Mihemed Elî, Efrîn
Belgeyek Dîrokî
[email protected]
Îro her rewşenbîrekî
Kurd, ku tova netewî di sînga wî de hebe, bi rewşa kambax ya netewiya
xwe xembar e. Kurdayetî wek nexweşê bi merezekî bêderman ketiye pir
dinale û jan dide, em jî giş li hawîr rûniştîne, yan bala me lê ye yan
jî na!! Em dibînin çawa ew roj ji rojê diçilmise û berve mirinê diçe.
Em bêçar in ku dermanekî jê re bibînin. Gelo? Mirov dipirse, sedema
bêçaretiya me rastî ku derman nîn in, lê em tiral in û naxwazin xwe ji
bo xatirê çavên vê keçika bedew û dayîka zîz biwestînin? Gelo em tu
caran li xwe vegerîne û em ji xwe pirsîne ew kesên ku kurdayetiya
delal radestî bav û bapîrên me kiribûn, ew jî wisa tiral û bêxêr bûn,
lê wan li ber xwe dabû û li çare û dermanan digeriyan?! Ev pirsên han
li ba mirov, ê ku ji ber helîna neteweya xwe dilê wî disoje,
derdikevin. Her dem û solix tova netewî di sînga wî de dilebite, azar
û êşa wî dehbare dibe, ew ji xwe dipirse û kûr diponije…
Di van rojên dawîn
de ez li ser tora internet pêrgî xebatên hin rewşenbîrên kurd, ku
xwedî vê tova newetî bûn, hatim. Berî sed salî dilê wan dijosiya û
qisaweta netewî ew xembar kiribûn ku bilez li dermanên nalîna netewiya
xwe bigerin. Tevî ku wan dermanên rast û tekûz dîbûn jî, lê mixabin û
hezar mixabin, lawên wan wisa tiral bûn ku birîn û merezê netewiya xwe
heya serî tîmar nekirin û ji ber wê vaye ta roja îro birîn û merez
vekiriye û hê jî nekewî ye, vaye jana kurdî hê jî hawar e, vaye dayîka
me hê jî roj ji rojê dihele…
Di kovara “the
international journal of Kurdish studies” a ku bi zimanê Îngilîzî
derdiçe û di hejmara xwe a 14’an ya sala 2000’an de, mijara “Proverbs
of Kurdistan” Metelokên Kurdistanê, bibû mijara dabaşê. Min xwest ez
mijarê bi zimanê kurdî ligel hin biserxistinên kesane belav bikim, ka
belkî em bersiva pirsên jor bidin.
Piştî şerê jiyanê
ê yekemîn û rûxandina împeretoriya Osmaniyan, gelên ku ev împeretorî
ji wan pêk dihat, her yekî hewl dida ku li kesayetiya xwe ya netewî
bigere, lewre giranî didan ser regezên ku vê kesaytiyê diselimîn, ev
regez jî mîna mercên sereke ji bo çespandina mafê serxwebûn û
rizgariyê dihatin hejmartin. Kurd jî wek gelekî ji netewiyên ku
dewleta Osmaniyan ji wan pêk dihat di heman rewşê de bûn. Rewşenbîrên
kurd ev rastî hê jî berî têkçûna Împeretoriya Osmaniyan raxistibûn ber
çavan û ji zû ve arezûya dewletên mêtînger a dagirtina Kurdistinê û
çewsandina miletê Kurd bi xelkê didan zanîn. Mîqdad Mîdhat Bedirxan di
rojnameya Kurdiatn di sala 1898’an de vê rastiyê derpêş dike û
dibêje:
“Di van heyamên
wisan de pevçûn dê bi dilcamêrî û dilawerî nayên çareserkirin.
