîka bêxwê nanê xwe rakir û çû, ew pir çû hindik çû heya gihîşt cem
şivanekî, dît şivan tengezar bûye û mêş newêrin di ber pozê wî re
herin, ”te xêre şivano çi bi serê te hatiye tu ewqas bêhinteng bûyî? “
çivîkê ji şivan re got, şivên li civîkê vegerand ku ew dixwaze
telemeyekî çêbike, lê nanê wî nîn e, û ew nikare biçe gund jî, çimkî
ew ji gund bidûrketiye. “Wey pirsgirêka te pir asan e, çareya te li
cem min e, vaye heft nan bi min re ne, tu here çend kerikên tîban bîne
û şîr bidoşe, ez û te em ê teleme tev bixwin“. Her wiha çivîkê tev
şivên teleme xwar, lê bêxwê dîsa dest bi dekûdolaban kir, dîsa lingekî
wê li erdê û ê din li ezmên ew heft nanên xwe dixwaze, şivanê reben,
bêgav me û nizanî çi bike, rabû daxwaza çivîkê bi cih anî- ew jî ku
heft beranan li şûn heft nanan bide çivîkê.
Çivîkê wek şivanan beran dan pêşa xwe û birêve çû, ew pir çû, hindik
çû heya gihîşt gundekî ku dengê def û zirneyê erd dihejand, çivîkê di
nav gund re rêya xwe rasterê birand û gihîşt mala zêve, lê berevajî
xelkê gund, mala zêve stûyê xwe xar kiribûn û kûr diponijîn,” Çi bela
we ye, ma ev ne roja we ya şahiyê ye, we wisa rûyê xwe tal kiriye!!“,
mala zêve jê re şîrove kirin ku xwendiyên wan hatine, lê ew nikarin
xwarinê ji wan re amede bikin, ji ber ku berxên wan nemane ku
serîjêkin, dema çivîkê wiha bihîst, wek mêran sîngê xwe kuta û got,
vaye ji we re heft beran, serîyên wan jêkin, mêvanên xwe têr bikin û
rûyê xwe li pêş xelkê sipî bikin.
Carik din çivîkê tiştê ku bi serê pîrê û şivan anîbû li serê xwedanên
dawetê jî sêbare kir, carik din hilîbilî, yan hûn ê bernanên min bînin
û yan jî hûn bûkê bidin min, “law nabe çawa em ê bûkê bidin te...!”
xwedanên zêve gotin. Çivîkê got ez nizanim, ev arîşeya we ye, ez mafê
xwe dixwazim..., rabû rebenan bûka wek heyvê dan çivîkê û çivîkê ew bi
xwe re bir û çû.
Birêve çivîka bêxwê û bûka bedew dîsa pir çûn hindik çûn, heya tûşî
dezgêrekî(etarekî) bûn, rabû çivîkê ji dezgêr re got, dezgêro tu vê
bûkê rindik bi pîkekê naguhêrî?, dema dezgêr li bûka nihêrî hişê wî ji
serî firî, û got belê ez bi hemû amana xwe diguhêrim. Çivîkê bûk da
dezgêr, pîka xwe bir û birêve pif pîkê kir û got:
Hêstirîk bi heft nanan
Heft nan bi heft beranan
Heft beran bi bûkekê
Bûkek bi pîkekê...
Em
ji vê çîrokê serwext dibin, ku ne hertim ew kesên ku bêxwê ne û
dekûdolaban dikin bi ser dikevin, lê pir caran ji ber pozbilindiya xwe
jî pir nizim dikevin, riswa jî dibin û hertiştî wenda dikin.
Mihemed Elî, Efrîn
[email protected]
Tumehî rêya riswatiyê ye
Hebû tunebû, mîrekî pir zîrek û hişmend hebû. Mîr çi kesên li cem wî
dixebitîn di bin ezmûnekê re derbas dikirin da ku tu kesî ne zîrek û
baqil li mîrîtiya wî kar û barê hukûmetê nekira. Salekê serokwezîrên
mîr koça dawî kir, û di encamê dê diyaroka wî vala bû û diviyabû ku
mîr ciyekî ewqas hestiyar zû dagire, lewre mîr mezinên mîrîtiya xwe
komkirin û xwast yekî ji wan wek serokwezîr deyne. Lê berî ku ew kes
ciyê xwe bigre, mîr got gerek ew bersiva mamika(tiştoneka)wî bide, her
wiha bi dehan mêran hewl dan, lê li dawiyê hemû di bizava xwe de
pinkeftî bûn. Mamika mîr jî ew bû ku tiştê tev pîs li ser rûyê
zemîn çi ye?.
