Mihemed Elî
Ez aştîxwaz im
Bê dijmin im
Ez
aramxwaz im
Ne şervan
im
Çima felek
Tu dikî
şerê min
Çima felek
tu dişkînî
Dilê min
Çima
dîlberê
Tu weha
dikî
Çima tu
dil parve dikî
Bi êzda tu
yî ez
Bi êzda bê
te nîn e
Jiyan…
Xew….
Evîn….
Rev û bez….
…..
hêdî bes e
rêza
hêvîşikestinê
ez ji te
revîm
bûm tenatîperest
(ascétisme)
te da pey
şopa min
ez ketim
şikeft û berqefan
Ez bûm
mîrê tariyê
Tenê ji te
baz bidim
Lê tu ji
min nagerî
Ez tika
dikim min berde
Ez tika dikim min
azad bike
Kulan zêde
neke
Ez kulbar
im
Kulan zêde
neke
Ez hejar
im
Ez mîrê
dilşikestan me
Ez
pêxemberê diljaran me
Mîrîtiya
min reşî ye
Mîrîtiya
min tarî ye
…………..
bes e ji
min bidûr keve
ez nema bi
te bawer im
tu nanxûr
î
tu ne dost
î, tu gawir î
………..
rûyê te yê
xaponek
dilê min
dizî
bi
bişirîna te ya derew
cîgerî min
lerizî
Ez tî bûm
min ji te xwest av
Dilê te bi
min neşewitî
Te da min
Xem, kul,
jehra bi
xunav
………..
bêje tu çi
ji min dixwazî
dil nema
karê xwe ragire
dil bû
rûpela şûr û xenceran
bes e min
birîn bike
cihê
birînan nema
ez hatim
bo tu min derman bikî
lê ey gawir, lê
ey bê holman
te ez
carik din kuştim
te ez
carik din bê dil
bê hêvî
rûşikestî
û
çavkul
hîştim…………
|