Hêmanine nû li cîhanê peyda bûne, ev hêman ji guleavêjan û bombeyan
pêk tên, bêyî xwendinê mirov dê nikaribin van gileavêjan hilberînin,
nexwe dê nikaribin wan bi kar jî bînin, û di encamê de ew mêrên
leheng(mebesta wî lehengiya mêrên Kurd e) dê destpûç bimînin. Îro
dijminê ol û neteweya me Rûs in, Rûsan pir gelên Musulman veguhestin
Xiristiyaniyê û destê xwe daniye ser welatê wan, çavên Rûsan li welatê
me ye, çavên wan li Kurdistanê ye, îro heke em xwe bi çekên nûjenyê
amade nekin û li ber welatê xwe nedin, ji min bawer bikin di demeke
kurt de Kurdistan jî dê bê pelixandin û ji holê rabe….”
Li cihekî din Miqdad
wisa dibêje
“Kurd teqez nezan
(mebesta wî ne xwende bûn) bûn, divê bê aşartin ku Kurd di radeya herî
bilind ya nezaniyê de ne, em nabêjin bi sedan, lê bi hezaran. Ka çend
ji wan Quranê dixwînin? (hingê Quran hêmaneke xwendin û zanînê bû, û
mebesta wî ne olperestî ye). Kurd divê têbikoşin ku endamine çalak di
civaka Osmaniyan de- ya rast di civaka Îslametiyê- de bimînin. Heke
Kurd wisa nekin dê mîna şêrpençeya ku ji ber nezaniyê derdiveke ji
laşeyekî bê avêjtin…“
Di van her du
nivîsarên Mîqdad de, mirov bi teşeyekî aşkere qîrîn û bizava
rewşenbîrên Kurd ji bo ku civaka xwe ji bin nîrên nezaniyê derxin, hîs
dike, çimkî serdem serdema zanînê bû, û ew civakên ku berê xwe di bin
sîpara tenatiyê û hêza Osmaniyan yan jî çekên kevneşopî de diparastin,
dê nema li ber derketina hêz û mercên nû yên cihê xwe biparastana,
lewre rêya tev girîng ji wan civakan re, xwendin û zanîn bû, û wek
Mîqdad jî gotibû, dem guleavêjan dixwaze û guleavêj jî zanînê dixwazin,
ango mêrantî û xedariya ku kurdan xwe demeke dirêj pê diparastin, nema
sûdbar û bi kêr dihat.
Piştî şerê cîhanê
qedî, hêzên hevpeyman û şikestî li konfêransa Parîsê civiyan, û piştî
ku Wîlson (serokê Emerîka) çardeh xalên xwe yên tê de mafên gelan ji
bo biryardana çarenûsa xwe hatibû destnîşankirin, bizaveke teze û
çalak di nav rewşenbîrên Kurd de peyda bû ku xwe ji jiyanê re wek
neteweyeke serbixwe û hêjayî ku mafê biryardana çarenûsa xwe bigere,
pêşkêş bikin.
Ev hewl û bizav di
nivîsarên rojnameyên ku Kurdan wê demê derdixistan de diyar in, di her
du rojnameyên Kurdistan û jîn de, rewşenbîrên Kurd
ximava xwe bê rawestîn li ser mafê kurdan û hevsaziya rewşa wan bi
xalên Wîlson re derpêş dikin, di van gotaran de rewşenbîrên Kurd ji
hêzên serkeftî ên hevpeyman doza welatekî Kurd li Îran, Tirkiye û
Îraqê dikirn, di gotarekê de nivîskarekî Kurd wisa dibêje “Kurd li
herêmên xwe li Îran, Îraq û Tirkiyê, rêjeya herî mezin in, lewre divê
mafê wan li gorî xalên Wîlson bê danîn, tenê ku cîhan kurdan dereveyî
bûneweriya mirovantiyê dibîne, hingê divê mafê wan (Kurdan) neyê dayîn…!!”
