Mamoste Mihemed Elî
[email protected]
Dizê jîr û paşeyê bê
çar e
Çi hebû çi tunebû,
du dizek hebûn, navê yekî Cimo bû û ê din jî Rimo bû, Cimo û Rimo her
yek li bajarekî dijiya, lê qasî ku diziyên wan deng dabûn, her yekî
nûçeyên ê din dibihîstin, lê li ber dilê wan her kesî xwe dizê tev jîr
didît, û di nameyên ku ji hev re yek caran dişandin ev tişt ji hev re
bêlî dikirin. Cimo û Rimo dîtin ev ne hal e, her kes bêje ez ê tev jîr
im, lewma wan biryar da ku hevdu bibînin û jîrîtiya xwe rû bi rû ezmûn
bikin. Her wiha wan soz da hevdu li ser rêya ku herdu bajaran digihîne
hev bibînin, û cihê ku wan nîşan kiribû bin dara palotê bû.
Cimo û Rimo, her
kesî çiqina xwe amede kir û beriyê xwe da warê mebest, ew pir meşiyan,
hindik meşiyan heya nêzîkî li cihê ku ji hev re nîşankiribûn kirin,
nêzîkî dara palotê wan kûr li hevdu mêze kir, wek çawa her yekî ê din
naskiribû, rabû Cimo ji Rimo re got, tu ne filanî?, Rimo got, belê,
gelo tu jî ne filanî, her wiha herduyan hevdu naskirin û ligel li bin
siya dara palotê rûniştin. Li bin dara palotê herduyan firavîna xwe
xwarin, pêre hinek qerf û henek û pêlewaniyên ku her kesî li bajarê
xwe kirine û pê paşe û leşker gêjkirine hewal dan, Pêre ew hatin ser
meseleya ku xwestibûn ji bo wê vê hevdîtinê çêbikin.
Cimo got, birayê
Rimo, dibêjin dizekê tev jîr li bajarê we tu yî, gelo rast e?, belê
Rimo got, der barî te jî wisa dibêjin, gelo ya te jî rast e?.
“Karê min ji gotinên
xelkê tune ye, em ê îro hevdu ezmûn bikin û bibînin ka kî ji me dizekê
tev jîr e” Cimo vegerand.
“Çêdibe”.
“ Kekê Rimo, vaye li
pazê vê dare pînika qirkê heye, gelo tu karê biçî û hêkekê jê bisdizî
bêyî ku ew hay bibe?. “.
“Pir hêsan e, Kekê
Cimo, ez ê niha li te bimînim, çawa hêkên wê giş dê bên rakirin, bêyî
ew serê xwe jî rake”.
Kêlîka Rimo hilkişî
ser dara palotê, Cimo ji jêr ve şelwerê wî şiqitand û xist bin kabên
xwe û rûnişt!. Piştî Rimo ji ser dare destvala daket, Cimo jê pirsî,
tu bê şelwer hatiye çiye, Rimo!.
“Wey, min çawa ji
bîrkiriye ez şelwerê xwe li xwe bikim”
“ Na, na, te ji
bîrnekiriye, vaye şelwerê te, carik din nebêje tu dizê tev jîr û zîrek
î “.
Pêre Cimo ji bo
zîrekiya xwe pirtir ji Rimo re diyar bike, çû ser dara palotê û hemû
hêkên qirkê dizîn, beyî qirk per û pazkên xwe jî bilivîne.
Piştî Cimo û Rimo
hevdu baş nas kirin, hevaltîk û dostanîk xurt di nav herduyan de peyda
bû, lewre biryar dan ku tev bixebitin, ango karê diziyê bi hev re
bikin, û ji ber ku bajarê Cimo li dijiya, ji bajarê Rimo pirtir
xwenedan û dewlemend dihewandin, Cimo pêşniyarî Rimo kir ku ew were û
li bajarê wî bijî, ta navenda karê xwe barkin wir, wek çawa ew karsaz
û karmend bûn!.