Piştî hemû kesî têkçûna xwe aşart, mirovekî pir dewlemend û diyarokhez
serdana qonaqa mîr kir û got “mîrê min ez ê biçim li bersiva mamika
te bigerim, lê tu sozê didî heke min tê derxist tu min bikî serokwezîr”,
mîr got belê, lê heke tu tê dernexî ez ê stûyê te bibirim.
Her
wiha mirovê me cil û bergên mirovekî parskar li xwe kirin û ji bajêr
derket, lê berî ku ji cem mîr derkeve, mîr jê re got ku dema wî
bisînor e, û heke ew di demeke bêlî de neyê û bersivê nede ew ê soza
xwe bikşîne.
Mirovê dewlemend pir geriya hindik geriya, rast çû çep zivirî, lê bê
çare bû, her ku yekî jê re digot ev tişt pîs e, yekî din dê bigota ev
pîstir e, ango yekî digot dizî pîs e, ê din digot derew pîstir in...,
bi vî şêweyî roj û dema mirov bi lezgînî firiyan û dîroka ku mîr jê re
bêlîkiribû nêzîk bûbû. Mirov ketibû navbera du tiştan yan biçe cem mîr
û bêje ku wî jî wek ên din têkçûna xwe aşart û yan jî carik din neçe
bajêr û di encamê de mal û arzûya xwe jî ji dest here. Rojekê berî
dîroka peywira wî biqede, mirovê me tûşî şivanekî bû, lê qasî ku
xembar bû, halê wî nemabû, heya pir caran li çûndina xwe ya cem mîr jî
poşmam bûbû, û ji xwe re digot, ma min ji xwe û vê yekê xêr bû, ez
dijiyam û jiyana min xweş bû, çima min xwe wisa xiste tengasiyê. Li
cem şivên ew hinekî rûnişt û ji kerba dilê xwe meseleya xwe ji seriyê
bên heya dawiyê hewal da, wexta şivên wiha bihîst got” Xwedê tu gihand
ciyê rast, bersiva te li vir e”, wexta mirov wiha bihîs rûyê wî vejîn
bû, û kenê devê wî jî pan bû, “Gelo tu rast dibêjî, ez di bextê te
de me ka zû ji min re bêje, çimkî sibe roja dawî ye û sibe çarenûsa
min dê diyar bibe “ .
“Te ew zinarê reş li ser gir dîtiye, heke tu wî zinarî derwar bikî tu
yê hem bêderek zêr û hem jî beniyekî dê hemû pirsên te bibersivîne
bibînî”
Şivên got. “Lê hinekî mercê derwarkirina zinêr giran e, ez nizanim
heke tu dikerî bicih bînî? “. Mercê derwarkirina zinêr jî ew bû ku
mirov li ber zinêr birî, û pê re bi pîçan gûyê xwe pîç pîç bixwe, û li
dawiyê zinar dê bi xwe bi aliyekî de biçe!!.
Mirovê tumeh bi lez bezî cem zinêr û tiştê ku şivên jê re gotibû bi
cih kir, lê mixabin gû xelas bû û zinar ji cihê xwe nelebitî!!, “Ka
zinar ji cihê xwe nelivî, şinavo, gelo tu derewan li min dikî!?”.
Şivanî keniya û got belê zinar dê nelive, çimkî bingeha rastiyê di
gotina min de nîn e, min tenê xwest ji te re destnîşan dikim, tu tiştê
tev pîs li ser rûyê zemîn tumehî ye, te dît tiştê tev
pîs çawa mirovekî wek te dewlemend riswa kir û hîşt ku ew gûyê xwe bo
xatirê tumehiya zêr û malê dinyayê bixwe!!.
Her
wiha mirovê me veregî cem mîrê xwe û jê re got ”Mîrê min, min
mamika te têderxist, ew tumehî ye“. Bi vî rengî mirov dibîne çawa
ku tumehî dibe sedema riswatî û nizimiya diyaroka mirov, û di encamê
de tiştê tev pîs jî ew e.
Mihemed Elî, Efrîn
[email protected]
|