Li rex van bang û
tikayên Kurdan ji konfêransa Parîs re û li gorî rewşa ku heyama nû
afirandibû, kurdan divyabû li gorî mercên heyî jî bixebitin. Hingê
konfêransa Parîsê şande rêdikirin herêma rojhilata navîn û wan
şandeyan dê angaşt û behreya gelên ku doza serxwebûnê û biryardana
mafê çarenûsa xwe dikirin, seh bikirana. Lewre kurdan divyabû ji hêzên
mezin re dûpat bikirina ku xalên Wîlson li ser wan jî dimeşin û ew
hevsazên rewşa nû bûn. Siyasetmevanekî wê serdemê der barê van
şandeyan de wisa dibêje “Ev şande mîna ezmûnên giştî ji bo gelên
hejar hatibûn amadekirin, di van ezmûnan de ev gel divê behreya xwe
nîşdan bidin ku hinek takemafan bi dest bixin…”
Lewre hemû rûpelên
rojameya jîn a ku hem kurd û hem jî cîhana derve raçav dikirin,
ji xwendevanan doza ku bi serbilindî dîrok, ziman, çand û wêjeya xwe
ji cîhanê re destnîşan bikin û li gorî mercên nivar tevle xwendin û
zanîna serdemê bibin, dikir. Bizava hişmendên kurd di vê heyamê de ew
bû ku doza gelê xwe berve welatê newetî de bajon, çimkî wan dizanî ku
serdem serdema neteweyan e, netewî ji aliyê hêzên mezin ve hem tên
gurkirin û hem tên pejirandin, belê wan di vir de li neteweyên din jî
dihinêrîn û dizanîn ku hêmanên neteweyek tekûz ku kesayetiya gel
diçespînin divê bi cih bibûna, ev hêman jî ji dîrok, wêjeya nivîskî û
helbet ziman pêk dihatin. Ziman jî pir regezekî girîng bû, ku kurd hem
biselimîn ew neteweyeke cuda ji Osmaniyan bûn, û hem jî destnîşan
bikin ku zimanê wan fireh, dewlemend û nerm e ku dikare li gorî
serdema nû xwe bihûne. Li ser vê rastiyê rewşenbîrên Kurd doza
welatparêzan dikirin ku bêtir keda xwe bidin ser xwendin, ezgerî
(reform) û standerkirina zimanê Kurdî ku bibe zimanê hemû neteweya
Kurd û sînorên zaravayan derbas bike. Komeleya raperînê ya
Kurdistanê hê jî berî şerê cîhanê giranî dabû ser vejînkirin û
belavkirin xwendina zimanê Kurdî, komeleyê sêwiraneke ji bo xwendina
netewî ku ji bîst xalan pêk dihat weşandibû, ji van xalan
-
Hemû berhemên ji alî helbestvan, danyar û
hişmendên Kurd ve bi zimanê Kurdî hatine weşandin, dê bi bergekî nû û
nivar bên çapkirin.
-
Ferhengekî ku hemû zaravayên kurdî dicivîne dê bê
lêkdan û weşandin.
-
Berhem û pirkûkên rêzimanî ên heyî û guncav dê ji
nû ve bên çapkirin.
-
Kovareke ku metelokên kurdî ji hemû zaravayan
dicivîne, dê bê derxisitin.
-
Agahiyên der barê, fêr, kevneşopî, destan, efsane,
destekarî, saz û kulamên kurdî dê bên berhevkirin, vekolandin û
weşandin.
-
Desteyên lêkolîneran dê biçin herêmên ku Kurd lê
niştecî ne….
