Mamoste Mihemed Elî,
Efrîn
[email protected]
Berevajî hemû
civakên rojhilata navîn, gelê Kurd wek gelkî hişvekirî û pluralist tê
naskirin. Çi mesele û pirsgirêkên ku li cem civakên derdora wan perest
û qalkirina wan heram e, li cem Kurdan bi asanî û di hemû astên civakî
de bi azadî û hin caran bi qerfî tên ziman. Ji xwe gelê rojhilata
navîn ji ber ku ew pir bi giyaniyan û dilîniyan ve girêdayî ye, hemû
bela û qezayên xwe bi xwezayê ve girêdide, wek çawa xelkê vê herêmê ji
berê de jiyana xwe ya rojane bi hêzên xwezayê û xwedawendên ku ji xwe
re afirandibûn ve girêdane, her wiha, Kurd îro li ser rê û şopa
bapîrên xwe diçin. Îro devî kîjan Kurdî veke dê bêje, xwedê ji me ne
raziye, lewma wî bela û zilama, Firs, Tirk û Erban ve bi ser me de
anîye, belê pêxember û kesayetiyên olî jî ji ber destên kurdan nikarin
birevin.
Ez ê di vê nivîsê de
hin nimûneyên ku tu tişt nikarê xwe ji ber devê kurdan biparêze
pêşkêş bikim, ango ev tişt çiqas mezin, perest û bi rûmet be, Kurd dê
destên xwe bavêjin wî, û bi dastanî an jî bi qerfî çîrokekê li ser
biafirînin.
Şoreşa Mirûdan
Dema ku Firansa
li Sûriyê bû, her wisa Kurdistan û herêma Efrînê jî di bin
desthilatdariya wê de bû, wê çaxê pir serhildan û şoreş li dijî
Firansa derketibûn, lê şoreşa ku li herêma Efrînê rabibû, ji şoreşên
li herêmên Ereban cuda bû, em karin bêjin ew şoreşeke pindarî(xeyalî)
û qerfî bû. Şêx an jî serokê serhildan û şoreşê Xidir bû, Xidir jî li
gor bîrnasiya Îslametî, diyaroka xwe di bin ya Mihemed re ye. Li gor
vegotinên xelkê Efrînê, Xidir bombeyên ku palefirên Firansa berdidan
li banî digirtin, û ew di solixkê de diçû cem pêxember û vedigerî
Efrînê. Belê xelkê Efrînê jî nirx û qîmeta vî mirovî pîroz baş dizanî,
ango çi pere û keçikên rindik berî ku biçin mala mêrên xwe gerek
biçûna mala cîgirê Xidir li Efrînê, da cîgirê Xidir bêr û bereketa xwe
bi ser de berde, çimkî bereketa wî ji ya Xidir e, û ya Xidir jî ji ya
Pêxember e. Bi vî rengî cîgirê Xidir bi keçikên ku berî biçûna mala
zewaciyê re xew dikir, belê xelkê Efrînê jî pir dilxweş û serbilind bû,
ma ne serbilindîk e, xwedê ji nav hemû cîhanê, Efrîn vebijart û
bereketa pêxemberê xwe lê belav kir. Ji şoreşa cîgirê Xidir re digotin
tevgêra mirûdan, û ew li Efrînê jî ta roja îro tê naskirin. Rojekê
palefirên Firansî bi ser Efrînê de gule barandin, belê xelkê Efrînê di
cih de gazî û hawara xwe birin, Şêxê mezin, şandeyê pêxember, cîgir ji
xelkê Efrînê re got tu xeman nexin, ez ê niha bombe û guleyên van
gawiran li banî bigrim û jiûnve bavêjim wan, lê mixabin, piştî
palefiran gule berdan ser şêx û mirûdên wî, ew nema carik din hatin
dîtin, hinek dilpakan gotin ku ew firîn cem xwedê û pêre demeke pir
dirêj li benda wî û Xidirê mezin man, ku jinûve werin, tenê yekî dîn û
bodle got, bi xwedê ev şêx bû xwarina sayan û perçeyê wî yê mezin guh
e.