Cimo berê bi serê
xwe xelkê bajêr û paşeyê wan gêj kiribûn, çawa niha du zîrek û pispor
gihîştin hev!. Sal û meh derbas bûn û diziyên Cimo û Rimo her ku diçûn
mezintir û firehtir dibûn, tu malên xwenedan, tu sazî û dezgehên
Hukmetê nikarîbûn xwe ji diziyên wan herduyan biparastana!, û wêrekiya
wan gihîştibû radeyekê ku wan mala paşeyê bajêr bi xwe dizîn.
Paşeyê bajêr, qasî
ku tengezar û bêhnteng bûbû, û qasî ku ji van herdu dizan êşî bû, tu
aramancên xwe li ser rûyê zemîn ji bilî girtin û binçavkirina van
herdu dizan nemabûn, vêça wî tu rê û terz nehîştin û necerbandin bo
lingên wan bixe dav û feqa xwe, lê mixabin, zîrekiya van herdu dizan
hertim sêwiran û pilanên pêşe têk dibirin.
Rojekê sêwiranek nû
hat serê paşeyê bajêr, û li ba wî ew a dawiyê bû, ku lingên herdu
dizan dixe weres û kêndirên wî, sêwirana xwe ew bû ku komeke zêr dîne
navenda bajêr, û bi sir û razî kort û xendekeke kûr li hawîdora vê
komê bikole û tijî mîl û qitran bike, belê ev jî wek pûs û kemîn ji bo
girtina herdu dizan bû, wexta Cimo û Rimo bi koma zêr bihîstin, wan
yekser biryar da ku wê bidizin.
Berevajî Cimo û
digel ku Rimo jîr û jêhatî bû, lê ged û şaneke wî a neyênî hebû, ew jî
ku Rimo pir lezûk bû, û bêyî pir hesaban bike xwe di meseleyan wer
dikir, rast e, ew ji wêrekî û nebeziya wî bû, lê wêrekiya bê pilan û
sorax pir caran dibe bela û arîşeya serê mirov, ango roja ku wan
biryar dane herin komê bidizin, Rimo hişê xwe bikar nanî, wexta ew
birêve diçûn, Cimo ji Rimo re got, “Rimo wek tu dizanî, armanca pêşe
ji vê yekê, ez û tu ve ne, û ez bawer im, ku wî pûsekî pir xurt û
mezin ji me re amede kiriye, nexwe, ez dixwazim tu pir hay ji xwe hebe,
wek her car ne lezûk û bêhiş be”. Lê wexta ew gihîştin nezîkî bêdera
zêran, hişê Rimo qasî Ku zêr pir bûn, firiya, û qet bi pend û şîreta
Cimo nekir, wexta ew bezî ser komê, tep, di binî xendeka mîl û qitranê
wer bû, Ji ber ku Rimo bi ya Cimo nekir, wî lingên xwe xistin weres û
kêndira Pêşe, û bi rastî qasî ku pûsê pêşe vê carê xurt û mekin bû, ne
pêkan bû ku kesê bikeve ber xwe rizgar bike, ango mîl û qîra ku Rimo
heya qirika têwer bûbû, li canê wî bû benîşt û ew di xendekê de
çespand. Cimo çiqas hewl da ku Rimo rizgar bike, lê ne rêdan û mumkun
bû, û ji alî din ve Rimo jî zanî ku dawiya xwe hat, rastî ew li lezûkî
û bêhesabiya xwe jivan û poşmam bû, lê pir dereng bû, lewre Rimo ji
Cimo re gor ” Cimo pêl serî min bike û here aliyê din zêran bîne, paşê
stûyê min bibire, çimkî xelk min û te tim bi hev re dibîne, û heke
sibê bên û min bibînin dê zanibin ez û te paydar û ortaqên hev in,
paşe dê bi rêya min te jî binçav bike”. Her wiha Cimo bêdera Zêran
derbasî alî din kir û pêre serê Rimo birî û bi xwe re bir, ango
laşeyekî bê serî ji pêşe re di pûs û xendeka wî de hît.
