Mihemed Elî, Efrîn
Di rojnameya Tûrik
hejmara 29 an de hatiye weşandin
Gelêrî
Zarok
Feq alavek ji alavên
aw û nêçîrê ye, têla ku ew jê tê çêkirin du mîlî ye, wek çawa du fekên
devî mirov hene, her wisa du fekên devî feqê jî hene, fekên wê wek
kevan û qentirman xar û qilûç in, ji jêr ve jî destikê xwe heye. Ji bo
ku feq bê çerpandin, rasor yan jî zimbelek li dor herdu fekên feqê tê
alandin, têla ku zimbelek jê tê çêkirin ji têla fekên feqê ziravtir e;
lê jê sertir e, zimbelek li dor fekên feqê ji jêr ve tê alandin, pêre
herdu aliyên têla zimbelekê, yê destpêkê û yê dawiyê her yek bi fekek
feqê ve tê girêdan, belê ev jî dê şiyana neyênî û erênî(positive and
negative) peyda bike, û dema ku ev hêz peyda dibe, pêvajoya çerpandinê
çê dibe, ango feq jixweser tê hevdu.
Çerpandina feqê
qonaxa tev dawî di nêçîrê de ye, nexwe û ji ber ku feq li ber çivîkan
vekirî bimîne, zîvareke biçûk bi feqê dixin , û jê re dibêjin dîlpik,
dîlpik jî ji şivên mêwên tirî tê çêkirin, ew ji hundir ve tê
quqilandin ango hundirê wî vala dibe û deziyek tê re derbas dibe, dezî
ji bin ve dîlpik bi feqê ve diçespîne, û ji ser ve kurm an jî kulî
dikevin ber, belê ev jî xwarina ku çivîk pê tên giritin, navenda
dîlpik ji derve ve, tê kêrtkirin, ev kêrta jî ji bo ku qulpikê bi
destikî feqê ve girêdayî di ber keve, û wexta ev qulpik dikeve ber
dîlpik, ev pêvajo herdu fekên feqê vekirî dihêle, çimkî dema qulpik
bi dîlpik dikeve ew di ser feka jêr re tê cem dîlipk, û wexta ku çivîk
tê xwarina ber dîlpik bixwe û ji ber hejandina dîlpik ew ji ber qulpik
difilite, belê filtandina qulpik û şûnve-vepekandina wî, feka feqê
azad dike, a ku ji alî xwe de diçe cem hevala xwe, her wiha wexta ku
tê çerpandin, stû an jî laşê çivîkê bi xwe re dibe û di nav xwe û
hevala xwe de digire.
Xwarina ku dikeve
ber dîlpik jê re dibêjin şûk, ew ji xweştirîn xwarinên ber dilê
çivîkan e, ew jî yan kulî ne û yan jî kurmên sipî ên ku ji nêrxendiyên
hişkbûyî tên derxistin, ji bo xwarina ber dîlpik pir bala çivîkan
bikişîne, heya çar kurman dixin ber dîlpik, çimkî, kêlîka ku qulpik bi
ber dîlpik dikeve, deziyê ku kurm di berda ne sert dibe û sertbûna wî
canê kurman diêşîne, belê çiqas canê kurman biêşe ewqas dilebitin û
xwe dilivînin, û çiqas xwe livandin ewqas bala çivîkan dikşînin ku bên
wan bixwin.
Li kêlek kurman,
xwarina din a ber feqan kulî ne, Digel ku pir cureyên ciyawaz ên
kuliyan hene; lê cureyê tev baş û hevyaz, kuliyê pazik sor e. Berejavî
peydakirina kurman; peydakirina kuliyan hinekî zehmet e, tu yê di tîna
rojê de li wan bigerî, çimkî ew ne danê sibê û ne jî danê êvarê
derdikevin, heya ku te yek dît jî tu yê pir bi pey wî bikeve heya tu
bigirî, çimkî ev cureyê kuliyan pir hişyar e, ango dema te dibîne, ew
pir bilind hildipeke û direve, û her hilpekînek û xweçekirinek dora
deh heya bîst mitran mewdayê dibe.
Li dawiyê kin dirêj,
piştî ku kulî tê girtin, berî her tiştî lingên wî tên hilqetandin bo
ew nikaribin bifirin û birevin, tenê bergê ser pazikên kuliyan dimînin,
ji ged û taybetmendiyên kulîyan e, ku dema tu kepira wan diguvişî,
pazikên wan jixweser rep dibin û li banî disekinin, lewma wexta ku
kulî dikin ber dîlpik deziyê dîlpik di ser kepira wî re dibin, û me
got wexta ku qulpik bi ber dîlpik dikeve dezî sert dibe û di encamê de
kepira kulî tê guvaştin, her wiha pazikên sor û piriqî li banî wek
agirekî dadayî xuya dikin, em ji bîr nekin ku bergê li ser pazikên sor
berî ku kulî bikeve ber dîlpik rasterê tên hilqetandin, çima, cimkî
dema ku kulî nû tê girtin, eger berg bên hilqetandin dê pazikên sor
biçelmisin û nema pêre rep bibin.
Piştî ku feq tê
amedekirin, ew li ber kêl û telakan tê venandin, li vir zîrekiya ew
kesê ku feqê vedine derdikeve holê, ango gerek ew çavdêriyeke bi sebr
û saman bike, gelo cihên ku çivîk pir lê dihewin li kuderê ne?, kêl û
telakên baş kîjan in …hwd. Dibe cihên ku nêçîrvan nîşan bike, hecek,
dirî, belan, girê axê bin ..hwd. Heke feq li ser rûyê zemîn û erdê bê
venandin, gerek ew bi komek axa hûrik bê veşartin, û tenê şûk li derve
bimîne, lê heke feq li ser daran an jî hecan bê venandin, ew di nav
pelên wan de tê veşartin.
piraniya çivîkên ku
feq li ber wan li ser erdê tên venandin, çikçiko, gabelek, fînt, tîtî,
copal, çokreş…hwd, ema feqên ser daran li ber çitan tên venandin,
nemaze, çitên hejîran û ên tirî.
Der barî çivîkên ku
feq li ber wan li ser erdê tê venanadin, pêvajoyeke pir girîng heye,
jê re dibêjin yaldan, yaldan jî ji bêjeya alîdan yan jî bi aliyekî de
bajo hatiye, di yaldanê de nêçîrvan dê çivîkan bi fîtkirinê an jî bi
kişkirinê bereve telak û kêla ku feqa xwe li ber venaye bide, her wiha
heya ku çivîk kurm an jî kuliyê di ber feqê de bibîne. Hêjayî gotinê
ye ku ne hertim çerpandina feqê berdar e, pir caran çivîk xwarina ber
feqê dixwe bêyî ku feq biçerpe, û pir caran heya ku biçerpe jî, çivîk
yan nakevin ber feqê yan jî xwe rizgar dikin, lê rêdan û pêkana
westandina wan hertin rêjeya bilind distîne.
|