Pîrozkirina pêxember
Ji meseleyên
din ên ku qala Mihemed dikin, meseleya ku çend siwarên Kurd çûne cem
Mihemed
bo
serkeftina ola wî pîroz bikin. Li gor gotinên kurdan, piştî ku Mihemed
di belavkirina ola Îslametî de bi serketibû, bi hezaran şande û
kesayetî bereve Meka pîroz bi rêketin bo wî pîroz bikin û bi rûniştina
li rex wî hin bêr û bereketê bistînin. hingê ji fêr û adeta
Mislimanan bû ku xwe li pêş Mihemed bixûşînin û dest û lingên wî maç
bikin, belê Mihemed bi vê yekê pir kêfxweş dibû. Piştî bi sedan şande
çûn wir, rojekê çend siwarên Kurd jî xwe dan hev ku biçin serîlêdana
Mihemed, kêlîka ew gihîştin wir, berevajî hemû xelkên din, wan ji dûr,
bê lexem û navên bilind bang li Mihemed kirin û gotin “ law Mihemed,
dibêjin ku ola te bi ser ketiye, ma raste, heke wisa be, ser xêrê be”.
Lê Mihemed pir bêhnteng bû, çawa ew pêxemberê xwedê ye, ola û hêz xwe
ewqas fireh bûye, û hinek dê bi vî terzî bi wî re biaxifin. Mihemed ji
bawerpêkiriyê xwe Bavê Bakir pirsî ku ew siwarên bê edeb û namûs kî
bûn, bavê Bakir got, pêxemberê mezin, ji van re dibêjin Kurd, dema
Mihemed wiha bihîst, destên xwe berve ezmên kirin û got ” Xwedayê min,
ev milet û qewmê bê edeb û namûs ê ku qedra pêxemberê te nake û destên
wî ramûsan nake, bila tu carî nebe xwedî mal û milk û dewlet, bila her
tim, jin û zarokên wan talan û milkê Ereban û mislimanan be”. Ta roja
îro kurd dibêjin ku bela û qezaya wan ji nifira Pêxemberê mezin tê, ma
xwedê ji siwarên me razî be, gelo ezmanê biketa ma destên Mihemed
biramûsandane.
Ew kesê ku
serîlêdana Xwedê kir
Meseleya me a
sêyem, derbarî ew kesê ku xwestibû biçûya cem xwedê ye. Dibêjin
mirovekî piştî mirina kevaniya wî, halê xwe pir xirabibû, zarok pirçî
manbûn, mal tim di gemar û qirêjê de bû û çi karê ku dixwast bikire ji
destên wî direviya. Piştî ku mirov kûr ponijî, dît ku tu çare ji bilî
serîlêdana xwedê nînin. Mirov xwestibû ji xwedê bipirse çima xwedê ji
wî ne razî ye, û wisa wî riswa dike.
Rojekê berî ku roj
hilê, mirovê me çiqina xwe rakir û beriyê xwe da çiyayê tev berz û
bilind li herêma wî, belkî ku ji xwedê ve nîzîk bibe, û bikaribe bi wî
re biaxife. Ew dûr, nîzîk meşiya, ta bi rê ve li deştekê tûşî gurekî
ku ta stûyê xwe di herî û mîlê de gevizî bû hat,
“ Çi belaya te ye
law guro, tu çima wek min riswa bûye?
“
“ Ax ax, bi xwedê ez
nizanim çima xwedê wisa bi min dike, ez tiştî pîs nakim, û ez ji wî jî
ditirsim. Hele bêje, tu li vir çi dikî?”