Roja din, dema paşe
û leşkerên xwe hatin pûs û zêrên xwe saxî bikin, wan çi dît!, bêdera
zêran çû bû û di xendeka wan de, laşeyekî bê serî hebû, de were bêje
ka bila paşe tengezar nebe û neteqe!, paşe bi mist û sîlan bi ser
çavên xwe ket û got ev dizên bê namûs karîbûn careke, din ez
bixapandama. Li aliyê din piştî ku Cimo koma zêr gihand mala xwe û
veşart, xwe ji soza ku dabû Rimo re amede kir, wî soz dabû Rimo ku dê
bi çi rê bibe laşeyê wî ji pêşe bistîne û ligel seriyê wî veşêre.
Pêşe piştî ev
derbeya mezin ji dizan xwaribû, hartir û bi îsrartir bûbû, ku wan
bigire, nexwe, piştî ji tengezariya xwe sar bû, ponijî û fikirî ku
laşeyê di xendekê de hevalê dizan e, û çawa bibe, diz dê bên û wî
laşeyî bistînin, lewre ji leşkerên xwe re got, hûn dê vî laşeyî li
navenda bajêr lidar bixin, û heke we dît tu kesî pir bala xwe dayê ,hûn
dê yekser wî binçav bikin. Cimo berejavî Hevalê xwe Rimo bû, ango berî
her gavek bavêjta, ew pir bi hûrbînî dixwand û pir eger û ecam jê re
dadinîn, ango ne ewqas hêsan bû ku Cimo bi a pêşe bihata xapandin.
Roja din Cimo çû kerekî gurî, cilên dirî û gemarî li xwe kirin û
defikek xist destên xwe û daket nav bajêr, li nav bajêr Cimo xwe kir
şêxemok û parsecî û li kolan kolan geriya, ew geriya ta êvar hilhat,
wê çaxê Cimo berê xwe da cihê mebest, ango cihê ku laşeyê Rimo lê
bidarketî bû, Cimo pişta xwe xûz kir û kerê xwe ê gurî û kulek li paş
xwe kişand û rasterê çû ser laşe, leşkerekî ji dûr ve bang kir, û got
“law parseciyo, genî tu yê ji vir herî, lê ez bên te riswa bikim”,
Cimo bi dengê kalekî heftê salî pişt xûz got kurê min, gelo çima ev
laşe li vir bidarketiye?, leşker jê re got, çi, tu nas dikî?, law erê
ez ji ku nas dikim, ez mirovekî reben im, û ji bajarekî pir dûr hatime,
ji xwe re li defikê dixim, û nanê zikê xwe derdixim, “çawa tu li
defikê dixî, gelo tu yê ji me re heya danê sibê li defikê bixe, em ê
nên jî bidin te û tu yê çay jî vexwî?” leşker ji Cimo re got. Ma gelo
Cimo li çi digere, ma ev bingeha, sêwirana wî bû, ku xwe bi leşkeran
re bike dost, û di nîvê şevê de laşeyê Rimo birevîne. Her wiha Cimo ji
leşkeran re ta nîvê şevê li defikê xist, belê leşker jî kêfxweş bûn,
hem wan bêhna xwe vedida û û hem jî hişyar mabûn, ew ditirsîn ku bi
xew ve biçin û kesek bê laşe bidize, lê wan qet nizanîbû ku ewê bêhna
wan vedide, dê wan bike xewek kûr. Di nîvê şevê de Cimo ji leşkeran re
got, gelo hûn ê çayekê nedin me, bi xwedê qasî ku min li defikê
xistiye û ji we re saz kiriye, gewrî û qirika min ziwa bûye?, her wiha,
leşkeran ça ji Cimo re kelandin, lê berî ew vexwin, Cimo bala xwe da
leşkeran ku çavên wan melûl bûne û hema hema dê bi xew ve biçin, Cimo
ji nûşkeve got, Leşkerno leşkerno, mirovekî li ber laşeyê we sekiniye
û kûr lê dimeyize, wexta leşkeran wiha bihîstin, ew veciniqîn û bezîn
ser lêşe, lê xuyabû ku tu kes tune ye, vêça ew ji nû ve vegerîn, lê di
çûndin û hatina wan de, Cimo tiştê gerek pêk anî, wî piyal û kaseyên
leşkeran tijî benc û dermanê xewê kir, nexwe, hêj leşker çay vedixwin,
ew ketin xewek kûr û giran, wexta cimo dabîn bû, ku leşker ketin xewê
û heya serê sibê nalivin, ew bezî laşeyê Rimo daxit û bazda, her wiha
wî soza xwe bi Rimo bi cih anî.