Tiştê tev balkêş di
van xalên jorîn de, ezgeriya ziman û komkirina wejeya devkî ya Kurdan
e, ev jî di damezirandina komeleya pêşxistina zimanê kurdî de
hat bercestekirin. Der barê wêjeya devkî, ne tenê ji bo Kurdan lê li
hemû cîhanê di wê demê de wêjeya devkî rokelî sereke bo vejînkirina
kesayetiya netewî a gelan dilîst. Ev wêje ji gelên mîna kurdan re ên
ku gencîneya zimanê wan ya nivîskî newaz bû, regezekî bingehîn û resen
ji zimanê netewî re dihat dîtin, ji ber ku hemû gel dikare xwe bi
asanî bighîne vî zimanê û têgihîştineke netewî li ser xîma ziman
biafirîne. Ji aliyekî din ve ev wêje mîna girovekî reseniya zimanê
netewî dihate bercestekirin, çimkî ew pir xavî û resen bû, ku ne
bêjeyên biyanî têperî nav bibûn û ne jî koka binesaziya wî hatibû
mezixîn. Tiştekî din î balkêş ew bû ku bêlîkirina dîroka helbest,
metelok, efsane û destanên ku bi vî zimanî dihatin vegotin, dê dîroka
vî zimanî jî bêlî bikira û di encamê de dê dîroka gel jî bêlî bikira
ku çiqas kevin e, û ev jî takemafek di berjewendiya ziman û axivînerên
wî de bû. Li ser vê bingehê pêvajiya komkirina wêjeya devkî mercekî
pir girîng û jênerev bû ji bo rewşenbîrên kurd, ku wêjeya nivîskî
fireh bikin û ev jî mercek ji mercên netewîbûnê yên wê serdemê bû.
Sêwirana navborî bo
pêşxistina zimanê kurdî di rojnameya jîn de belav dibû, nemaze
banga komkirin û berhevkirina çîrok, salix, destan û efsane… Komkirin
û weşana metelokên kurdî jî cihekî balkêş di sêwirana komeleya
pêşxistina zimanê kurdî de girtibû, der barê vê yekê de yek ji
endamên komelyê Xelîl Hayalî armanca komkirina metelokan wisa
vedibêje:
“Komkirina hemû
metelokan, ne xem e ew bi guncav in an jî argo ne…komkirina hemû çîrok,
destan û efsane, ne xem e, ew guncav in lê argo ne… komkirin û
dahûrandina hemû çeşnên helbest û wêjeya kurdî ku li nav girseyê belav
bûne, mijar û naveroka wan ne xem e…”
Rewşenbîrên komeleyê
hingê takekes jî sor dikirin ku metelokan kom bikin û soza xelat û
diyariyên diravî jî ji wan re dadanîn “takekesên ku çîroka reseniya
metelokên di tu pirtûkan de nehatine weşandin kom bikin, û ragihînin
komeleyê dê xelatên next werbigirin”
Du rewşenbîrên Kurd
bi navê Reşîd Law û Hilmî Sivereklî ji zû ve bi
pêşnûmeya komkirin û dahûrandina metelokên kurdî mijûl bibûn, wan heşt
gotar di rojnameya jîn de ji vekolandina metelokên kurdî re
terxan kiribûn ( di hejamrên 3,4,5,7,8,14,19 de hatin weşandin, CIHÊ
DILŞEWATIYÊ YE KU MIROV NIKARIBE XWE BIGIHÎNE VAN HEJMARÊN ZÊRÎN), û
ev gotar ji pir hêlan ve balkêş in, yek: bêtirî 150 metelok ligel
wergera Osmanî hatibûn rêzkirin, Du: hin metelok bi teşeyekî zanit û
matmayîn girîdayî rêbaza sêwirana komeleya ziman a Hayalî
hatibûn ravekirin, Sê: Destnîşankirina çavkaniyên Ewropî ku bi
metelokên Kurdî berê mijûl bibûn jî girova ku rewşenbîrên Kurd pir baş
ji van berhemên Ewropiyan agahdar bûn, û hêla dawî jî ew e ku,
zendên(şîroveyên) ligel deqên ku rewşenbîrên Kurd li ser metelokan
danîbûn, dihêle mirov hîs bike ku ew rewşenbîr ji xwe hay bûn ku li
ser pêşnûmeyek (projeyeke) netewî dixebitîn (ango ev metelok bi
mebesta sorkirina hestên netewî dihatin şîrovekirin).