“ Wele meseleya min
jî hana hana ye, vêça min biryar da ku ez biçim serîlêdana xwedê bikim,
belkî çareyekê ji rewşa xwe re bibînim. “
“ Aman dilê min tuyê
biçe biçe, hele ji kerema xwe re ji xwedê bipirse, min çi kiriye, heya
ez wisa bûme, belkî tu çareyekê ji min re bibînî“
“ ser serê min, bi
xwedê berî doza xwe, ez ê doza te ji wî re bêjim“
Mirovê me gur di
gola mîlê de hîşt û meşa xwe domand. Hêj mirovê me bi rê de diçe, tûşî
aşxaneyeke mezin bû, lê nihêrî dît ku li eniya aşxaneyê nivîsandiye
(derbas be, belaş Têr bixwe û oxir be ji te re).
Mirov pir şah bû, û di dilê xwe de got “ pir baş e, rêwîtiya min
dûr e, ez ê biçim vê aşxaneyê û heya ez karim, ez ê zikê xwe dagirm,
ma ne belaş e, ez ê têrî çar pênc rojan bixwim. “ mirov sê çar
caran, dê têketa aşxaneyê xwarina ser maseyê daqirtande, derketa derve,
carik din biçûya hundir xwarin daqirtande û her wiha, ta çavên xwedanê
aşxaneyê li wî ketin.
“Pisam, heke me got
belaş, tuyê hemû xwarina aşxaneyê bi tenê bixwî!, çi xebera te ye? “
“ Biborîn mirovê
xêrdan, lê min dît ew belaş e û rêwîtiya min pir dirêj e, ez nizanim,
ez ê kengî bigihêjim, niyazê xwe, lewma min got ez hesabê hefteyekê
pêş de bikim. “
“ Tu
çawa nizanî tu ku ve diçî, ma tu wendayî ? “
“ Na,
lê ez diçim ba xwedê û ez nizanim ez ê kengî wî bibînim“
“ çawa!
tu diçî cem xwedê, Ez di bextê te de me, derdekî min heye, ma tu karî
jê re bêjî. Ez ê pir ji te memnûn bin. Wek tu dibînî ez vê xêrê giş
dikin, lê dîsa xwedê miraz û daxwaza min nakê, belkî tu jê bipirsî, ew
çi dixwaze ez bikim ta mirazê min bi cih bîne.
“
“ Ser
serê min, ezê doza te berî ya min ji wî re pêşkêş bikim.
“
Her wiha mirovê me
zikê xwe baş dagirt û meşa xwe berve çiyayê berz berdewam kir. Piştî
meşeke dirêj a ku xwarina aşxaneyê tê de pir bi sûd bû, mirov gihîşt
lingên çiyayê mebest, û wek hûn dizanin jî, xelkê lingên çiyan ji xwe
re vekirine, ango kelem û zinar ji erdan paqijkirine û ji xwe re
çandine, ji wan erdan re dibêjin QERAÇ. Li nav qeraçekî, mirovê me dît
ku kalemêrekî cotî keran dajo, hingê got ez ê biçim cem vî kalemêrî û
hinek av ji cem vexwim.
“ Qiwet be, kalo“
“ Spas, derbas be“
“gelo av li cem te
tê dîtin, bi xwedê qirika min ziwa bûye
“
Keremke, tu ji ku tê û tu di vê germê de ku ve diçe kurê min? “
“ Bi xwedê kalo, hal
û meseleya min hana hana ye, mala min xirabû, zarok gemarî û birçî man
e, lewma ez ê biçim cem xwedê ta sekim, ka ew çima li min wisa dike. “
“ cem xwedê!, ez di
bextê te de me law, tuyê biçe biçe, ez ê tiştekî li te biwesînim, gelo
tuyê karibî jê re bêjî çima ew li min wisa dike. Dinya xela ye, xelk
bi hesreta teneyeke gerim e, ez jî ji sibê ta êvarê vî erdî tîmar
dikim, lê ez çi lê diçînim dibe ji bilî tiştekê tev gerek- ew jî gerim
e. “
“ser serê min, kalo
bi xwedê berî doza xwe ez ê doza te pêşkêşî wî dikim. “
Pêre mirov avrazî
çiya bû, rojek, dudu, ta li dawiyê gihîşt lûtkeya wî. Bi dengekî
bilind mirov bang kir.