Roja din wexta ku
paşe çû laşe saxî bike, reben çi dît, laşe ne bidarve ye û leşkerên wî
di xewekê de ne, ku tu wan ji ser miriyan cuda nakî!, Her wiha pest û
tengezariya pêşe dîsa gihîşt lûtkeyê, û bi gurmistan bi serê xwe ket.
Wek her car, piştî ku diz bi wî kanin, paşe dîsa ket fikir û ramanan
ta sêwiranekê ji a berê baştir bibîne û lingên rikberên xwe bixe feqê,
her wiha bi roj û şevan fikirî û ponijî, sêwiranek tê, yek diçe, paşe
wek dîn û bodeleyan bû, û dê bi xwe re biaxifiya, rojekê ji nûşkeve
pilanek hat hişê wî, û got vaye pilana ku dê van bênamûsan bixe destên
min, Pêşe dizanî ku diz tiştekî baş û giran li ku ye didizin, û nemaze
tiştên ku grêdayî pêşe ne, lewma, wî got tiştê tev buha li cem min
keçika min e, û heke derfet bikeve destên dizan dê wê bidizin, vêça,
ez ê wê bixemlînim û zêr, morik û cewherên buha bi ser bedena wê de
berdim, û ez ê wê li pişta hêştirekî siwar bikim, û li kolanên bajêr
bigerînim, ez ê leşkerên xwe temîn bikim, ku çavdêriyê bikim, ew kesê
pir bala xwe dide keçikê û kûr tê difikire, dê kesê ku hewl bide wê
bidize, ez ê fermanê bidim leşkeran ku wî bigirin, û her wiha ez ê ji
van dizan û şevpestên( kabûsên) wan xilas bibim. Wek her car, Zîrekiya
Cimo berztir bû ku bi pilaneke wisan, bê xapandin û ketin, Cimo vê
care hinekî tengezar jî bû, û di dilê xwe de got, paşe, bi xwedê ez ê
vê carê derbekê li te bixim, ku tu qet jê ranebe, madan ku tu ewqas
zîrekiya min nizim dikî, van sêwiranên han li pêş min derdixî.
Roja ku pêşe
keçika xwe daxist nav kolanên bajêr û xelkê bihîst, tu kes li nav
malan nema, hemû kes hat ji xwe re li xemil û bedewiya keçika pêşe
temaşe bike, tenê Cimo nehat, ew ji paş ve çû û agir berda mala pêşe û
bezî navenda bajêr û got paşe, leşkerno, bajarîno, agirekî gur bi mala
pêşe ketiye û heke hûn negihên dê mala wî ji binî de bişewite. Wexta
pêşe, leşkeran û xelkê wiha bihîstin, ew gişt bêaqil û bêhiş beziyan
mala pêşe, heya wan keçika pêşe jî li ser hêştir ji bîr kirin, belê
Cimo bi asanî çû keçika pêşe û hêştir birin mala xwe, li mal Cimo
keçika pêşe xisye bin maxekê û deriyê maxê bi heft kilîtan kilît kir,
pêre hêştir jî serjê kir û goştê wî hilanî.