Angorî Reşîd Law, ê
ku pênc gotarên silef li ser metelokan nivîsîn, metelok rolekî mezin
di nasandina zimanê Kurdî jî cîhanê re dilîzin “pêdivî nîn e mirov
girîngiya metelokan rave bike, çimkî ew nimûneyên herî diyar ji terzên
derbirînê re ne û radeya peresînê a ziman gihîştiyê dinimînin, an jî
ew alavên xwederbirîna civaka ku rewşa xwe ya heyîn bi wan derpêş
dike. Ev jî teqez li civaka Kurdî tê, civakeke hê jî birêkûpêk nebûye
û hemû dîmenên hebûna xwe di van metelokan de dihûnîne… ”
Reşîd di gotarên xwe
de destnîşan dike ku zimanê ew bi rêya metelokan raber dike dibe ne ew
qas tekûz be jî, lê çawa bibe ew zimanekî resen e “Çi qas zimanê
metelokan lawaz be an jî wateya wan metelokan tenik be, lê li dawiyê
ew rastiyeke civakî radixe ber çavên me, ku wan rûdanan her tim cihek
ji xwe re di rewîşt û fereziya civakê de girtine. Bi vî şêweyî metelok
dê rajeyeke (xizmeteke) bêhempa ji civaknasan re pêşkêş bikin”
Mirov dişe pir
movikan ji vê deqê der bike, berî her tiştî nivîsar têkiliyên di
navbera metelok û zimanê Kurdî de derpêş dike. Li gorî Reşîd metelok
rolekî serwer di çespandina kone û reseniya zimanê kurdî de dilîzin,
Reşîd dibêje ku ev metelok xwedî dîrokeke ne diyar in, lewre zimanê ku
ew pê hatine vegotin jî wisa xwedî dîrokeke ne diyar e û di encamê de
xelkê vî zimanî jî wisa kevin e û ji kûrahiya dîrokê tê… Bi vî teşeyî
peresîna kesayetiya dîrokî ya miletê Kurd pat bi van metelokan ve
girêdayî ye, ango çi qas metelok kone û dewlemend bin, ziman jî wisa
kone û dewlemend e.
Wek akam, Reşîd
dixweze du regezên sereke ên ku gelê Kurd wek gelekî resen û zimanê wî
dara û dewlemend biselimîne, û ev jî bixwe ji pêdiviyên çespandina
fereziya netewî a li gorî demê diviyabû bihata damezirandin ta
bikarîba şûd û kelkê ji rewşa heyîn werbigire. Reşîd pêşniyar dike ku
xebatên der barê metelokan de bûne, divê der barê Mûzîk, fêr, dab, cil,
çîrok, efsane de û hwd bê kirin, çimkî ev hêmanên navborî dê hem
asoyên heyîna Kurdî ronîtir bikin û hem jî têkevin rajeya(xizmeta)
kesayetiya netewî ya miletê Kurd.
Em wisa dibînin ku
ziman bi giştî û metelok bi taybetî bibûn alav ku rewşenbîrên Kurd hem
ji dost û hem jî ji dijminên Kurdan re binimînin, ku Kurd miletekî ji
mêj ve xwedî kesayeta netewî ne û ev kesayetî xwedî ged û şanên xweser
in û ne girêdayî tu miletên din ên herêmê ne…
Piştî xebatên Reşîd
Law Hilmî Sivereklî dest avêjt rêzeweşana deq û gotarên der barê
metelokan. Hilmî xebata Reşîd dipesine û der barê wî wisa dibêje
”rêzegotarên bi navê Metelokên Kurdî, ên ku di beşa wêjeyê ya delala
me(Jîn) de hatibine weşandin, bêguman bala Kurdan bi giştî û
rewşenbîran bi taybetî kişandine û ew xistine bexteweriyeke bêhempa.