“ Law xwedayo, tu li
ku yî, derkeve ez hatim ba te bo ez zanibim min bi te çikirî ye, heya
tu min wisa riswa dikî? “
Ji nişkeve mirovekî
girs ji banî daket cem mirovê me, lê mirovê me cifilî û tirsiya jî û
dê hema bazda.
“ Law
tirsonek, tuyê birevî, ma ne te bang li min kir, bêje tu çi dixwazî ?
“
“
Xwedayê min, berî ku ez doza xwe bêjim, min soz dabû ku ez ê dozên
kesên ku ez tûşî wan hatime ji te re bêjim. “
Her wiha, mirovê me
doza gur ji xwedê re hewal da, û bersiva xwedê jî ew bû ku heke gur
serê mirovarkî bêaqil bixwe, dê ji herî û mîlê azad be. Derbarî
xwedanê aşxaneyê jî xwedê got ku xwedanê aşxaneyê bi xwe
jin e, û ji ber ku wê xwe wek mêran kiriye, xwedê jê ne razî
ye, heke ew xwe ji nûve asa bike, dê xwedê ji wê razî be û ew ê bi
serkeve. Lê derbarî kalê reben, mirovê me pirsî?, bersiva xwedê ew bû
ku di bin erdê kal gênim lê diçîne latekî mezin heye, û di bin wî latî
de huleyeke zêr veşartî ye, bila kal zêran derxîne, pêre jî dê genim
pir bilind û qebêl bibe.
“ Lê ez xwedayê min,
sedema xizaniya min çî ye û ez ê çawa jê azad
bibim? “ mirovê me got.
“ Tu xeman nexe,
berî ku tu bigihîne mal çare û rizqê te dê bi rê ve werin, û rewşa te
dê xweş bibe“
Mirovê me pir
kêfxweş bû û xwe bi lezgînî ji çiya berda. Teqez berejavî rêwîtiya xwe
dê berî gişkan di cem kalê re derbas be.
“ roj
baş kalo
“
“ roj baş kurê min,
hele bêje te xwedê dît? “
“ Belê belê, min ew
dît, û mizgîniyeke pir xweş jî ji te re aniye. Tu dizanî çima genim di
erdê te de nabe, di erdê te de huleyeke zêr heye, heke tu wê derxîne,
hem tuyê zêran bibî û hem jî genim dê ji niha û pêve pir pir baş bibe.
“
Her wiha kalê erd
vekoland û bi rastî jî huleyeke pir mezin tijî zêr û gencîne derket.
Kal ji şabûna re bodele bû.
“ Kurê min, ji ber
ku sedema dîtina van zêran tu yî, ez ê nîvî vê hulê bidim te“
“ Na kalo na, xwedê
got berî ez bigihînim mal, ew ê doza min çareser bike û rizqê min
bişîne“
Her wiha mirovê me
nîvê zêr nepejirand bi baweriya ku rizqê li benda wî ji zêran buhatir
e. Kesê duyem ê ku mirovê me di vegera xwe de çû cem, xwedana aşxaneyê
bû.
“ Ma tu fedî nakî,
te xwe kiriye mêr, xebera xwedê ye, ku, nehêle tu bi ser kevî“
“ Ez destên te
diramûsim, dengê xwe neke û min riswa neke, va te raz û sira min zanî
were ez bibim kevaniya te û tuyê aşxaneya min birêve bibe. “
“ Na na , xwedê got
berî ez bigihînim mal, ew ê dê rizqê min bişîne, aşxaneya te li te
helal û pîroz be, hişê xwe mezin bike û here mêrekî xwe bike.
Mirovê hişmend
xwedanê pend û şîretan, carik din rizqê ku xwedê soza wî dabû wendakir.
