Berhevker û amadeker:
Mihemed Elî û Luqman Gulîn, Efrîn
[email protected]
Min hewl daye ez van biwêj û metelokan mîna ku
tên vegotin bihêlim bo herikîna xwezayî neherime
1)
erzan kirî heban dirî
2)
kunî avê li rêkê avê didire
3)
ne li nav tirba xewke û ne xewna bibîne
4)
kurmî darê ne ji darê be dar nakeve
5)
serî nêşê kundir jê çêtir e
6)
dûvî kûçkê heft sala kirin qêlib kêrtek lê zêdebû
7)
mişk axê dikole li serî xwe dike
8)
ne rist ne bada ling di ber re rada
9)
çawîr li ser kokê xwe dertê
10)
bi pirsa mera digê mala xwedê
11)
biznê gurî ne ji serî kanîyê be venaxwe
12)
dîkî çê di hilînê de bêlîye
13)
dîkî dehe sala be ne mirîşkê rokê be
14)
xar rune û rast deynke
15)
kevir li cihî xwe girane
16)
destî camêra nê girtin
17)
î bilind firî alçaq dikeve
18)
derda ji derdvêketîya pirske
19)
merî hêştir hewndin ê derî malê xwe bilind bike
20)
golkek navî naxirekî xera dike
21)
gayî kor dimîne şon afira
22)
dehe kulama dêwê hene giştik li ser xwerinê ne
23)
heft avcenîya kerê hene dikeve avê her hefta ji
bîr dike
24)
î çê bi ser navî xwe de tê
25)
çêre kûçkake û çov bi dest xwe ke
26)
hesine xwe dipesine
27)
kara, dêkê hirçê reqase ?
28)
xaliyê ber pixarê xwe bixwe ji qawirmê xelkê
çêtire
29)
zerik ket ne şikî lê deng vêket
30)
strîya bi destî dîna hilke
31)
hinek hinguv dixun hinek jî mêş pê dadidin
32)
serî nêşê çekiya mede ber
33)
dirêjê kere gêjê kinikê arvitikê
34)
merî hindik nizane pir jî nizane
35)
lingî xwe qasî berê (cilê) xwe dirêjke
36)
mimanê ji xwe bi gumanê
37)
nermik e bi derbik e
38)
ji avê dike xuşe xuş metirse ji ê meyî bitirse
39)
ka ne ê teye kadîn jî ne ê teye ?
40)
fêdê kêçê li dengizê dibe
41)
çi bi e’têr ra wî difroşê
42)
e’tar ji barî xwe naxe
43)
morkê qul bi e’tara re namînin
44)
tê bimrî herî bi wî derdî cot nare ser wî erdî
45)
gayî dîn tim golik e
46)
xwedê çîya dibîne û berfê lê dibarîne
47)
ti dara serî xwe gîştî ezmana tine ye
48)
benîştî dîna ji lîtirê ye
49)
nanî genimî polate di zikî hemo kesî de namîne
50)
aqlî heft jina kirin serî mirîşkekê çû gû tevda
51)
xelkê çêlkê xwe derxistin me ê xwe firandin
52)
mar çê ba ling nediketin zik
53)
şor ji mirdara û sipi ji qerpala
54)
ar di kutkî kevin da
55)
li ser dara be ne li ser zara be
56)
ê jinek dike êlek nake
57)
tar mezin bû sirim pir gerek e
58)
pinî navî xwe li minî
59)
dew birî mêst e
60)
kefê destî min bi bîn e ?
61)
mêr kanî ne jin jî gol in
62)
mera ji neçare goştî dîk dixwe
63)
ez nagînim te ez te jî nagînim xwe ?
