Mihemed Elî,
Efrîn
Berê wexta jinan
diza, ew û zarokên xwe çel rojan ji hundir dernediketin, wê çaxê
ditirsîn ku çel bi jinikê an jî bi zarokê wê keve. di wan çel rojan
de, piştî jinikê zarokê xwe dimêjend ew li ser bêjingê dikir xewê, bi
danîna zarok a ser bêjingê bawer dikirn, ku zarok dê di pêşerojê de,
baqil û hêja derkeve. Di wê wextê de, jinên ku zayîna wan hemdem bû,
derzî bi hev diguhêrtin, digotin ew derzî wan ji çelê mirov û lawiran
diparêze. Mirov kare ji van dab û fêran serwext bibe, ku mayîna jinikê
û zarok a çel rojan di hundir de, aramanca xwe parastina wan ji
çavînkirinê bû, lewma ew herdu ji ber çavên xelkê berbend dikirin,
çimkî digotn, heke kesek wan di heyama çel rojan de bibîne, dibe ew zû
bên çavînîbûn, têgîna wê wextê belav, ew bû ku di wan çel rojan de hem
dayîk û hem jî zarok, lar û ne parastî bûn, û eger çel roj di ser wan
re derbas nebiba, nikarîbûn hêz û şiyana wan ji çavan diparêze
bistînin. Mirov bala xwe kûr bide, fêr û daba hevguhertina derziyan di
navbera du jinikên nû zayîne de, ew ê teqez dabîn bike, ku mebest
parastina wan û zarokên xwe ji çavên pîs bû, çimkî ta roja îro ji ew
kesên çavpîs re, ango ên ku xelk ji wan bi guman e ku çavên wan
mirovan rûdixin, ji wan re dibêjin derzî an jî şojin di çavên wan keve.
Eva rûdaneke
ketwarî, ku bi diyardeya tirsê ji çel ve girêdayî ye û li herêma
Efrînê qewimiye. Dibêjin jinekê berî çelê xwe kuta bibe, serdana
cîranên xwe bo pêdiviyekê kiribû, lê wexta jina cîrana ew dît, bilez
bezî dawa xwe tijî çêlik û kurka wan kir û berdan nîvê hundirê mala
xwe, jina mêvan hêj ciwan bû û wateya wê yekê serwext nekir, nexwe
wexta çûye mal ji xasiya xwe re got ku hana hana bi min re çêbû!,
wexta xasiyê weha bihîst, şer û êrîşeke dijwar kişand ser mala cîranan,
û jina malê tawan kir ku ew dixwaze, bûk û neviyê wê bimirin û kurk û
çêlikên cîranê sax bimînin.
Ji vê bûyera han
diyar e, ku ne tenê jinên zayî ji çel û çavên xelkê ditirsîn, lê xelk
jî ji wê ditirsî. li hin deverên Kurdistanê berê çiqas jinên gund li
zayîna jina malê hazir bûna, qedexebû ew çel rojan ji wê malê
derketina, ango ew bi kotekî wek dîl û êsîr li wir diman, nemaze heke,
xwedanê malê, serokê êl û eşîrê ba, an jî miorvekî torin û dewlemend
ba.
|