Teqez, kesê dawî ku
mirovê me dê di cem re derbas be, gur e.
“ Law guro, tenê tu
zanibî, tu yê çiqas bi asanî ji belaya xwe azad bî.“
“ Ez di
bextê te de me, bêje, bi xwedê hestiyên min di vê mîlê de lerizîn.
“
“ Tiştê bo te gerek,
xwarina serê mirovekî bêaqil e.“
“De baş e, min
dermanê xwe zanî, nexwe, ez ê li benda mirovekê bêaqil bim, belkî
rojekê ez tûşî wî bibim û ji vê belayê azad bin. Hele bêje tu yê çawa
bikî, ma tu yê jî serê mirovekî bêaqil bixwî? “
“ Ji bilî te ez tûşî
du kesên din bûn û min belaya wan çareser kir, û debarî min jî xwedê
got, berî ez bigihîim mal dê belaya min çareser bibe û rizqê min bê.
Her wiha mirovê me
rêwîtiya xwe giş ji gur re hewal da. Piştî ku gur lê guhdar kir, kûr
ponijî, û zanî ku kesê ew lê digere pir ji wî ne dûr e.
“ Ji kerema xwe
hinekî pergî min bê, ez dengê te baş nabihîsim, xuyaye vê mîlê guhên
min jî giran kirine. “
Heyama mirovê me
berve gur çu, gur yekcar xwe avêjit serê wî û xwar.
“ Kero hîn bi xwe jî
bawer e, ma yekî ji te bêaqiltir ez ê ji ku bînim.“
Li dawiyê gur jî ji
mîl û heriyê azad bû, tenê mirovê me ê bêaqil destvala û bê serî
derket.
Zimanê
Bihiştê Tirkî ye
Di
serdema Osmaniyan de du mirovên Kurd serîlêdana bajarekî Tirkan
dikirin, Rojeke înê hêj ew li bajêr bûn, biryar dan ku biçin li
mizgeftê nimêj û xitba înê hazir bibin. Li mizgeftê mele dest bi xitba
xwe kir, lê xwedê jê razî be tu tişt nehîşt û nekir Tirk, ji xwedê ta
Quranê ta zimanê bihiştê, dema mirovên Kurd weha bihîstin ew tirsiyan,
rabû yekî ji hevalê xwe re got, tu xeman nexe, de çawa be em hinekî bi
Tirkî dizanin û em
ê xwe li bihiştê derbas bikin, hevalê wî got law na
na, min xema xwe nexwariye, ez di qisaweta pexemberê Ometê de me, ew
reben dê çawa bike, wî bêjeyek bi Tirkî nizanîbû ?.
Xwedê Mir!
Jinek reben piştî
bîst salan ku tê de tu şêx, zaret û ocaq ne hîştinbûn, zarokek anî.
Qasî ku ew şa bû got ez ê navê tev mezin û pîroz li zarikê xwe bikim,
piştî ku ponijî, rabû navê tev pîroz li zarokê xwe kir, navê zarok kir
XWEDÊ. lê jinika reben heya bi navê xwedê jî nikarîbû zarokê xwe
biparaste, Xwedê di çarsaliya xwe de nexweş bû û mir.
Jinikê bi hêrs û
keleke kûr çû cem meleyê gund û jê re got mele mele, Xwedê mir
Xwedê ez ê çawa bikim, çi mele got, xwedê mir! tu rastî dibêjî?,
wey mizgînî li te. Mele fît û kumê xwe avêjit û got, here here em ê
nema nimêj bikin.
Ev çend
çîrokên ku min li jor rêzkirine, nimûneyeke pir biçûk ji dewlemendiya
folklorê Kurdî bi çîrok û meseleyên curbecur e. Li vê dawiyê ez ê
carik din gotina Kurdînasê mezin Celîlê Celîl bibîr bînim “ Çi derbarî
Kurdan hat ber dev, dest û guhên we derxînin ser kaxizê“.
|