Heke mirov li van metelokên xweş û wateyên razberî ên ku pêşkêş dikin
binihêre, dê teqez mitmane bibe ku metelok û nivîskarê wan cihê pesn û
bejintewînê ne…”
Hilmî li ser
girîngiya metelokan wek pêşnûmeyeke netewî disekine û dibêje
“Metelokên di hemû zaravayên kurdî de girovên pileya firehiya vî
zimanî ne, tevî ku ew giş nehatine komkirin û nivîsîn jî û tevî ku pir
rûdan û efsaneyên wan şîrove dikin jî hê jî veşartîne, bizav û
dilsoziya komkirin û vedîtina wateyên nepenî ên van metelokan, ên ku
bi şêweyekî devkî ji nifşekî derbasî nifşekî din bûne, erkekî netewî
radixe ser milê ciwanên Kurd ku di pêşerojê de vê pêşnûmeyê bi serî
bikin…”
Em dibînin çawa
rewşenbîrên Kurd di vê movika hestiyar de hewl didin ku civaka xwe
piştî şerê cîhanê yê yekemîn li ser bingeheke netewî û serdem ava
bikin. Di van hewl û bizavan de rewşenbîrên Kurd barê herî giran
davêjin ser milên xwe, û peywira vejînkirina neteweya xwe û hêmanên wê
wek erkekî pîroz û perest dibînin, rewşenbîr di vê qonaxê de divyabû
hem siyasetmevan û hem jî folklornas bûna, karê wan wek siyasetmevan
ew bû ku doza gelê xwe derxînin rojev û gorepanên biryargirtinê ên
navnetewî, wek foklornas jî wan divyabû hem ji gelê xwe yê nehişyar û
hem jî ji cîhanê re xuya bikira ku Kurd miletekî kone, puxte û xwedî
dîrok û kevneşopiyeke xweser û dewlemend in, ku ji mafê wan jî mîna
hemû gelên azad li ser xaka xwe û bi vîna xwe bijîn… Di vê têkoşîna
zor û zehmet de çekên, rewşenbîrên Kurd ziman bû, zimanê mirovên asan,
mirovên dê bibûna stûnên welatê daxwaz. Ziman hem alav û regezê
kesayetiya netewî li hember cîhanê bû û hem lî palpiştê sereke yê
dewleta serbixwe bû…
Di vê kurtenivîsa
xwe de min hewl daye ku ez ji Kurdên ‘serdem’ re xuya bikim çi qas
rewşenbîrên me ji rewşa neteweya xwe û alavên wê diparêzin hay bûn, û
çi qas tava netewî di sînga wan de diliviya. Beramberî hemû neteweyên
din, Kurd jî bi gelê cîhanê re hemfikir bûn û tu caran ne lişûnmayî
bûn û têkoşîna rewşenbîrên Kurd û mijarên ku derxistibûn ber roniyê
angaşta me dipeyitîne. Hingê hemû miletên rojhilata navîn di qonaxeke
xwezayî re derbas dibûn û bi bandora belavbûna pêlên netewî li
seranserî cîhanê, gelê vê herêmê jî wisa li kesayetiya xwe digeriya û
hewl dida regezên ku vê kesayetiyê dûpat dikin ji xelkê re derpêş
bikin.
Îro piştî rûxandina
sazûmana Sedam Hûsên li Îraqê û guhertinên ku hêdî hêdî li rojhilata
derdikevin holê, bi baweriya min rewşa wê dişibînin heyama piştî
rûxandina Împeretoriya Osmaniyan. Îro dîsa pêla netewî li rojhilar
xedar e, û wek berî sed salî Kurd dîsa bazneya vê tevgerê ne û
pêdiviya wan bi raberkirina çand, dîrok, ziman û kesayetiya cuda û
puxte heye, nemaze li bakur, başûr rojava û rojhilatî Kurdistanê. Îro
konfêransa aşitiyê careke din rûniştiye, ema vê carê ne li Parîsê lê
li Washingotin’ê, vaye dîsa şandeyên arezûya serxwebûna gelan sorax
dikin dîsa li rojhilata navîn in, û mîna destpêka sedsala borî dîsa
netewe tên gurkirin û piştgirtin.
Pirsa dawî, em çi
qas ji vê rewşa nû re amade ne? Tova netewî di sînga me de gihîştiye
çi astê? Û em ji regezên ku kesayetî, çand û ziman di têkoşîna me de
dikin çek li kû mane??
::Dawî::
Navnîşana kovara the international journal of
Kurdish studies
http://www.barzan.com/KurdishFolklore/KurdishFolklore.htm
|