Li aliyê din,
piştî ku agirê mala pêşe hat vemirandin, paşe pirsî û got leşkerno ,
gelo keçika min kanî ye?, leşkeran gotin, paşe, xweta me bihîst ku
agir bi mala te ketiye, me hişê xwe winda kir, û em giş bezîn wî agirî
vemirînin, nexwe, me keçika te ji bîrkiriye, “wey xwedê ji we ne
razîbe, ey kerino, ma qey leşker li cem min hene, ez keran xwedî
dikin, de zû herin li wê bigerin, mirdar”, pêşe bi kel û hêrs li
leşkeran vegerand. Leşkerên reben bajar serî û binî sorax kirin, lê
reben dê keçikê li ku bibînin, keçik di bin Erdê de ye, û deriyekî bi
heft kilîtan li ser hatiye girtin.
Paşeyê reben,
nema karîbû biponije an jî pilan û sêwiranan çê bike, hişê wî teqez
hişk bûbû. Di vir de wezîrê wî pêşniyarek pêşkêşî pêşe kir, û got,
paşe ew kesê keçika te biriye, hêştir jî vê re biriye, û ji ber ku ew
nikare hêştir bihêle, çimkî em ê nas bikin, nexwe, ew kesê ku keçik û
hêştir birine, dê hêştir serjê bike, vêça, ez dibêjim, em pîrekê bi
bahaneya ku kurê wê pir nexwş e û dermanê wî goştê hêştiran e bişînin
nav malên bajêr, û mala ku goşt lê hat dîtin dê mala ku keçika te
diziye be, belê pêşe pêşniyara wezîr pejirand û pîrek şandin nav malên
bajêr. Pîr pir gerî, hindik gerî, ta gihîşt mala Cimo, lê wê çaxê Cimo
ne li mal bû, û dayîka wî a heştê salî li mal bû, pîrê got, xwîşka
min, ez di bextê te de me, ma hinek goştê hêştiran li mala we tune ye,
ji te û mala te dûr be, kurekî min heye, bi nexweşiyeke pir pîs ketiye
û dermenaê xwe goştê hêştiran e, dayîka Cimo ji ber ku dîtibû Cimo,
hêştir serjê kiribû, got, ser çavan, xwîşka min, ma çima hinekî, ez ê
pêtika hêştir bidim te, do kurê min hêştirekî qasî çiyayekî serjê kir
û bêderek goşt li mala me ye, wexta pîrê wiha bihîst, di dilê xwe de
got vaye mala diz, keçik do hat dizîn, û van hêştir do serjê kirî,
ango ev mala diz e, pîrê zû pêtika hêştir rakir û bazda, lê hêj ew
negihîştiye ber deriyê hewşê, Cimo ket hundir, wexta Cimo pîr û pêtika
goşt dîtin, got xaltiya min, çi mesele ye?, ez dibînim, tu li mala me
ye û tu hinek goşt ji mala me dibî!, erê kurê min, ji te dûr be kurekî
min wek te heye û bi nexweşiyeke pir pîs ketiye, û ji min re gotin ku
goştê hêştir dermanê nexweşiya wî ye, wexta ku Cimo wiha bihîst, ji
pîrê bi guman bû, ku ew ji alî pêşe ve hatiye, û li ew kesê ku keçika
wî diziye digerê, wey wey, xaltiya min, xwedê ji te re sax bike, paşê
diya min jî çiqas miqris e, ma bêderek goşt li mala me ye, û bes ev
parî daye te!, were xaltiya min were, ez ê bi deh caran qasî vî goştî
bidim te, xwedê kurdê te sax bike. Wexta pîr vegerî, Cimo ew daxist
şikefta wan û kuşt, pêre ew xiste çiwalekî û çekir dervayî bajêr.