64)
kero mîvanî her ro
65)
kûçka çiqas biqusîne nabin te’ji
66)
dengî defê ji dûrve xweş e
67)
av di gola de bimîne digemire
68)
jin stûnê malan e
69)
bûkê salê qeşmerê malê
70)
mal vê ar nabin bûk jî vê benîşt nabin
71)
tir bi dîna dewat in
72)
ge dê te ne ti gede lê navî zarê te xweş nave
73)
rovîk neçû qulekê hejek bi dûvî xwe xist
74)
me dişînin dizîyê û li me didin fîzîyê
75)
di ku re zirav e bila di wir re biqete
76)
dû dere ser gû
77)
yek e ne ti çek e
78)
î ne tirse ê xwedêkî xwe ji herîyê çêke
79)
tiri li tiri dinire reş dibe
80)
goray e’lê tiving bese
81)
pîr bû ji bîr bû
82)
kor li çi digerin li çava digerin
83)
bila ne di min da be bila di dêkê min da be
84)
e’rsiz bi lê de çû kûnê be’şt çû
85)
ji ber baranê revî ber şirkê
86)
du serî di qazkekê de nakelin
87)
serîkî qert dikele li hemberê deh serîya teze
dikelin
88)
çor kete ga rê kete sa
89)
kûçik pêle dûvî hev nakin
90)
î pê zanî awê xwe hilanî û î pê nizanî ê
dest xwe danî
91)
mirinê bi êlê re def û dewate
92)
ne
li malê min nizane bi halê min
93)
jinê mêra be û li ber dara be
94)
girt bi şîri berneda bi pîri
95)
malî axa dengiz e î nexwe donxiz e
96)
payê gura be ne çûkê bira be
97)
bila avis be bila bi derengi be
98)
demeka gula ye û yek a sûsina ye
99)
î
çova duxe ne wek î dijmêre
100)
def ê te û gumpal ê te
101)
ji şîri dere pîri
102)
kûçkî romê duhu çû hîro hat
103)
kerê me heft sala çû seferê hat kerê berê
104)
xwedê gûza dide merî vê diran
105)
dên da derman e
106)
papûçê pir digere gû tîne
107)
gerîye û dirîye
108)
goray rûçik sîlê lêxe
109)
ji kerê ketîye ji hop hopê namîne
110)
silav li mîya ne li riya
111)
şor şora derdixin
112)
aş digere bi avê law dike karî bavê
113)
nav giran e mezel wêran e
114)
kûçkî nizane birewe mîvana dihewîne
115)
mîvan ji mîvên heznake xwedanî malê ji her serîya
heznake
116)
axê me bû om xwelî li serî me kom
117)
malê mêra kanîyê zêra
118)
malê bava etarin qîz jê recûkarin
119)
ji rîya dike bi simêla dixe
120)
jêr de tifke ri ne jor de tifke simêl in
121)
ê destê mera dikin dê û bavê mera nakin
122)
hesin ji hêsin naxe
123)
hêsin bi hêsin bikute
124)
dilî şivên bixwaze ê teleme ji nêri çêke
125)
bila dil bi dil be bila balgi kevir be doşek erd
be orxan bi heft cîya bi qul be
126)
lingî eşeka narin ser doşeka
127)
gû jî ji gênim e
128)
kûzî nû ye avî hênik e meşka nû ye dewî xweş e
129)
kes nabê dewî min tirş e
130)
î devî xwe ji şîr şewitîbe pife dêw dike
131)
pîs li rinda û rind li pîsa
132)
rûniştin li germa û rabûn li serma
133)
mêr li dinê neman bi nêri re gotin ebdilkerîm
134)
şoreka xweş buhareka dila
135)
jin bi xeftana û ker bi kurtana
136)
şerî hate derî li ser serî
137)
wê xemê bêle wê demê
138)
jê tirsî lê pirsî
139)
dilî kizê dixwaze gêrmîyê rizê
140)
te dibînim te bi bîrê xwe tînim
141)
çekirî xefirî
142)
ê mera ji mera ve xuyan nê şûjinê xelkê ji mera ve
xuyan tê
143)
kî xal e tu heval e
144)
kê got şoş tu dibê ezî boş
145)
şedîya tim nanî bi rûn xwerine
146)
li Omera dixwe li Mersewa direwe
147)
nizanim vehescan im
148)
îş qedîya rid xwedîya
149)
me ardî xwe bêt û kepekê xwe rêt
150)
cim peya ye li nav sîwara xuya ye
151)
ne lê digerim ne tê digerim
152)
nên bixwe bi qinyat û bigere li yeka bi kok û
binyat
153)
çû qeda salê û hat xwedanî malê
154)
bimîne û bibîne
155)
dirsaqê ser axê be ne ê bin axê be
156)
heta fat dûzmîş bû dewat bûzmîş bû
157)
bi kerê nikane dibeze kurtên
158)
tu di pêşê kerê re herî geza davê û tu di piş re
herî zîta davê
159)
bane keçê aviske derd û kula jê pirske
160)
î zimanî xwe birî ciyî xwe kirî
161)
şeytan çiqas zana ye tok dikeve stû
162)
pirs ji mirîya nabin
163)
kew li rûyî kêw dixwîne
164)
vir li dû xweşa nabin
165)
rih dibin bost dijmin nabin dost
166)
xelkê mêr kir …me jî li qulê heftêr sêr kir
167)
malê gur e ne ard e ne bilxur e
168)
jê ket bi dû ket
169)
î ne bi min, min ne pê
170)
hec bi weseka nabin
171)
bi kerê nikane dibeze kurtên
172)
xwedê ba daye û rê daye
173)