Li aliyê din paşe
li ser êgir li benda hatina pîrê bû, lê du sê roj ketin ser û pîr xuya
nebû, rabû pêşe leşker kirin rê da biçin û li pîrê bigerin, di vê
navberê de, piştî ku Cimo pîr kuşt, çû huleyeke mezin anî û bi
meziniya huleyê serpî çê kirin, pêre çû dest û lingên dayîka xwe hene
kirin, piştî ku serpî çêbûn, ew derxistin ser xaniyê wan, û çû cilên
nû li dayîka xwe kirin û danî ser sewkiya hewşa wan, carik din çû ser
xanî û serpî bi ser serê dayîka xwe de rijandin, dayîka wî got kurê
min çi heye?, Cimo got wey dayê ma tu nizanî çi heye!, ma ne îro
daweta te ye, û va ye ji şahiyan re serpî ji banî dibarin, dayîka wî
got, êh baş e, gelo zave dê kengî bê?!. Di wê çaxê de leşkeran malên
bajêr sorax dikirin û li pîrê dipirsîn, wexta ew gihîştin mala Cimo,
Cimo dîsa ne li mal bû, Leşkerekî ji dayîka Cimo pirsî û got xaltiya
min, gelo te pîrek wisa wisa nedîtiye?, dayîka Cimo got belê Kurê min,
min dîtiye. Wê hat goştê hêştiran xwast û min hinek dayê lê kurê min
ew vegerand û ew kuşt, wexta leşker wiha bihîst, ji hevalê xwe re got,
zû bişîn pê pêşe, bila were bibîne me çawa mala diz dîtiye, paşe bi
lezgînî hat û bezî cem dayîka Cimo û jê pirsî ” Hele bêje xaltiya min,
gelo çawa û kengê kurê te hêştir serjê kiriye û pîr kuştiye?”, “ Ne ji
mêj de ye kurê min, roja ez bûme bûk, roja ku serpî ji şahiyan re
dibarîn”. Wexta pêşe wiha bihîst, dîsa bi gurmistan bi serê xwe ket, û
ji leşkerên xwe re got, vaye ne, vaye mala diz ey kerino, derd û
girifta min ne bes e, hîn ev pîra xerifî jî ji min kêm e!.
Her wiha, Cimo ji
pêşe û lêgerîna wî xilas bû, û niha ji keçika wî re vala bû, Cimo çû
cem keçika pêşe û vê re zewicî ango ew bo kevaniya wî, her wiha meh û
sal borîn, û keçika pêşe a ku bûbû jina Cimo di wê maxê de ye, Cimo dê
bi sibê derî li ser wê kilît bike, û wexta ku êvarê vedigere diçe li
cem raz dibe, belê di vê demê de jî zarokekî Cimo jî bû, sal ji salê
mezin bû, û ji pêre Cimo karîbû, ew bi xwe re bibira nav bajêr û fêr
kar xebatê xwe bikira, Cimo zarok bi tenê li cem dayîka xwe nedihîşt,
ango her roj bi xwe re dibir, lê rojekê zarok nexweş ket, lewma Cimo
bêgav ma ku wî li cem dayîkê bihêle. Ji ber ku zarok hinekî bilyan
bûbû, Keçika pêşe jina Cimo wê rojê ji zarokê xwe re li ser arîşe û
girifta xwe axifî, û jê re got çawa ew keçika paşeyê bajêr e, û çawa
bavê wî ew ji xwedanên wê diziye, paşê ji zarokê xwe pirsî û got
zarokê min tu dizanî bavê te çawa vî derî vedike, zarok got belê, baş
e, jina Cimo got, îro bi şev, piştî ku bavê te bikeve xew em ê,
kilîtan jê bidizin û birevin mala bapîrê te. Her wiha Cimo êvarê
vegerî mal û qasî ku dizî kiribû ew westiya bû, lewma ew wekî miriyan
ket xew, wê şevê xew nehat çavên, keçikê ew sekinî ta nîvê şevê, nîvê
şevê zarokê xwe hişyar kir, û got here kilîtan ji bavê xwe bidize, em
ê birevin. Piştî ku zarok kilît anîn, û berî ku derkevin, keçikê got
ez ê hinek nîşanan bihêlin, bo bavê min karibe were û vî dizî binçav
bike, her wiha, wê alî rastê ji simbêlên Cimo qusandin, û zarokê xwe
bir û baz da, li ber deriyê hewşê dît ku bermîlekê biwê li wir e, wê
destê xwe xist biwê û pîçên xwe bi deriyê hewşa mala Cimo venandin, û
çû mala bavê xwe, mala paşeyê bajêr.
Belê wexta pêşe
keçika xwe dît çavên wî bawer nekirin, her wiha, paşe pirsî ew li ku
bû, dizan çi aniye serê wê, keçikê got bavo ew dizên ku tu dibêjî giş
mirovek e, ew jî ê ku ez dizîbûm, lê ew nema karê ji te bireve, min
nîşan û hêma hîştin ku tu rasterê biçe ser mala wî, her wiha, pêşe
ferman da leşkerên xwe ku biçin ew kesê ku alî rastê ji simbêlên wî
qusandîne û li ser deriyê mala wî şûna destê mirovan ji biwê heye,
binçav bikin. Wê şevê wexta ku Cimo ji xew hişyar bû û lidor xwe mêze
kir, ne zarokê xwe dît û ne jina xwe dît, di wir de zanî ku jina wî
reviye, Cimo bezî ber neynikê ku avekê li ser çavên xwe bike, dît ku
alî rastê ji simbêlên wî tune ye, bezî ber deriyê hewşê, dît ku jina
wî lepek biwe li derî xistiye, Cimo bi lezgînî, cawbir û meqes anî û
çiqas mêrên taxa wan hene, alî rastê ji bimbêlên gişkan qusandin, pêre,
bermîlê biwê bir û lepek biwe li deriyên hewşên taxê gişkan xist, di
vê navberê de leşkerên pêşe gihîştin taxê, lê ew çi bibînin, bi sedan
mêrên ku alî rastê ji simbêlên wan qundandîne hene, û bi sedan deriyên
ku lepa biwê li ser hene, nexwe, ew destvala vegerîn cem pêşe û Cimo
karî carik din paşe bişkîne û biserkeve
Pêşniyara dawî a ku
dê çîroka me kuta bike, pêşniyara keçika pêşe bû, keçikê ji bavê xwe
re got, çiqas mêr hene li meydana bajêr bicivîn, û pêre bila zarokê
min li bavê xwe bigere, ew ê teqez ji nav hemû kesî bavê xwe binase,
her wiha pêşe ferman derxist ku hemû mêrên bajêr filan rojê li meydana
bajêr kom bibin. Wexta Cimo ferman bihîst zanî ku ew dîsa ji bo
girtina wî ye, lewma wî çû kevroşkekî gurî û rû-pîs kirî, cab û
ebayeke mezin li xwe kir û kevroşkê xwe xiste binî û çû meydana bejêr,
piştî hemû mêr kom bûn, pêşe zarok derxist nav wan û jê zarok re got,
here li bavê xwe bigere, zarok rast nihêrî, çep nihêrî, vir de çû, û
wê de çû heya ku gihîşt cem bavê xwe, lê wexta ku bezî cem, Cimo serê
kevroşka gurî di bin cab û ebayê re derxist û nîşanî zarok kir, wexta
zarok kevroşk dît ew veciniqî û paş ve vegerî, sê çar caran wisa, lê
li dawiyê zarok, bezî cem bapîrê xwe û got min ew nedît.
Paşe kûr ponijî û di
dilê xwe de got, girtina vî mirovî neçar e, vaye bo çend salin min tu
rê û terz nehiştin û min tu sûd wernegirt, vêça ew bi xwe derket nav
mêrên bajêr û got “ Xelkino, bi şeref bi namûsa min, bi serê keçik
û neviyê min, bila rikberê min derkeve meydanê û li pêş we gişkan,
madem ew ewqas mirovekî zîrek û jîr e, ez wî dibexşînim, ne tenê wisa
lê ez ê keçika xwe ji nûve bidim wî, û çi tişt heya niha biriye
jî li wî sax û helal be”.
CIMO DERKET MEYDANÊ
Û GOT PAŞE, VAYE EZ IM RIKBERÊ TE.
|