bûkê ser hespê kes nizane qismetî kêye
174)
girêkê gûye ne bi desta vedibe û ne bi dirana
175)
mal ji welata tê lê ax ji welata nê
176)
mêr jin tine bin jardibin û jin mêr tine bin
hardibin
177)
bi kêçê nikane dere dengizê
178)
tu deynkî tu cerisîyî tu huskî tu fetisîyî
179)
wîşmê(ji bo) çilê kete qulê
180)
xwerin gend û gû ye û şuştin reng û rû ye
181)
wîşmê* xatira mera dere ser dînî gawira
182)
kêlê me’na tiji nabe
183)
kêlik helawê bi perê xwe dixwe
184)
rid reş tenî ne gerek in
185)
gur dimire e’yar dimîne mirov dimre nav dimîne
186)
aqil tin e kêfê dike
187)
cersi ne bi pera ye bi dest mera ye
188)
î li dû kera çû ê tir fisa tehmûlke
189)
merî xayîn bi ser kêrê xwe de dikeve
190)
gozê kor bi dirêşê ye
191)
malê pir jina xerabû ji bina
192)
komê pir jina li derî dijmina
193)
bigere li gunda bibîne rinda
194)
kako tê li mako
195)
kûnê tirok nanî cehey me’ne ye
196)
ji dest gidîya mera destî xwe davê komê stirîya
197)
em ji xuşe xuşê avê kerbûn û em ji tîna re lalbûn
198)
kerbeş e xew jê re xweş e
199)
tiştî ne ji min re wek çayî di ser min re
200)
car tê ber cara kerî reş tê ber bara
201)
hewi hanî jîrbû bûk hanî pîrbû
202)
mal têr e kebanî weke şêr e
203)
bike kala bixwe mala
204)
ji serve tît e ji bin ve rût e
205)
axe bûne ker cilkê xwe çemeke ser
206)
li kenarê seke û cêw bikire
207)
wîşmê* nefsê kete hepsê
208)
merî li hespê xelkê tim peya ye
209)
tirbê nêzemirya tine ne
210)
çakûçî osta bi zêr e
211)
dûr gerîya nêzîk dî
212)
dê bû dêmarî bav jî dibe bavmarî
213)
adar e dew li cem merî xedar e nîsan e dew li cem
hemo pîsan e
214)
fincek bi canî ye û yek jî bi pîrî ye
215)
hêştir hate pûl û pûl nate dîn
216)
dixwim nanî te lê dixim lingî te
217)
êd nû hatin êd kevin xilatin
218)
kerê ketî li nala digere
219)
lîvê yarê ma vê jin ma
220)
qûn da û bi ser de lepek rûn da
221)
kerê memire buhar hat pîrê memire pincar hat
222)
mîvano rûne heta hêvarê şîvê bikele heta buharê
223)
dewat ê dudîya ye areving ê hemîya ye
224)
ji nîskê dike gîsk
225)
hotir lingê av êzingê
226)
kepek tê re kopekê nake
227)
ji nasa nagê xasa
228)
hû li hû dine mêş jî dere li gû dine
229)
cindî ye mir ma li vî gundî ye
230)
mêrî xerap jin heval jinê xerap mêr heval
231)
ne cot kirî ne kar kirî bû xwedanî ker û kurî
232)
kevrî havînê çeke piş kulînê
233)
çêdibe şonê şûr û xençera çênabe şonê şor û xebera
234)
ma min donê qirkê di xwe daye
235)
î çovan dixwe ne wek î dihesbîne
236)
î destî xwe di êr de ne wek î destî xwe di avê de ye
237)
hespî merî mexmûr kulek e
238)
dest pir bûn şîv dişewite
239)
kûçik li ser sergî xwe no ye
240)
tu kerî nezirî î
241)
kera li cem hev girêde dielimin tir fisa
242)
li kerî berdayî xene li î girêdayî xe, î girêdayî bifilte ji wî
xirabtir e
243)
otesiyê bi kûçikî xwe de mede jina xwe
244)
me go şukur şukur keras ji me kir
245)
gul dikevin diriyan jî
246)
nîsk di nav gûyî xwe de diye
247)
av tê gerî ye
248)
malî seyîb kelepîr e
249)
qazikê go binî min zêr e eskê go ez jê têm
250)
şêr kal bû dibe mesqeriya rovî
251)
şêra gêr kir kûçika xwar
252)
merî fey nekir e’yîb çi ye !
253)
li çi rêxê şimitiye
254)
mirîşk digere zelqa tîne
255)
teres sisê ne, î gênim diçîne şûnê kizina, î miya digewira bi bizina û
î bi pê jina dikeve û malê xwe dibe malê bavikî jina…
256)
jin hene çintirfîstan in (hundir gemarî dihêlin û pêş hewşê pak dikin
bo xelk bipesine)
257)
hin jin hene melhemê dilan e
258)
berxî sêwî nabe beran
259)
mala bavî min bi xêr û bêr e, mi têr xwar li dora
êr e
260)
dirêjê Tû xwar û kinikê gû xwar
261)
ro derê qeza narê
262)
berve şerî sibê here berve xêrê îvarê mere
263)
ro qulibî fêdê li me re nake
264)
mal aş bajar in
265)
kuçkê waran jî li hev dikevin(pevçûn li her derekê
hene)
266)
zêr bi zêrliqiya xwe mihtacî kepekê ye
267)
qiçik negirî dêk şîr nadiyê
268)
moz hat gê(cure mûşek e ku tê gayan û wan girgîn
dike)
269)
riyên lawî te derketin yên xwe berde
270)
gi bûk hatin xasî dibin tomaqî û gocê ketî
271)
piştê xwe mede dîwarî şetî
berdewam dibe
|